ROJNAMEY XEBAT 2012-04-08
Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê li gel rojnameya El Hayat

* Li hevdîtina we ya li gel Serok Obama û guftûgoyên we yê li gel Cîgirê Serok Joe Biden de we bi çi awayekî pêvajoya Iraqê veguhest? Helwesta Emerîkayê we çawa dît?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Me dîtin û nêrînên xwe bi rûnî ji bo her du yan ronahî kir, li aliyê min ve gelek girînge nasnameya rasteqîneya Iraqê bizanim, bizanim ew dixwazin li gel Iraqekî çawa de muamele bikin û helwesta wan di derbarê Herêma Kurdistanê de çiye. Min helwesta Herêma Kurdistanê ji bo wan veguhest di derbarê qeyrana niha û ewê ku min ji wan bihîst gelek min dilxweş kirin û zêdetir di derbarê pabendbûna Emerîka di derbarê Iraqekî Federalî demokratî fireh alî de min dilniya kir. Her wiha pabendbûna xwe ya bi Kurdistan û gelê Kurdistanê dûpatkir, ewe jî ji bo me gelek girîng bû. Her wiha ji bo wan min ronahî kir ku Iraq îro bi qeyranekî rasteqîne de derbas dibe û pirs pêwîstî bi çareseriyê heye. Qeyran jî heye wiha nîne ku hatibe dirustkirin, pêwîste çareseriya wê jî Iraqî bê û ji aliyê dostên Iraqê ve bête palpiştî kirin, ji ber ku nabê li benda wê yekê bikîn Emerîka yan dewletekî din bêne çareseriyek ji bo pêvajoyê peyda bikin. Ji bo wê yekê min pêşniyara ewe kir serkirdeyên Iraqê kombibin û bi çareseriyek ji bo vê qeyranê peyda bikin. Serok Obama û Cîgirê wî Biden jî vê pêşniyarê pejirandin, bêguman pêvajoya niha ji bo me ne daxwazkiriye yan eweye pêvajo bête çareser kirin yan jî me hilbijardeyeke din heye. Berdewambûna vê pêvajoyê karesate û wateya vegerana dîktatoriyet û qorxkirina desthilat li hemû dam û dezgehên dewlet bi îhmalkirina kesên dine weku wiha lê bibe rejîma nû ya Iraqê bi destê kesek ve hatibe rûxandin û ewên din jî li ser fermana serkirdeyê nû dijîn. Eve jî birastî nayê qebul kirin û ne mumkîne jî bête qebûl kirin. Me hemûyan xebatê bi navê Iraqa nû de kir, me hemûyan xebat kir û hêzên siyasiyan li dijî dîktatoriyeta Seddam ceng kirin û qurbanî dan ji bo wê yekê nabê desthilat bi vî awayî bête qorx kirin.

 

* Ku hun vegerin Kurdistanê hunê daxwaza civîna serkirdeyên Iraqiyan dikin û hengavên we yên li pêş dê çi bibe?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Dema vegeriyam Kurdistanê, daxwaz dikim hemû serkirdeyên Iraqiyan li Hewlêr yan li her cîheke din kombibin, girîng eweye kombûn bi amadebûna hemû serkirdeyan bête saz kirin. Bêguman kombûna me ji bo lêkolîna li rewşe neku ji bo mucamele yan dozîna çareseriya demkî, yan eweye çareseriya rîşeyî yan hemû aliyek rêya xwe bizanê. Pêwîste xişteyekî demkî ya diyarkirî û kurt ji bo çareseriya kêşeyê bête danan. Rastiya wê eweye em li soz û kombûnên bê sûd, westiyayîn û pêwîste kombuneke cîddî û yek alîker ve bê. Eger bersîva pêşniyarê jî nedin wê demê me axaftineke din dibe.

