ROJNAMEY XEBAT 2012-03-31
Naveroka hevpeyvîna Serokê Kurdistanê ya li gel televizyona Al Sharqiya News

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Gelê Kurd bi tu awayekî qebul nake li bin hukmekî dîktatorî da bijî

 

* Li rojên pêş de Iraq mîhvandariya lûtkeya Erebî dike, gelo hûn hatine dawetkirin? Ji bo amadebûna li vê Kongreyê hûn diçine Bexda?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr ez nehatime dawet kirin û naçim Bexda û eve ne karê mine, ji ber ku karê birayên dine, ez hêviya serkeftinê ji bo wê kongreyê dixwazim.

 

* Yekemîncare piştî demeke dûr û dirêj Iraq mîhvandariyê vê kombûnê dike ku hemû dewletên Erebî têda beşdar dikin. Sazkirina vê kongreyê li Bexda ji bo we çi watayekî xwe heye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Eve hengavekî gelek girînge, aliyê herî kêm girîngî pêdana Hikûmeta Iraqe. Ji wê demê ve ku dewletên Erebî girîngî pêdana pêvajoya nû ya Iraqê de mutehefîz bûn.

 

* Li gor we başe ku girift û pirsên siyasiyên Iraqê li vê kongreyê da bête axaftin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez hêvî xwazbûm giriftên navxweyiya Iraqê berî sazkirina lûtkeya Erebî li civîna serkirdeyên Iraqê de bê axaftin. Lê belê eve nebû û ez bawerim eger Iraqiyan bi xwe giriftên xwe çareser nekir, nabê li lûtkeya Erebî da bêne çareser kirin. Lê belê asayiye xelk ji rastiya pirsên Iraqê agahdarbibin.

 

* Wate wiha têdigihim ku hûn ji lûtkeyê dûr dibin û tu hevdîtineke we li gel wê şanda mîhvanan da nabê?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Li heman dema kongreyê da min bernameyeke serdana derveyê welat heye ku berî çend heyvek dema wê hatibû diyarkirin.

 

* Pirsiyarek tê holê, gelo ew lutke pêgeha Iraq û li heman demî de pêgeha Hikûmetê bi hêz dike. Ev pirs we bi guman nake?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Eger ev kongre ji bo bihêzkirina pêgeha Iraqê bê eve tiştekî asayiye. Lê belê eger ji bo bihêzkirina pêgeha take kesekî diyarkirî yan Hikûmetê bê bi tenê ewe ne li berjewendiya gelê Iraqê daye, li berjewendiya gelê Iraqê daye pêgeha Iraqê bi xwe bête bi hêz kirin neku kesekî diyarkirî.

 

* Wate metirsiya we ji kardaneweya neyîniya lûtkeya Erebî heye li ser pêwendiya di navbera Herêm û Bexda?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Em bawerin pirsa lûtkeya Erebî tu giriftekî ji bo Herêma Kurdistanê tûne û tu giriftek jî li navbera Herêm û navendê de dirust nake. Wekî ku min got hêviya serkeftinê ji bo kongreyê dixwazim û hêvîdarîn ji bo bihêzkirina pêgeha kesek yan aliyekî diyarkirî neyê îstîxlal kirin.

 

* Cenabê Serok ew girifta îro li Iraqê hûn çawa wesif dikin? Girifta we li gel navend yan Hikûmeta niha? Wate girifteke li gel Bexdaye bi giştî yan li gel wê Hikûmete bi awayekî taybetî?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Pêvajoya nû û Hikûmeta niha pêwîste hevbeşane bê. Wate Hikûmeta Iraqê Hikûmeta hevbendî nîştîmanî bê. Kurd jî rola xwe li pêkanîna wê Hikûmetê û dûbare dariştina pêvajoya nû de hebû. Lê belê bi awayekî pile bi pile li dema 6 sala derbasbûyî de hewlên zêde hene ji bo destgirtina li ser hemû dam û dezgehên dewletê ji aliyê aliyekî diyarkirî ku heta radeyek li hewlên xwe de serkeftî bûye. Eve jî li rastiyê de dijî destûr û dijî prensîpên hevbendî û dijî wan hemû peymanane ku hemû aliyek rizamendiyê li ser daye, eve rastiya giriftêye, girift tenê ne ya Herêma Kurdistanê ye, belku giriftê hemû Iraqe. Pirseke pêwendî bi demokrasiyeta Iraqê ve heye. Eve ji bilî li hevbendiya rasteqîne li hukim, eveye girifta serekî, belê girift li navbera Bexda û Herêmê da heye, eve jî li encama qorxkirina desthilat û binpêkirina destûr û îhmalkirina ewên dine û girîngî nedaye bi hevbendiya rasteqîne.

