ROJNAMEY XEBAT 2012-04-08
Naveroka hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel televizyona Al Hurra

* Cenabê Serok hun li gel Serok Obama û Joe Biden Cîgirê Serokê Emerîka re runiştin, gelo hun dikarin mebesta serekiya vê hevdîtinê ji bo me behs bikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Gelek spasiya we dikim, bi xêrhatin, doh li White House li gel Serok û Cîgirê Serok em civiyayîn. Hevdîtin li rewşeke erênî da bû û têda me çendîn mijarên girîng xisterû. Lê belê serekîtirîn mijara hevdîtina me berdewambûna pêvajoya siyasiya Iraqê bû. Her wiha rola Kurd û berdewambûna wê rolê li Iraqê. Em di derbarê hel û merca niha ya Iraqê û pêşketinên pêvajoya têda bi taybetî ya li demên derbasbûyî de me nêrîna xwe xisterû. Her wiha me guh da têbînî û nêrînên wan û ewê ji aliyê min ve gelek giring bû ji rêzdar Serok û rêzdar Cîgirê Serok ve pabendbûna xwe û Emerîka bi Iraqa demokrat û federal û fireh alî de bihîst. Her wiha pabendbûna bi mafê gelê Kurd û parastina destkeftên Kurdistanê, ez wê helwestê bi girîng û erênî dizanim. Me di derbarê pêvajoya siyasiya Iraqê dîtin û nêrînên xwe xisterû, bi wê yekê ku pêvajoya siyasî li Iraqê da gelek lawaz bûye û giriftên cîddî û qeyranên rasteqîne li wî welatî da hene. Pêwîste bi hemahengiya aliyê siyasiyên Iraqê ev pirs bê çareser kirin ji ber ku hel û merca îro ya Iraqê bi hemû awayekî hatiye red kirin û tu kes û aliyek jî qebûl nake.

 

* We got girîng bû li cem me ku pabendbûna Emerîka beramber bi Herêma Kurdistanê bibihîsin. Gelo we tu gumanek li vî derbarî de hebû? Bi gumanê ve hun hatibûn Washington?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ji bo min gelek girînge li helwesta rasteqîneya Emerîka beramber Herêma Kurdistanê têbigihîn û dûpatkirina vê helwestê ji aliyê Serok û Cîgirê Serokê Emerîka bibihîsîm bi taybetî piştî vekişana hêzên Emerîka ji Iraqê ku bûye sedema pêkhatina pêvajoyeke nû li welat da.

 

* Vekişana Emerîka ji Iraqê we bi guman kir? Gelo Kurd îro li Iraqê da wiha hest dike ku bê pişte û bê parêzere?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Li rastiyê da min li her demek de pêşbîniya vekişana hêzên Emerîka ji Iraqê da dikir. Eve jî ji bo min tiştekî gelek asayî bû. Li serdana min a pêşî jî de min pirsiyar li Serok Obama kir û min got: Gelo vekişana we ya ji Iraqê wateya temambûna pabendbûna we beramber bi Iraqê dide? Wî got nexêr, belku ji berê bi hêztir em pabendî Iraqê dibîn. Ji bo min jî ew axaftin gelek girînge û mayîn û vekişana hêzên Emerîka ewqas ne girînge li gor pabendbûna Emerîka beramber bi Iraqa demokratî.

 

* Tenê Iraqa demokratî yan pabendbûna beramber bi Kurd?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman beramber bi Kurd jî ev axaftin ji aliyê Serok û Cîgirê Serokê Emerîka ve hatiye dûpatkirin.

 

* Tu peyamekî we di derbarê dijî pabendbûna Emerîka ya beramber bi Iraq û bi taybetî Herêma Kurdistanê heye? Wate pabendbûna Emerîka beramber bi Iraq li dijî we tûne?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr tu dijiyatiyek tûne, ji ber ku heta Iraq xwediyê vê destûrê bê ew hemû pirsên bi Kurdistanê ve pêwîstin li çarçêweya Iraqa demokratî federalî fireh alî da dibê ew destûr yekbûna Iraqê diparêzê.

 

* Hun bi yekbûna Iraqê ve pabendin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Em bi yekbûna Iraqê ve pabendîn bi mercek Iraq bi vê destûrê ve bê hukim kirin.

 

* Lê belê ewên rexne jî lê digrin heman bangewaziya xwe heye, Nûrî Malîkî dibêje qeyrana îro ya siyasiya Iraqê bi sedema wan tewafuqên siyasiyane ku li ser hesabê destûrê ve bû. Hemû alî daxwaza ‬pabendbûna bi destûrê dikin. Gelo eve tefsîrên cûdaye ji bo destûr?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Pêwîste Iraq bi tewafuq û hevbendiya rasteqîne ve bê hukim kirin. Destûr jî rê li wê tiştê negirtiye. Lê belê ew hevbendî û tewafuq nabê li dijî destûr bê û dibe ku li dema hebûna her giriftek hêvî ji bo cîheke bê alî bibîn wekî mînak Dadgeha federalî bo ku li bendên destûr têbigigîn ji ber ku dibe ku her aliyek li gor mîzaca xwe vê destûrê şîrove bike. Destûr rune û eger pabendbûna bi wê destûrê hebuya girift rû nedida.

 

* Hun dibêjin pabendbûna bi wê destûrê merca yekbûna Iraqe, ku wate bi berevajî ve eger pêvajo bi daxwaza we nebû hilbijardeyên din li ber we da vekirîne?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Destûr bi xwe dibêje: Pabendbûna bi vê destûrê merce ji bo bi yekgirtî mayîna Iraqê. Bêguman eger Iraq vegeriya dîktatoriyetê bi yekgirtî nemîne. Merca serekiya mayîna Iraqê bi yekgirtî pabendbûna bi vê destûre û pabendbûna bi vê destûrê jî wate li Iraqê de hebûna hukmekî demokrasî federalî fireh alî.