 

* Lê belê Malîkî beşdarbûna li her kombûnekî mercdar red dike. Eve jî sedemek bû ji bo şikestanîna kombûna nîştîmaniya li Bexda. Gelo hun pêşbîniya beşdarkirina Malîkî dikin li kombûnek da ku we dawetnameyê ji bo bingehîn û dixwazin yek alîker ve û eşkere bê bi dûrî mucamele?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Em civînek dixwazin ji bo çareserkirina qeyranê û baştirkirina rewşê. Eger Malîkî amadeyê civînê nebê ji bo çareserkirina kêşeyê, wê demê em mayîna Malîkî li ser hukim de red dikîn û pêwîste eşkere bîn, tişteke din ji bo mucamele û dîplomasiyetê nemaye yan divê rewş bête çareser kirin yan divê berengarî rewşek bibîn ku nayê qebul kirin û têda take kesek dest li ser hemû dezgehên dewletê da girtiye û li gor daxwaza xwe reftaran dike û ew kesên din îhmal dike û bi Serok Wezîriyê jî dimînê eve bi tu awayekî nayê qebul kirin.

 

* Hun Malîkî bi kesekî qorxkarê desthilatê dizanin, kî ji vê meseleyê berpirse? Kî li ser bêdeng bû heta ku mesele gihîşt vê radeya nayê qebûl kirin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez berpirsiyariyê dixime stuyê hêzên din, ne ku Malîkî bi berpirsiyar dizanim, hêzên din bêdeng bûn û çavê xwe ji reftarên wî girtin. Malîkî hêdî hêdî desthilatê li destê xwe da komkir û heman demî de kesên din bêdeng bûn. Niha Malîkî Serok Wezîre, Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarekane û tekez dikim hakimê serbazî yê giştî û Wezîrê Bergirî û Navxo û Birêvebirê Hewalgiriyê ye. Cara dawî daxwaz li Serokê Banka Navendî kiriye damezrandineke serbixweye bi Serokayetiya Encumena Wezîran ve bikşîne desthilateke din çi maye Malîkî li destê wî da nemabe. Êdî dîktatoriyet çawaye?

 

* Bi metirsî û hişdariyê ve behsa geşkirina artêşa Iraqê dikin. Metirsiya we ji çi daye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Destûr dibêje artêşa Iraqê mulkê hemû zarokên gela û divê hevsengî têda hebê. Pêwîst bû hejmara firqeyên artêşê pênç heta şeş firqe bê. Niha ji 16 firqeyan zêdetir heye. Li ser wê yekê jî çendîn hêzên taybet ku hemû ser bi nivîsîngeha fermandeyê giştî yê hêzên çekdarane. Wate Malîkî ku serpereştiya artêşê dike ne Wezareta Bergirî û ne jî Serokê Artêşê tu pêwendiyeke wan bi van pirsan ve nemaye. Li gor destûr pêwîste qayidê firqê bi rizamendiya Parlemenê bê. Bila em ji Parlemen bipirsîn bi Serok û bi Endaman ve kîjan qayidê firqê bi vî awayê destûrê ve hatiye damezrandin? Ji vê zêdetir çi binpêkirinek ji bo destûrê heye? Ji wê jî tirsnaktir eweye wiha mijule artêş li ser kultûra take kesek bê binyatnan û eve jî karesate û hinek kes li civîneke artêşê de gotine eger çekên pêşketî bikeve destê wan armanca wan ji Hewlêrê û Selahaddîn (Baregeha Serokayetiya Herêmê) derxistina Kurdan dibe. Ev axaftin li civîneke serkirdayetiya giştî ya hêzên çekdar de hatiye gotin.

 

* Bi amadebûna Malîkî?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê bi amadebûna wî ev axaftin hatiye gotin û wiha gotine: Eger firokeyên F16 û tankên pêşketî bi destê me bikevê Kurd ji Hewlêrê derdixîn û Malîkî jî axaftineke metirsîdarê bi vî awayî ret nekiriye. Ji bo wê yekê pêwîste girjî li pêvajoya Iraqê nemîne û ew hewlên tirsnak ji bo vegerana dîktatoriyetê rawestîne.