 

* Bi rûnî û eşkere kesayetiyekî dinê ji bilî birêz Nûrî Malîkî hebûya li Hikûmet pêvajo rêyeke din bi xwe ve dibîne?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez naxwazim pirs rengeke şexsî bi xwe ve bibîne. Destûrek heye zêdetirê Iraqiyan dengê xwe pê daye. Ew destûr hakeme, her kesek bi wê destûrê ve pabend bûya ew girift rû nedida. Wate pabendbûna bi destûr tûne û binpêkirina wê jî heye. Ez nikarim bibêjim eger kesekî din hebûya pêvajo baştir dibû, ji ber ku her kesek destûrê binpêbikira heman tişt rû dida.

 

* Cenabê we got şeş sal, wate 4+2 sal, li 4 salê yekem we hemû giriftan bi çavê xwe dît ji bo çi hûn carekî din bi nûkirina vê Hikûmetê razî bûn?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Birastî ev pirsiyar li cihê xweye, pirsiyareke mafê gelên Iraqe bike, min çend carek hişdariyê di derbarê vê pirsê daye û gelek car jî bi awayekî raste rast min pêwendî bi cenabê Serok Wezîr ve dikir yan jî li hevdîtineke taybet û danustandina nameyê de min jêre gotiye, min tekez li ser pabendbûna destûr û bi cîhkirina peymanên di navbera me de kiriye herdem gelek soz dane me, lê belê bi bê encam mane, bi giştî berpirsiyariyeke dikeve li ser şanê me hemûyan, ji ber çi Parlemen bêdeng bû? Bi heman awayî Serokayetiya Komar? Çawa Encûmena Wezîran bi vê pêvajoyê ve pabendbûn?

 

* Bila em vegerîn ser wê roja ku Hikûmet nû pêkhat, li gor peymana Hewlêr ku bi çavdêriya we pêkhat û we destpêka aramiya pêvajoyê da zanîn, bi awayeke ku hemû aliyan li ser bingeha hevbendiyê biparêzê. Gelo her li destpêkê ve îradeya siyasî ji bo vê hevbendiyê nebûye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Peymana Hewlêr li ser çend bingehek hate damezrandin, hinek ji wan: Vegerandina hevsengiyê ji bo hemû dam û dezgehên dewletê, pabendbûna bi destûr, hevbeşiya rasteqîne, çareserkirina hemû giriftên Herêm û navend, Hikûmeta nû pirek bû li navbera aliyên siyasiyan da û bi tewafuq hate pêkanîn. Wate Serokayetiya Komar, Serokayetiya Encûmena Wezîran, Serokayetiya Encûmena Nûneran û dikira û pêwîst jî bû hemû alî bi van peymanan ve pabend bin. Lê belê her ku Hikûmet hate pêkanîn peyman jî hatin piştguhxistin û pêvajo vegeriya weku berê û bi take kesî û binpêkirina destûr.

 

* Lê belê ji wê demê ve hûn carek zêdetir li gel birêz Malîkî da kombûn, wate piştî peymana Hewlêr û daxuyaniyên erênî jî hebûn bi çareseriya pirsan de û çendîn şand jî bi Serokayetiya Dr. Berhem Saleh çûne Bexda. We wiha bi xelk nîşanda îradeyek ji bo çareserkirina pirsan heye, gelo li gel we derewan dikirin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Em bi niyetekî rastgoyane û ji bo ‬parastina berjewendiya Iraqê me reftaran kir, me wiha zanî hemû aliyek rêz li soz û îmzaya xwe digre, lê belê me carek zêdetir hevdîtin pêkanîn û şanda me çûye Bexda û me gelek soz ji wan wergirt, lê belê tu sozek bi cîh nehat. Belku li dema derbasbûyî de daxuyanî tundbûn û gihîştin radeya êrîşkirinê ji bo wê yekê diviya bersîva me hebê.

