2012-03-19

Êvariya îro 17.03.2012 li Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê û şanda li gel kir.

 

Li hevdîtinê de behsa rewşa Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera her du aliyan kirin. Piştî hevdîtinê jî li civîneke rojnamevaniyê da rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Emmar Hekîm Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê, tekez li ser pêwendiya bi hêzê di navbera her du aliyan kirin û carekî din pabendbûna xwe ya bi destûra Iraqê dûpat kirin.

 

Teksta civîna rojnamevaniya Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê

 

Piştî qedandina civîna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistan û Seyîd Emmar Hekîm Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê civîneke rojnamevaniyê de her du rêzdaranan encama civîna xwe xisterû û dûpat li ser xurtbûna pêwendiya di navbera Kurd û Şî'eyan kirin.

 

Pêwendiyên me xurtin

 

Di derbarê civîna rojnamevaniyê da Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî bi xêrhatin û spasguzariyên ji bo Seyîd Emmar Hekîm dûpatkir ku pêwendiyekî xurt Kurd û Şî'e komdike û ew pêwendî jî vedigere li ser serdema Îmam Muhsîn El Hekîm, ku cenabê wî li demekî axaftin û zextên şoveniyan bi derxistina fetwaya ji bo kuştina Kurd redkir, Serok Barzanî got:

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Xweşhal û serfirazim bi amadebûna birayê birêz Seyîd Emmar Hekîm û bi xêrhatina wî dikim ku ne weku mîhvan belku weku birayekî birêz îro li gel me daye. Birayek ku em jê hez dikîn û rêz li wî digrîn. Cenabê wî mîratgirê malbata birêzê Hekîme ku çendîn qurbanî ji bo vî welatî daye.

 

Serdana birayê me yê birêz Seyîd Emmar helwesta bilinda miroviyên bapîrê cenabê wî Îmam Muhsîn Hekîm li bîra me tîne dema li sala 1963 şerê li dijî Kurdî heram kir wê demê gelê Kurdistanê tûşî mezintirîn êrîşê bû ji aliyê şoveniyan ku wê demê hukimraniya Bexda bûn û ew fetwa jî bandoreke xwe yê mezin hebû her wiha bi şanaziyê ve dixwazim tîşk bixim ser pêwendiya di navbera her du xwedê jêrazî Îmam Hekîm û Mela Mistefa Barzanî.

 

Serdana birayê me Seyîd Emmar ya Kurdistanê ji bo beşdarîkirina li salvegera karesata Helebçe û hevbeşkirina xema wî gelî nûkirina wê helwesta miroviyaneye. Bi navê xwe û bi navê gelê Kurdistanê ve bi xêrhatina birayê ezîz Seyîd Emmar dikim bi xêrhatin li ser çavan.

 

Derfetekî giranbiha

 

Paşê Seyîd Emmar Hekîm Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê derfeta hevdîtina li gel Serokê Herêma Kurdistanê bi derfetekî dilxweşker wesifkir û dûpatkir ku gelê Kurdistanê herdem cihê rêze û dîroka hevbeş şahidê xurtbûna pêwendiya di navbera Kurd û Şî'e didin û got:

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Hevdîtina me ya îro li gel cenabê Serok bi derfetekî dilxweşker û giranbiha dizanin em şanaziyê pêve dikîn, îro carekî din em hevdîtinê li gel Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistana ezîz nû dikîn, me dîrokeke dirêjê xebata hevbeş derbaskir ku têda xwîna me hemûyan tevlî hevdû bû û li wê dîroka dûr û dirêj da me xebatê bi navê rû bi rûbûna dîktatoriyet û sîtemkariyê kir li Iraqê ji bo bi destanîna sîstema demokratî federalî ku hemû Iraqî têda bi pêkve bijîn û bi baştirîn awayî bingeha civaka xwe dirust bikîn. Em îro û piştî wan hemû salên xebat û qurbanîdana hevbeş bo ku li ser bingeha rast vî nîştimanî avabikîn ew bingeha me li destûra Iraqê da danî her wiha ew hevpeymaniya serekiyên li gel destûrê de diguncin, em îro siruşta meynetiya Iraqiyan tînîn bîra xwe û berpirsiyariya nîştimana xwe dixîn rû ji bo çareserkirina wan meynetiyan eve ji bilî li yekxistina nêrîna nîştîmaniya Iraqî ya di derbarê rastiya îro ya Iraqê da, rastiya xwe li ser asta navxweyî yekbixîn û nêrîna me hemû aliyek beramber bi wan dosyeyên giring yekbixîn bi taybetî dosyeya Herêmî. Hevdîtina me hevdîtineke dostaneya kûr bû têda me pêwendiya dû qolî xisterû eve ji bilî li girîngiya berdewambûna li navbera hemû Iraqiyan ku derbirîna berjewendiyekî nîştîmanî bê Ereb û Kurd û Turkmen, başûr û bakûr kombike. Ev pêwendî jî sûd û berjewendiyê ji bo hemû rolên gelê Iraqê hebû li hemû pêgehanda. Ji bo wê yekê li wê derfetê da hevbeşa rasteqîne û evîna nîştîmanî di navbera Iraqiyên nû dikîn û bi cîddî ji bo xurt kirina demokrasiyet û berfirehî û berjewendiya giştiya gelê me kar dikîn. Hevdîtina me ya îro derfetekî girîng bû ji bo behskirina pirsa navxweyî û dosyeyên pêwîst ji wan jî kongreya serkirdeyên Ereb û amadekariyên pêwîst bo ku giringiyekî mezin bide rastiya siyasiya Iraqê û derfet bi Iraqê bide bo hebûna rolekî mezin li karê hevbeşa Erebî da. Spas ji bo we û cenabê Serok û hêvîdarîn herdem berdewam bîn ji bo xizmeta Iraq û Iraqiyan.