 

* Lê belê Serokê Artêş û Serkirdeyê Hêzên Firokevaniyê Kurdin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê raste Kurdin, lê belê tu desthilatekî wan yê fî'îlî tûne. Wan tenê bi nav hebûna xwe heye bi bêyî tu çalakî û tevgereke rasteqîne êdî li biryardan bê yan jî li bi cîhkirina biryar û berdewamiya desthilat li efser û piledarên Kurd dihête wergirtin.

 

* Ew aliyên palpiştiya Malîkî dikin berevajiya axaftina we dikin. Ew Lûtkeya Serkirdeyên Ereb bi nimûneyek ji bo hêzê mezinê Kurd li Iraqê datînin. Serok Celal Talebanî Serokê Lutkeya Serkirdeyên Ereb bû. Serokê Kongreyê Wezîrê Derve Hoşyar Zêbarî bû. Serokê Kongreya Aborî Wezîrê Bazirganiya Iraqê bû ku ew jî Kurde, hun vê yekê çawa dibînin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bila ez çîrokek ji bo te vebêjim. Dema Şêx Mehmûdê Hefîd bû Melîkê Kurdistan piştî wê yekê Brîtanya bi wê yekê razî bûn serbixweyiyê bidin Kurdistanê. Nûnerê Hikûmeta Brîtanya çûye cem wî û gotiye: Rêzdar tu padişah û ez şêwirmendê te me, bila ez serpereştiya damezrandina fermanber û polîs û darayiyê bikim û bila pirsên din jî li berpirsiyariya we de bê mezinê min. Şêx bersîva wî da û got: Were tu bibe Melîk û ez jî dibim şêwirmend. Malîkî bi heman awayî reftarê dike, Ew bi bêyî agahdariya Serokê Komar û Parlemen ku cihê rasteqîneyên damezrandina wane qayîdê firqe dadimezrênê, bi milyaran dolar peymana kirîna çek îmza dike kes nizanê. Artêşeke yek milyonî dirust dike ku eger bi tenê ew bi xwe jî bê bi bêyî wê yekê Serok Komar û Serokê Parlemen wê tiştê bizanin, bi keyfa xwe pareyê dewletê bikartîne, bêtawan tawanbar dike û bi yek nûke qelem tawanbar dibê kesekî gelek çak û dezgeha qezayî jî bi nivîsîngehek ve pêwîste. Li vir da dipirsîn kî li hebûna 3 Kurd li Serokayetî kirina çalakiyên Lûtkeya Erebî sûdmende? Malîkî babetê ji bo sûda xwe bikaranî.

 

* Li demek de Barzanî bi tundî li dijî takrewiya Malîkî dibînîn Serok Talebanî dost û wê rê ya li mucameleya Malîkî nêzîktire. Gelo Talebanî heman raya xwe li gel we da heye di derbarê Malîkî ve?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Dibe ku cudahiyek li dîtin û nêrînan de hebê, lê belê li navbera me de tu nakokiyek tûne. Dibe ku li awayê çareseriyê de cûdahî hebê, lê belê li navbera me de tu nakokiyek tûne.

 