 

* Gelo we bi Serok Obama re got Iraq berev dîktatoriyetê hengavan davêje?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Min nêrîna xwe û metirsiyên xwe ya di derbarê paşaroja Iraqê ji bo Serok Obama şîrovekir, hemû naverokan min ji bo wî behs kir.

 

* Serok Obama ahgadarî wan naverokan bû yan na? 

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez bawer nakim ew rastî ji Serok Obama veşartî bê, lê belê wî dûpata pêwendiya di navbera Emerîka û Iraq û Emerîka û Kurdistanê kir û pabendbûna xwe beramber Iraqa federala demokratî fireh alî û beramber bi Kurdistan û gelê Kurd dûpatkir.

 

* Li wê dema ku hun li vir Serok Obama pêwendî bi Serok Wezîrê Iraqê ve kir û pîrozbahiya serkeftina Lûtkeya Erebî lê kir û pabendbûna xwe bi yekbûna Iraqê dûpatkir. Hun bawer dikin ku vê pêwendiya telefonî de peyamekî ji bo we jî têda hebe? 

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr ez bawer nakim eve peyameke, û ez wiha tênagihim.

 

* Sedema vê pirsiyara min daxuyaniya cenabê we bû, li newroza îsal ku gelek kes wiha têgihişt ku hun dixwazin mizgîniyek bidin gelê Kurd, di derbarê biryara çarenûs û ragihandina dewlet. Hun bawerin ew pêwendiya telefonî bi vê sedemê bûbe?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr belku daxuyaniya îstîsfzazî hinek berpirsên li Bexda wiha kirin ku bersîva wan bidim. Bersîva min jî gelek run bû bi wê yekê ku Iraq berev takrewî û dîktatoriyetê diçê û qeyranekî rasteqîne heye. Divê Iraq bi hevbendiya rasteqîne bê hukim kirin ku wate hebûna Wezîrek yan çend Wezîran nîne, belku hevbeşiye li biryardana di derbarê pirsên çarenusaz û serekiyan û pabendbûna bi destûr. Me rastiyan ji bo gelê Kurd û gelê Iraqê ‬rûnkir û me daxwaz ji aliyê siyasiyan kir, niha jî daxwaz dikim agahdarî pêvajoyê bin û çareseriyên guncaw peydabikin, ji ber ku armanca me çareserkirina pêvajoyê ye. Lê belê bêguman pêvajoya niha ne bi dilê meye.

 

* Gelo hun çareserî û destpêşxeriyeke nû digerin? Gelo Washington tu daxwazek li we kir? Wekî mînak îro rojnameya USA Today behsa ewe dike ku Emerîka daxwaz li we kiriye pêwendiyên xwe li gel Bexdayê baş bikin, gelo raste?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Serok û Cîgirê Serokê Emerîka daxwaz kirin rola erêniya Kurd li pêvajoya siyasiya îro ya Iraq û li hevbendiya nîştîmanî de berdewam bibê. Me jî bêguman tu niyetek ji bo redkirina vê hevbendiyê û wergirtina tu biryarekî din tûne eger bê û warek hebê ji bo çareserkirina pêvajoyê. Lê belê heta hetayê em nikarin li benda wan û sozên bê encam û pabend nebûna bi sozên dayîn û peymanan û binpêkirina destûrê bîn, eve nayê qebulkirin.

 

* Kî ji vê pêvajoyê berpirse?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman Serok Wezîr û ewên li dewr û pişta wî dane, ew ji vê pêvajoyê berpirsin.

 

* Ji ber çi? Ew jî dibêjin em dixwazin li gor destûrê muamele bikîn û proseya siyasî birêve bibîn, lê belê aliyên din hene pêvajoyê têkdidin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bila kom bibîn û hemû pirsan bixîn rû bila bizanîn kî destûrê binpêkir. Me tu astengek li runiştin û kombûnê ve tûne û em dixwazîn peymana Hewlêrê cîh bi cîh bikin ku tenê bi pêkanîna Hikûmetê ve pêwîst nebû. Belku çendîn xalên girîng jî li xwe girtibû, hinek ji wan jî: Cîh bi cîhkirina destûr, vegerandina hevsengiyê ji bo dam û dezgehên dewlet, cîh bi cîhkirina maddeya 140 pirsa yasaya neft û xaz, pirsa pêşmerge, hemû ew pirs divê bêne bi cîhkirin.

 

* Lê belê pirsa neft jî çendîn tometbarkirina du aliyan têda hebû li navbera we û Bexda, birêz Şehristanî Herêma Kurdistanê bi wê tometbarkir ku neft li wê Herêmê ve berev Îran bi qaçaxî diçe û Bexda jî bi wê tawanbar dike ku neft berev Îsraîl li rêya Urdin ve diçe. Gelo ev pirs wê qeyrana niha kurtir nekiriye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Mixabin, gelek mixabin birêz Şehrîstanî li duv destûriyet û yasayîbûna peymana neft ve venagerê belku her tiştek bi pêşketina Kurdistanê ve pêwîst bê ew li dijî radiwestê. Eve jî bi nêrîna min tu li tawana dijmindariyên enfal û kîmyabaranan ne kêmtire. Rê girtina li pêşketin û berev pêşveçûna gelek wateya dijmindariyekî ser sext dide. Li gel ewe jî da me daxwaz ji Parlemena Federal û Parlemena Kurdistanê kir lîjneyekî hevbeş li çend şarezayek ji bo lêkolînê ve li hemû wan pirsan pêkbê.

