ROJNAMEY XEBAT 2012-01-20
Naveroka hevpeyvîna Serokê Kurdistanê ya li gel Televizyona Al Arabiya

* Ji bo vê derfetê gelek spas cenabê Serok

 

- Serokê Kurdistanê: Bi xêrhatin spas ji bo we jî.

 

* Cenabê Serok ez dixwazim ji pirsiyarekî gelek girîng ve destpêbikim. Gelek kes dipirsin ji bo çi Mesûd Barzanî beşdarî kongreya ku li Bexda bê sazkirin nake, mebesta min ew kongreya nîştimaniye ku bi niyazin li Bexda sazbikin?

 

- Serokê Kurdistanê: Berî hemû tiştek min beşdarkirina wê kongreyê wekî ku çendîn car hatiye ragihandin ret nekiriye. Min merc jî ji bo cihê kongreyê daneniye lê belê divê li wê yekê dilniya bibîn, encameke erênî ji kongreyê derkeve û em hemû alî pabendî wan xalan bibîn ku li peymannameya Hewlêrê de em li ser kok bûn. Tu sedemek tûne beşdarî kongreyek bikîn ku mîsogeriyeke encama erênî lê nehatibe kirin ji bo wê yekê divê em li serkeftina wê dilniya bibîn.

 

* Wate wiha têdigihîn tu baweriyek di derbarê wan encaman tûne ku li vê kongreya çaverêkirî de têkirin û tu baweriyek li navbera aliyan û hêzên siyasiyan da tûne?

 

- Serokê Kurdistanê: Gelek bi mixabinî ku ew bawerî tûne û li rastiyê da em li qeyrana baweriyê de dijîn, lê belê berî wê yekê ku serkirde amade bin, pêwîste amadekariyek ji bo vê kongreyê hebê û bi awayekî ku mîsogeriya serkeftinê bê kirin.

 

* Gelo ma serkeftina vê kongreyê nehatiye mîsoger kirin?

 

- Serokê Kurdistanê: Pêwîste amadekarî ji bo wê bê kirin, bo ku serbikevê.

 

* Birêz Cenabê Serok lê belê hun bawer nakin ku hebûna van cure daxuyaniyên bi amadenebûnê bi tenê eger hun bixwazin jî amadeyê kongreyê bibin lê belê ji bin ve daxwaza we ya beşdarîkirinê tûne. Li aliyekî din ve jî daxuyaniyên Serokê Hikûmet bi retkirina girêdana kongreya li Hewlêr û pê baştire li Bexda bê, gelo eve wiha nagihînê tu pêwendiyeke cîddî li gel destpêşxeriya Serok Komarê Iraqê birêz Celal Talebanî tûne?

 

- Serokê Kurdistanê: Bi berevajiya wê ez gelek bi hêz ve palpiştiya destpêşxeriya birêz Serok Talebanî dikim û berê jî di derbarê yekxistina kar û hemahengiya li gel rêzdar de rêkkeftîn û min destnîşana cîhê girêdana vê kongreyê her nekiriye.

 

* Eger bi awayeke baş amadekarî ji bo kongreyê hate kirin, gelo hun ji bo têde amadebûnê diçine Bexda?

 

- Serokê Kurdistanê: Bêguman eger lîjneya amadekar li ser amadesaziya vê kongreyê rêkkeft û mîsogeriya serkeftinê kir, bêguman amade dibim. Ji ber ku birastî em westiyayîn, ez û gelek kesên din jî westiyayîn ji wê yekê ku tenê kongre bibestîn ku têda li ser gelek tiştan rêkdikevîn, lê belê her ku kombûn temam bû, wan hemû xalan ji bîr dikin.

 

* Ezê vegerim li ser peymana Hewlêrê, cenabê we çavdêrî wê peymanê kir û hemû aliyek ji bo wê geşbîn bû ku çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê bike. Belê Hikûmet hate pêkanîn, lê belê rêzdar Serok kî ji cîh bi cîh nekirina bendên vê peymanê berpirse?

 

- Serokê Kurdistanê: Birastî ewê li ser şanê me bû me encam da.

 

* Lê belê kî berpirse?

 

- Serokê Kurdistanê: Ez nikarim kesek yan aliyekî diyarkirî tometbar bikim, lê belê serkirdeyên Bexda her yek li gor qebareya xwe berpirsiyariya xwe heye û li stuyê wan daye.

