Demjimêr du yê piştî nîvroya îro 04.04.2012 Çarşem bi dema Washingtonê li Koşka Spî, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê birêz Barak Obama Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka ve bi germî hate pêşwazî kirin.
Li hevdîtina di navbera her du aliyan de rewşa Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Emerîka hate guftûgokirin.
Paşê her li Koşka Spî firavîneke rêzlênanê li ser xatirê Serok Barzanî hate amade kirin.