 

* Lêkolîn bi tenê giriftan çareser dikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr tometên mezin xistine ser Herêma Kurdistanê, ji bo wê yekê pêwîste lêkolîn li vî derbarî de bê kirin. Her demek jî ku diyarkirin Herêma Kurdistanê tawanbare em amadene her sizayek qebûl bikîn. Lê belê rê bide min vê xalê rûnbikim. Eve çendîn sale ev hemû pareyê mezin tê serf kirin û bi vala diçê ku nêzîkî nîv tirîlyon dolare. Ji wan birêzan bipirsin ku Herêma Kurdistanê tawanbar dikin û rexne lê digrin: Pêvajo li Herêma Kurdistanê da çawane? Xizmetguzariyên li Herêma Kurdistanê da çawanin û li beşên dinê Iraqê da çawanin? Mafê xwe jî ji gelê Iraqê bipirsê ew hemû pare çi li serhat û çû kuderê.

 

* Birêz Barzanî we behsa kombûna aliyê siyasiyan û xistinerûya hemû giriftan kir. Ev pirs jî çendîncar hatiye behskirin û xistine rû, planek jî ji bo bestina Kongreya nîştimanî hebû lê belê şikest anî û niha jî hun li Emerîkane, we tu planekî nû heye li dema ku hun vegerin bixin rû?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman ku vegeriyam hewlekî zêde didim bo ku aliyê siyasiyên Iraq û hêzên nîştimanperweran bi pêkve kombibîn û runîn ji bo behskirina hemû pirsan û danîna demeke diyarkirî ji bo bi cîhkirina peymanan ji ber ku nabê heta hetayê li bendê bîn, hêvîdarîn bigihîn armanca dihête xwestin nexwe eger bi berevajiya wê bibe wê demê me helwesteke din dibe.

 

* Biryara referandum û çarenûsê biryarekî cîddiye an bi tenê ji bo eweye bizanîn Bexda çi kardaneweyekî dibe?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr eve ne êrîşe û ne îptîzaze, em ji sozên nehatine bi cîhkirîn gelek westiyayîn û bêtaqet bûyîn, eve 6 sale em li benda wanin êdî bese li benda mayîn? Em hest bi îhraciyê dikîn beramber bi gelê xwe, heta kengê emê li benda wan bin? Kengê peymanên wan cîh bi cîh dibin? Ji bo wê yekê eger ew peymanname neyên bi cîhkirin, eger binpêkirina destûr berdewam bibê bêguman ji bo wergirtina biryara guncaw emê hêviya xwe bi gelê xwe ve girêbidîn.

 

* Hun bawer dikin ku gelê Kurd niha ji bo biryara cûdabûnê ve amadeye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Wê demê ew dibe biryara gelê Kurd û berpirsiyarî ji destê me derdikeve. Gelê Kurd biryar dide û em cîh bi cîh dikîn.

 

* Aliyê siyasiyên Kurdistanê li ser wê pirsê hevrêne bi taybetî ez pirsiyar di derbarê Serok Celal Talebanî ve dikim ku gelo li gel we da li vî derbarî de hev rê ye yan na?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Tu nakokiyek li vî derbarî de li navbera hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê da tûne û tu kesek jî nikarê li dijî vegerana gelê Kurdistanê rawestê ji ber ku gelê Kurdistanê bi xwe merce.

 

* Gelê Kurd çi dixwaze?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Eger pirsiyar li wan hate kirin li referandumekî cemaweriya seranserî de wê demê xwe eşkere dike ku çi dixwaze.

 

* Lê belê bêguman hun xelkê berev hilbijardeyek ve dibin, hun bawer dikin ku gihîştina wê armancê wateya bê hêvîbûna ji Iraqa yekgirtiye? 

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ewên pabendî destûrê nabin û binpê dikin ew Iraqê dabeş dikin neku Kurd, Kurd herdem selmandiye li sexttirîn pêvajoyê de li gel mayîna Iraqa bi yekgirtiye, me piştî rûxana rejîma Be'es li sala 2003 da Iraqê parast. Me rola xwe li binyadnana artêşa Iraqê de dûbare kir. Me kar ji bo pêkanîna dam û dezgehên Iraqê jî kir, lê belê niha li hemû dam û dezgehan da li dijî Kurdan kar tê kirin. Belê raste me Wezîrên Kurd heye û Serokê Komar Kurde, lê belê li gor destûrê diyare ku kî xwedî desthilate, dijayetiyekî ber bi çav ji bo hevbendiya nîştîmanî û Kurd bi awayeke taybetî heye.

 

* Ku wate hun Malîkî bi xwe bi wê dijayetiyê tometbar dikin, ji ber ku pirs wiha diyar dixe ku girift li gel Nûrî Malîkî bi xwe bê?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr mesele ne şexsiye, Malîkî kesekî gelek nêzîkî me bû, me pêwendiyekî dostane li navbera wan da hebû niha jî ez bi dost û birayekî xwe dizanim û tu tiştekî minê şexsî li gel birêz Malîkî da tûne. Belku ez li dijî awayê hukma niha  û hewla takrewî û îhmalkirina beramberim. Ez li dijî qorxkirina desthilatim li hemû dam û dezgehên dewletê ji aliyê kesek yan aliyekî diyarkirî ve be.

 

* Gelo eve wiha dike ku we pirsa rûxandina Malîkî li ber çav girtibe?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman hemû hilbijardeyek li holê daye.

 

* Eve mercê aştbûna bi raya cenabê we ye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Hilbijardeya serekî çareserkirina pêvajoye.

 

* Eger pirsa helawestiyan bi hebûna Malîkî hate çareser kirin tu girifteke we nabê?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Eger me pabendbûnê bi peymanê dît, eger me dît Encûmena Wezîran bûye xwedî peyrewê navxo wê demê girifteke me nabê. Birêz Malîkî Serokê Encûmena Wezîrane û ne hakimê rehaya Iraqê ye eger pabendbû bi rêkxistina Encûmena Wezîran û peymanan û hevbeşiya nîştîmanî û destûr min tu giriftek li gel birêz Malîkî da tûne.