 

* Hun bi awayekî diyarkirî û çi tiştek daxwaz dikin bo ku amadeyê vê kongreya li Bexda bibin?

 

- Serokê Kurdistanê: Pêwîste berî hemû tiştek rêkkeftinekî seranserî hebê û hemû aliyek li vî derbarî de hem kok bin di derbarê hevbeşiya Hukim û bi têgihiştina xala hevbeşiyê, vegerandina hevsengiyê ya artêş û dezgehên emniyan, pabendbûna bi destûr û danîna sîstemekî zelal ji bo Encûmena Wezîran û dûrketina ji biryardana takekesiyê bi taybetî wan biryarên bi berjewendiya Iraqê ve pêwiste.

 

* Wate niha biryardana takekesî heye?

 

- Serokê Kurdistanê: Bêguman.

 

* Lê belê gelo metirsiya ewe heye carekî din dîktatorîzm li Iraqê da serî hilbide?

 

- Serokê Kurdistanê: Biryardana takekesî heye, bi taybetî li warê dûbare binyadnana artêşê de, li wir de biryardana takekesiyeke diyar heye û ewên din jî dihêne piştguh xistin li demek de ku artêş mulkê hemû gelê Iraqe, wekî li destûrê da hatiye, nayê qebûl kirin jî kesek yan berpirsek li her post û pêgehek da bê bi biryara takekesiyê artêşê rêkbixe.

 

* Gelo girift û qeyran li vir de tenê Haşimî û biryara destgîrkirina wî ye yan pirseke ku gelek ji wê dûrtire?

 

- Serokê Kurdistanê: Nexêr mesele dûrtire, du alîtî heye aliyekî siyasî û aliyekî dinê qezayî, aliyê qezayî ji bo wan aliyan hatiye bi cîh hiştin û aliyê siyasiyan jî pêwîste bi siyasiyan ku pêwîste çareseriyek peydabikin ji bo derketina ji vê qeyranê.

 

* Eger Wezareta Navxo daxwaz ji we bike Haşimî bidin destê wan (ku daxwaz kiriye) hunê wî bidin destê wan?

 

- Serokê Kurdistanê: Divê hemahengî û şêwirkarî li navbera aliyê siyasiyan da li vî derbarî de hebê, ji ber ku Herêma Kurdistanê nikarê bi takekesî li vî derbarî de tevbigere.

 

* Gelo hun daxwaza çi dikin heta Haşimî bidin dest?

 

- Serokê Kurdistanê: Nabê Herêma Kurdistanê li vê pirsê de bêgirêdan, Haşimî heta niha jî Cîgirê Serok Komare û nehatiye îdane kirin û mîhvanê Serok Komar û Herêma Kurdistane, nabê mesele bi tenê Herêmê ve pêwîst bê.

 

* Kerkûkiyan weku cîhek ji bo girtina ber çareseriyeke qezayî hilbijartiye, gelo hun li gel wê biryarê dane?

 

- Serokê Kurdistanê: Bêguman ez bawerim ev hengav yarmetiya çareserkirina vê qeyranê dide, lê belê gelek mixabin min bihîst Encûmena Qeza wê yekê retkir.

 

* Cenabê Serok bi nêrîna we çareserî çiye?

 

- Serokê Kurdistanê: Divê li civîn û runiştinên pêş da rêyek ji bo vê qeyranê bê peydakirin, mesele du aliyê xwe yê siyasî û qezayî heye û aliyê siyasî pêwîste lê vekolê û ev mesele ne tenê pirsa girtin û radestkirinêye belku divê li hemû aliyek ve lê bikolîn.

 

* Palnerên vê beyannameyê bi tenê qezayîne?

 

- Serokê Kurdistanê: Nexêr siyasî jî ne, aliyên qezayî nabê kes têvlî bibê li rûyê siyasî ve jî divê hemû aliyek li ser ewe kok bê çawa ev qeyran bê çareser kirin.

 

* Eger hêzên Emerîka ji Iraqê vekêşin cenabê we hişyariya şerê eşîrî da, ewê îro li Iraqê da dibînîn gelo destpêka hatina wê pêşbîniya Barzaniye?

 

- Serokê Kurdistanê: Hêvîdarim ev pêşbînî neyê holê, lê belê tirsa min ya wê yekê heye.

 

* Gelo hun nakokiya siyasî bi sedema têkçûna rewşa asayîşê dizanin?

