ROJNAMEY XEBAT 2011-10-17
Şoreş Ezîz Surmê Qelaya Dim Dim wergerand li ser zimanê Îtalî

 

Şoreş Ezîz Surmê Qelaya Dim Dim wergerand li ser zimanê Îtalî

 

Fransisko Mêliyango: Eve yekemîn kitêbe ku raste rast ji zimanê Kurdî werdigerin li ser zimanê Îtalî

 

Her kesê ku lêkolîna edebiyata Kurdî kiribe û nêzîkî wê bûbê li dîtina sirûştiya wê edebiyatê de rû bi rûyê zehmetiyê bûye, bi taybetî li rûyê zimanevaniyê ve. Kurd neteweyekî li nav şivanî û koçerî û Pêşmergayetî bûye. Li dîroka wan de dewlemendiyekî zêde heye. Bi taybetî li rûyê çîrok û pend û stran û efsanêyê ve, wekî mînaka bilindtirê nivîsîna edebî ya li sedsala hevdehem da hene. Dikare bêgotin ku resentirîn sifeta peyva Kurdî ya zimanî de rola xwe dîtiye. Her çende hêsane guman bixine ser, lê belê yek ji wan çekên bi bandor û bingehînê kelepora kultûrî bûye ku wiha kiriye Kurd bi dirêjahiya sedsala bîstan her li ser wan hemû zulmkarî û cûdakarî û destgîrkirin û qedexekirina beramberî xwe bimînin ku ev gel bi wî navî de bune qurbanî. 

 

Kitêb dihatin destgîrkirin û ji bazar dihatin berhevkirin û dişewitandin (Em hemû Fahrnayt 45 nasdikîn). Lê belê çîrokek ku bixwazim guh bidim û ji dayik û bav ve ji bo zarok hatibe veguhestin, gelek zehmettire raya wê bigrî û kontrol bikî. Tu dikarî tenê bigihî qedexekirina zimanek, her wekî ku ewê Tirkiye li kudetaya(Darbeya) sala 1980 da kiriye. Lê belê tu nikarî bigihî bi kunê dîwareke tarî an jî şûrê malê ve ku li nav bîhn û berameya çayê de ev çîrok dijîn. Her li vê çarçêweyê de çîroka (Qelaya Dim Dim) hatiye vekolîn. Ev çîrok behsa xebata ser bilindiya zilamek bi navê (Xanê Lep Zêrîn) ku paşayekî Kurdê sedsala hevdehem û hakimê Qelaya Dim Dimê bûye dike. Nêzîk deryaçe an ku gola Urmiyê ku li rûyê cografî ve dikeve cergê Kurdistanê. Li çep û rasta wê da Şahê Fars û Sultanê Osmanî heye ku dixwazin Kurdan bêxin bin destê xwe û hebûna berxwedana Xanê Lep Zêrîn ji holê rakin.

 

Gelê Kurd herdem li ser Eşîret û Xêl û Zaraveyan da dabeş bûne. Her çende niha bi sedema jeosiyasî derdikevê, lê belê tenê temaşa nûçeyên vê havînê bike ku behsa êrîşên Tirkiye û Îranê ya li dijî gelê Kurd dike. Niha şah û sultan, navê xwe guherîne, lê belê senaryo heman tişte. Li cihê Xanê efsane, niha Pêşmerge li ser çiyayên Qendîl bi cîh bûne. 