 

* Hun niha bi hakîmê rehayê Iraqê dibînin? Dîktatore?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê, ew Serok Wezîre û serkirdeyê giştî yê hêzê çekdare û hakimê serbaziyê Iraqe.

 

* Eve dijî destûre?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê, bêguman bi tevahî li dijî destûre.

 

* Destûr wê desthilatê pê nedaye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew pê dirêjiyê li desthilata xwe de kiriye, wekî mînak, Qayid Firqeyên artêşê pêwîste bi rizamendiya Encûmena Nûneran dabimezrên, herin ji Serokê Encûmena Nûneran û Endamên Encûmenê bipirsin, çi Qayid Firqeyek li rêya Parlemenê ve hatiye damezrandin?

 

* Eger Serok Wezîr bi vî awayî reftaran dike, ji ber çi Serokê Parlemen û ewên din li cihê xwe dimînin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez jî vê pirsiyarê dikim, ez gileyiyê pêşkêşî birayên din dikim ku ji ber çi bêdeng bûn û ji ber çi rê dan ku bigihe vî astî? Gileyî ji hemû aliyek dikîn, ji Encûmena Wezîran ji Parlemen ji Serokayetî, Hikûmet, Hikûmeta hemû aliyeke û pêkhata wê îtîlafiye û ne Hikûmeta yek takekese, lê belê hemû ferman ji nivîsîngeha serkirdeya giştî ya hêzên çekdaran ve derdikeve. Eve jî tiştekî diyar û ber bi çave.

 

* We gileyiyê li rûbirûyê wan kiriye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Çendîn car me rûbirû kiriye, her carek jî soza cîh bi cîhkirina peymanan dide, lê belê paşê cîh bi cîh nake.

 

* Wan nêrînên we qebul dike an wî nêrîneke din heye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Em ji mafê xwe yê destûrê zêdetir tişteke din naxwazin û amadene li gel hemû aliyan runîn û bizanîn Herêma Kurdistanê li ku li dijî destûrê bûye û li her xalek da em li dijî destûrê bûbîn em amadene paşve vekişin. Li hemû hevdîtinan de ku raste rast bûbê yan neraste rast yan li gel nûneran soza bi cîhkirina xalên peymana Hewlêrê dane û yek ji wan jî maddeya 140 pirsa Pêşmerge, yasaya neft û xaz û pirsa hevbendiya nîştîmanî û xalên din lê belê piştî demekî me tiştek nedît. Lê belê niha wiha mijule dîsa kultûra axaftinê bi zimanê firoke û tank û çek serhildide û ku birastî kultûrekî tirsnake û bi tu awayek ji aliyê me ve nayê qebûl kirin. Lê belê dûpat dikim ku ez ne li dijî tu kesekim.

 

* Daxûyaniyên bi vî awayî we bihîstiye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Naxwazim biçim nava wan naverokan, lê belê, belê me zanyariyeke rast li ber destda heye ku mijule ew kultûr carekî din vedigerê nav dezgehên hestiyarên Bexda.

 

* Cenabê Serok we li gotara xwe ya Newrozê da behsa wê yekê kir ku qaşo Hikûmeta Iraqê dixwaze bi firokeyên F16 li Kurd bide ev axaftin heta çi radeyê raste?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê li hevdîtineke fermî da vê pirsê xistiye ber behs her wiha li hevdîtinek de li ser astekî bilind bi amadebûna efser û piledarên artêşê behsa ewe kiribû ku divê li bendê bîn heta firokeyên F16 tê bo ku erkê me asan bike da ku Kurdan ji Selaheddînê vekêşin, me wiha dizanî ew kultûr bi dawî hatiye. Em birayê hevin û Iraqa nû avadan dikîn lê belê mixabin ew eqliyet her maye, Firokeyên F16 ji aliyê me ve tu cûdahiyek ji Mêk 23 û 25 û Mîrac F1 û Sîxoy 24 tûne, hemû yek tiştin. Hemû dikujin û wêran dikin, lê belê em çokên xwe danaynin.

 

* Ev axaftinên we ji bo Malîkiye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ev axaftin hatiye gotin û ez dizanim kî gotiye, lê belê bibore halî hazir nikarim biçime nava wan naverokan.

 

* Wekî ku we got kudetaye li dijî Kurd bi îradeyekî tevahî ve an siyasetekî hatiye rêkxistin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Eve programekî rêkxirawe, dema artêşa Iraqê piştî rûxana rejîm hate dirustkirin bi 3 lîwayên Pêşmerge hate holê, ji ber ku hemû alî bi tehefuzê ve behsa wê yekê dikir, piştî arambûna pêvajoyê û berfirehbûna serbazan dijayetiyekî zêde li efserên piledarên Kurd hate kirin bi veguhestinê yan ji kar rakirinê. Wate niha Kurd li artêşa Iraqê da namo û xerîbe, ew artêşa li serşana wan hatiye dirustkirin ew têda namoye. Ji bilî wê jî daxuyaniyeke zêde îstîfzazî û îhanekar li dijî Kurd da tê dayîn, dibêjin qaşo Kurd bi xêr û bêrî başûrê Iraqê da dijî, li demek de hemû Iraq bi xêr û bêriya Kurdistanê ve hate avakirin. Çawa Kurd bi xêr û bêrî başûrê Iraqê dijîn?