* Li dema Kongreya rojnamevanî da li gel Ammar Hekîm we behsa wê yekê kir kesên faşîl îro li Bexda hene, Hekîm jî tu bersîveke nebû. Eve jî belgeyekî bi rizamendî nîşan da. Gelo eve hevpeymaniyetiyekî nû ye li navbera Kurd û Şî'e da bi bêyî Malîkî?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Hevpeymaniyek heye tenê li gel hizba De'we jî ku rêzên min ji bo qurbaniyên wan heye. Me tu nakokiyek li gel hizba De'we da tûne û gelek kes jî hewldan vê nakokiyê wiha tefsîr bikin ku qaşo nakokiyekî şexsiye li demek de ku nakokî di derbarê awayê hukim û îdareye êdî her kî fermanrewa bê Kurd bê Sunne bê yan Şî'e. Min bi şexsî tu giriftek li gel Malîkî da tûne û bi hemû awayekî ve wan axaftinan red dikim qaşo em li dijî Şî'e radiwestîn. Em hevpeymanê Şî'ene wê zulmê ne û me dîrokeke xebata hevbeşa mezin heye kesek destkarî bike. Min got ew Şî'ayên me naskirine herdem li gel me rawestane Şî'eyên El Hekîm, Şî'eyên murîdên her du şehîd Mihemed Baqir û Mihemed Sadiq El Sedir herdem li rojên xweşî û nexweşiyê de li gel me rawestane. Em jî wê demê û niha jî li yek xendeqê dane li gel wan û bi hêviya xwedê tu kesek li têkdana pêwendiya Kurd û Şî'ede ser nakevê.

 

* Aliyeke li nav Şî'e heye ku kariye rayekî cemawerî li dijî Kurd pêkbîne û herdem êrîşên siyasî û medyayî li dijî we dike û wiha jî diyare hevpeymanên we li El Hekîm û Sedir bandoran xwe li ser wan aliyan de nebûye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Li beramber da li Kurdistanê medêkî cemaweriya gelek berfireh heye li dijî Malîkî û siyaseta beramber bi Kurdistanê, eger ew dixwaze pêwendiya dîrokiya Kurd û Şî'e têkbide ew ji wê berpirse. Me peyamek pêşkêşî birayên Şî'e kir û me got em bi pêkve li yek xendeqêdane, lê belê eger ew bikevin jêr bandora axaftin û saxteyên wanê din ew berpirsin. Em li songeya berpirsiyarêtiyê ve dipirsîn: Malîkî çi bi birayên Şî'e pêşkêş kiriye? Çi xizmet guzariyek pêşkêşî wan kiriye? Em daxwaza baştirkirina xizmetguzariyê li tevahiya Iraqê da dikîn û mesele jî ji bo min Iraqî û Kurdiye. Eger li Şî'e û li Sunne û li Kurd hinek kes hebin li dijî min rawestin eve tişteke pêwîste ji wan û min gelek bawerî bi axaftin û kiryarên xwe ve heye.

 

* Ku wate hun diçine nav lîsteyê weku hevpeyman ji bo standina baweriya ji Malîkî?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Hemû hewlek dixime holê ji bo sazkirina vê kombûna ku min behs kir û ji bo peydakirina çareseriyek ji bo vê qeyranê. Lê belê eger kombun bi encam neyê û hemû aliyek bixwazin cûda bibin. Ez ne amademe û gelê Kurd ne amadeye temaşevan bê û li benda sozên bê kiryar bimîne. Me biryarekî din dibê û pêwîste eve weku îstîfzaz û êrîş neyê têgihiştin. Ez li vê babetê de cîddîme: Vedigerime li ser raya gelê Kurd û ew li vî derbarî de biryarê didin.

 

* Hunê referandum di derbarê dewleta Kurd ve bikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Em hewl didîn destpêkê de rewşa Iraqê rastbikîn bi cîh bi cîhkirina wê yekê ku li destûrê da hatiye. Diyarkirina çend rênimayiyek ji bo hukim û dirustkirina hevbeşiyeke rasteqîne. Hebûna çend Wezîrek li Hikûmetê da ne hevbendiye. Wezîr li cem Malîkî fermanberin û eve nayê qebul kirin. Her wiha meseleyên maddeya 140 taybet bi çareserkirina navçeyên veqetandî û yasaya neft û xaz, Pêşmerge, li ser wan jî pabendbûna bi destûr û hevbendî û demokratî û derxistina peyrewekî navxweyî ji bo rêxistina karê Encumena Wezîran li holê daye. Artêş jî pirsekî gelek girînge nabê wiha bi vî awayî bimîne. Yek milyon mirovên çekdar an jî bila yek kes bê eve bi xwe karesatekî mezine ku kes agahî jê tûne. Ji bo wê yekê dibêjim, eger birayan amadene pêvajoyê çareser bikin eve ji bo me hemûyan baştire lê belê eger li berpirsiyariyê sil dikin û pêvajoya niha qebûl dikin eve bi tu awayekî ji aliyê me ve ne qebule û ez bawerim ji vê rûntir jî nabim, bi her nirxek bê em rê nadîn dîktatoriyet vegerê Iraqê, eger li rawestandina dîktatoriyetê de me şikest anî wê demê em nabîn beşek ji Iraqek ku dîktatorek lê hukim bike.

