ROJNAMEY XEBAT 2012-05-05
Gotara Serokê Herêma Kurdistanê ya li Kongreya Girdbûnewey Erebî Bo Serxistinî Dozî Kurd

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Xuşk û birayên amadevanên ezîz

 

Rê bidin min bi navê gelê Kurdistanê û bi navê xwe germtirîn bi xêrhatinê li we bikim, hêviya bi serbirina demeke xweş ya li Hewlêrê dixwazim û hêviya serkeftinê jî ji bo kongreya we dixwazim.

 

Sazkirina kongreya we ya li Hewlêr îro li demeke gelek hestiyar daye çi li ser asta Iraqê yaxud li ser asta rojhilata navîn bi giştî, ne seyre jî dîrok xwe dûbare bike. Li sala 1966 û li rojekî wekî îro da rejîma wê demê ya Iraqê êrîşekî bê rehmane li ser Herêma Kurdistanê kir û hemû cûre çek û şiyaneke xwe bikaranî, lê belê gelek têkoşerên Ereb û Kurd berengar bûn û xwîna gelek şehîdên Kurd û Ereb têkelhev bû bi taybetî birayên Hizba Şuî'ya Iraqî li navçeya deşta Rewandiz. Li rojekî weku îro da şerekî kujinde li deşta Rewandizê hate encamdan. Li gel wan hemû çek şiyanên artêşa wê demê ya Iraqê ku hebû şikest xwarin û têkçûn bûye nesîbê vê artêşê û serkeftin û serwerî bû bi nesîbê gelê Kurd û gelê Ereb û têkoşerên Kurd û Ereb li Iraqê da.

 

Mixabin hêdî hêdî çend dengekî nawaze dibînîn û dibîhîsîn ku tenê ji bo ku nîştîmanperwerî û Erebbûniya xwe biselmênê dihêt êrîş dike ser Kurdistanê û dijmindariyekî tund ji bo Kurdistanê nîşan dide. Hun jî îro li Hewlêr li Kurdistanê berengariya wan hewlên şoveniya nabicîhan dibin.

 

Eve rûne û helmetekî zalimane dibînîn, gelek mixabin wiha diyare heta weku îro jî gelek ji zarokên neteweyên Ereb û kolana Erebî tu zanyariyekî wiha di derbarê meynetiyên gelê Kurd tûne. Em heta îro li pey termê zêdetirê 180 hezar mirovê Kurd digerîn ku zêdetirê wan jin û zarokin. Ew li gorên bi kom li axa başûrê Iraqê bi zîndî hatin binaxkirin. Li gel ewe jî gelê Kurd li rêya Parlemena Kurdistanê ve mayîna li çarçêweya Iraqê hilbijard. Lê belê bi çi Iraqek? Iraqekî Federalî demokratî fireh alî.

 

Rêzdaran, Ezîzan... 

 

Me hêviyeke mezin ji qelemên we heye bo ku bergiriyê li rastiyê bikin, em daxwaz ji we dikîn her şaşiyeke me ku hûn bibînin me hişyar bikin. Lê belê li heman demî de daxwaz ji we dikîn bergiriyê li doza gelê Kurd bikin. Ev kongreya ku we bi vê navnîşanê hilgirtiye: Kongreya Yekema Korbenda Erebî ji bo serxistina doza Kurd, temaşe bikin ev diruşm çend xweşike.

 

Stratejiya me rûn û eşkereye û tu demek dev ji wê bernadîn. Em bi lêborînê berengarê tolê dibîn, zimanê guftûgoyê li cem me gelek ji zimanê çek û êrîşê baştire û em piştgiriyê didîn.

 

Em ji firoke natirsîn, li firokeyên Mêk û Mîrac û F16 an netirsiyayîn, lê belê tirsa me li wir daye ew kultûra kevina ku wiha dizanê zimanê firoke û top û çekên giran zimanê çareserkirina girifte, tirsa me ji wê heye xwîna Iraqiyan carekî din birije. Em ji wê yekê ditirsîn xwîna birayên bêtawanê Iraqî birijê, ji firokeyên Mêk û Mîrac û F16 natirsîn.

 

Em bi hemû şiyaneke xwe ve kar ji bo bihêzkirina birayetiya Kurd û Ereb û birayetiya Kurd û Ereb û Turkmen û Aşûrî û Kildanî dikîn. Kurdistan jî herdem weku qelayê demokrasiyê û mînaka jiyana lêborîniya olî û neteweyî dimînê û ewên li wan sîfatan ne li gel me bin her çi hewlek bidin berev pêgehekî din xeyrî wê pêgehê nikarin me bikêşin bêguman şikest dihênin û qebul nakîn.

 

Xuşk û birayên ezîz... 

 

Ji wê yekê bêguman bin û baweriya we bi wê yekê hebê tu tiştek ji bilî dîktatoriyetê êrîş li yekbûna Iraqê nake. Hemû rêyek li ber digrîn û hemû hewlek didîn bo ku hemû giriftan li rêya birayane û demokrasiyane û bi zimanê guftûgoyê çareser bikîn. Ji bo wan hemû kesên ev mesele li cem wan girînge dûpat dikîn bi her bihayek bê em tu demek qebûl nakîn li jêr sîbera dîktatoriyetê da bijîn.

 

Ev serdem, serdema gelane, ne mumkîne tu fermanrewayek li dijî îradeya gelê xwe rawestê. Mafê rewayê me Kurdane jî ew bi xwe biryara çarenusa xwe bide. Em daxwaz ji gelên din dikîn vê mafê ji me wernegrin ji ber ku li encamê de gel bi xwe biryara çarenusa xwe diyar dikin.

 

Li dawiyê de dixwazim bi wê dirûşma we dawî li axaftina xwe binîm, Azadî û demokrasî û jiyana medeniya destûrî û rêzgirtin li mafê biryardana çarenus ji bo hemû gelan mîsogeriya birayetiya netewî û jiyana hevbeş li navçeya rojhilata navîn. Careke din bi xêrhatina we dikim û hêviya demeke xweş ji bo we dixwazim û hêviya serkeftinê ji bo kongreya we dixwazim. Silav û rehmet û bereketa xwedê li ser we bê...

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