 

* Lê belê eve jî tê gotin qaşo hun jî îstîfzaza Bexdayê dikin bi taybetî piştî wê yekê ku pirsa Tariq Haşimî hate holê, ew ji aliyê dadgehê ve hatiye xwestin û we jî pêşwaziyê lê kir û li wê dema ku hun ji vir çûn Emerîka ew jî çû Qeter, gelo hun tehemmuliya wê berpirsiyariyê dikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez tehemmulê tu berpirsiyaretiyek nakim, girift bi tu awayek ne girifta me ye, birêz Haşimî heta niha jî Cîgirê Serok Komare û bi dawetê Serok Komar hate Kurdistanê, eger tawanbar bê ji ber çi rê dan Bexdayê bi cîh bihêlê? Wekî ku ez ji birêz Malîkî têgihiştim ev çendîn sale dosye wiha li ber dest daye ku destê Haşimî li kiryarên terorîstiyên Iraqê da hebûye. Ku wiha bê ji ber çi ji wan tawanan bêdeng bûn? Ji bo zanyarî jî berî demekî kesek li jêr azar û îşkenceyê da li bendîxaneyê da mir, bêguman ew danpêdanên bi îşkencedana li welatiyan ve werdigrê tu bihayeki xwe tûne û wiha jî lê hatiye gelek bi asanî kesekî tawanbar bêtawan dibê û kesekî bêtawan jî tometbar dikin. Ji bo wê yekê min tu baweriyek bi nezahet û serbixweya Dezgeha Dadwerî nemaye. Ji bo zanyariya we jî birêz Haşimî ji bo hevdîtina Serok Komar hatibû Kurdistanê, hemû yasa û destûrê diparêzin bi axaftina xwe ku wate ji bo erkê destgîrkirina Haşimî xistin ser şana min? Ji ber çi li Bexdayê wî negirtin? Ji bo wê azade, ew Cîgirê Serok Komare ji bo derketina ji wê qeyranê jî min daxwaz kir her sê Serokayetî li gel Serokê Lîsta Iraqiye kombibin û biryar bidin çawa li gel vê pirsê da muamele dikin bi taybetî ku pirs du aliya siyasî û dadweriya xwe heye, aliyê qezayî dadgeh çareser bike, aliyê siyasî jî sê Serokayetî li gel Serokê Lîsta Iraqiye biryarê li ser bide. Gelo destgîr dikin gelo seferkirina wî ya derveyî Iraqê qedexe dikin, gelo li Herêma Kurdistanê da dimîne eve ne girifta mine û qebûl nakim weku girifta Herêma Kurdistanê û girifta Mesûd Barzanî li ser me da tomar bikin.

 

* Gelo nûnerên Malîkî daxwaz li we kir erkê derxistina Haşimî ya derveyê welat asan bikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê wan daxwaz kir û ez jî gelek pêve îstîfzaz bûm û min bi îhane têgihiştim birastî.

 

* Gelo hun dikarin ji bo me behs bikin çi rûda?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew nûçeya ku şandibûn, qaşo em li vir li Kurdistanê da erkê wî asan bikîn bo ku biçê Tirkiye, em ne qaçaxçî ne, eger ew tometbare çawa daxwaz dike erkî wî asan bikîn bo ku biçê Tirkiye? birastî ez eve bi îhane dizanin û min gelek îstîfzaz kir.

 

* Ku wate li rûyê siyasî ve bi çi awayek dikarê eve rûxsarê Malîkî biparêzê pirsê çareser bike?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Wekî ku min got her sê Serokayetî li gel Serokê Lîsta Iraqiye kombibin gelo didine dadgeh? dişînin derveyê welat? Her biryarê ew bi xwe didin divê bê bi cîhkirin, lê belê li gel wê ez pasevanên Haşimî bêtawan nakim û dibe ku destê wan li teror da hebê, lê belê bi zorê wergirtina danpêdanan li lêkolînê da tu bihayekî xwe tûne û awayê muamelekirina li gel keysê eger rast jî bûbê baweriya xwe wenda kir.

 

* Gelo we daxwaza dosyeya tawanbarkirina Haşimî kiriye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Çend Parlementerek lîjneyekî hevbeş pêkanî çawa û daxwaz kirin li gel guman lêkiriyan kombibin, lê belê rê li wan hate girtin û nehiştin li gel wan kombibin, eve jî bi xwe xalekî lawaza pirsêye.

 

* Birêz Barzanî ji wê dema ku hun dibêjin kudeta li dijî Kurd tê kirin û pirsa Haşimî jî baweriya xwe pê nemaye çare çi dibê? Gelo muamele li gel Şî'ayên din dikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Jiyan û xwîna mirov girantirîn tişte ku pêşkêş bike, me qurbanî û xwînekî zêde bi navê Iraqekî demokratîk de da, em hevbeşîn li hukim û Bexda jî yê me hemûyane û nabê Bexda ji bo ewên din bi cîh bihêlîn ji ber ku Bexda yê me hemûyane. Em gelek bi eşkere û şefafiyetê ve pêvajoyê dikolîn û  berpirsiyariya me ya di derbarê parastina Iraqê ve ye û  karî dikîn. Eger me bersîva erênî ji aliyê beramber ve dît ji bo çareserkirina pêvajoyê eve baştirîn hilbijardeye, lê belê eger pêvajoya niha qebûl kirin vedigerîn ser raya gelê Kurd û bila biryara xwe bide. Ez gelek bi rûnî û eşkereyî li vî derbarî de diaxivim.

 

* Eger Serok Celal Talebanî axaftineke xwe yê din hebû û daxwaz ji we kir aram bigrin wê demê çi helwesta we dibe?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Hemû tişt bi tefahum tê kirin û tu nakokiyek me li gel Serok Talebanî da tûne, gel merce û merca mine jî.

 

* Ku wate li paşarojeke nêzîk da ew referanduma serbixweyî tê kirin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew hilbijardeye dawî ye, eger rê û cîh û encaman da bê hêvî buyîn bêguman bi hêviya xwedê wê referandumê dikîn. Birastî me tu hilbijardeyekî din li ber wan de nemaye û gelê Kurd jî ji vê zêdetir vê pêvajoyê wiha qebûl nake, ma ne bese 6 sale li benda wanîn tenê ji bo destpêkirina bi cîh kirina sozên xwe? Tenê destpêkirin ji ber ku wan hemû sozên dane weku xwe tenê bi bê destpêkirin bi cîhkirinê mane. Birastî ez bi mafê gelê Kurd dizanim li vê pêvajoyê de piştî ewqas tehemmulê li dijî me raperê.