 

* Wiha tê behs kirin qaşo hinek bendên diyarkirî hene li peymana Hewlêrê da nehatine eşkere kirin û behsa wê yekê nehatiye kirin, gelo raste?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr ne wihaye, me behs li pabendbûna bi destûr, hevbendiya rasteqîne, vegerandina hevsengiyê ji bo dam û dezgehên dewlet û danîna peyrewekî navxweyî ji bo Encûmena Wezîran û çareserkirina pirsên zevî û zar û navçeyên veqetandî, yasaya neft û xaz, pirsa Pêşmerge û Encûmena Siyasî kir ku tiştek nehatine bi cîhkirin.

 

* Li peymana Hewlêrê de tu tewafuqek di derbarê yasaya neft û xaz ve hate kirin? yan we ji nişka ve dît Hikûmet reşnivîsekî nû ya yasaya neft û xaz pêşkêş kiriye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Me li şubata 2007 di derbarê reşnivîsa yasaya neft û xaz ve rêkkeftîn û pêvekek li wê yasayê da heye dibêje: Eger heta meha gulana 2007 ve yasa nehat îqrar kirin. Herêm û Bexda mafê îmzakirina peymanê dibê. Ji bo wê yekê dûpat dikim, me tu tiştekî dijî destûrê nekiriye. Li rastiyê de dixwazim xalek rûnbikim, ew axaftinên di derbarê ne destûrî û ne şefafiya peymana neftiyên Hikûmeta Herêmê tê kirin. Bi tu awayekî neraste, belku hemû peyman li ber Parlemena Iraq û hemû dam û dezgehên navdewletiyan hatiye danan. Lê belê armanca rasteqîne li vir de rawestiyaye li dijî pêşketina Kurdistanê ku eve bi nêrîna min bandora wê ji enfalê ne kêmtire.

 

* Eve nêrîna giştî ya Bexdaye an jî bi nêrîna we tenê ya vê Hikûmetê ye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê Eve nêrîna hinek kesane.

 

* Gotara dawî ya cenabê we gelek ‬rûn û eşkere‬ bû ku acizî pê ve diyarbû. Gelo sedema wê aciziya we ji çi bû? Gelo hewlên Hikûmetê nebû ji bo zext xistina ser kompanyayên neft weku Ekson Mobil ya ragirtina çalakiyên wan li veberhênana neft li Herêma Kurdistanê beramber bi danîna derfeta veberhênana neft li kêlgeha Qurneda?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Tiştên gelek bi kelek bûn yek ji wan jî ew pirsa ku we behsa wê kir. Babetekî din wanekirina pêvajoyê wekî ku ew wiha bê em li dijî Şî'e rawestayîn eve jî ji kûr ve min hejand. Em li gel gelê Iraqê ne bi Sunne û bi Şî'e ve, em li gel yekbûna Iraqê ne, lê belê Iraqekî demokratîk û em ne amadene carekî din li Iraqekî dîktatorî da bijîn hemû gelê Iraqê jî li dijî dîktatoriyete. Belê pirsa neft jî li holê de hebû bi taybetî bi tometbarkirina Herêmê li wê yekê li dijî destûr li gel kompanyayên neft rêkdikevê. Dûpat dikime ve, westana li dijî pêşketinên Kurdistanê dijmindariyeke ku bandora wê ji enfalê ne kêmtire.

 

* Gelo li guşarên xwe da serkeftin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Heta niha serneketine.

 

* Metirsiya we li wê yekê de heye ku li paşarojê de Bexda li wan guşaran de serbikevê?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Eger mesele gihîşte wê astê encam gelek metirsîdar dibin.

 

* Li wê gotara xwe de we got Iraq berev hildêrê diçê, sedema wê çiye? Gelo bi şaşî dariştina pêvajoya siyasiye? yan jî ji aliyê kesek yan aliyekî diyarkirî ve takrewî û qorxkirina mulk û samanên Iraqe?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi nêrîna min şaşî ne li binyadnana pêvajoya siyasî da ye, belê kêmasî heye, lê belê bingeh heta radeyekî zêde rastine, şaşiya mezin li vir da rê dana bi hinek kesan bo ku hinek kes desthilatê qorx bikin û pêvajo wekî xwe bimîne.

