ROJNAMEY XEBAT 2012-07-02
Jin Le Dûrgey Pîrozda

Heme Se'îd Hesen
Lay 'Ereb, piyaw her le jin 'aqltir û balatir û behêztir nebû, abirûmendtirîş bû, axir qseyekî (nesteq)î benawbang, yan drusttir, bedinawiyan heye, delêt: (piyau le jn beşereftire.) zimanî 'erebî her lejêr karîgeriyetî huştir û espda nebû, belkû sruşt (be dengdar û bêdengiyewe, be cêgîr û bzoziyewe, be frnde û xşokiyewe,) cêpencey xoy be seriyewe cê hêştbû. qsey nesteqî 'ereb be giştî, îdî bo stayş bûwaye yan serzenşt, piştî be ajel debest, boye ewe asayî bû, ew karîgeriyetiye bo lay afretîş bperêtewe.

Jîngey 'ereb, çunke uşk û sext bû, ewe ştêkî çawerêkiraw bû, zimanêk birskêt, ta bilêyît, zbir û requteq. 'ereb bo reşebayekî bêzarker ke maweyekî drêj le heman lawe helî kirdiba, (xerqaء)iyan bekar dehêna, heman uşeyan dedaye pal jnêk ke neydetwanî karubarî xoy berêwe bibat. (heqebiles) ke uşeyeke gutinî sexte, be manay espêyî gçke dêt, heman ştiyan be jnêkîş degut ke zl û kete bûwaye. xeylem, hem kaniyekî zorawe, hem jnêkî cwan. heyfaء, hem hewrêkî tenke, hem jnêkî nawqedibarîk.
 zehiya, hem drextêkî drkawîe, hem jnêkî (bê memk.) xedma, hem merêkî meçek û qulepê spiye, hem jnêkî pê be xirxal. fezra ke plngî mêyîe, be jnêkî goştinîşan her wa degut.
 'Ereb bo jnêkî panupor û helkêşanî şmşêr, heman ştiyan delên û bo jnî sîmay spî û drewşawe û bo helatinî xorîş heman uşe debêjn.
'ereb bo mlî fîl û jnî kurtebala, heman uşeyan bekar dehêna û bo kotir û jnî cwanîş heman ştiyan degut. bo çalêk awî têda ko bibûwayetewe û bo jnêk çawî be kl nerştba, heman ştiyan degut.
yexlûl, ew barane bû ke be duway baranda dehat, jnêkîşiyan pê çak bûwaye, her uwayan pê degut. heman uşe be manay, agirêkî girberz û jnêkî qjdrêjîş dehat. bo salî (befer) û jnî biropirî tûkn, heman uşeyan bekar dehêna. le rwangey 'erebewe, biropirî jn, nîşaney kemukûrî bû le mêbûnîda, boye jnan biroyan barîk dekirdewe û muwî rûxsar û cesteyşiyan heldegirt. dewruberî gwanî huştir hendêk reş bû, boye çunke nimûney balayan huştir bû, 'ereb eweyan pê cwan bû, dewrî goy memkî jnîş meyle û reş bêt.

Suire, hem ew çore aweye le binî ew defreda demênêtewe ke helo awî lê dexwatewe, hem ew jne temenhelkişaweyşe ke hêşta tînuwêtî piyau deşkênêt. muslmanan ke wilatêkiyan fete dekird, mafî eweyan be xoyan dabû, jn û kçî ew wilate be dîl bigirn û legel xoyanda biyanhêninewe û çêjiyan lê bibînin, bew kçe pakîze û jne be dîlgîrawaneyan degut: sebaya.
sebî be manay ew şteyş dehat ke lafaw deyhêna. xelîl 'ebidulkerîm pêyî uwaye, (hokarî serekî bilawbûnewey îslam, be talanî hênanewey sebaya bû.l139)
bexaq, hem nêrî gurg bû, hem jnî çawkz û nabîna. 'ereb wek d. teha husên delêt: (be 'eql û soz na, teniya be hest heziyan le jn dekird, ewe boye wek 'umer bin ebî rebî'e, şeyday jnî smtzl debûn, ewe lay wan lutkey cwanî bû, jn smt û kefel û ranekanî zl û guştin bin.
 jnêk lay wan şajnî cwanî bû, memke gewrekanî le pêşewe, kirase awdamanekey le astî sngî berz bikenewe û le dwaweyş, xawenî barêk le smt û kefel bêt ke dîsan her kirasekey bilnd bikenewe.
le wesfî jnda, 'ereb awrî le layene me'newiyekanî mê nededayewe û xeyalî her lay ew layenaney jn bû ke be dest hestî pê dekirdin.
lay 'ereb, jnîş wek mer û huştir û esp, her be mulk hejimar dekira, ger piyauwêk jnêkî mare kirdiba, îdî debuwe mulkî û piyawe çonî xwastba, uway helsukewt legelda dekird, emeyş le komelî babsalarîda, ştêkî asayî bû. jn ke stemî lê dekira û şuwênpêyî lawaz bû, hî eweyş bû, le hêrşda be mebestî talanî, ke serçaweyekî giringî dahat bû, beşdarî nedekird.
jn hem berhemî nebû, hemîş eger hêrş kirabaiye ser xêl, le twanayda nebû dakokî le xoy bikat û ke be dîlîş degîra, debuwe maiyey şerm bo piyawanî xêl, boye le rwangey 'erebî koçeriyewe, sûk serncî dedra. ke 'ereb lay wa bûbêt, jn nek her berhemhên û şerker niye, belkû serçawey şermîşe, îdî pêyî asayî buwe, sûk boy birwanêt.

