ROJNAMEY XEBAT 2010-06-21
Cebar Yawer: Hoşyar Zêbarî Balyozî Îranî le Bexday bang kirduwe û daway lêkirduwe be zûtirîn kat

Xebat- Aso Elî Ferec: Nawçe sînûriyekanî nêwan Herêmî Kurdistan û Îran û Turkiya, hêlêkî hemîşe ziyanimende bo Herêmî Kurdistan û hawwilatiyanî danîştuwî ew sînûrane, ke birîtîn lew gundaney jiyan le gel kiştukal û mer û malat be ser deben û topbarankirdinî sînûrekanîş buwete hoy ewey ziyanêkî gewre bew nawçeye û danîştwanekey bigat, be taybetî lem maweyeda, ke her yeke le Îran û Turkiya be çirî tobparanî ew nawçane deken û beguwêrey amare seretayiyekan cîge le çend qurbaniyek û birîndarêk, ziyatir le 10 gundî sînûrî û 40 xêzan aware bûne, gutebêjî fermî hêzekanî Pêşmergey Kurdistanîş amaje bewe dekat, Hikûmetî Iraqî lem maweyeda be çirî hewlî çareserkirdinî ew topbarane dedat û çend hengawêkîş nirawe û wek amajeyşî pêkird, bo ew mebeste jûrêkî emeliyatî hawbeş le Herêmî Kurdistan damezrawe.

Be pêyî destûrî hemîşeyî Iraqî kêşey sînûrî le çwarçêwey erkekanî Hikûmetî Iraqî daye û Hikûmetî Herêmî Kurdistan be bê Hikûmetî Iraqî natwanêt hîç hengawêk lew bareyewe binêt, Cebar Yawerî gutebêjî fermî Wezaretî Pêşmerge le dîmaneyekî taybet be Xebat amajey bewe kird, caran gileyîman le Hikûmetî Iraqî Federal hebû, ke be deng dawakanî Hikûmetî Herêmî Kurdistan nayen bo ewey be pêyî destûr erkî ewane le barey kêşey sînûrewe le gel wilatanî drawsê danîştin û kobûnewe biken û rêkbikewin, belam paş ewey Hikûmetî Herêmî Kurdistan daway le Hikûmetî Iraqî kird, ewa Hikûmetî Iraqî amadeyî xoy nîşan dawe û lem maweyeş da Hikûmetî Herêmî Kurdistan daway le nuwênerî xoy kird le Tehran bo qisekirdin le gel berpirsanî ew wilate le barey topbaranekewe.

Cebar Yawer amajey beweşkird, Hikûmetî Herêmî Kurdistan hewlekanî xoy xîstote ger le pênaw çareserkirdinî ew kêşeye û gutîşî: Le gel Konsolî Îran le Hewlêr û Silêmanî qise kira, beyannamey Serokayetî Herêmî Kurdistan û Hikûmetî Herêm û Perlemanî Kurdistanîş bo em mebeste derçuwe, ême dexwazîn em kêşeye be rêgayekî aştiyane û guftugo çareser bibin.

Gutebêjekey Wezaretî Pêşmergey Herêmî Kurdistan amajey beweşkird, duway hewlekaniyan bo hênane pêşewey rolî Hikûmetî Iraq Malîkî Serok Wezîran kobûnewey encamdawe û lew barîşewe Yawer gutî: le 8î em mange Malîkî le gel Wezaretî Bergirî û Derewe û Nawxo û Wezaretî Koç û Koçberanî Iraqî kobuwe û daway kirduwe le Wezaretî Derewe ke be pele bangehêştî Balyozî Îran û Turkiya bikat û dawayan lê bikirêt topbaranekan be zûtirîn kat rabigirêt, daway danîştinîş biken bo ewey ew kêşeye çareser biken û le nûsrawekey Encûmenî Wezîranî Iraqî daway le Wezaretî Derewe kirawe, ke be şêweyekî dîplomasî hewlekanî xoy çir bikatewe bo çaresekirdinî ew kêşeye, lem barîşewe kak Hoşyar Zêbarî Balyozî Îranî le Bexday bang kirduwe û daway lêkirduwe be zûtirîn kat ew topbarankirdinekanî rabigîrêt.