 

- Serokê Kurdistanê: Ez bawerim nearamî rewşa asayîşê bi gengeşeya siyasî ve pêwîste û bi awayekî raste rast jî.

 

* Başe Bexda çi pêwîste heta ku wekî Hewlêrê lê bibê? Ez ku hatim Hewlêrê min dît asayîş arame û navçeya kesk û ne kesk tûne û dîwarên konkrîtî tûne, çawa dikarin Bexda wekî Hewlêrê lêbikin?

 

- Serokê Kurdistanê: Lêkolînekî rast nebû ji bo binyadnana artêş û polîs û asayîş û hewalgiriyê(îstîxbarat) û pêwîste gengeşeya siyasî bi dawî bibê û hikûmetekî hevbeşa nîştîmanî hebê ku têda hemû kesek hest bi wê yekê bikin ku ew li birêvebirina welat da hevbeş bin. Dema ew hevbeşî dihête holê pirsên welat hemû çareser dibin û rewşa emnî jî aram dibê.

 

* Gelek kes welatên herêmî bi wê yekê tometbar dikin ku naxwazin ew hevbeşî bête holê?

 

- Serokê Kurdistanê: Bi tenê eger ew jî rast bê ji ber çi Iraqê rê pê didin ew ajanda bêne bi cîhkirin? Em nabê gileyî li wan aliyan bikin bila gileyiyê li xwe bikîn li Iraqê, belê bêguman destdirêjiyên herêmî li karubarê Iraqê da heye.

 

* Eger xwedê neke ew kongre li ser hemû amadekariyan sernekevê, pêvajoya Iraqê berev ku ve diçe?

 

- Serokê Kurdistanê: Eger xwedê neke ew kongre hate kirin û serneket wê demê dibê karesatekî raste rast.

 

* Tu hilbijardeyeke din tûne? Hilbijartina pêşwexte? guherîna Serok Wezîr ji aliyê hevpeymaniyek ve lê belê bibê kesekî din?

 

- Serokê Kurdistanê: Hilbijardeyên din hene lê belê şikestanîn dibê sedema sarbûnekî temam ji aliyê hemû hêz û aliyê siyasiyan ve û dibe ku pêvajo berev qeyranên din ve biçin û ji dest derbikevin.

 

* Wate yan ew kongre serbikevê yan çi?

 

- Serokê Kurdistanê: Pêwîste wê demê behsa hilbijardeyên din bê kirin.

 

* Çi hilbijardeyeke rastî heye ku dikare li ser bingeha rastiyê de bê bicîhkirin?

 

- Serokê Kurdistanê: Li rastiyê da nikarim niha tu tiştek destnîşan bikim, lê belê wekî mînak hilbijartina pêşwexte yan guherîna Hikûmete, hatina holê ya hevrikan lê belê metirsiya min li wir daye ku êdî ew hilbijarde cihê xwe nemînê û tiştên metirsîdartir bêne holê.

 

* Berî çend rojek çend daxuyaniyeke we û berpirsekî mezinê Partiya Demokrata Kurdistanê hate veguhestin ku eger pêvajo berdewam bibê hun hêviya xwe dibine Parlemena Kurdistanê ji bo encamdana referandumek û ji bo ragihandina serbixweyî? Bexda pirsgirêkên mezin bi xwe ve dît, lê belê niha ew daxuyanî zêdetir derdikevin, gelo ji ber çi?

 

- Serokê Kurdistanê: Ez bawerim piştî rûxana rejîm ya li sala 2003 Kurd bi xwe Iraqiyan parast û rolekî mezin li parastina yekbûna Iraqê û binyadnana Iraqa nû da dîtin û ez bawerim me pêwîstî bi wê yekê tûne dûpat li ser vê xalê bikîn. Parlemen bi xwe biryara yekîtiya li gel Iraqê da, lê belê bi merca pabendbûna bi destûr.

 

* Mebesta we maddeya 140 e.?

 

- Serokê Kurdistanê: Destûr bi giştî û bi maddeya 140 ve jî, bi wateya parastina prensîpên hevbeşî û federalîzm û demokrasiyê ku bingeha Iraqê ne lê belê eger pêvajo aloztir bû wê demê vedigerîn Parlemen, ji ber ku em wê yekê qebûl nakîn hinek kes tiştên wiha li ser me da bipejirînin ku ew bi xwe birastî bizanin. Pêwîste rêkkeftin di derbarê paşaroja Iraqê ve hebê lê belê eger pêvajo berev vî aliyî de berdewam bû wê demê mafê meye hêviya xwe bibîn ber Parlemen.

