ROJNAMEY XEBAT 2012-08-01
Gêçel

 Le seretay rizgar kirdinî Iraqewe, ew sinûrey Sûriya û Iraq bote biwarî perînewey tîrorîstan bo Iraq û bew pêyeş bûnete hoy sedan qurbanî ger nelêyîn hezaran.
Keçî bo yek rojîş hikûmetî Iraqî ew sinûrey neparast û ne dayxist, ke emro be biyaniwî parastinî sinûrî Iraqî Federal ke le rastîda tenha mebestiyan dagîrkirdinewey xakî Kurdistane ke pêşmerge be qurbanîdan rizgarî kirdiwe, belê bew biyaniwe deyanewê supay Iraqî lew nawçane cêgîr biken ke hemû kes lew mebeste naşaraweye têdegat.

 Sefîrî Sûriya le Iraq zor be aşkira perdey le ser ew rastiyane helmalî ke ewan wate rijêmî diktatorî Esed be bername û bo dijayetîkirdinî be hîsab Emerîkaye ke le gewherda bo dijayetî prosey demukiratiyet bû le Iraq, rojane sedan tîrorîstî meşqpêkiraw le Sûriya û wilatanî Erebiyewe be taybetîş bo nawçe Erebnişînekan ewdîw dekird, ke çî siyasetmedarêkî Iraqî be taybetî ewaney le lûtkey deselatî Iraqdan ne sûnine û ne şî'e fzzeyan lêwe nehat.

 Emro ewaney dêne Iraqewe le Sûriyawe tîrorîst nîn, belku xelkî lêqewmawî Sûriyan, Hikûmetî Malikî debû mangî sûrî nardibaye, be xorak û pêdawîstî firyaguzariyewe nek top û tank, ba hikûmetî berêz Malikî ew rastiye bizanê û gêçel be Herêmî Kurdistan nekat.

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