 

* Bi berdewambûna vê pêvajoyê, metirsiya we bi biharekî Kurdî heye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexweşe 6 sal bi bê çareserkirina wan giriftan mane, pirsa maddeya 140 pirsa Pêşmerge, pirsa artêş, her carek sozek bidin paşê carekî din hilbijartin carekî lûtkeya Erebî, 6 sale me bi van tiştan ve radikêşin.

 

* Piştî 6 sal, gelo ji aliyê we ve bihara Erebî pêwendî bi wê tundkirinê ve heye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bihara Erebî tu pêwendiyekî bi pêvajoya me ve tûne, bihara rastîn li sala 1991 li Iraqê da rû da.

 

* Bila vegerîn ser pirsa hevpeymanan, gelo hevpeymanên we li Iraqê de kîne?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Em hevpeymanê hemû Iraqê ne, hevpeymanê wan hemû kes û hêz û aliyane ku baweriya wan bi demokrasiyetê hebê li Iraqê da bi Şî'e û Sunne û Kurd ve.

 

* Her li peyama we ya Newrozê da we dûpat li ser pabendbûna bi hevpeymaniya li gel Şî'eda kir bi wê pêgeha li dijî dîktatoriyetê da we xebat kiriye û qurbaniyeke zêde daye bi taybetî alîgirên her du Şehîd Hekîm û Sedir, eve wateya ewe dide ku hun dixwazin hevpeymaniya xwe li gel hizbên Şî'e da biguherin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Li dema derbasbûyî de hinek deng gelek bilind bûye, qaşo em helwestekî hevdijî Şî'e reftarê dikîn. Eve jî li rastiyê de zulmekî mezine ez dûpat dikim em hevpeymanê Şî'e ne, hevbeşîn li zulm û pêwendiyeke me ya dîrokî heye ku nakîne qurbana tu tiştekî, min got ew Şî'a yên em nas dikîn li nexweştirîn pêvajoyê de li gel me da bûne û li yek sengerî da bûne, lê belê min negotiye meclîsa E'la (Bilind) yan Teyiyara Sedir, min got em li gel wan Şî'ayane li yek xendeqê dane, lê belê bêguman her Kurdek yan Sunneyek yan jî Şî'eyek takrewî li lûtkeya desthilatê da bike em li dijî wan radiwestin.

 

* Wiha têdigihîn ku hun dixwazin Malîkî îhmal bikin û li gel Erebê Sunne hevpeymaniyê pêkbînin û li pêvajoya siyasî da bibin zorîne?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Min rêz ji bo xebat û qurbanîdana Hizba De'we heye û dizanim vê hizbê çi kiriye û çi pêşerojekî xwe ya xebatgêrane heye û çend şehîd daye. Ez niha jî û li paşarojê jî her rêz li xebata wê hizbê digrim. Em tu demek li dijî Hizba De'we nebûne û nabîn lê belê ez dibêjim niha derketineke ber bi çav ji pêvajoya siyasiya Iraqê û pêvajoya demokratîk da heye. Ji ber ku niha qorxkariyekî ber bi çav ji aliyekî diyarkirî ve tê dîtin. ku wate birayên tên pêvajoyê çareser bikîn yan na? Lê belê eger bêdengî li vî derbarî de hebû Iraq berev karesatê hengav davêje ku me bi tu awayekî qebûl nekiriye û qebûl nakîn. 

 

* Lê belê Malîkî û tîma wê ewe dûpat dikin ew siyaseta wan palpiştiyekî cemawerî ji aliyê Şî'e ve heye? 

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew azade çi bibêje, lê belê bi temaşe kirina rastiyê pêvajoyê dibînîn ew Serok Wezîre, Serkirdeyê Giştî yê Hêza Çekdare, Wezîrê Bergirî û Navxoye û cara dawî jî daxwaza Birêvebiriya Banka Navendî jî kiriye ku berpirsiyariyê bo wî ve veguhezin, bi vê reftarê eger wî palpiştiya hemû cîhanê jî hebê, ji aliyê me ve hatiye red kirin.

 

* Neman yan guhertina Malîkî dikin merc ji bo mayîna xwe ya li pêvajoya siyasiya Iraqê de? Eger wiha nehate kirin ji bo referandumê dîsa vedigerin ser raya gelê Kurd?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Li gel hêzên din guftûgoyê dikîn û pirsê bi berpirsiyariyekî bilind ve behs dikîn û hemû hilbijardeyan dixîne ser mêza guftûgoyê û li wan dikolîn û hewl didîn baştirîn pêvajoyê ji bo hemû Iraqê hilbijêrîn bi awayekî zamînkar ji bo bi cîhkirina vê destûrê. Lê belê eger ew erk û kar serneketin, belê ji bo referandumê vedigerîn ser raya gelê Kurdistanê.

 

* Gelo hun qebul dikin ku we şaşiyek li beramber Bexdayê da kiribê?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez nabêjim şaşî nebûye û her şaşiyek jî hebê înkar nakim û her demek jî şaşiyeke me hate selmandin em amadene rast bikîn û daxwaza lêborînê ji gelê Iraqê bikîn.

 

* Daxwaza lêborînê, ji tu siyasetekî Bexda beramberî we ve tê dîtin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi tu awayekî ew tişt nebûye û me nekiriye, bi berevajiya wê me nermiyekî zêde li asta daxwaziyên xwe de nîşan daye.