 

* Her wiha we behsa ewe kir artêşek heye û ji aliyê yek take kes ve heye, lê belê Serokê Artêşê kesayetiyekî navdarê Kurde, gelo desthilata wî hatiye blokkirin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Serokê Artêşê ji hemû desthilatên xwe hatiye bêbeşkirin û hebûna wî zêdeye li wê pêgehê de, li gor destûr û peymanan qebareya artêşê divê diyar bê û serkirdeyê firqeyan bi rizamendiya Encûmeniya Nûneran bête damezrandin. Ji Encûmen bipirsin bi Serok û endaman ve kî wiha hatiye damezrandin neku tenê bi rizamendiye, belku tenê wekî agahdarkirine? Wate kar binpêkirina destûre, ji aliyek ve behsa pabendbûna bi destûrê dikin û ji aliyeke din ve jî binpê dikin. Artêşa Iraqê weku neft û xaz, vaye mulkê hemû Iraqe û divê bingeha rasteqîneya nîştîmanî ve û bi kultûrekî nû ya nîştîmaniyê ve bê binyadkirin bi bergirîkirina li nîştîman û nabê tevlî pirsa navxweyiyan bê kirin, niha artêş li ser bingeha yek kesî dihête binyadnan û eve jî karesate.

 

* We tu rêjeyek heye wekî ku rêjeya dawî di derbarê nûnerayetî û li artêşa Iraqê da hebûna Kurd?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Rêje ku bi berdewamî li kêmbûnê daye û li gor zanyariyên me li demên dawî de gihîşt % 8 ê kêmtir û ji bo zanyariya we jî di derbarê dirustbûna artêşa Iraqê hemû aliyan xwe li beşdarîkirina li wê artêşê de vedişart û ev artêş bi 3 lîwayên Pêşmerge ve hate damezrandin weku destpêka dirustbûna artêşa Iraqê û piştî wê yekê pêvajo heta radeyekî zêde aram bûye û dest bi dijayetîkirina Kurd û efserên Kurd kirin û niha jî dibe ku hejmarekî gelek kêmê Kurd li wê artêşê de mabin û ew jî herdem dijayetiya wan dihête kirin.

 

* We metirsiya we heye ew hêz rojek şer li gel we bike?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi wê kultûra ku dibînim û ew daxuyaniyên ku ji hinek kesan dibihîsim dibêjim belê eger li şiyana wan da bê dibe ku li dijî Kurd û kesên din jî hêz bikartînin neku tenê ji bo Kurd, mebesta min eweye pêwîste artêş li jêr çavdêriya Parlemenê bê û hemû gelê Iraqê jî têda beşdar bibê û bibê artêşa Iraqê neku artêşa yek kes yan yek partî.

 

* Lê belê cenabê Serok ew tişt hemû li ber çavê we rû da?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez çendîn sale daxwaza çareseriya pêvajoyê dikim, her çende projeyek yan pêşniyarek pêşkêş bikîn sozeke zêde bi me didin ku piştî 3-4 heyvan bi cîh nakin, paşê ji bîra wan diçe yan jî rûdawek weku lûtkeya Erebî rûdide û dibêjim bila ev kongre temam bibê paşê behsa wê dikîn, bi vî awayî pêvajoyê berev ewê ku îro dibînîn rakêşan, ne xwe min li mêj ve hişdarî li vî derbarî de daye.

 

* Wate niha pêvajo aloze?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Pêvajo gihîştiye encameke tirsnak û min daxwaz ji serkirdeyên siyasiyên Iraqê kir bi lez kombibin û pêvajoyê çareserbikin, ji ber ku tu kesek tehemmula vê pêvajoyê nake.

 

* Bi dîtina we kilîla çareseriyê li cem kiye? Kî dikarê guhertinê dirustbike?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Em hemû, pêwîste em hemû li vê pirsê da beşdar bibîn û kilîla çareseriyê ne di destê tenê kesek deye eve jî pêwîstî bi karê hevbeş heye.

 

* Hun encama van daxwazên xwe çawa dibînin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Niha tu tiştek nediyare, ji ber ku hemû aliyek çavê wan li kongreya welatên Erebiye.

 

* Her li gotara xwe de we balkişandiye li ser guherîna hevpeymaniyan û navê meclîsa bilind û we mînaka Sedir anî û we got ew li gel me dane?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi eşkere bim, min got kesek hene dixwazin eve wiha bikin ku qaşo em li dijî Şî'e ne, ez bi tu awayekî ne li dijî Şî'e me bi berevajiya wê hevpeymanê wanim û rêz li xebat û qurbanîdana wan digrim û tu kesek jî nikare li dijî wê pêwendiyê da kar bike. Min got ew Şî'a yên dinasim ku li gel Kurd de rawestan alîgir û murîdên Îmam Hekîm û her dû Îmam Sedirê Şehîd, min negot meclîsa bilind yan teyara Sedir, dibe ku meclîsa bilind û li teyara Sedir de kesek hebin li gel me bin kesek jî na. Ji bo min gelek seyre hinek kes îro bi navê Şî'e ve hukim dikim û dijayetiya Kurd dikin û Kurd li xaneya dijminayetiyê li gel Şî'e da datînin, bêguman jî li wir da ser nakevin.