 

Geşbîniya bi paşarojê

 

Emmar Hekîm li bersîva pirsiyarek da di derbarê beramberiya niha û salên heftihan neveşart û rastiya Iraqa îro rastiyeke ne hêsane û nehatiye gulrêj kirin lê belê geşbîniya xwe jî bi paşaroja wî welatî nîşan da bi çareserkirina giriftan û wê yekê retkir rastiya niha ya Iraqê li rastiya salên heftihan sedsala bîstem biçê dema Hikûmeta Iraqê li bi cîhkirina bendên rêkkeftinnameya 11 a Adar paşgezbû û got: Raste eve nehatiye gulrêj kirin û ne hêsane lê belê ez geşbînim bi paşarojê, raste me gelek pirsgirêk hene, maddeyên girîngê destûrî hene ku pêwîste bi yasa bêne rêkxistin, bi şaşî najî bi lez xwendinê û îctîhad di derbarê desthilatên Hikûmeta Federal û Herêm û parêzgehan heye ku pêwîste bi awayeke cîddî em hemû bi yek deng çareser bikîn bi nêrîneke nîştîmanî yekgirtî li ser bingeha destûr bi pişt bestina bi destûr û sewabîtê nîştîmaniyan lê belê pêvajoya niha li gel pêvajoya salên heftihan nayê beranber kirin ji ber ku îro hêza nîştîmanî li grupên siyasiya Iraqê da hene ku bandora wan geleke, sîstemekî demokratî heye û sindoqa dengdan biryarderê sîstema siyasiye û destûra me jî heye ku me erkekî zêde ji bo serxistinê kêşa û gel jî deng ji bo wê da û niha jî em li ber çendîn mîsogeriyê dane ji bo pêkanîna projeya nîştîmanî û çareserkirina hemû giriftan.

 

Cûdahiya li navbera niha û salên heftihan

 

Ji aliyê xwe ve jî Serokê Herêma Kurdistanê wê beranberiyê retkir û nîşan da niha li ser asta navxweyî û navdewletî jî da û cudahiyeke mezin li navbera Herêma Kurdistan û Bexda li ser çend pirsek heye. Lê belê dûpat jî kir destûr hekema çareserkirina pirsane û tu tenazulek jî tûne di derbarê wan erk û mafên ku destûr di derbarê Herêmê ve îqrar kiriye û got: Cûdahiyeke mezin li navbera niha û pêvajoya berî 40 salan de heye, li ser asta navdewletî û navxweyî da cûdahî gelekin, destûr bingeheke başe, lê belê dibe ku cûdahî li rûnkirina xalan de hebê yan jî daxwazek hebê ji bo bicîhnekirina vê destûrê. Lê belê her bi bingeheke xurt datînîn ji ber ku zêdetirê % 80 ê gelê Iraqê deng ji bo wê da, ji bo wê yekê ne mumkîne destberdarê wê destûrê bîn û li şûna wê jî tişteke din qebul nakîn. Li wê destûrê da hatiye (Ev destûr mîsogeriya parastina yekbûna Iraqe) ji bo wê yekê em dûpat li ser pabendbûna bi destûrê dikîn û bi merca çareserkirina nakokiyan datînîn.