 

* Wiha pêdiçê pirsa neft û xaz pirsa serekiya serhildana qeyranê bê ji ber ku tê gotin sedema qeyrana vê carê ew hoşdariye ku Hikûmeta Iraqê pêşkêşî kompanyaya Ekson Mobil kir. Qaşo bi bêyî daxwaz û zanyarî ew peyman li gel we hatiye îmza kirin, gelo vê kompanyayê destê xwe ji Herêma Kurdistanê vekişand?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Girift gelek berî ji hatina Ekson Mobil kevintire, bi eşkeretir bim, hinek kes hene li dijî pêşketin û serketina Kurdistanê radiwestin ne xwe mesele destûrî û yasayîbûna peymanan nîne. Me ji carek zêdetir dûpat kiriye em pabendî destûrîne û neft û xaz mulkê hemû Iraqe, em li şubata 2007 li ser proje yasayek rêkkeftîn ku biçê Parlemen û li wir bê dengdan. Lê belê wan guhertinê têda kir. Proje yasa pêvekek têdabû digot: Eger heta meha 5 ê heman sal ew yasa derbas nebû her du alî wate Bexda û em jî azad dibîn li îmzakirina peymana li gel kompanyayan. Eve jî rêkeftineke li navbera min û Malîkî da û dema mesele gihîşte temambûnê me Husên Şehristanî Wezîrê Neftê wê demê dawetî rêwresma vekirinê kir bi taybetî ku borî ew boriye neft ve hatiye bestin ku berev Tirkiye diçe. Bi nêrîna min rawestan li dijî pêşketina Kurdistane bandorê li bordumankirina Kurdistan bi çekên kîmyawî û pêvajoya enfal li dijî Kurd ne kêmtire û heman dijmindariye. Min li sala 2005 peyamekî nivîskî pêşkêşî Malîkî kir û têda min wê yekê xisterû ku kompanyayên Emerîkayî dixwazin li gel Herêma Kurdistanê da guftûgo bikin. Eve jî yarmetî û palpiştiyeke mezine ji bo Iraqê hêvîdarim cenabê we agahdar bin û li gel hebûna her têbîniyek me agahdar bikin. Eger li gel kompanyayê gihîştîn her encamekî dawî we agahdar dikim. Li gel çûna guftûgoyan ji bo qonaxekî yek alîker ve peyamekî din min ji bo Malîkî şand û min wî agahdar kir ku em gihîştîn encama girîng li gel kompaniyayê bi awayekî ku sûd û xêrekî mezin ji bo Iraqê têda heye û nûçeyek ji aliyê wî ve gihîşt min û digot eve tiştekî başe ji bo Iraqê.

