2012-04-10

Îro 10/04/2012 li nivîsîngeha Serokayetiya Encûmena Wezîrên Macarîstanê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê ji aliyê Vîktor Orban Serokê Hikûmeta Macarîstanê ve hate pêşwazî kirin.

 

Li civînê de ji bilî şanda Herêma Kurdistanê ku hejmarek ji Wezîr û Berpirsên Hikûmeta Macarîstanê amadebûn, pêwendiyên di navbera her du aliyan û danîna mekanîzmek ji bo berfireh kirina pêwendiyan bi cureyek ku hemû warên aborî û kiştukalî û pîşesaziyê li xwe bigrê hate guftûgokirin.

 

Serok Wezîrê Macarîstanê rola welatê xwe ya li pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêmê li gel welatên Ewrupa ronahîkir û amadehiya xwe jî ji bo bi hêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên Ewrupa ragihand. 

 

Li vê civînê de rewşa Herêma Kurdistanê û pêvajoya giştiya siyasiya Iraq û navçeyê jî hate axaftin û pêgeha Herêma Kurdistanê li pêşxistina rûdawan û cîhgîr kirina bingehên demokratî û pêkve jiyan û xweşguzeraniya welatiyan bi girîngiyê ve hate nirxandin.

 

Her wiha îro li avahiya Parlemena Macarîstanê Stîvan Cakeb Cîgirê Serokê Parlemen pêşwaziya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir. li hevdîtinê de jiyana demokratî û karê Parlemenî li Herêma Kurdistanê de hate rûnkirin. Serok Barzanî jiyana siyasiya Herêma Kurdistanê û çalakiya Parlemen û karê hêzên rikeber li Herêma Kurdistanê şîrovekir, hewlên Herêma Kurdistanê jî cîhgîrtir kirina bingehên demokratî de xisterû.

 

Cîgirê Serokê Parlemena Macarîstanê xweşhaliya xwe bi binyadnana pêwendiya Parlemena di navbera Herêma Kurdistan û welatê xwe nîşanda û amadehiya xwe jî ji bo sûd gihandina bi Herêma Kurdistanê li rêya danustandina şanda Parlemen û şarezayî û ezmûna welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşanda.

 

 
چاپکردن   Share گه‌ڕانه‌وه‌