 

* Min pirsiyara dema wê kir, gelo çima niha?

 

- Serokê Kurdistanê: Nexêr ev tişt ne nûye û gelek car jî hatiye ragihandin, lê belê eger Iraq çuye nav şerekî eşîrî û şerekî navxweyî ve bêguman em nabîn beşek ji wê şerê. Niha em li qeyranekî tirsnak dane û hemû hewlek jî didîn ji bo derketina ji wê qeyranê û parastina Iraqa Federala Demokrat û bi hêviya xwedê şerê navxo û eşîrî rûnede lê belê eger rû da jî em nabîn beşek ji wê şerê.

 

* Lê belê eger li Bexda jî şerê eşîrî rû da, cudabûna we zexteke mezin bi xwe ve dibînê bi taybetî ji aliyê Tirkiye û Îranê ve ku serweriya Herêm û Iraqê têkdişkînin û navçeyên sînûran bombebaran dikin?

 

- Serokê Kurdistanê: Bi herhal em tu hengavek navêjîn bi bêyî wê yekê ku lê bikolîn û eger me biryara xwe da wê demê em tehemmula encamên wê biryarê dikin.

 

* Lê belê gelek kes wiha şîrovekirin ku berê Emerîka palpiştiya Kurdan nedikir ji bo bi destxistina xewna serbixweyî û niha jî helwest hatiye guhertin û palpiştiya Tirkiye nake, hinek kesên din jî dibêjin Partiya Demokrata Kurdistanê dixwaze li rêya van daxuyaniyan bingeha cemawerê xwe beramber hizbên îro ya Kurdistanê cîh bi cîh bike bi taybetî hizbên hevrik hineke din jî dibêjin eve tenê axaftina ragihandine, gelo hun li gel kijan ji van daxuyaniyan hevkokin?

 

- Serokê Kurdistanê: Ez ne li gel yek ji van nerîna me, mafê biryardana çarenûs mafekî rewaya gelê Kurde û ew rastiya niha ku em têda dijîn piştî şerê yekemê cîhanê ve li ser gelê Kurd da hatiye sepandin, ne xwe bi hilbijartina gelê Kurd û neteweya Kurd nebûye. Piştî şerê yekemê cîhanê bi bêyî daxwaza gelê Kurd û civaka Kurd ev welat hate dabeşkirin. Ez li gel ewe dame ku divê rojek bê Kurd bibê xwedî dewleta xwe lê belê bi guftugo û dûrî ji tundûtîjî û eve jî mafekî rewaye çi xelkên din înkar bikin yan na, ezmûna gelên din jî li pêşiya meye, hinek gel hene hatine dabeşkirin û piştî 50-60 sal jî dîsa hevdû yek girtine wekî ewê li Elmanya rûda, yan jî bila Çek û Silovak bi mînak werbigrîn ku du gel bûn li yek dewlet da û paşê ji hevdû cûdabûn lê belê bi bêyî tundutîjî. Dema em dibêjîn serbixweyî mafê rewayê gelê Kurde wate ewe nîne em niha wê daxwazê tînin holê yan jî hêviya xwe bi tundutîjiyê dibîn ji bo pêkanîna vê daxwaz û xwestekê, dibe ku ev daxwaz li vê nifşê da nebê belku li nifşên paşarojê de bête holê ji bo wê yekê yek ji wan şîroveyan jî neraste û li gor ezmûna jiyana xwe em bawerin nabê tenê pişt bi wê yekê bibestin kî palpiştî dike û kî jî na. Belê dikarê ew tişt bi girîngî bê wergirtin û hemû pêvajo li berçav bê lê belê biryar divê bi destê gelê Kurd ve bê û Kurd pişta xwe bi xwe ve bibestê.

 

* Bila em vegerîn li ser peymana Hewlêrê û ew dema ew rêkkeftina têda bû hevpeymanî hate bestin û Hikûmet hate pêkanîn. Tê gotin we bi wî awayî deng da Hikûmeta niha da bi mercek mîsogeriya cîh bi cîh kirina maddeya 140 bê kirin. Heta niha ew madde nehatiye bi cîhkirin û li destûrê da maye û gelo soza cîh bi cîhkirina wê maddeyê dane we û paşê poşmaniyek li wê sozê de hebûbê?

