ROJNAMEY XEBAT 2012-01-04
Naveroka hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel Reuters

Eger wan pirsgirêk li gel me heye, bila bên û her wekî ku li destûrê da hatiye maddeya 140 cîh bi cîh bikin. Kurdên Iraqê sûrin li ser wê yekê nakevin nav şerê tayîfî û li ser hewla destgîrkirina Tariq Haşimî Cîgirê Serok Komarê Iraqê Sunne Mezheb ji aliyê Nurî Malîkî Serok Wezîr Şî'e Mezheb û Serokê Herêma Kurdistanê jî dibêje cîh bi cîh nekirina sîstema federalî dibê sedema afirandina karesatên li welat.

 

Piştî neh salên şerê Iraqê, hê jî Iraq li nav gêrava çekdarên Sunne û mîlîşiyayên Şî'eye. Lê belê Kurdistana Iraqê heta radeyekî baş aştî û xweşguzeranî têda bi cîh bûye. Piştî sala 1991 li raperîna dijî Seddam Husên û paşê li destûra Iraqê ya 2005 da bi fermî otonomiya federalî bi destanîn.

 

Kurd hewl daye dûr bê ji wê gengeşeya siyasiya bêdawî ku stuyê Hikûmeta navendiya Bexdayê girtiye û her çende metirsî li ser berjewendiyên xwe hebe jî, ji bo çareserkirina pirsan hewl daye wekî navbijwan kar bike.

 

Dawiya meha derbasbûyî Tariq Haşimî Cîgirê Serok Komar piştî hewla destgîrkirina bi tometa serpereştîkirina çend desteyekî mêrkujiyê hate Kurdistanê û Kurd dehf da nava pêgehekî navenda bi hêz ya dramayekî siyasî ku sedema wê yekê jî dikare şerê tayîfî derkeve.

 

Kurd ne beşeke ji gengeşeya tayifî

 

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li hevpeyvîneke li gel Reuters ya li roja çarşemê de got: "Ez naxwazim bikevim nava vê. Em ne beşekin ji vê gengeşeya tayifiya ku li wir heye. Bêguman em beşekîn ji nakokiya siyasî û xebata siyasî, lê belê em ne beşekin ji wê nakokiyên tayifî."

 

Herêma Kurdistanê amadeye mîhvandariya Kongreya Nîştimanî bike

 

Kurd ji bo çareserkirina pirsên li navbera Malîkî û Lîsta Iraqiye daxwaza bestina Kongreyeke nîştîmanî kiriye ku civînên Parlemen û Hikûmetê de Hikûmeta Malîkî bi wê yekê tometbar dikin ku hemû desthilatan li destê xwe da komkiriye.

 

Barzanî got: "Em li benda aliyê pêwendîdarane bigihîn peymanek ku li kengê û li ku ev civîn bête kirin."

 

Her wiha Barzanî got: Herêma Kurdistanê ji bo wê yekê amadeye ev konferans bê sazkirin. Lê belê jêderên siyasiyan gotin Malîkî dijî wê yekê ye ku konferans li Hewlêra paytexta Kurdistanê bête encamdan û dixwazê destpêkê de meseleya Haşimî yek alî bike.

 

Barzanî got: "Eger wan biryarê da li cîheke din saz bikîn, eve dikevê ser wan, ji aliyê me ve cîh ne pirsgirêke. Her çende eger li Bexda bê, ez bawerim zêdetirê aliyê pêwendîdaran ne amadene beşdarî vê kombûnê bikin."

 

Nahêlîn dest bidin biryara dadgehê

 

Di derbarê çarenûsa Haşimî jî, Barzanî got: "Eve tişteke ku divê sîstema qezayî û dadgeh biryarê li ser bidin. Em bi tu awayekî nahêlîn kes dest li her biryareke sîstema qezayî bide."

 

Haşimî dibêje: Amadeye li Herêma Kurdistanê biçê dadgehê û tekez li wê yekê dike ku dadgehîkirinekî dadperwerane ji Bexda dernakeve.

 

Peymanên neft û sîstema federalî

 

Qeyranê Kurd xistiye pêgehekî aloz, lê belê heman demî de bi hêz ve eger hat û tu peymaneke siyasî bi dest nehat, nexwe her yek Malîkî û Lîsta Iraqiye jî pêwîstî bi piştevaniya Kurde li Parlemen bo ku li ser ewê din da serbikevin.

 

Renge Kurd vê giraniyê bikarbîne ji bo bi destanîna tenazulatên ji bo berjewendiya stratejiyên xwe, wekî kontrola jêderên neft û navçeyên xwedî pirsgirêk yên li navbera Bexda û Kurdistana Iraqê.

 

Her çende Kurdistana Iraqê gelek arame, lê belê Kurd ji aliyê Bexda ve çaresernekirina pêvajoya Kerkûkê acizin. Ew bajarê ku xwedî nefteke zêdeyê û Kurd wê beşeke ji Kurdistanê dizanin.

 

Referandumek li maddeya 140 a destûra Iraqê ya sala 2007 diyar kiriye, lê belê heta niha nehatiye bicîhkirin.

 

Barzanî ku serpereştiya şerê hêzên Pêşmerge dikir li dijî Seddam, her li piştî sala 1979 dema bavê wî koça dawî kir û ew jî li piştî salên çilên sedsala derbasbûyî ve li dijî Bexda xebatê dikir, got: "Wekî Kurd me vê yekîtiya li navbera Kurd û Ereb û sîstema hukimraniya federal ya Iraqê de hilbijartiye. Eve mafekî destûriye ji bo me û ji bo gelên Iraqê. Em piştgîrî li sîstemekî federalî dikîn li vî welatî da. Rêgirtina bicîhkirina maddeyên destûr dibê sedema wê yekê ku welat rûbiruyê pirsên mezin bibê û karesatan biafirîne."

 

Li gel wê gengeşeya siyasiyên Bexda bûne sedema pekeftina yasaya neft û xaz, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bûye li karê xwe û zîncîrek peyman îmzakiriye. Li nav wan peymanan de kompanya Ekson Mobil jî heye. Eve jî bûye sedema nerehetiya gelek ji wan kesên li Hikûmeta navendî dane.

 

Barzanî behsa wê yekê kir ku peymanên li gel Bexda hebû bi wê yekê her alî berdewam dibin li îmzakirina wan peymanan heta yasaya neft û xaz li Parlemenê da dihête pejirandin. Peymana Ekson jî wan navçeyan li xwe digrê ku ji aliyê Hewlêr û Bexda ve pirsgirêk li ser heye.

 

Barzanî got: "Ew navçeyên ji aliyê hinek kesan ve jêre tê gotin navçeyên pirsgirêk li ser, ji aliyê me ve ew beşekin ji Herêma Kurdistanê. Eger wan pirsgirêk li gel eve heye, bila bên û maddeya 140 cîh bi cîh bikin her çawa ku li destûrê da hatiye."

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