 

* Peyamekî fermî bû?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr bi rêyekî ne raste rast bû. Ji bo wê yekê êdî pêwîste her peymanek nivîskî û îmzakirî bêt, ji ber ku Malîkî gelek bi asaniyê ve xwe ji peymanan vedişêre. Ji nişka ve qiyamet rabû û daxuyaniyeke îstîfzazî ji aliyê Şehrîstanî ve kete ber destê ragihandinê ji wê demê ku pêwîste em li Hikûmetek da bîn Hikûmeta hevbendiya nîştîmanî bêt. Lê belê Şehristanî ne hemû Hikûmete belku tenê nûnerayetiya xwe dike û pirsên Hikûmiyan guftûgoyên li nav Encûmena Wezîran diyar dikin ne ku Şehristanî xwe bike hakimê Iraqê. Eve me berev pirsiyarek ve dibe: Nîv tirîlyon dolar li sala 2003 ve daxilê budçeya Iraqê bûye. Çi bi ser van hemû pareyan hat? Kî li xerckirina wê berpirsiyare? Dosyeya gelek kesan hene behsa dizîna pareya dewlet û gel dikin. Lê belê em bêdeng bûn û niha jî dema ewe hatiye gelê Iraqê wan hemû rastiyan bizanin. Dema ew êrîş li wan kompanyayên ewên din dikin eve ne qabîlê qebûle. Nayê qebûlkirin Şehristanî wiha reftarê bike weku eve wiha bê Kurdistan aîdê xwe bê. Ji bo wê yekê min gut hukimranên Bexda faşilin û ez carekî din dipirsim: Welatiyên Iraqê rojane çend demjimêr karebaya wan heye?

 

* Şehristanî desthilatdarên Herêma Kurdistan bi qaçaxê neft tometbar dikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Min daxwaz kir lîjneyekî hevbeş ji Parlemana Federal û Parlemena Kurdistanê pêkbê ji bo lêkolînê di derbarê sekterê neft li ser asta hemû Iraqê ku bizanîn çi li wê sekterê da rû dide? Destkeft çine? Zêdetir li 20 milyon dolar ji bo kehreba çi bi serhat? Bila ji bo Şehristanî rûn bê ku nikarê bi daxwaza xwe li Kurdistanê hukim bike.

 

* Hinek ji siyasetmedar û çavdêran dibêjin Şehristanî bi enqest dijmindariya Kurd dike bo ku ezmûna we nebê rênîşander ji bo welatên din? Hun bawer dikin ku ew ajandayekî derekî cîh bi cîh dike?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê Şehristanî bi awayeke eşkere dijayetiya Kurd dike û ajandaya gelek rêxistinan li vî derbarî de heye. Lê belê ez bi tu awayekî bi cîh bi cîhkirina ajandayekî derekî wî tawanbar nakim.

 

* Lê belê dema ku ew civîneke rojnamevanî rêkdixe û Cîgirê Serok Wezîre û Wezîrê Neft jî mumkîne ew bêyî zanyariya raste rasta Serok Wezîr wê ajandayê bi cîh bike bi taybetî ku bi qaçaxiya neft û zererkirina 5 milyon dolaran we tawanbar dikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê bi rizamendiya Malîkî bû, em jî li vê meseleyê de bêgumanîn, ew berdewam dibêje ez siyaseta dewletê bi cîh dikim eve wateya wê çi ye? Mebesta wî kijan dewlete? Ewên din xizmetkarin cem wî û ne beşekin ji wê Hikûmetê?

 

* Pirsa peyamana Ekson Mobil li Washington bi dawî bû?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi awayekî erênî bi dawî bû, em li gel Serokê Kompanyaya Ekson Mobil civiyan û wan ragihandin ku bi peymanên me ve pabendin û pêwendiya me jî li gel wan kompanyayan berdewame û ew axaftinên ku dibêjin qaşo peyman hatiye hilweşandin ji rastiyê dûre.

 

* Barzanî li gel kî dixwaze hevpeymaniyê kûrtir bike bo ku rûbirûyê Malîkî bibê?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Her aliyek bawerî bi demokrasiyet û federalîzm û pêkvejiyan û qebûlkirina beramberê xwe hebê, em hevpeymaniya wanin êdî li her arasteyekî neteweyî tayfeyî yan olî bê, girîng eweye li dijî vegerana dîktatoriyeta li Iraqê rawestin.

