ROJNAMEY XEBAT 2012-07-01
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya li rêwresma 31 mîn derçûyên Zanîngeha Selahedînê de hate xwendin

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Cihê xweşhaliya mine ku îro şahidê ahengê derçûyên polekî dinê xwendekarên Zanîngeha Selahedînê dibîn. 31 mîn xula derçûyên xwendekarên vê zanîngehê tomarkirina rûpelekî nû ye li dîroka serkeftin û şanaziyên xwe.

 

Bi vê helkeftê ve pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwendekarên delal dikim û spas û destxweşiyê jî pêşkêşî mamostayên birêz yên Zanîngeha Selaheddînê dikim, ku bi ‌hewl û westabûna wan îro komek şiyanên dinê genc pêşkêşî komelgeha me dikin.

 

Hêvîdarim Hikûmeta Herêmê bernameyeke xwe ya guncaw hebê da ku bikaribe baştirîn sud li van şiyanan werbigrê û derfetek ji bo van ezîzan birexsênê, ku li gor pîsporiyên xwe xizmeta gel û nîştîmana xwe bikin û li pêşxistina welat da li rûyê aborî, siyasî, pîşesazî, avadanî, pêgihandin û perwerdehiyê de beşdar bibin. Hêviya me bi şiyanên van gencan geleke û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

 

Ev xwendekarên delalên ku îro ahenga derçûna wane, ser bi ‌hemû netewe û ol û mezhebên vî nîştîmanîne. Hun wekî çepke gulek pêkve perwerde bûne û pêkve ji bo xizmeta welat hengavan davêjin.

 

Hêvîdarim her wiha wekî li dîroka me ya pêkvejiyanê da hatiye pejirandin giyanê tebayî û hevdû qebûlkirinê biparêzin û giyanê lêborîniyê pêşbixin, giringtirîn şanaziya me ev pêkve jiyane û bi hêviya xwedê ev şanazî berdewam dibê û rê nadîn kes derzek bixe navbera rêzên me.

 

Rêzdaran...

 

Zanîngeha Selaheddîn wekî zanîngeha dayik û hemû zanîngehên dinê Herêmê cihê girîngîpêdana meye. Ji tu hevkariyek kêmasiyek nakîn ji bo pêşxistina asta zanistiya vê zanîngehê. Ji bo wê yekê hêvîdarîn hengavên zêdetir ji bo nûkirinê û gihandina asta zanîngehên me bi standardên cîhanî bavêjîn.

 

Hêvîdarîn bi zûtirîn dem şahidî ewe bibîn ku ‌ev zanîngeh berhemên fikrî û teknîkî de zêdetir û bandortir li asta navçeyê û li asta cîhanê da pêşkêş bikin.

 

Rêzdaran...

 

Pîvana pêşketina welatan, pêşketina warê perwerde û fêrkirine, bi taybetî qonaxa zanîngehê jî li vê pêvajoyê de gelek girînge. Ji bo wê yekê tekez li ser ewe dikim ku eger bixwazîn gelek ji wan kêşeyên ku niha li civaka me de heye rizgar bibîn divê li zanîngehan de amadekariyê ji bo wan bikîn. Hemû aliyek hêviyeke mezin ji zanîngehan heye, hêvîdarîn bi pêşxistina sîstema zanîngehên me û nêzîkkirina ji standardan, çalakiya van zanîngehan ji bo avakirin û mîsogerkirina paşerojekî nîştîmanî zêdetir bibê.

 

Ev serkeftina we li we û li me pîrozbê.

 

Li gel rêz û xweşdiviyên min

 

 

Mesûd Barzanî

 

Serokê Herêma Kurdistanê

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