 

Tawanên derbarê Kurdan li navçeyên veqetandî

 

Demeke dirêje tawana terorîstan derbarê Kurdan li navçeyên veqetandî bi taybetî li Celewla û Sadiye berdewame û rojane hejmarek Kurd dihêne kuştin û bi dehan malbat jî hatine neçar kirin axa bav û bapîrên xwe bi cîh bihêlin bi awayekî ku êrîşekî zêde li mayina bi yekgirtiya Iraqê dike. Li vî derbarî de Emmar Hekîm li bersîva pirsiyarekî de got: Pêwîste bi rênimayiyên yasayî sînorek beramber bi her reftarek bête danîn ku li vir yan li wir li dijî her kesek bête kirin. Pêwîste pabendî yasa bîn û vegerîn li ser bingehên rast ji bo wê yekê ez bawerim pabendbûna bi destûr rêya serekiya derketina ji wan pirsane.

 

Peymanên neft yasayî û destûrîne

 

Her çende destûr bi awayeke eşkere mafê her Herêmekî li reftarkirina bi samanên siruştiya xwe nîşandaye, lê belê êrîşkirina ser Kurdistanê bi biyaniya neyasayîbûna peymanên neftê ji bilî li dijayetîkirina Herêma Kurdistanê û hewldanên ji bo lawazkirinê tu wateyekî dinê xwe tûne. Serokê Herêma Kurdistanê li bersîva pirsiyarekî di derbarê daxuyaniya Wezareta Neftê Iraqê beramber yasaya û destûra peymanên neft ve got: Dixwazim dûpat li ser pirsekî girîng bikim ew jî eweye daxuyaniya her berpirsek li vir yan li wir ne mumkîne bandorê bixe ser pêwendiya dîrokiya di navbera Kurd û Şî'e. Em hevpeymanên hevbeşîn û hevpeymaniya me li encama zulma hevbeş û dîroka ku pir li şanaziyê me dikir li xebatkirina dijî dîktatoriyet lê belê mixabin hewleke zêde ji aliyê hinek kesan ve hene ji bo têkdana wê pêwendiyê û bêguman şikest tînin. Di derbarê peymana neftiyan jî dûpat dikim tu peymanek tûne li dijî destûrê bê û pirs jî destûra bûn û nebûna wê peymanêye belku niyeta xerap hene li dijî pêşketina Kurdistanê eve jî bi nêrîna min metirsî û bandora li enfalê ne kêmtire.

 

Rola malbata Hekîm

 

Serok Barzanî behsa rola malbata Hekîm kir li beramber bergirîkirina Kurd û hebûna helwesta mirovî beramber bi vî gelî û got: Pêwendiya me li gel malbata Hekîm bihêz û xurte û bi tu tiştek têknaçê, bingeha wê pêwendiyê vedigere li serdema Îmam Hekîm û Barzaniyê mezin. Paşê berdewam bû li gel şehîd Seyîd Mihemed Baqir El Hekîm û paşê xwedê jêrazî Seyîd Abdulezîz Hekîm û îro jî Seyîd Emmar Hekîm wekî tê gotin (Xêr Xelef le xêr self), me hêviyeke mezin bi Seyîd Emmar Hekîm heye ji bo berdewambûna wan pêwendiyan û bi hêviya xwedê li wê jî zêdetir berev pêş bibe. Me bawerî bi her destpêşxeriyek heye ku Seyîd Emmar Hekîm pêşkeş bike.

 

Projeya Basra weku paytexta aboriya Iraqê

 

Seyîd Emmar hêvî xwest herdem ji bilî baweriya gelê Kurd û serkirdayetiya siyasiya Kurd bê û dûpat jî kir wî herdem projeya nîştimaniya xwe heye ji bo rastkirina hemû wan rêrewên helaneya bi her sedemek bandorê xistibê ser pêvajoya siyasiya Iraqê her wiha balkişand li ser wê yekê ku ew îro destpêşxeriya hebûna Besra bi paytexta aboriya Iraqê gelale kiriye û li gel serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê da behsa wê yekê kir û got: Hêvîdarîn serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê bi awayeke erênî raya xwe li ser bidin heta em jî mafê rasteqîneya Besra bidîn ji ber ku ew bajar zêdetirê sedî 70 ê dahata budceya Iraqê pêktîne û take rêya aviya Iraqe.

