ROJNAMEY XEBAT 2012-05-27
Naveroka axaftina Serok Barzanî ya li Konferansa Diyarkirina Roja Pêşmerge:

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Xuşk û birayên birêz! 

 

Gelek xweşhal û şerefmendim li vê helkeftê de li gel we beşdar dibim. Gelek spasî Wezareta Pêşmerge dikim ji bo rêkxistina vê konferansê û vexwendina min ya wekû Pêşmergeyek. 

 

Pêşmergayetî gelek wateyan hildigrê, Pêşmergayetî wate şeref, wate serwerî, wate xwebexşîn û ew şeref jî şansekî mezine eger li ber her kesekî bikevê.

 

Pêşmerge ew kese ku giyanê wî li ser deste û rojane li benda mirinê ye, divê çi bê li giyanê mirov delaltir û xweşdivîtir bê, ew jî axa Kurdistanê bû. 

 

Hemû gelê Kurdistanê keda xwe pê daye û westiyaye, Pêşmergeyên Kurdistanê serweriyên gelek mezin tomar kiriye. Destanên wiha tomar kirine, ku mixabin wê demê me jî ew îmkaniyet nebû û teknelojî jî wekî îro nebû. Destanên wiha hatiye tomar kirin ku eger îro xelkek bîbînê, renge her bawer neke. 

 

Mirovê Kurd karî berengariya wan hemû çek û teqemeniyên dijmin bike. Pêşmerge bi îrade ve şer dikir. Eger na tu hevsengiyekî li îmkaniyata li gel dijmin da nebû. 

 

Li Destana Zawîte ku yekem şerê gelek mezinê şoreşa Eylûl bû, Pêşmergeyek bi Tapir teqe li firokeyekî cengî kiribû. Jêra gutibûn ku Tapir nikarê wê firokeyê bikevê, ewî gotibû: Çawa nayê xwarê, êdî ew dûkel û dûman çiye, radibe û dibêje eve min lê da. 

 

Bi vê îradeyê şer dihate kirin. Ez bi xwe carekî li Zozik şahîd bûm ku mamostayekî olî bi navê Mamosta Salih tifengê wî bi dest ve û fîşekdanê li xwe bestiye, min got Mamosta cenabê te li vir çi dike, got behsa ewe dikin ku êrîşî ser me dikin û got îbadeta rastî eveye. 

 

Çendîn dayik û xuşkên qehreman li gel Pêşmerge bûn û eger ew nebûna, Pêşmerge nedikarî Pêşmergayetiyê bike. 

 

Ji ber wê rola jin jî li şoreşa rizgarîxwaza gelê Kurdistanê da ji rola mêr kêmtir nebûye, eger zêdetir nebê. Zilam çek hildigirt, diçû şer, lê belê ew dayik bû û erkê wê girantir bû. 

 

Ji bo wê yekê birastî çendî pesn û metha Pêşmerge bê kirin kême, Pêşmergeyê Kurdistanê temaya xwe nebû bijî, li benda tu îmtiyazatekî kiriba, lê belê îro ku xwedê derfetê daye li sayeya wan şehîdan da azadiyekî zêde û serkeftinekî mezin bi dest ve hatiye. Erkê Hikûmeta Herêm û Parlemen û hemû neteweyê Kurde ku gelek bi rêz ve wan şehîdan bi bîr bîne û Hikûmeta Herêmê jî li gor îmkaniyat divê xizmeta wan bike.

 

Ji hemûyan nexweştir jî eweye ku hinek car hinek kes hene ku xebat û têkoşîna Pêşmerge li ber çav nagrin, ez bawerim eve tawane. 

 

Pêşmerge mulkê hemû Kurdistane, her ji bo wê yekê jî ji bo vê konferansê destxweşiyê li we dikim, ku ew hemû aliyê tevgera rizgarîxwaza neteweya me têda beşdar bûn, li vir amadene, bo ku rojek bi navê Pêşmerge destnîşan bikîn. 

 

Maşallah li salê da rojek nebûye ku Pêşmerge destanekî tomar nekiribê. Destnîşankirina wê vedigerînim bo we, lê belê bi raya min Pêşmerge roja xwe heye. Destpêka şoreşa Eylûl baştirîn roje bo ku bibê roja Pêşmerge. 

 

Li 11 ê Eylûlê de seranserê Kurdistanê raperî û hemû neteweyê Kurd yekdest û yekreng bû. Ji bo wê yekê jî şoreşa hemû mîlletê Kurde. Li gel wê yekê jî bo we bi cîh dihêlim. Tenê ji hizbayetî dûr bê, ji ber ku wekî ku min got Pêşmerge yê hemû Kurd û xebata rizgarîxwaza neteweya meye. 

 

Ewê gelek nexweşe eweye ku hinek car wiha bûye ku şer li navbera Pêşmerge da rûdaye, eve nexweştirîn tişte, lê belê xweşbextane ez gelek bi wê yekê serbilindim ku bibêjim niha ew nemaye û bi hêviya xwedê heta dawiya îsal yek leşkeriya tevahî yekgirtî ji bo Kurdistanê dirust dikîn, ku ser bi Wezareta Pêşmerge dibê. Êdî nabê tu hizbek hêz û Pêşmergeyê hebê û Pêşmerge, Pêşmergeyê Kurdistane. 

 

Ji hemûyan xweştir eweye ku tevgera rizgarîxwaza neteweya me ji hemû perçeyan derketiye ku xwîna hevdû birêjînin û carekî din dibêjim ku her çi bibê bila bibê, lê belê nabê carekî din xwîna Kurd bi destê Kurd û xwîna Pêşmerge bi destê Pêşmerge birije û divê bermayiyên wê jî nemîne. 

 

Li bîra we hemûyane ku şoreşa Eylûl destpêkir, diruşma navendî ewe bû ku demokrasî ji bo Iraq û wê demê otonomî ji bo Kurdistan bû. Eve destnîşankirinekî hekîmane bû ji bo kêşeyên Iraqê, ku eger Iraqekî demokratî nebê, ne kêşeya Kurd û ne tu kêşeyekî din çareser nabê. 

 

Ew diruşm wiha kir ku gelek ji birayên me yên Ereb hatin û bûn bi Pêşmerge û şehîd jî bûn. Bi taybetî ew Pêşmergeyên ser bi hizba Şu'î(komunist) bûn. 

 

Îro jî bi mixabinî rûbirûyê heman kêşeyê bûne, meseleya demokrasî li Iraq. Eger Iraq bawerî bi demokrasî hebê û pabendî destûrê bê, tu kêşeyekî me nabê, ji ber ku niha li gel cenabê Serok Mam Celal hewlekî berdewam li holê daye bo ku ji wê tengasiyê derbikevin. Bi awayekî ku li berjewendiya Iraq û Kurdistanê da bê. Lê belê ez bawerim mîlletê Kurd jî gihîştiye wê baweriyê û ew biryara ku nahêlîn carekî din tu dîktatorek hukma Iraqê bike. Em li dewletek da dibîn ku demokratî bê û pabendî wê destûrê bê, ku pêkve li gel gelê Iraqê % 85 deng bo wê daye. 

 

Li dawiyê de gelek spasiya we dikim û daxwaza serkeftinê li we dikim, destxweşiyê li we dikim û gelek spas.

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