 

* Derketina ji wê qeyranê guherîna hemû pêvajoya siyasiye an girtina aliyekî dine ku hun Kurd xwe têda bi dûr dizanin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bila eşkere bim li gel we, daxwaza me çareseriya pêvajo û vegerandina pêvajoya siyasiye ji bo rêrewiya asayiya xwe, lê belê pêvajo niha bi tu awayekî nehatiye xwestin, eve jî berpirsiyariya hemû serkirdeyên Iraqe eger bi cîddî kar ji bo çareserkirina pêvajoyê kirin wê demê digihîn hilbijartineke rast û beravjiya wê jî gelek sexte.

 

* Eger berevajiya wê bû, hengava we çi dibê?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ji bo gelê Kurd vedigerim û dibêjim pêvajo eve û biryara xwe bidin.

 

* We hêviya xwe ji aliyê siyasiyên din de nebiriye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr, belku ji bo çareserkirina pêvajoyê li gel aliyên karên zêde dikîn.

 

* Her di derbarê hengavên pêş de gelo hun baweriyê ji Hikûmetê werdigrin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ji hemû tiştekî girîngtir bi cîhkirina wan peymanene ku me rizamendiyê li ser wan daye, eve ji bilî pabendbûna destûr wate pabendbûnekî emelî neku tenê bi axaftin. Danîna peyrewekî navxwe ji bo Encûmena Wezîran û vegerandina hevsengiyê ji bo dam û dezgehên dewletê û nebûna takekesî ji bo biryardanê, hevbendî li gel Hikûmetê her ne eweye Wezîreke we li Hikûmetê hebê weku karton li ser kursî rûniştibe, hevbendî wate hevbeşiya li biryare, pabendbûna destûr, vegerandina hevsengiyê ji bo dam û dezgehên dewlet û çareserkirina giriftên di navbera Herêm û navend, eger ew girift çareser bûn min tu giriftekî şexsî li gel tu kesek da tûne, lê belê eger takrewî li biryardan û qorxkirina dahata dewlet û dest bi ser dagirtina aliyê kesekî diyarkirî ve ji bo me ne qabîlê qebûlêye û wate vegerana dîktatoriyetê ku bi tu awayekî gelê Kurd qebûl nake li hukmekî dîktatorî da bijî. 

 

* Demeke diyarkirî datînîn li vî derbarî de? 

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Niha em li ber karkirinê dane li ber şêwîrîna li gel aliyên din û bêguman dem ne vekiriye vê care pêwîste hemû hengav diyar û berçav bin û ne mumkîne tenê bi qebûlkirina sozê razî bibîn ku sozên bê encam.

 

* Gelek kes hene wiha dizanin hun li Herêma Kurdistanê da bi dilê xwe reftaran dikin ku wate ji bo nerazîbûna li biryarên navendî nîşan didin? Her wiha eve jî dibêjin ku xalên nerûn li destûrê da hene wiha kirine hun bi dilê xwe kontrola Herêma Kurdistanê bikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Divê ber hemû tiştekî pênaseya Iraqê ji bo hemû kesek diyar û berçav bê, Iraq ji du neteweyên serekî pêkhatiye neteweya Ereb û neteweya Kurd. Kurdistan ne parêzgeheke, Kurdistan bi ax û gel ve temamkerê Iraqe ne parêzgeheke ser bi Wezîrê Navxwo yan Serok Wezîran bê. Paşê ewê li Kurdistanê da heye li encama xebat û qurbanîdana sedan hezar kes bûye û ne minnete ji tu kesek ve. Gelê Kurd yekbûna li gel birayên Erebên Iraqê da bi dilê xwe hilbijart. Pêwîste bi wê bingehê muameleyê li gel Kurd de bikin. Me li Kurdistanê da Parlemena xwe heye, hevrik heye û hemû tiştek jî diyar û berçave û şefafane muamele li gel da tê kirin û hinek kes hene berhelestî dikin û Hikûmet jî karê xwe dike. Me bi şahidiya zêdetirê 100 rêxistinên biyanî hilbijartinekî serkeftî birêvebir. Ez îdî'aya ewe nakim her tiştê me temame lê belê şanaziyê bi wan destkeftan dikîn ku li Kurdistanê da me bi destaniye bi taybetî li rûyê xizmetguzarî û asayîş û aramiyê. Em nabêjîn ewê Kurdistan û ewê Bexda jî yê meye, eger em beşek bîn ji Iraq Bexda û Hikûmeta Federal yê me hemûyane. Lê belê em daxwaza beşa tu herêmekî din nakîn eger li paşarojê de Iraq dirustbû, ewê hatiye holê li gor destûr bû, li gor xebata vî gelî û nabê Kurdistan bi parêzgehekî dinê Iraqê da bê beranber kirin û qebûl jî nakîn gelê Kurd li ser bingeha çend kesek li parêzgehekî ser bi navend muamele li gel bê kirin.

