2012-05-09

Daxûyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê serdana Malikî ya bajarê Kerkûkê

 

Birêz Nurî Malikî li wê serdana xwe ya doh li bajarê Kerkûkê de niyeta xwe ya rast ya di derbarê maddeya 140 a destûrê Iraqê de eşkere kir.

 

Ew xwe ji vê pirsê dûr girt û bi tenê balkişandinek jî di derbarê maddeya 140 de neda û ji aliyê xwe ve nasnameyekî ji bo Kerkûkê da ku wekî vegerandinek li ser rakêşana meyla hinek şovenîstan. 

 

Eger birêz Malikî bixwazê kêşeya navçeyên veqetandî çareser bike, li ser wî pêwîste maddeya 140 cîh bi cîh bike û derfetê bide rûniştvanên Kerkûkê da ku çarenûsa xwe destnîşan bikin. Nasnameya Kerkûk bi anîna çendîn lîwayên hêzên taybet û firîna firokeyan bi asmanan da nayê destnîşan kirin. 

 

Nasnameya Kerkûk: Bajarekî Iraqiye û nasnameya wê jî Kurdistaniye.

 

 

Dr. Umêd Sebah Osman

 

Peyvdarê bi navê 

 

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

 

09/05/2012

 
چاپکردن   Share گه‌ڕانه‌وه‌