 

* Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê hun bawerin ku hel û mercê niha ya Kurdistanê ji bo ragihandina serbixweyiyê pêkhatiye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez wiha bi kurî hizir nakim, ez dixwazim gelê Kurd eve bizanê ku me hemû erk û şiyanên xwe xistiye holê ji bo pêkanîna paşarojeke geş ji bo vî gelî û hemû Iraqê bi giştî. Me nermiyekî zêde nîşanda û aramiyekî zêde girt heta ku gihîştîn vê qonaxa îro û hilbijartin wê demê bi destê vî gelî ve dibê û biryara xwe ‬dide. Ez jî tu berpirsiyariyeke exlaqî û wîcdanî ve dibim û li ser min namîne.

 

* Hun bawer dikin ku piştî van hemû xebatan gelê Kurd hêjayî dewlete? Ez nabêjim tenê Kurdê Iraq belku Kurdên dewletên din jî wekî mînak niha Kurdê Sûriye çavê wan li we ye bi wê yekê kar ji bo guherîna pêvajoya xwe bikin, ji bo we ew derfet pêknehatiye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Min herdem gotiye û dibêjim, em neteweyekîn bi bêyî daxwaza xwe hatîne dabeşkirin. Ji me nahetiye pirsîn we serbixweyî divê yan jî mayîna li gel vê dewletê yan ewê din dixwazin. Ev dabeşkariye li ser me da hatiye sepandin û hun jî baş ji kardaneweyên vê dabeşkariyê agahdarin. Lê belê mafê serbixweyî ji bo Kurd mafekî xwedayiye, mafekî asayî û rewaye mafekî yasayiye ji bo vî neteweyî. Ez li gel mafê biryardana çarenivîsême ji bo vî gelî û li gel dewletê serbixwedame ji bo vî neteweyî. Lê belê bi bêyî hêvîbirina ji bo tundutîjiyê belku bi guftûgo li dema guncaw da li gel wan gelên li gel wan da dijîn.

 

* Mebesta we ji dema guncaw çiye? wekî mînak pêvajoya herêmiye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Dema guncaw eweye ku bi bêyî tundutîjî kar bê kirin bi tefahum wekî ku li Çekoslovakyaya berê rû da.

 

* Egera damezrandina dewleta Kurdî bi bêyî tundutîjî heye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Belê ew egere heye ji ber ku bi dema derbasbûyî de çendîn pêşketinan bi xwe ve dît eger berî 20 salan me wiha hizir bikira me bawer nedikir bi tu awayekî pêkbê, lê dinya diguhere.

 

* Birêz Barzanî, we got mafê serbixweyiya Kurd mafekî xwedayiye, ji ber çi niha hun vê destpêşxeriyê bi bêyî acizkirina dewletên herêmî naxin rû, ji ber ku birastî eve demeke dîrokiye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Piştî cengê yekemê cîhanê dema navçe bi Kurdistanê ve hate dabeşkirin mixabin rastiyeke tehl pêkhat. Komdengiyek ji aliyê dewletên navçeyê ve dihate pêkanîna ji bo rawestana li dijî xwest û daxwazên gelê Kurd. Li hinek dewletan da bi tenê mafê welatîbûnê jî nehate dayîn. Lê belê niha pêvajo bi tevahî hatiye guhertin û zêdetir berev pêş diçe. Li dema derbasbûyî de me xebat ji bo parastina hebûn û nasnameya neteweya xwe kiriye û li wir da jî serkeftîn û me qurbaniyekî zêde li vî derbarîde da qurbaniyeke wiha ku bihaya 20 serbixweyiya bê neku yek serbixweyî, dewletan jî hemû çek û siyaseta xwe ji bo li navbirina vî gelî û bêdengkirinê bikaranî, lê belê ser neketin, ku wate tu çareseriyeke serbazî ji bo li navbirina gelê Kurd sernakevê û heman çareserî ji bo serbixweyiya Kurd jî sernakevê, lê belê ku min got ewe mafekî xwadayiye mebesta min eve bû xwedayê mezin me bi Kurd afirand, min daxwaz ji bendek yan ji dewletek nakim mafê min bide belku daxwaz dikim mafê min jî nas bike.

 

* Li gor nêrîna we dewleta Kurdî çiye ku weku mafekî rewa dibînin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Niha em li qonaxekdane ku têda dixwazîn pirsa gelê Kurd ji wan dewletên Kurdistan li ser wan hatiye dabeşkirin li gor taybetmendiya her yek ji wan dewletan bête çareser kirin. Daxwaz nakîn pêvajoya Kurdê Iraqê ji bo Kurdê Tirkiye û Sûriye û Iraqê bê ji ber girtin. Lê belê li encamê da Kurd yek neteweye, û mafê xwe heye weku her neteweyekî dinê navçeyê bibê xwediyê dewleta xwe.

 

* Gelek kes dipirsê ji ber çi we bihara Erebî ji bo tundtirkirina xwest û daxwazên xwe nakin bi taybetî li Sûriye ku niha li raperînê daye li dijî rejîma xwe? Hun bawer nakin ku dewleta Kurdistanê dibê yek ji encamên bihara Erebî?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez bihara Erebî bi ragihandina dewleta Kurdî ve nabestim, em li gel Kurdên Sûriye runiştin û me piştgiriya wan kir ku li gel sîstema siyasî da guftûgoyê bikin bi taybetî ku ew heta niha ji mafê welatîbûnê jî hatine bêbeş kirin.

 

* Beşek ji wan mafan hate dayîn ne wisa?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Hejmarekî gelek kêm û tu ji wan hikûmet û rikeber bi aliyê mafê wî gelî da nayê, yek ji wan jî projeyeke tûne ji bo paşaroja erêniya Kurd, belê li demên dawî de dest bi guftûgoyê kirin li gel serkirdeyên rikeber, em palpiştiya wergirtina mafê wanê rewa dikîn û ji wê jî zêdetir tu tiştek me ji Suriye nexwestiye.