'ereb ke le jîngeyekî sextî dûr le şarstanîda jiyawe, eme uway kirduwe, kesêkî req û zbir bêt, kesêk be zimanêkî qurs û uşkubirîng bpeyvêt û hezî le jnî bejnzrav, barîkele û xncîle nebêt û cestey jnî, wextêk pê cwan bêt, pir dest bêt, zl û qelew û hêrşhên bêt. le zimanî 'erebîda heman uşeyan degut bo ewey ke kulle deyda beser erzêkda, yan ke jnêk mindalî zorî dexstewe. selxed ke be manay gurg dêt, jnêkîşiyan pê gêl bûwaye, heman ştiyan pê degut. xelîl 'ebidulkerîm pêyî uwaye: (ewey 'erebî zimanêkî şa'îriye, bangeşeyekî pûçe, zadey girêyî xo be kem zanîne û ne lawazêk, goştin û ne birsiyek têr dekat, belam bengêke 'eql detezênêt.)
'ereb be jnî cwan delên: kotir, belam jnêk le sk bçêtewe, (boq)î pê delên. mexaz, hem amadebûnî asmane bo dakirdine baran, hem janî pêş mindalbûnîş.
zimanî 'erebî, jn be zewînêkî nzmayî deçuwênêt ke piyau her wextêk xwastî, barge û biney lê dexat, yan bew xwane hemîşe amadekirawey dezanêt, her katêk uîstî nanî lê dexwat. wata: erkî jn le bexşînî çêj û le amadekirdinî xwardinda çr dekatewe. sêber lew biyabane germeda, bayexêkî zorî heye, boye le rwangeyekî babsalaranewe, gutuwiyane: piyau debête sêber bo jn.
'ereb sûk serncî jnî kurtebalayan deda û gelêk natoreyan we duwî dexst, yekêkiyan (ce'ber) bû, ke be manay binî cam dêt. 'erebî koçerî wek çon pezekey be (helal)î xoy dezanêt, jnekeyşî her be helalî xoy nêwzed dekat û herdûkiyan her le xizmetî xoyda dexate ger!

dwa wezîrî rageyandinî rjêmî seddam, be emrîkayiyekanî degut: 'ulûc, 'îlc, be manay kerî kêwî qelew dêt. seyr û semere ewebû, 'erebî dûr le şarstanî, ke wilatêkî xawen şarstanî berzî wek mîsr yan (iêran)î dagîr dekird, be danîştûanekey degut: 'ulûc. 'îlce, be manay jnî dlreq û uşkîş dêt. be jnî qselerûşiyan degut: wek mar be piyawewe dedat.
'ereb lebirî ewey rêz le jnî betemen bigirn, (efnûn,) yan (hermele)iyan pê degut, ke yekemiyan be manay mar û duwemiyan be manay pîrehuştir dêt. jnêkî pîr eger qelew bûwaye, (beraz)iyan pê degut. nhênî ewe çiye, 'erebî koçerî, sûk bo jnî pîrî derwanî? çunke îdî nek her twanay çêj be piyau bexşîn û weçexstinewe û xizmetkirdinî nemabû, belkû pêwîstî beweyş bû, xizmet bikirêt û xorak û poşak û nîştgeyşî bo dabîn bikirêt.