 

* Wate ewê li Bexda tê kirin reftara hizbekî diyarkirî yan aliyeke ne ku reftara Bexda bi giştî?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Hikûmet ji bo kesekî diyarkirî hatiye bi cîh hiştin ji bo dest bi ser dagirtina hemû dam û dezgehên dewlet û xelkekî din jî weku temaşevan rawestane, ez tênagihim eve ji bo çi? Hevbendiya Nîştîmanî, Iraqiye, Hevpeymaniya Kurdistan, hemû lîsteyan bê dengin û hemû aliyek jî vê rastiyê dizanin.

 

* Cenabê Serok we balkişand li ser wan hewlên wiha ku dixwazin helwesta we biguherin û li vê derfetê jî da, Mesûd Barzanî Iraq bi qeyranên xwe ve bi cîh bihêlê û serbixweyiya Herêma Kurdistanê rabigihînê?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Piştî şerê yekemê cîhanê dema Kurd li vê beşa Kurdistanê da wate Kurdistana Iraqê ji mafê xwe hate bêbeşkirin bi referandum ji bo biryardana çarenûsa du hilbijardeyan pê hate dayîn bê wê yekê yan bibê beşek ji Iraq yan jî beşek ji Turkiye, gelê Kurd jiyana li gel Ereb hilbijart, li şoreşa mezina Eylûla 1961 diruşma merkeziya şoreşê: Demokrasiyet ji bo Iraq, otonomî ji bo Kurdistan bû. Kurdistan herdem malek bûye ji bo şoreşger û xebatkerên Iraqê ku her demek tûşî êrîş yan destgîrkirinê bibin. Piştî rûxana rejîm min û birêz Serok Mam Celal çûne Bexda û me hemû şiyanên xwe xiste ber Bexda û me got em û ezmûna Kurdistanê li xizmeta we dane ku li hemû beşên Iraqê da bête peyrew kirin û Iraqekî nû ava bikîn. Parlemena Kurdistanê bi dilê xwe yekêtiya li gel birayên Erebê li Iraqê da hilbijart. Wate çi li me pêwîste li wê zêdetir? Li raperîna sala 1991 du feyleqê artêşa Iraqê heman ew kesên ku proseyên Enfal û wêrankirina Kurdistanê cîh bi cîh kiribû xwe teslîmî Kurd kirin û me rêz li wan girt û gelek bi rêz ve vegeriyan nav kesukarên xwe. Me selmand ku em birayên bi wefane ji bo gelê Ereb, lê belê bi eşkere dibêjim em li sîstemekî demokrasî da dijîn li gel birayên xwe û palpiştiya birayên Ereb jî dikîn bo ku dîktatorekî din hukma wan neke û eger ew jî bi hukma dîktatorek razî bûn em razî nabîn. Eger amadeyî hebû ji bo hebûna Iraqekî demokratî divê yekbûna Iraqê biparêzîn. Lê belê eger Hikûmeta dîktatorî hate xwestin em nabîn beşek jê. 

 

* Her li gotara xwe de we got mizgîniya ku Kurd çaverêdike li demeke din û serdemekî din de emê rabigihînin, lê belê her divê ew roj bê? 

