ROJNAMEY XEBAT 2012-07-08
Gotara Serokê Kurdistanê ya li rêwresma ragihandina Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Birayên delal, ji bo vê hengava girîng pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikim. Bêguman gelê Kurdistanê li benda van cûre hengavên Hikûmeta Herêma Kurdistane.

 

Ez li vir da bi pêwîstî dizanim spasiyên xwe yên bêpayan bi we hemû xweşdiviyan û wan hemû damezrawên ser bi dezgeha Parastina Asayîşê bûn rabigihînim. We ked û xebateke kiriye ji bo wê yekê jiyanekî asûde ji bo xelkê Kurdistanê dabîn bikin. Spasiya we dikim ji bo wê yekê ku we erkên xwe bi serkeftî encamdaye û we kariye mînakeke gelek xweşik pêşkêşî cîhanê bikin. Eve jî bûye sedema wê yekê ku xelkê Kurdistanê bi asûdeyî bijî û xelkê biyanî jî bi çaveke rêz ve temaşa Herêma Kurdistanê bikin. Her wiha handerek bûye ji bo gelek kompanyayên cîhanê ku bêne Herêma Kurdistanê. Eger asayîş nebûya bêguman ne xelkê Kurdistanê li asûdeyî da dijiya û ne ji aliyê welatên derve ew rêz lê dihate girtin û ne ew kompanya jî dihatin Kurdistanê

 

Lê belê heta niha ew hewl pert û belavbûn bi sedema wan du îdareya ku berê hebû. Ji îro pê de hêvîdarim hemû dezgeh bêne rêkxistin û yek bigrin. Îro em bûne xwediyê yek dezgeha asayîşê ku jêre dibêjin Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê. Hêvîdarim piştî niha hun zêdetir xwe biwestînin û hewl bidin xizmeta mîlletê xwe bikin û zêdetir asayîşê ji bo Kurdistanê berqerar bikin û yasa serwer bê û li yasa ranakin û hun ji hemû kesek zêdetir rêz li yasa bigrin bo ku mîlletê we û welatê we li derve rêz lê bê girtin. Her wiha bi reftarên xwe yên ciwan û şîrîn her wekî ku çawa cihê rêz û baweriya xelkê Kurdistanin divê berdewam bin. Hun divê wiha reftar bikin ku xelkê Kurdistanê dema yek ji we bibîne hest bi asûdeyiyê bike.

 

Asayîşa Herêma Kurdistanê û dam û dezgehên vê damezrawê divê cûda bin û her wiha jî bimînin û divê li xelk nêzîk bibin û divê wiha lê bikin xelk bi dilniyayiyê ve hest bi asûdeyiyê bike ku li we nêzîk bibin ne ku wekî dam û dezgehên welat û cîhên din ku polîsek yan asayîşek bibînin yan yek bibînin dûr û nêzîk pêwendiyê bi van dezgehan ve hebê rabike ji xwe bitirsê û pê wiha bê êdî çarenûsa wê reş dibê. We mînakeke ciwan pêşkêş kiriye. Em dizanîn terorîst û dijminên gelê me gelek hewldane ku asayîşa Kurdistanê têk bidin û jiyana asûdeyiya vî xelkî têk bidin lê belê we kariye rê li wan hemû planan bigrin û we gelek şehîd û qurbanî daye bi navê wê yekê ku xelkê we bi zîndî bimîne û li bexteweriyê da bê. Eve hengavekî gelek girînge û daxwaza serkeftinê ji bo we dikim û daxwaz li we dikim êdî wekî yek dezgeh kar bikin. Rêza min ji bo hemû hizban heye lê belê hun dezgehekin ser bi Hikûmeta Herêmê û Serokayetiya Herêmê ne. Hun mulkê hemû xelkê Kurdistanê ne ne ku yek hizb û du hizb û sê hizb yan kesekî. Hun mulkê Kurdistanê ne û emanetekî mezin dikevê li ser şana we, jiyana hemû xelkê Kurdistane îro li stuyê we daye. Hun jî divê bi vî awayî temaşa meseleyê bikin. Hun ji parastina jiyana hemû takekî ku li vê Kurdistanê da bijî berpirsin. Ji bo wê yekê ez dizanim erkekî pîroze, erkekî girane lê belê hun ku li dema derbasbûyî de we şarezayiyekî baş nîşandaye û we wê yekê selmandiye û bawerim li paşarojê jî hunê li wê xizmeta xwe de berdewam bibin.

 

Carekî din daxwaza serkeftina we dikim û ev hengav pîroz bê li xelkê Kurdistanê. Gelek spas..

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