baxêk ke xawenekey feramoşî kirdiba, (terîke)iyan pê degut, heman ştiyan be jnêkîş degut, eger kes xwazbênî nekirdiba. heman ştiyan be merêk şîrî nedaba û be jnêk xêriyan lê nedîba, degut. jn eger napak bûwaye, be (ker)iyan dezanî, eger pak bûwaye be (mer)iyan dezanî, wata le herdû haletekeda her be ajeliyan dezanî.
 heman ştiyan be hewrêk, baranî pêwe nebûwaye û be jnêk bo jûan nehatba, degut. serser, hem ew ba sarde bû ke wek mar pêstî însanî degest, hem ew jneyş bû, be zimanî wek mar be piyawîewe deda.
zewiyek hîçî lê şîn nebûwaye, (nezok) yan pê degut, heman ştiyan be jnêkîş degut, mindalî nebûwaye. heman uşeyan bo xakî bepît û bo jnêkîş mindalî zorî xstbawe, bekar dehêna. heman guteyan bo erzêk, salêk touiyan kirdiba û salêk na û bo jnêk salêk mindalî bibûwaye û salêk na, bekar dehêna. (cezle) ke hêşuwe xurmaye, be manay smt û kefelî gewrey jnîş dehat.

(felec) ew çeme sazgareye, le nêwan dû çiyada, rêrewî xoy heldekulêt, feluc, ew jne cwan û nazenîneye, dlî piyawan dûlet dekat. 'ereb ke lew biyabane tirsnak û tarîk û çolweoleda, şewan bo (hawdengî) agirî dekirdewe, bew agireyan degut: muinîse, eger kçêkîş dlpak û qseşîrîn bûwaye, her uwayan pê degut, anîse, lewewe hatuwe, belam (enus,) be manay segî dlovan dêt.
(afl,) hem be manay awabûnî xor dêt, hem be manay jnêkîş dêt, ke şîrî uşkî kirdibêt. ke ruwekêk tazekî serî le bin xak derhênabêt, (anf)î pê delên, ke kenîzekêkîş hêşta kes laqey nekirdibêt, her anfî pê delên, ke be manay pakîze dêt.
 'ereb çunke biruwayan be cadû hebû, ke jnêkî zêdecwan 'eqlî lê zewt dekirdin, uway bo deçûn, sîhrêk le çawîda heye ke twanay dîlkirdinî piyawî pê bexşîwe. jnêk ke le serwextî sercêyîîda, tane le twanay piyau bidat, wek dûpişk yan zerdewale bêt, (lesû')î pê delên.

ewe bo 'ereb, ştêk bû wek mehal, birwa bewe bikat, fîkirêkî dîke heye, bangeşe bo yeksanî le nêwan jn û piyauda dekat, axir fîkirî ciya û taze, pêwîstî be 'eql û zimanî taze heye.
'ereb ke galtey be însanbûnî jn dehat û wek koyle boy derwanî, ewey pê dijî logîk bû, kultûrêk hebêt, be yek çaw seyrî jn û piyau bikat. yekêk lew behayaney 'ereb dreng le netewekanî dîkewe pêyî aşnabû, yeksanî bû le nêwan nêr û mêda.
zimanî 'erebî le kultûrêkewe heldequlêt ke hêşta biruway be yeksanî nêwan nêr û mê niye, zimanêke le naxîda, rêz le nazî jn nagirêt, zimanêke wek mey bo jn derwanêt, axir 'ereb be mey serî germ dekat û be jn xoy germ dekatewe,  mey neşweî pê debexşêt û afret, lezet.
xelîl 'ebidulkerîm debêjêt: ('ereb, bêcge le geran be duway jnda, hîç çalakiyekî dîke nanuwênêt, axir ne xoy be werzşewe serqal dekat, ne be hunerewe, axir ne dexuwênêtewe, ne hezî lêyîe fêrî ştêkî nuwê bibêt.) ewe boye le kultûrî 'erebida, pêwendî nêwan jn û piyau, rûberêkî berînî dagîr kirduwe.