 

- Serokê Kurdistanê: Belê, cîh bi cîhkirina maddeya 140 yek ji wan bingehên pêkanîna Hikûmeta nû bû. Bi wateya wê em li ser çend xalek rêkkeftîn ku ji bilî maddeya 140, vegerana hevsengiya artêş û federalîzm û pabendbûna destûrê pêkhatibû. Lê belê ev soz nehatin bi cîhkirin.

 

* Dixwazim nêrîna we ya di derbarê pêvajoya Suriye de werbigrim, Serokê Encûmena Nîştîmaniya berhelestkar li Suriya li Hewlêrê bû li gel serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê civiya. Barzanî dikarê çi pêşkêşî bi Kurdê Suriye û hevrikên Suriye re bike?

 

- Serokê Kurdistanê: Li siyaseta me da dest li karubarê Suriye bidîn tûne û gelê Suriye bi xwe biryara çarenûsa xwe dide û em jî rêz li îradeya gelê Suriye digrîn. Ji bo me girînge guhertin li pêvajoya gelê Kurd li Suriye de bê kirin ji ber ku Kurdê Suriye li hemû tiştekî bê beşin û her wiha hebûna wan jî nayê nasîn êdî çi ji aliyê Hikûmetê ve yan jî opozîsyon û hevrikan ve be.

 

* Hun çawa dikarin yarmetiya wan bidin? Çend daxuyaniyek ji aliyê cenabê we ve hatiye dayîn ku qaşo hunê yarmetiya gelê Suriye bikin?

 

- Serokê Kurdistanê: Em bi awayekî aştiyane yarmetiya wan didîn û awayeke din ji bo yarmetiyê bikarnaynîn. Em ji bo wê yekê yarmetiya wan didîn bi awayekî aştiyane û demokrasiyane daxwaza mafê xwe bikin û li gel Hikûmet û hevrikan jî guftûgoyê bikin. Pêwîste li vê guhertinên ku li Suriye de tê kirin mafê xwe werbigrin.

 

* Niha hun amadene navberiyê bikin li navbera Encûmena Nîştîmaniya Berhelestkar û Kurdê Suriye bo ku bêne rêzên vê Encûmenê ve?

 

- Serokê Kurdistanê: Hemû kesek li Suriye azade li wê yekê li gel Hikûmet yan hevrikan guftûgoyê bike.

 

* Gelo navberiyê nakin?

 

- Serokê Kurdistanê: Em navberiyê nakîn, lê belê piştgiriya wan dikîn ku li gel her du aliyan de guftûgoyê bikin, çi hevrik yan jî Hikûmet be.

 

* Her wiha li rojên derbasbûyî de Semîr Ce'Ce'yê Serkirdeyê Hizba Hêzên Lubnanî serdana Kurdistanê kir, Barzanî dikarê çi pêşkêşî Lubnaniyan bike?

 

- Serokê Kurdistanê: Li rastiyê da eve serdanekî asayî bû weku her berpirsekî dinê Lubnanî yan ji bilî Lubnanî ku serdana Herêmê bikin, niha me li Kurdistanê da zêdetirê 10 hezar Lubnanî heye ku li warê veberhênanê de kar dikin yan karê wan li Herêmê da heye.

 

* Tu rêkkeftinekî ji bo tu yarmetiyek têda nebû bi taybetî ku Ce'Ce' Nûnerê beşekî mezinê Mesîhiyane li Lubnan?

 

- Serokê Kurdistanê: Belê dizanim, lê belê serdaneke asayî bû vê serdanê de tu mebestekî siyasî tûnebû.

 

* Ew serdan û tevgerên li nav Herêmê pirsêkî dirûstkir ku qaşo dibe ku Barzanî dixwaze hengavên mezin ji bo roldîtina li çend pirsekî Erebî û rojhilata navîn de bibîne, gelo hun amadene li çend pirsekî wiha da beşdar bibin û rola we ya li vî derbarî de bi taybetî li pirsa Filistînê de heye?

 

- Serokê Kurdistanê: Ez kesekî rastbînim û tevlî tiştek nakim ku rol têda nebînim, ez amademe beşdarî li her pirsekî bikim ku rola min têda hebê ji bo çareserkirina her pirsekî li navçeyê da, lê belê li rastiyê da nikarim berpirsiyariyeke wiha bixim stuyê xwe ku li uze û şiyanamin de nebê.

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