 

* Berî demekî Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çû Îranê, hun bawer dikin ku Îran rizamendî di derbarê guherîna Malîkî ve nîşan bide?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez li dijî ewe me hêz û dewletên herêmê tevlî hilbijartina Hikûmeta Iraq û Serok û guherîna wan bike. Êdî Îran bê yan ji bilî Îran û helwesta min gelek rûn û eşkereye bi wê yekê ku tu kesek mafê tune tedexulê li danan û hilweşandina Hikûmeta Iraqê bike. Li gel wê yekê jî em daxwaz dikîn me pêwendiyeke baş li gel Îran û ji bilî Îranê hebê. Lê belê tedexulkirin nayê qebul kirin.

 

* Lê belê nîv peymanek li ser ewe heye ku Îran rola xwe li hilbijartina Serokê Hikûmeta Iraqê de hebû?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Eger wiha jî bûbê, em bawerin divê ew helwest bê guhertin û Iraqî bi xwe hukimraniya xwe hilbijêrin.

 

* Nêçîrvan Barzanî bi çi encamek ji Tehranê vegeriya?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Heta niha min nedîtiye, lê belê bêguman têbîniya birayên Îranî ji bo me aniye li heman demî de têbîniya me ji bo wan veguhestiye û bêguman nêrîn hene ne wekî yekin û nêrînên nakokî jî hene.

 

* Helwesta we di derbarê pêvajoya Sûriye ve çiye? Raste we merc ji bo Kurdê Sûriye daniye ji bo beşdarbûna wê raperîna niha ya Sûriye bi awayeke berfireh, gelo eve raste?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Kurd li Sûriye ji mafê welatîbûnê jî bêbeşin, ewên din ji bo bi destanîna desthilatê radiperin, Kurd jî ji bo mafê welatîbûnê. Eve jî cudahiyeke mezine, berê jî me hewlekî zêde li gel Hikûmeta Sûriye da bo ku siyaseta xwe bi înkarkirina Kurd biguhere, lê belê gelek mixabin tiştek nehat guhertin. Rikeberên Sûriye niha bi navê şoreşgêran ve dipeyvin, lê belê tu projeyekî wan di derbarê mafê gelê Kurd li Sûriyê de tûne, ji bo wê yekê helwesta Kurd li ser projeya rikeberan rawestaye.

 

* Encûmena birêz Burhan Xelyûn jî?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê tenê Encûmena Întîqaliya Sûriye jî nêrîneke xwe ya eşkere tûne, danînekî şermane bi mafê gelê Kurd li Sûriye heye, lê belê Kurdê Sûriye jî beşdarî xwepêşandan û nerazîbûnên dijî rejîma Sûriye yê dikin.

 

* Ku li Hewlêrê we Burhan Xelyun dît we jêra çi got?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Carê berî hemû tiştekî em tu biryarek li şûna gelê Kurd nadîn li Sûriye, em palpiştiya wan dikîn û ew biryar didin li gel kî hevpeymanî bibestin. Me bi eşkere li gel birêz Xelyûn axaft û gihîştîn wê baweriyê wan tu nêrînek ji bo muamelekirina li gel gelê Kurd li Sûriyê de tûne. Kurd nabin beşek ji rikeberan eger mîsogeriya guhertina bingehîn li pêvajoya wan neke û mafê wan nenasin.

 

* Li kongreya dostên Sûriye ya li Stembolê jî ew tişt nehat kirin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nehate kirin... bi şermî navê Kurd anîn ku bi nav nekiribûyan baştir bû.