Le gel hewlekanî Hikûmetî Herêmî Kurdistan bo çareserkirdinî kêşey sînûrî nêwan Herêmî Kurdistan û Turkiya û Îran, Hikûmetî Iraqîş le rêgay layenî peywendarî xoyewe hate naw kêşekewe, beguwêrey gutey Cebar Yawer, cîge le Wezaretî Derewe, Wezaretî Bergirî û Nawxo û Koç û Koçberan hatûnete Kurdistan, nawbiraw lem bareyewe gutî: Wezaretî Bergirî û Nawxoy Iraq lîjneyekiyan pêkhênawe û serdanî Herêmî Kurdistaniyan kird be Serokayetî berêz Babekir Zêbarî û fermandey hêzekanî Emerîka le gel Wezaretî Nawxo û Pêşmergey Kurdistan kobûnewe û amadeyî xoyan nîşanda be hemû twanayek her katêk pêwîstî kird ke Hikûmetî Herêmî Kurdistan piştîwanî bikirê le asman û zewî ewan amaden.

Amadeyî hawkarî û palpiştî le ruwî zemînî û asmaniyewe ke Hikûmetî Iraqî raygeyanduwe û be berpirsanî Wezaretî Nawxo û Pêşmergey Kurdistanî kirduwe, pirsiyarêkî laman dirust kird û le berêz Cebar Yawerman pirsî ew hawkariye bo welamdanewey topbarankirdinekeye? nawbiraw gutî: Bo her pêwîstiyek, nexêr bo welamdanewe na, çunke ême şer nakeyn, le ber ewey rêkkewtuwîn kenale dîplomasiyekan be karbihênrêt, eger Hikûmetî Herêmî Kurdistan pêwîstî be piştgîrî hebû, ewa ewan amaden û jûrêkî emaliyatî hawbeşîş le Herêmî Kurdistan bo ew kare damezra.

Ew hawwilatî û gundnişînaney ziyanmend bûne le encamî ew topbarananewe, le ruwî miroyiyewe pêwîstî be hawkarî û bedengewe hatin heye, çunke jiyaniyan lê têk dirawe, Cebar Yawer amajey beweda, Wezaretî Koç û Koçberanî Iraqîş wefdêkî nard bo nawçe sînûriyekan û le gel danîştwanî sînûrekan ke aware bûne kobûneweyan kirduwe û birî 1 milyar dînarî diyarî kirduwe bo yarmetîdanî ew hawwilatiyaney aware bûne le gundekanî xoyan, diyare Hikûmetî Iraq deyewê hengawî cîddî lem maweye bihawê bo çareserkirdinî em kêşane.

Ême le berêz Cebar Yawerman pirsî, duway em hemû koşiş û hewlane, belam topbarankirdin her berdewame? nawbiraw amajey bewekird, kêşeke sînoriye û zor kone û mawey çend salêke ew nawçane tûşî topbarankirdin debêtewe û lew bareşewe gutî: Belê topbaran berdewame, belam hêşta kobûnewe nekirawe, belê bangkirawin, bemeş ew kêşeye kotayî nayet, çunke kêşeyekî sînorî heye, ew kêşeye kone û le 2007ewe ew sînorane topbaran dekirêt, Îran û Turkiya biyanwiyan heye ke çekdarî PKK û Pejak heye û hereşen bo ewan, eger kobûnewe bikirêt, debêt le nêw şandeke da nuwênerî Hikûmetî Herêmî Kurdistaniyanî têda bêt, debêt em kêşeye be rêkkewtin çareser bikirê, em kêşeye be beyanname çareser nakirê, be guftugo û danîştin çareser dekirê.

Taku êsta amarêkî dirust le barey ziyanekanewe niye, belam Cebar Yawer wek nîşandanêkî seretayiyane, amajey bewekird, ziyatir le 10 gund û 40 xêzan aware bûne be hoy topbarankirdinekewe û gutî: Amar le lay yeke îdariyekanî sînorekeye û ewan amariyan laye, çunke ewe karî Wezaretî Pêşmerge niye, belam ewey lay ême heye nêzîkey ziyatir le 10 gund çolkirawe û ziyatir le 40 xêzan aware bûne be hoy ew topbaranewe.

Le kotayî dîmanekeş da, Cebar Yawer carêkî dîke tekîdî le helwêstî Hikûmetî Herêmî Kurdistan kirdewe û gutî: Ême dij be topbaranekeyn û hawxemî ew hawwilatiyaneyn û ewan hîç peywendiyekiyan be topbarankirdinekewe niye û ziyanimendin û Hikûmetî Herêmî Kurdistan le hemû sûçêk û kenalêkewe hewlî xoy xistote ger bo çareserkirdinî ew topbaran kirdine.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