ROJNAMEY XEBAT 2012-08-01
Dastan Berzan: Dilawer Qerdaxî û Yûsif 'Izedîn le Çawpêketinêkda Nawiyan Birdibûm, Eme Bo Min Cêgay Xoşhaliye.

Deste û girûp û newe roşinbîrî û edebiyekan karî nûseran niye, belku babetî taqîgey ekadîmîstekane, ewîş le pênaw berçawrûnî bo polênkirdin û destîşankirdinî kare edebî û roşnbîriyekan be pêyî qonax û serdem, ewey taradeyek xemhênere le nêw kaiyey edebî êmeda, şerêkî nacddiye be nawî (şerî newekan) şerî çî? şer bo û le pênawî çîda? eger pêman wabêt şere le pênawî dahênanda heleyekî gewre dekeyn, çunke dahênan kirdeyekî xudiye û pêwîstî bew şer û fewzaye niye ke emro duniyaî iêmey tenîwe, de sal zûtir destdane nûsîn yan ziyatir nakate ewey şer bikeyt, çunke hemûan pêkewe û le heman zemenda bilawdekeyne, îdî zûtir yan drengtir kêşeyek niye, dahênanîş peywest niye be temen û zû nûsîn û dreng nûsîn.

 Şerî newekan ewperî bêdadiye û babetêke ziyan be nawendî roşnbîrî degeênêt, îtir beher modêlêk bikirêt, betaybetî ew şerey le naw roşnbîrî iêmeda heye, ewendey naiumêdî û bêmanayî berhemdênêt, hîç kat asoyek leberdem kaiyey roşnbîrîda nakatewe, bo hatine nawewey diyalogî cddî le pênaw geyştin be dahênan, edebî iême le berdem edebiyatî duniyada lewe bêdest û pêtire ke şerî têdabêt.


 Debêt newekanî pêşû lewe têbigen ke şî'r be pêyî qonax û serdem, rol û karîgerî degorêt, her bo nimûne salanî hefta û heştakanî şî'rî kurdî 'eybe bû yan kem û kurtî bû eger leşî'reketda basî şorş û nemanî koylayetî û netewe û azadî û şax û htd...t nekirdaye, wek çon serdemî edebiyatî klasîkman merc bû be ziman û kêş û seruway şî'rî 'erebî û farsî binûsît, belam bo iêsta tewawî em ştane pêçewanekey raste, eme bo edebiyatî cîhanîş wehaye, ber le cenge cîhaniyekan edeb karîgerî zorî hebû leser rewtî mirovayetî, dwatir paş cengekan şorşî 'eqlanî destî pêkird û ew karîgeriye ta radeyekî zor rewiyewe.

 (Şerî newekan) zorîney kat şerêkî naşîrîne, debêt eweş le bîr nekeyn ke merc niye hemîşe şerî yektir qbulnekirdin û pesend nekirdinî ewîtir, le kesêkewe bêt ke le newey pêşuwe, hendêkcar debînîn le kesêkeweye ke teniya çend şî'rêkî le to ziyatir bilawkirdotewe, ew be hatinî to wadezanêt bûnî to lêdane le bûnî ew, yan to be xuwênî ew denûsît, yan eger to hebît ew le dahênan dekewêt û xanenşîn debêt, ke emeş le wehm û îotopiyaiyekewe serçawe degirêt ke encamekey be ziyan û pukanewe degerêt.

 Çend salêk ber le îsta hêşta jimarey ew şî'raney bilawm kirdibûnewe le pencekanî dest têperî nedekird ke (dlawer qerdaxî) şa'îr le çawpêkewtinêkîda û (îusf 'îzedîn)î romaninûs le lêkolîneweyekîda derbarey (şî'rî newey nuwê), nawiyan birdibûm, eme ew dem û îstaş bo min cêgay xoşhalî û drustbûnî corêk le mtmane bû, çunke her yek lew dû nusere rastewxo le rêgey şî'rekanewe geyştbûn bew biriyare, be bê bûnî hîç core peywendiyek le nêwan min û ewanda, belam bedaxewe hendêk be hoy drustkirdinî hawrêiyetî û lawandinewe û piyaheldanewe, danpêdananî ewanîtir bedest dênin, ke eme corêkî kuşndey danpêdanane û hîç xizmetêk be kaiyey edebiyat nakat.