hîdad, ke berbestêke le nêwan dû ştda, be manay ew (mawe)iyeş dêt, ke têyîda jnî tazekî mêrd mrdû, mafî ewey niye, şû bikatewe. boçî bo jn hîdad heye û bo piyau, na? boçî piyau detwanêt, her lew rojeda ke jnî demrêt, jnêkî dîke bixwazêt? çunke piyau, hem serwerî jne û hem xawenî.
ewey jn renge skî hebêt, boye debêt çawerê bikat, bo henûke dest nadat, iêsta zanst, be asanî û be xêrayî, detwanêt ew gumane bikat be yeqîn.
'ereb le jîngeyekî sextda temenî be rê kirduwe, jîngeyek însanî tûşî xemokî dekird. awweeway biyaban ke be roj bêsnûr germe û be şew ewperî sarde, însan tewaw bêzar dekat. jiyan le biyabanda ke be degmen baranêkî lê debarêt û be degmenîş sewzayî lê bedî dekirêt, jiyanêke pir be manay uşe, dijwar. biyaban le giyanleberî drndeyş tejiye û însan lewê, nzîkey hemîşe jiyanî leberdem metirsiyekî rasteqînedaye. her ew jiyane sexteyşe uway kirduwe, bo dabînkirdinî bjêwî, rêgey pelamardanî yekdî û yektir talankirdin bigirne ber û jiyaniyan be şmşêrekaniyanewe bend bêt. 'ereb be hoy gîrxwardiniyanewe le dûrgeyekda û ew dûreperêziyewe ke tûşî hatbûn, tîşkî şarstanîşiyan pê nedegeyîşt, emaneyş hewênî ew zebiruzenge bûn ke beranber be jn deyaninwand.

'ereb ke legel komelêk berzewlax û ajelî gewrey wek huştir, esp û mangada dejiya, îdî ewe asayî bû, jnî nimûneyî le knî, jnêk bêt, keleget û goştin. îdî ewe asayî bû, hezî le kenîzekî ('enkaء) bêt, ke be manay skêk dêt, le qelewîda, qef qef bûbêt, yan şeyday jnî (ce'baء) bêt ke be manay fîleten dêt, emane uwêray (kerşaء) ke be jnî skgewreyan degut. jn çunke hîç kuwey be derewe nebû, pajney nebêt, pajney guştin, arezuwî piyawî debzwand. dayk ke kurekey heldeperand, be goraniyewe le xuda deparayewe ke kenîzekêkî zlhortî pê bibexşêt.

jne'ereb boye çawî be kl derşt, çunke çawî be kl rêjraw, gewretir lewey heye, denuwênêt. jn ba wek sîma, tewaw cwanîş bûwaye, 'ereb gutenî le dwawe, cantay qurs nebûwaye, şansî şûkirdinî lawaz bû, axir wek şa'îrêkî cahîlî gutuwiyetî, 'ereb dlî bo jnêk lê deda ke be dergayekewe neçêt. lay 'ereb, huştir û esp, ta zltir û qelewtir û berztir bin, pesendtirn, jnîş herweha. be lay 'erebî koçeriyewe, ew jne cwane ke (cerîme) bêt, cerîme lêreda be manay kete û qelew dêt, ewe niye lay xoyşman yekêk lawaz û kurtebala bêt, pêyî delên: hîç curmî niye.

le komelgey pêşketûda, jn û piyau pêş ewey wek ceste ber yek bikewn, hest û soz û xoşewîstî degornewe, deyan uşey nask be guwey yekda deçrpênin, welê le komelgey dwakewtûda, bîriyan lay kujandinewey agirî arezuwe û hîçî tir. 'ereb ke her xerîkî pelamar û şer û lêdan û kuştubir bûn, zimanekeyşiyan le uşey şerengêzane tejî bû. yekêk le şte here seyrekanî mêjû eweye, gelêkî nexuwêndewarî naşarstanî, beser çendan gelî xawen şarstanî pêşekewtûda serkewt û saman û jnanî be talan birdin.

ke 'ereb day beser mîsrda, îdî jn le koyle xiraptirî lê hat, axir hîç nebêt koyle, mafî ewey hebû, xoy bikirêtewe. îdî jn tenanet mafî eweyşî nema, bê pirsî mêrd, şîr be mindalî jnedrawsêyîek bidat, axir wek çon şîrî huştir mulkî piyau bû, şîrî jnîş mulkî mêrd bû.
'ereb uway kird, jn yeksan bêt be huştir û mayn, çunke le nestî piyawî 'erebida, jn, huştir bû, ewe boye wek çon ke mêhuştirekey defroşt, beçkekanî nededa be kiriyareke, ke jnîşî telaq deda, mindal lay xoy demayewe.(*)
27/6/2012

(*) xlîl 'bidalkirîm, al'rb û almrأe, dar msr almhruse (salî le çapdanî leser niye, 1997 pêşekî bo nûsrawe.) alqahre.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