ROJNAMEY XEBAT 2012-07-02
Naveroka Gotara Serokwezîrê Kurdistanê Di Dema Îmze Kirina Protokola Navbera Export Bank Ya Komara Çek Û Kompaniya PSG Ya Kurdistanê

Roja baş ji we re û hun bixêr hatin

Ez kêfxweş im ku, îro digel we yên birêz, di merasima îmzakirina protokolê navbera Export Bank a hikûmeta Çekê û kompniyeke sektora taybet a Kurdistanê, ji bo zêdetir pêşde birina sektora enerjiyê li Kurdistanê de beşdarî dikim.

Ez weke Serokwezîrê Kurdistanê çi di dema kabîneyên berê û çî jî di kabîneya niha de di gelek minasebetên aborî yên giring û dîrokî de başdarî kiriye ku, projeyên giring bûn û bandoreke mezin li ser pêşkeftina civaka me kiriye, ev yek jî ji bo min rûmetek mezin e. Îro jî, ez kêfxweşim ku, di minasebeteke din a dîrokî û projeyekî bêhempa ku cara yekeme li Kurdistanê de tê encamdan, digel we beşdariyê dikim.

Ew projeyê ku, îro li wir plana amadekirinê jê re tê danîn û piştî îmzakirinê dê bikeve pratîkê, bi tenê avakirina wêstegehekê karebê (elektirîkê) nîne, lê ji bo bidestveanîna piştgiriya ekonomiya biyanî di projeyekê hêlbirînê de li Kurdistanê de destpêka pêvajoyeke nû ye.

Îro, bo cara yekem rêkeftineke giring, ez dikarim bêjim rêkeftineke dîrokî, navbera bankayeke berhemanînê a hikûmeteke biyanî û kompnîyeke sektora taybet a Kurdidstanê, kompaniya Kar, tê îmza kirin ku, ev jî ji bo me hemûyan destkeftekî giring e. Ev pêngav hokareke û deriyekê nû ji bo çavkaniyên bidestanîna sermayeyê biyanî vedike ku, piştgiriyê ji pirojeyên din yên berhemanînê li herêma Kurdistanê re bike.

Dema me qanûna sermayerazandinê (investment) a herêma kurdistanê derxist, me gelek derfetên cihê bo kompaniyên sektora taybet yên navxwe û yên derve pêkanîn daku, di helmeta avadankirin û binyatdanan infrastruktura aboriya herêma Kurdistanê de beşdariyê bikin. Ew pêşkeftin û geşbûna îro li herêma Kurdistanê heye, derencamê dîtin, dûrbînî û geşbînîya me a ji bo nuha û bo paşeroja herêma Kurdistanê ye.

Em hêvî dikin ku, ev pêngava Bankaya Hinartinê (Export Bank) a Komara Çekê, ji bo bank û saziyên ekonomî yên biyanî ku, ew jî bikaribin di beşdarî û encamdana projeyên giring û karîger li herêma Kurdistanê rol bilîz in, rêxweşker be.

Ez bi pêdvî dizanim ku, di vê roja dîrokî de, bi navê gelê Kurdistanê û hikûmeta herêma kurdistanê, ji bo destpêxeriya wan a mezin û pêngava wan a biwêrane bo piştgiriya vê projeya stratejîk li herêma kurdistanê, sipasiya Bankaya Hinartinê a Komara Çekê bikim.

Di demekê de ku, em ji bona bidestanîna zêdetir pêşkeftinan û berdewambûna îstîqrarê, li ser xebatên xwe berdewamîn, di heman demê de, ji bona pêşxistina sektora elektirîkê ku, şademara jiyana modern e, û heta ku timama pêdawîstiyên di vî warî de bo hevwelatiyên ezîzên Kurdistanê dabîn bikîn, em dê li ser pêngavên xwe berdewam dibîn.

Di kabîneyên berê yên hikûmetê de, dabînkirina av û karebê ji bernameyên me yên pêşîn bûn. Di van waran de jî me pêşkeftinên baş bidest anîn ku, nuha hevwelatiyên herêma Kurdistanê fêdey jê dibînin. Mînak; Hîngê kareba herêma Kurdistanê 200MW bû, ev jî berhemê navxwe, elektirîka niştimanî û ew kareb a ji Tirkiyeyê dihat, bû. Lê belê nuha bi tenê berhemê navxwe yê kareba herêma Kurdistanê digihîje du hezar û pêncî Megawat. Tevî vê jî, parsal, ji bona çareserkirina pirsa kêmiya karebê, me dest bi alîkariya wîlayeta Kerkûkê kir û nuha jî ji bo heman armancê hevkariya wîlayet û bajarê Musilê jî dikîn.

Bê guman ew elektirîk bi hêsanî bi dest ve nehatiye, lê sektora taybet roleke sereke tê de dîtiye. Hikûmeta herêma Kurdistanê jî piştgirî di dabînkirina pêdawîstiyan û mazotê de kiriye û kareb bi buhayekî giran kiriye û firotiye hevwelatiyên herêma Kurdistanê bi buhayekî erzan.
Miqayse digel salên berê, sektora elektirîkê li herêma Kurdistanê bi awayekî ber bi çav pêşkeftiye, lê berdewam xwesek û daxwazî li ser karebê ber bi zêdebûnê diçe, em jî dê li ser zêdetir dabînkirina xizmetgozariyan berdewam bin. Em dê, ji bona zêdekirina îmkanên berhemanîna karebê û nûkirina torên karebê ku, digel xwestek û pêdawîstiyna bigunce, hewlên cidî bidin.

Vekirina rafîneriya Hewlêrê ku, projeyekî gelek giring ê sektora taybet, kompaniya Kar bû, sê sal beriya nuha kete karî. Îro jî berhemê wê rafîneriyê li bazarê herêma Kurdistanê de ye û dikare beşeke mezin ji pêdawîstiyên navxwe dabîn bike. Ev projeyê ku, em îro encam didin, modeleke nû ye ku, sektora taybet tê de pêşeng e û di warê siyasî û moral de jî hikûmet piştgiriyê lê dike.

Ya ku, em îro dibînin, mînakeke pir dilxweşker a berhemanînê a hevbeş di navbera hikûmet û sektora taybet de ye. Kompaniya Kar a herêma Kurdistanê, kompaniya PSG a Komara çekê û kompaniya Rênêsans a Tirkiyeyê, di warê karên xwe de tecrûbe û şarazayîyeke mezin heye, û ew kompanî dê bine hokarekê peydakirina kar û pêşxistina herêma Kurdistanê.

Li wira careke din, ez bi pêwîstî dizanim, sipasiya Bankaya Hinartinê a Komara Çekê û her du kompaniyan, lihember beşdarbûna wan di vê projeyê de, bikim. Herwesa ez dixwazim sipasiya birayê birêz şêx Baz Kerîm û hevkarên wî li kompaniya Kar bikim ku, wan careke din îspat kir ku, sektora taybet li herêma Kurdistanê dikare roleke sereke di pêşxistina projeyên stratejîk de bilîze.

Sipasî û pîrozbahiyên xwe pêşkeşî wan hemû birêzan yên ku, di vê projeyê de beşdar in, dikim. Bi tyabetî sipasiya wezîrê samanên xwezayî û wezîrê elektirîkê yên hikûmeta herêma Kurdistanê, li hember piştgiriya wan bo vê projeyê, dikim. Hûn dizain ku, xelkê Kurdistanê li hember wan projeyên hûn encam didin kêfxweş in. Ev yek jî ji bona encamdana projeyên mezintir li herêma Kurdistanê, û ji bona avakirina civakeke pêşkeftî, alîkar e.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