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez niha jî wisa dibêjim em neteweyekîn weku her neteweyekî navçeyê. li neteweya Ereb û Faris û Turk û tu neteweyekî din ne kêmtirîn. Neteweya Ereb li ser çend dewletek hatiye dabeşkirin. Kurdistan jî li navbera çend dewletek hatiye dabeşkirin û rê nedane dewleta Kurd dabimezrênîn. Ew dabeşkariye nayê xwestin û nabê berdewam bibê, tu yekgirtinekî bi zorê û tu dabeşkariyekî bi zorê berdewam nabê wekî mînak her du ezmûnên Elmanya û Çekoslovakya. Elmanya bi zorê hate dabeşkirin piştî 40 sala dîsa bûne yek. Çek û Slovak bi zorê kirin yek û piştî 40 salan dîsa cûda bûn. Neteweya Kurd jî rojek divê bibe yek û derfeta wî hebê biryar li çarenûsa xwe de bide. Lê belê ez hana tundutîjiyê nadim û ez bawerim ew maf bi çek û bi tundutîjiyê nayê holê, lê belê divê hemû aliyek jî rastiyê bizane. Bêmafiyeke dîrokiya mezin li me hate kirin û divê însafê bi vî gelî bikin. Ez niha jî dibêjim ew mizgînî her divê bête ragihandin êdî nizanim li jiyana min da dibê yan jî li jiyana nifşên dinê ku piştî min, eve rastiyeke nabê bête înkar kirin.

 

* Lê belê ew hengav hevpeymanên we îhrac nake?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ewê li dijî vê mafê rewaya gelê Kurd rawestê ew ne hevpeymana meye, ez bi hevpeymanî nizanim eve mafekî asayiye û ew dijî wî mafê yek ji xala hevbendiya mene ku me li gel wan da kom nake. Eger neteweya Kurd derfeta xwe ji bo biryardana çarenûsa xwe wergirt pêwîste hevpeymanên wî gel û neteweyî li dijî ranewestin.

 

* Di derbarê pirsa Tariq Haşimî Cîgirê Serok Komar, gelo hun ji mîhvandarkirina wî peşîmanin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Min got Kurdistan herdem cîheke ji bo li baweşgirtina her kesek ku tûşî êrîşek bibê, ez dixwazim bi hurî vê pirsê rûnbikim. Birêz Tariq Haşimî Cîgirê Serok Komare û Nûnerayetiya Lîsteyek dike ku hevbeşê hukme. Eve ji bilî li nûnerayetiya tayîfeya xwe, eger birastî ew heta wê astê tawanbare ji ber çi rê danê Bexda bi cîh bihêle. Paşê ew ji bo civînê ji aliyê Serok Komar ve hatibû dawetkirin û min ne dûr ne nêzîk pêwendî bi wê pirsê ve nebûye. Ez pasewanên wî bêtawan nakim dibe ku kesek hebin li nav gruba pasewanên wî li karê ne bi cîh da destê wan hebê. Ez bawerim eger tenê wî bi xwe jî zanyarî di derbarê wê pirsê da hebê pêwîste her sê Serokayetî kombibe û biryarek bide. Lê belê ew tawanbar û bi azadiya xwe ji Bexda derdikeve û li gel Serok Komar li gel Cîgirê xwe yê din komdibe. Ji bo çi hemuyan cihê xwe bi cîh hişt û erkê destgîrkirina wan xiste ser şanê min ve? Ez vê karê nakim, ji ber ku pirs ne li cem min bû, lê belê ku mesele gihîşte wê radeyê nexêr ez ne peşîmanim û dûbare dikime ve pêwîste dezgehekî bê aliya dadwerî vê biryarê bide.

 

* Ku wate dadweriya îro ya Iraqê ne paqije?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ewê me dît her kesekî tawanbar bi heq yan bi neheq û aliyê xwe ji bo serkirdeyê giştî hêzê çekdar nîşanbide divê kesekî bêtawan û têkoşer, kesekî bêtawan jî be yek nûke qelem û bi fermana qayîdiya bilind dike tawanbar û bikuj ji bo wê yekê birastî tu baweriyeke min bi wê dezgehê nemaye.