 

* Helwesta we ya di derbarê pêvajoya niha ya Sûriye çiye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Birastî li rijandina xwîna wî xelkê bêtawan ve nîgeranim û pêwîste gelê Sûriye biryara çarenûsa xwe bide, biryar bide kî hukma wî dike, ewê li Sûriye tê kirin li kuştin û wêrankirin cihê nîgeraniye û em jî şermezar dikîn.

 

* Ji aliyê rejîmê ve?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman. 

 

* Hun li gel rûxandina Serokê Sûriyene?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez li gel biryara gelê Sûriyeme, eger ew gel wî biryarî da ez palpiştiyê li wan dikim.

 

* Palpiştiya rûxana rejîma Sûriye dikin bi hevşêweya rûxandina Seddam wate bi tedexula serbaziya derekî?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ewê li Iraqê de rû da ez ji bo kesên din înkar nakim, lê belê ewe jî gelê Sûriye biryarê lê dide û ne girifta mine‮.

 

* Lê belê pêvajoya niha ya Sûriye dişibe pêvajoya sala 1991 ê Iraqê, dema raperîna Iraqê ji aliyê rejîma wê demê ve xelkekî zêde hatin kuştin û birîndar kirin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ji bo wê yekê ez dibêjim divê gelê Sûriye vê biryarê bide. Ji bo min li her cîhek û li her dewletek pêwîste şûna her rejîmek bedîlekî demokratî bê. Eger ew bedîl mafê hemû netewe û ol û mezheban mîsoger bike û kes li mafê welatîbûnê bê jî neke ewe bedîlê daxwazkirî dibê. Lê belê guhertin veşartiye, eve pirsekî dine.

 

* Pêvajoya niha ya Sûriye ji we re dibêje ew welat berev demokrasiyetê diçe?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Tişteke ji bo min heta niha jî nediyare û mij û morane.

 

* Hinek aliyê rikeberên Sûriye we bi wê yekê tometbar dikin ku hun rêgirin li wê yekê ku Kurd beşdariyeke çalak rikeberiyê de bike, gelo ew tomet bi we gihîştîne?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr bi berevajiyê ve, me çavdêriya kongreyek kir ji bo Kurdê Sûriye li Hewlêr û piştgirî da wan bo ku ji bo wergirtina mafê xwe sûd li vê derfetê werbigrin. Lê belê rikeberên Sûriye mafê welatîbûna Kurd li Suriye de nade, eger mafê Kurd yê neteweyî nedin Kurd jî naçê nav rêza rikeberan û li gel wê yekê jî ew azadin û eger wê tiştê hilbijartin em pîrozbahiyê li wan dikîn.

 

* Lê belê behsa wê yekê jî tê kirin we ji wan re gotiye rê bidin rejîm biruxê û paşê hemû Kurdê Sûriye bêne cem we?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi tu awayekî rê nadîn û qebûl nakîn tu Kurdek yek bostê axa Kurd bi cîh bihêlê rê nadîn ax û gelê Kurdistanê bi cîh bihêlin û bêne cem me.

 

* Na, mebesta min eweye we ji wan re gotiye bê aliyê biparêzin û piştî rûxana rejîmê paşê rola xwe wergirin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Nexêr eve neraste, min ji wan re got hun biryara çarenûsa xwe didin û hun biryara wê yekê didin li gel kî rêkdikevin. Min piştgiriya wan kir ku yek deng û yek helwest bin û min tekez jî li ser dayina mafê gelê Kurd li Sûriye kir‮.

 

* Eger mafê gelê Kurd hate dayîn li Sûriye amojgariya wê yekê dikin ku ewlewiyata wan Kurdî bê yan Sûrî?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew Kurdê Sûrîne neku Sûrî Kurd, Kurdayetî berî hemû tişteke li Sûriye bê yan li Iraq.

 

* Ev pirs li Iraqê da we tûşî giriftan nake? Wate girifta nasnameya neteweyî û nîştîmanî?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bira em neteweyekî cûdane, li yekîtiyekî hatî xwestin de dijîn, nasnameya me ya nîştîmanî Iraqiye, lê belê nasnameya me ya neteweyî Kurdiye.

 

* Berî demekî birêz Nêçîrvan Barzanî li Îranê bû, gelo tu daxwazek heye ji bo navberkariya li navbera we û Malîkî da?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Îran dewlet û cîraneke girînge ji bo me û çavê me jî herdem li hebûna pêwendiyeke başe li gel Îranê lê belê wan siyaseta xwe heye û me jî siyaseta xwe heye. Hinek car bi hevrene û hinek car jî na. Lê belê li hemû waran da pêwîste pêwendiya di navbera me û Îranê pêwendiyeke dostane bê bi parastina berjewendiya hevbeş.

 

* Pêwendiya we ya li gel Tirkiye çawane?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Pêwendiyên me li gel Tirkiye gelek başin û li pêşketinê dane. 

 

* Dema Lûtkeya Serkirdeyên Ereb li Bexda hate sazkirin hun amade nebûn û çûne Bulgarîstanê, gelo eve jî peyameke ji bo Malîkî?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Erkê min nebû beşdariya Lûtkeya Serkirdeyên Ereb bikim. Dawetname jî li roja 28/03 gihîşt destê min, her li wê rojê min Kurdistanê bi cîh hişt.

 

* Lê belê diyare we bi xwediyê malê zanîne?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez naxwazim fizûlî bim û ser bi xwe biçim, Bexda paytexta mine û kes nikare rê li min bigrê ku neçim Bexda û serdanê bikim û beşdariya kongre û rûniştinên li Bexda bikim. Lê belê ewe erkê dostên dine.

 

* Lê belê hun bi wê yekê xweşhalbûn ku ew kongre li Bexda hate sazkirin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Sazkirina vê kongreyê li Bexda hengavekî erênî bû û xwedê zêde bike mîhvan bi selametî ve vegeriyan welatên xwe.

 

* Ewe bi sedema

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