 

* Hun çawa temaşa metirsiyên Hikûmeta Iraqê ya bi gihîştina hêzên raperînên desthilat li Sûriye dikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman pêvajoya Sûriye bandorê li ser Iraqê ve dibe, birayên Sunne wiha bawerin mayîna rejîma Sûriye berdewambûn û dirêjbûna hukma Şî'eye li Îranê ve heta Lubnan û eve jî êrîşe ji bo wan, bi berevajiya birayên Şî'e ew bawerin rûxana vê rejîmê eger bedîlekî Sunne li pişt xwe da anî ewe dibê dirêjepêderê hukma Sunne. Eve jî êrîşe ji bo wan bi taybetî li Iraq paşê li Îran, eveye rastî, ji bo me jî li Herêma Kurdistanê eve nakokiyekî tayfeyiye û em tedexulê têda nakîn û nabîn beşek jê û rêgeşî pênadîn. Em aliyekî nakokî siyasîne ne ku mezhebî.

 

* Lê belê hun li pêvajoyek dane ku dibe ku bandora xwe ji wan nakokiyan dernexin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê wiha ye lê belê em tu demek li nakokiyekî tayfeyî da li gel aliyek li dijî aliyekî din ranawestîn. Lê belê li nakokiyê da em tebîniya demokrasiyet û mafê neteweyî ji bo gelê Kurd dikîn.

 

* Gelo Tariq Haşimî niha bargiraniye li ser we?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Carê eve bi tu awayekî ne girifta me ye, birêz Haşimî heta niha jî Cîgirê Serok Komare û nehatiye îdane kirin bi daweta Malîkî bi xwe dibêje dosyeyê wiha aliyê îdaneyê dike, êdî eger tawanbar bê ji ber çi rê danê Bexda bi cîh bihêlê? Ji ber çi li wan tawanan bêdeng bû? Li gel gihîştina wî zilamî bo Kurdistanê wiha lêhat hemû aliyek çavdêrî bike û min jî wî parastiye başe ji bo çi daxwaz li min dikin destgîr bikim? Em bergirî li Haşimî nakîn, lê belê çawa dikarê hevbendî bi vî awayî bê kirin? Em bergirî li prensîpên hevbendiyê dikin. Ew behsa kijan qezayê dikin? Ku gelek bi asanî kesekî tawanbar bêtawan dibê û kesekî bêtawan jî tomet dixine ser, ji bo wê yekê min tu baweriyek bi nezahet û serbixweyiya dezgeha qezayî nemaye ji ber ku qezayekî hatiye siyasîkirin û pêşkêşkirin û rastî xwe ji destdaye tenê eger bibêjîn ev pirs qezayiye. Li gel ewe jî ji bo derketina ji wê îhraciye min daxwaz kir her sê Serokayetî li gel Serokê Lîsta Iraqiye kombibin û biryarbidin çawa li gel wê pirsê da muamele dikin biryar li ser eve bidin gelo destgîr dikin yan seferê Tirkiye dike?. Gelo li Herêma Kurdistanê da dimîne? Gelo tawanbare? bêtawane? dadgehîkirinê diçê Kerkûk? ev hemû pêşniyar hatine red kirin başe eger tawanbarbûna wî kesî bi dilniyayiyê ve bê ji ber çi daxwaz dike berev Tirkiye biçe û erkê wî asan bikîn? Eve min gelek aciz kir û min bi îhaneyekî gelek mezin zanî. Haşimî azade û ez daxwaz lê nakim Kurdistanê bi cîh bihêlê û vegerana wî jî ret nakim, girift ne li aliyê meye û naxwazîn wiha diyar bim ku hemû yasa bi cîh bikin û tenê ez binpê dikim. Malîkî baş dizanê wateya eve çiye ku Kurdistan kesekî daxîlî li ba wî bigrê, ew jî li Herêma Kurdistanê bû şerefekî gelek mezine ji bo Kurdistanê ku bibê pêgeha li piştgirîkirina azadîxwazan û her wiha jî dimîne. Di derbarê Haşimî ve jî bila her sê Serokayetî biryara xwe bidin em jî bi her awayî bê pabendî wê dibîn û cîh bi cîh dikîn. Lê belê em qebûl nakîn girift biêxin ser şana me ji ber ku ne girifta meye ji ber ku girifta wane.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