 

Meseleya Haşimî

 

Serokê Herêma Kurdistanê bi awayeke rûn û eşkere dûpatkir pirsa Haşimî pirsek tûne taybet bê bi xwe yan bi Herêma Kurdistanê belku girifta hemû Iraqe û got: Ez îro carekî din pêşniyara xwe nû dikim bi wê yekê her sê Serokayetiya Iraqê li vî derbarî de kombibin ji bo çareserkirina vê giriftê ji ber ku berdewambûna bi vî awayî yan çareserkirina bi rêyekî netewafuqî li navbera her sê Serokayetiyê da dibe ku bigihe encamekî zerermend bi Iraq û carekî din dûpat dikim ku pêwîste her sê Serokayetiya wê giriftê çareser bikin. Ez bawerim niha Tariq Haşimî biçê Bexda nikarin tiştek lê bikin, tiştek jî lê nekin ji aliyeke din ve dibê pirseke mezin ji bo wan ji bo wê yekê bi hemû awayek ve hez dikin wiha nîşanbidin pirs tenê ya Herêma Kurdistane. Divê dawî bi vê meseleyê bê û qebûl nakim bê gotin ku tenê pirsa Herêma Kurdistane û divê bê çareserkirin bi biryara her sê Serokayetiyan. Ez ne bergirî li Haşimî dikim û ne jî wî tawanbar dikim lê belê pirs bi hemû Iraqê ve girêdayiye û her divê bête çareser kirin. Lê belê bi nêrîna min pirs aliyekî xwe yê siyasî heye û bêguman hemû daxuyaniyên medyayê de neraste û tiştên dinê li ser zêdekirî hene.

 

Rapora lîjneya çaksazî

 

Serokê Herêma Kurdistanê got: Lîjneya çaksazî li karê xwe de berdewam dibe heta ku her sê dezgehên serekî Nezahe û Çavdêriya Darayî û Dawakarê Giştî bêne damezrandin yan çalakkirin. Dibe ku hinek ji wan hatibe damezrandin yan bingeha wan hebê lê belê divê bêne çalak kirin wê demê tu pêwîstiyek namîne ji bo berdewambûna vê lîjneyê. Ew rapor ne ji bo wê yekê ye xelkek bêdeng bikîn Em cîddîne li wê meseleyê û baweriya me pê heye û ewên tawanbarin dawakarê giştî berpirse li wê yekê ku wan bide dadgehê û dadgeh çarenûsa wan bi tawanbarbûn yan bê tawanî bide. Lê belê tu kesek tûne ku li ser rûyê yasa bê û her kesek destê xwe li gendeliyê de hebê didine dadgehê.

 

Pirsa neft û xaz

 

Serokê Herêma Kurdistanê tîşk xiste li ser mafê Herêma Kurdistanê li pirsa neft û xaz û nîşan da destûr dibêje ew saman û dahat mulkê hemû Iraqe û eve tu giriftekî xwe tûne û tu gumanekî jî têda tûne û got: Destûr dibêje: Kêlgehên nû yên Herêmê bi hevkariya Hikûmeta Iraqê îdare dike û eve jî tu pirsgirêkeke xwe tûne. li şubata 2007 projeya yasayekî neft û xaz hate amadekirin ku biçê Parlemen, li wê projeyê de paşkoyek hebû dibêje: Eger ev proje yasa heta meha 5 ji Parlemenê derbas nebû her du alî mafê wan heye dikarin peymanê li gel kompanyayên neft îmza bikin wate me tu tiştekî dûrî destûrê nekiriye. Niha jî em daxwaz dikîn ew yasa bi vî awayî ku li ser da rêkketîne biçê Parlemen bibê destkarî lê belê dûbare dikim meseleya destûrê bûn û nebûna wan peymanan nîne belku hinek kesin îro li Bexda peydabûne wiha dizanin ew bi xwe hakimê Iraqin û xelkê din tiştek nînin û ew bi xwe biryar didin û naxwazin Kurdistan pêşbikevê eve jî li cem min tiştekî gelek tirsnake.

 

Kongreya nîştîmanî, hengava yekem

 

Emmar Hekîm kongreya nîştîmaniya Iraqî bi hengava yekema çareseriya pirsên îro li Iraqê danî û dûpatkir amadekirina vê kongreyê ji bo eweye bibê sedemek ji bo pêşxistina rastiya siyasî zerûreta serekiye ku pêwîste bi girîng bê zanîn û got: Lîjneya amadekariya kongreya nîştîmanî çendîn kombûnan ve hatiye girêdan û dibe ku sibê kombûna dawî bê bestin hêvîdarîn bigihe encamekî baş ji bo danîna demeke diyarkirî ji bo wê hevdîtina nîştîmanî û hêvîdarîn ev kombûn encamekî baş destpêbike û pêvajoya siyasî berev pêşbixe û pirsan jî çareserbike.

 

Şefafiyet li peymanên neft da

 

Serokê Herêma Kurdistanê got: Ez li gel ewe dame hemû girêbestên neft şefaf bin û bêguman hevrik li Parlemen dikarin her çi bixwazin daxwaz bikin. Dikarin Wezîrê Samanên Siruştî vexwînin û gileyiyên xwe jê re bibêjin neku tiştên veşartî li mîllet hebê û tu kes rê li kes negirtiye.

 
چاپکردن   Share گه‌ڕانه‌وه‌