 

Em vegerîn li ser xwe çîroka Xan, her wekî ku me got, nêzîkî dû sed sal û nîve ji neviyên Kurdan ve tê veguhestin. Herdem bûye bi efsaneyek ji bo danpêdanana cîhê wan û heman demî de jî awêneyek bûye. Heta Erebê Şemo, nivîskarê Kurd û ji ola Êzîdî û li dayîk bûyê bajarê Kars li navbera sînorê Rûsya û Tirkiye, bi Rûsî sala 1966 nivîsiye. Akademiya Rûsî li destpêka sedsala bîstan de biha û girîngiyeke mezin ve li ser çîrokên zimanê xwe zaniye, bi taybetî li Asya. Mînakeke wê karê Pêrtêvborato ve, ku folklora mezina Tirkî hilgirtiye. Li heman demî de, Yekîtiya Sovyet yek ji wan navçeyên herî baş û bi berekete ji bo Kurd, bi taybetî piştî dirustbûna Komara Tirkiye. Şemo, ku li gel Şivanê Kurd tê nasîn bi yekemîn romannivîsê modernê Kurdî tê hejmartin. Li wê pirsa akademiya ku wiha pêwîst bû bi nivîsîn piştevaniya tradisyona çîroka zimanê Kurdî bike û piştî wê yekê yekemîn çap bi Rûsî belavbûye. Ewî bi zimanê Kurdî bi elfabeya latînî nivîsî. Li sala 1975 akademiya Kurdî li Bexda çîrokê wergêrand û Şoreş Ezîz Surmê ku penaperekî Kurdê Iraqe û karê rojnamevaniyê dike li navbera her du welatan li ser wê çapê wergerandiye zimanê Îtalî. Heta niha eve yekemîn kitêbe ku raste rast ji Kurdî ve werdigerin ser zimanê Îtalî. Qelaya Dim Dim pire li çîrokan, behsa qonax û rûdawên cengek li navbera Kurd û hêzên dijmin dike û wesfê cografyaya çiyayî dike ji bo Kurd jiyane her wekî derya ji bo Fonîsiyanan jiyane. Tu tama bazarên vî welatî dûrî dest dikî, tama têkilhevê netewe û ol û dab û nerît û nêrînan dikî. Ewên ku kelupel ji Şamê ve tînin, li Qefqasya ve, li Hind û Semerkand û Stembolê ve, û bi dilniyayê ve jî, ji çîrokeke evînî nedûre. Şehab ku serbilindtirîn û wêrektirîn navê serbazane, û Dîlber ku xweşiktirîn keça dayike, ev evîn ji aliyê Xurşîdê pasevan û bedkar tûşî nerehetiyê dibê. Bi Kurdî, çîrokeke cengê pir evînî û li şefeqên dîroka dûr ve hatiye û niha jî wekî xwe maye. Çapxaneya AIEP çapa Îtalî ya (Qelaya Dim Dim) bi wergera Şoreş Ezîz Surmê li 237 rûpelan de hatiye belavkirin. 

 

* Hêjayî gotinêye li vir da balê bikşînin li ser wê yekê ku bi pêwendiyekî telefonî ya li gel nivîskar birêz Şoreş Ezîz Surmê balkişand li ser wê yekê ku (Qelaya Dim Dim) wekî ku birêz Mîliyango nivîsiye eve ne yekemîn kitêba wergerê ya bi Kurdî ya nivîskare. Ji ber ku berî wergera (Qelaya Dim Dim) wekî karê wergêra raste rast ji Kurdî bo Îtalî ya vê kitêbê jî wergêraye û belavkiriye: 

 

1- Honrawey Kurdî hilbijartineke ji şî'îrên Kurdî ku sala 1986 hatiye çapkirin.

 

2- Dabeşbûna cografî zaravayên zimanê Kurdî(1) D. Fuad Heme Xurşîd) sala 1987 hatiye çapkirin. 

 

3- Komek çîrokên folklorî Kurdî sala 1992 hatiye çapkirin paşê jî (Qelaya Dim Dim). 

 

(1) Karubarê Kurdistan

 

** Lêkolînereke edebiyata rojhilatiye li zanîngeha Poliyaya bajarê Barî ku dikeve başûrê Îtalya ev babet li malpera Lêtiretura Lankêlot bi zimanê Îtalî hatiye belavkirin ku taybete bi edebiyata cîhanî. 

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