 Egerçî be pêwîstî nazanim newey nuwê leser ewe pekî kewtbêt ke lelayen newekanî pêş xoyewe qsey leser bikirêt û stayş bikirêt, wek çonîş nakirêt û şiyau niye biyeuwêt be srînewe û naşrînkirdin û bêzandinî newekanî pêşû xoy bênête pêşewe, wek ew serbaze xiyanetkarey beser cestey mrduwî hawsengerekanîda hengaw denêt bo derbazbûn, kewate qse leserkirdin û pesendkirdin debêt leser binemayekî edebî bêt, nek kuwêrane û naberpirsiyarane û le pênaw ştî derewey edeb.


 Bo babetî zimanîş kêşeyek le zimanî newekanî pêşû û hendê carîş îstada nabînim, çunke birwam uwaye ziman amrazî guzarşt kirdine, her kesîş twanî guzarşt le xoy bikat, kewate weku pêwîst zimanî bekarhênawe, betaybet bo iêmeyek ke taku iêstaş ewey pêyî delên zimanî standar yeklayî nebotewe û her nûsere û yan her girup û destew taqmêk lay xoyewe becorêk bîr le ziman dekatewe, kêşey ziman nabêt le hendêk babetî rêzimanîda bçûk bikirêtewe, weku yek (wau) yaxu dû (wau) yan ew pîte lewêda ziyade yaxu kem hendê pntî bçukî rêzimanî, her ştêk destî hebêt le drustkirdinî têkstda zimane, têkstîş her ştêke mana drust dekat, ziman peyweste be zemenewe, zemen sîma be ziman debexşêt, bo ewey têkst zadey zemenî xoy bêt, debêt sîmay zimanî ew zemeney pêwe diyar bêt ke têyîda nûsrawe, lêrewe tewerêkî tir bo qsekirdin be rûmanda dekirêtewe (zemen û ziman)e ke dekirêt le katî tirda qsey lêbikirêt.
 gumanim lewe niye le mêjûda zorn ew têkstaney kariyan le rewtî mirovayetî kirduwe, bo nimune têkste ayîniyekan, taku iêstaş karîgerî û asewariyan le naw mirovayetîda mawe, cge lewe têkste felsefiyekan, ke hendêcar xirap xirwanete kar û le encamda (mosolonî û hîtlerî) berhem hênawe, belam weku xom bo ewe nanûsm hîç bigorm, pêşmuwaye paş ew hemû cenge cîhanî û uwêrankariye gewraney beser mirov hat leser zewî, mehale nûsîn hîç bo cîhan bikat, ewey pêyî uwaye nûsîn cîhan degorêt le wehmêkî aydolojiyanedaye, le rastîda zorcar naiumêdîm beramber le nûsîn degate astêk ke duniya lederewey nûsîn xoştir û baştire, weku çonîş zorcaran le satewextî zor dijwarda nûsîn asoyekî tirî pênîşandawm û aşnay kirdûm be derwazeyekî tir û rwanînêkî tir bo jiyan.


 Min denûsm, ezmûnî birînî xom dekem, le pênaw ewey leme xiraptir nebm, le encamîşda eger kesêk hebêt çêj le şî'rekanim berêt xirap niye, eger neşbêt her debêt binûsm, taku hêzî ejnom hebêt bwestm û nekewm, be corêk têkneşkêm bekelkî jiyan nemênim, em westanem le nêwan naiumêdî û geşbînîda wa dekat berdewambm, dena her zû serm dena be cîhanî şêtiyewe.

 Her kesêkîş kêşeyek le ziman yaxud form û nawerok yaxud derbirîn û her regezêkî dîkey edebida debînêt, be nukî qelemekey yan dugmey kompîuterekey destîşanî bikat û çareserî agamendaney bo bidozêtewe, lew rêgeyewe sûd bigeênêt û culanewe û qsew basî cddî drust bikat, qsekirdin leser kaiyey nûsîn be nûsîn dekirêt.
 Cige leweş koru kobûnewew gftugo cddiyekanîş rolî xoyan degêrn.

 Dastan Berzan
 * salî 1987le Silêmanî le daykbuwe.
 * derçuwî beşî şanoy peymangay hunerecwanekanî slêmaniye.
 * le salî 2005we şî'ru nûsînekanî le govaru rojnamew malpere edebiyekanda bilawdekatewe.
 * beşdarî le çendîn koru fêstîvalî edebîda kirduwe.
 * salî 2009xelatî yekemî le fêstîvalî lawanda wergirtuwe le Silêmanî
 * endamî girupî (sulîon)e bo hunerî hawçerx.
 * çapkirawêkî şî'rî be nawî(tom hebît) lelayen yaney (qelem)çap û bilawkirawetewe.

 

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