 

* Zanyariyên wiha hene qaşo hewldidin hun wî berev giriftekî mezintir ve rabikêşin bi wê yekê ku Haşimî seferê derveyê welat bikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez naxwazim biçim nava naverokên zêdetir, lê belê, belê raste nûçeyeke wiha gihîşt me ku gelek başe rê bidin Haşimî berev derveyê welat biçe bo ku ji wê pirsê me rizgar bike. Eve jî birastî min gelek hejand û bi îhanetekî mezin dizanim. Eger ew tawanbare ji bo we hişt ji Bexda derkeve, hinek wiha dizanin ez bikujê Şî'e diparêzim, nexêr ez kesekî wiha neparêzim û ez wiha nizanim û tu baweriyeke min bi wê lêkolînê nayê ku hatiye kirin bila her sê Serokayetî li gel Serokê Lîsta Iraqiye kombibin û biryar bidin gelo tawanbare bila bibin. Bêtawane bila rê bidin biçê derve, ez dûpatdikim li cem min bi baweriyeke rehawe li ser vê rayê dirustbûye ku dezgeha Dadwerî bi tu awayekî ne serbixweye. Belku li jêr bandora serkirdeyê giştî ya hêzê çekdare.

 

* Eger xwest hunê rê bidin ku sefer bike?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Eger bi awayeke eşkere bû ew bi xwe ‬azade, lê belê rêya rakirinê ji bo wî xwe nakîn ew heta niha Cîgirê Serok Komare û birastî ewe ne giriftê mine.

 

* Lê belê dabunerîtên we û perwerdeya we rê nade hun wî teslîm bikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Raste, ji ber ku baweriya min bi wê yekê heye pirs hatiye siyasîkirin, ew tekez li ser serbixweyiya dawer dikin eve jî dadwer û li rastiyê da bikujên Şî'e ew hemûne li dewrûberê nivîsîngeha serkirdeyê giştiya hêza çekdarin.

 

* Ev axaftin metirsîdare cenabî Serok?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê raste metirsîdare, lê belê li ser dûpat dikim.

 

* Tu nêrîneke we yê din ji bo hevpeymanên we yê paşarojê de? Hun bi tevahî li dijî rêbaza lîsta Dewleta Yasane, Dewleta Yasa jî bi awayekî li hevbendê nîştîmanî ku hun jî li gel de hevpeymanin. Gelo mesele ne aloze?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê aloze, lê belê Dewleta Yasa nûnerayetiya hevbendiya nîştîmanî nake, belku rêxistineke ji wê hevbendiyê da. Me hevpeymaniyê li gel hevbendiya nîştîmanî kiriye û em pabendîn û birayên Şî'e bi hevpeymanê rasteqîne dizanîn û hevpeymaniya me jî li lîsta Iraqiyê da heye eger li gel hemû lîsteyê de hevpeyman nebîn, ez bawerim hevpeymaniya nû li navbera wan hêzan dibê ku baweriya wan bi demokrasiyetê heye.

 

* Hevpeymaniya nû li vir da hene?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Dibe ku, ewên bawerî bi demokrasiyet heye ji Şî'e û ji Kurd û Sunne ku beramberiyê qebûl dike û bawerî bi hevbendiyê heye li ser bingehekî nîştîmanî hevpeymaniyê dibestin.

 

* Tu nêrînek li cem we li vî derbarî de nehatiye axaftin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr niha hê zûye ji bo vê meseleyê.

 

* Cenabê Serok pêvajoya Sûriye gelek xerabe, tê gotin Kurd bi bê alî rawestiye, niha jî derfet ji bo Kurd ji bo wê yekê ku helwesta dîrokî li vî derbarî ve hebê, dikarîn helwesta xwe rûn bikîn ku gelo amojgarîkare yan palpiştkar?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Kurd tenê li mafê welatîbûnê jî bêbeşe li Sûriye çi li aliyê Hikûmet yan jî rikeber. Ji bo wê yekê ji bo me hemûyan girînge mafên wan bê nasîn eger Hikûmet wê karê kir tu giriftek li gel Hikûmetê da nabe. Lê belê eger her du alî wê yekê nekirin li gel kî hevkar bibin? û li ser çi bingehek? Lê belê pirsa Sûriye ji bo me girînge û guhertin jî li vî welatî da erkê gelê Sûriye ye û hemû hewlek jî ji bo yarmetîdana birayên xwe yên Kurd li Sûriye didîn û divê ew jî dev ji rola xwe bernedin û hewlê diyalogê bidin li gel rikeber ji bo nasîna mafên wan. Eger gihîştin peymanek li gel Hikûmetê yan rikeberan ew bi xwe biryara wê didin û em tiştek li ser wan ferz nakîn. Lê belê ez bawerim rêkkeftina li gel Hikûmetê piştî van xwînrijandinan bû tiştekî gelek zehmet.

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