ROJNAMEY XEBAT 2012-08-01
Geraneweyek Bo Yekem Fêstîvalî Nêwdewletî Sînema Le Mêjûda

 Ewaney hewadarî sîneman û agayan lewe heye, ke emroke le gel berew pêşeweçûnî serdem çon giringî û behay hunerî sînema le geşesendindaye, ewsa dezanin boçî jimarey fîstvale sînemayiyekanîş le zor bûndaye, eweta emroke bedeyan fêstîvalî gewrey nêwdewletî le zorbey kun ûula diniya bo sînema saz dekirêt, û pêşbirkê leser dahênanî fîlîmsazî encam dedrêt, ew fêstîvale berfrewanane xoy le xoyda handerêkî behêzî berew pêşeweçûnî bzavî sînemayiye le cîhanda, leheman katîşda pêşkewtin û şarstaniyetî zor le gelanî diniya derdexat, beramber be hunerî hewtem, ke emroke botebeşêk le jiyanî xelk lewaneş fêstîvalekanî wek oskaru kan û fînîsiyaw fêstîvalî sîzaru torîntou be deyan fêstîvalî dîke, renge lêreda derfetî eweman nebêt bew fêstîvale sînemayiye cîhanîaneda bçînewe belam ewey giringe eweye, ke ême bitwanîn core aşnayetiyek legel sereta û mêjuwî despêkî ew vîstîvalane peyda bikeyn, û lewe be agabîn ke yekem fêstîvalî sînemayî key û lekuwê encamdra? bemeş agayiyek le mêjuwî bzavî ew fêstîvalaneda peyda dekeyn, diyare eger lapere seretayiyekanî ew fêstîvalane heldeynewe ewe boman yekladebêtewe, ke yekem fêstîvalî nêwdewletî sînema lediniyada fêstîvalî (vînîsiya) katê bo yekemcar salî 1932 le şarî vênîsiyay îtaliya sazkira, mebestîş le sazdanî ew fêstîvale le şuwênêkî wada be zorî handanî geştu guzar buwe, ke bote maiyey be desthênanî dahatêgî gewre bo îtaliya, katê be hezaran le geştiyaran le hemû cîhanda, rû lew şare cwan û razaweye deken, eweta rexnegirî îtalî (srcîu tîşkînî) bas lew fêstîvale dekat û delêt: mebestî serekî leser heldanî fêstîvalî vînîsiya komekî kirdinî xawen otêlekan û bazrganekanî şarbû, bo rizgar bûn lew tengje abûriyey, ke salanî 1929 -1930 ew şarey girtewe, herweha jiyanewey werzî geştûguzar bû boye bazrganekan dawayan le xol dî dewlemend kird, hemîşe harîkarî edeb û huner bû, derwazeyek bo rizgar bûn lew helumerce na asayiye bikatewe ewîş peywendî be lutşiya nudî fîu kird, ke berêwberî giştî sînemay perwerdeyî bû leroma û taze lerusiya gerabowe zor arezuwî lekarî sînemayî dhebû daway lêkird ke fêstîvalêkî cîhanî bo sînema sazbikat, ewebû lem pêwedangewe jimareyekî iêcgar zor le nuwênerî wilatan xoyan û fîlmekaniyan ruwiyan lew şare kird û lew fêstîvale şda tenha fîlmî drêj nîşan nededra, belku fîlmî tomarî, fîlmî piropagendeyî û çendîn corî dî lew fêstîvaleda nimayş dekiran, xelatêkî gewreş terxan dekira, kebirîtî bû le peykerî şêrêkî zêr, uwêray çendîn xelatî dîke û le layen rexnegiran û rêkxirawe sînemkayiyekanewe pêşkeş be fêstîval dekira, ewey maiyey sernce lew fêstîvalaneda lêjne nebû bo helsengandinî berhemekan, belku pêwerî rasteqîne û hukmî kotayî le dest cemawer bû, le rêgey rawergirtinewe bîruray cemawer derbarey fîlmekan werdegîra, le derencamî ew rapirsiyeda fîlme serkewtuwekan dest nîşan dekiran, kargêranî fêstîvale ke em şêwazeyan pê şêwazêkî dîmukiratî bû leşêweda, belam le nawerokda encamêkî pozetîfaney ew toy nebû le ruwî huneriyewe, diyartirîn ew fîlmaneş, ke cemawer ray xoyan hebû le seriyan fîlmî rafîd culdîr, serbexoyî bo iême, kîjole bçkolanekan, kongirey yekem piyawe şerxwazekan û çendînî dîke, leyekem fêstîvalda fîlmî frensî serbexoyî bo iême - xelatî yekemî bedest hêna, ke yekêk bû le giringtirîn fîlmekanî rîniye klîr, ke pir bû le galtecarî û pêkenîn, ke beşêk le jiyanî nuwey xelkî ew wilatey beşêwazêkî twanc amêz nîşan deda, uwêray ew dijayetîaney ke rûberuwî komelgay nuwê debinewe nawî fîlmeke (serbexoy boiême) lejêr textî deselatdariyetî ewsay îtaliya gora be serbexoyî bo min,.

Belam xelatî nwandinî fêstîvaleke ber (frdrêk mayş) kewt duway dûsalan fêstîvalî duwemî vênîsiya sazkira ke sstemî karkirdinî têyîda, gornkariyekî çakî bexoyewe bînî le duwem fêstîvalda serokî fêstîval biriyarî leser fîlme serkiyekanî vîstîval da uwêray leber çawgirtinî zewqî cemawer û bîruray rexnegir û nûseranî sînema, giringtirîn fîlîmekanî duwemî fêstîval birêtî bûn le zêr durge 1936 batlîon –lusî gab înzar çalî, gurge ke, lew xuleda çend fîlmêk serkewtinî çakiyan bedest hêna lewane çend fîlmêkî soviyetî pêşu wek (mndale dlxoşekan, şewî btirsborg) fêstîvalî sêyîemî vênsiya salî 1935 sazkira, ke têyîda nîşaneyekî zorî narezay dijî siyasetî îtaliya dtêda berceste kira, çunke ewkate îtaliya hebeşey dagîr kirdibû, boye jimareyekî kem le wilatan lew saleda beşdar bûn, lem xuleda lêjney helsengandin dandra, ke zorbey endamekanî îtalî bûn, çend fîlmêkî mêjuwî têda nîşandra, lewane, xaçhelgirekan, tawan û sza- enakarnîna, herweha fîlmêkî cun xurd be nawî sîxur - le diniyaî sînemada û belgeyekîş bû bo pêşkewtinî sînema, lew xuleda fîlmî ana karnîna xelatî baştirîn fîlmî ber kewt, bîrbilabîşe xelatî baştirîn ekterî bedest hîna, lefîlmî (tawan û sza) bulaw sîlî xanime ekterîş le fîlmî şewî bukênî, lesalî 1936 îş çwarem fêstîval sazkira, le salî 1937 xulî pêncem berêweçû, ke têyîda fîlmî (koşkî sînema) xelatî yekemî pê bexşrake, fîlmêkî komîdî komelayetî bû, lefêstîvalî şeşemda 1938 fîlmî paşa û hewt kurte balay walt dîznî nimayş kira ke yekem fîlmî kartonî bû lelayen dîf handu nurman fîrcsun derhênra bû ew fîlme serkewtinêkî gewrey bedest hêna û xelatî yekemî berkewt, salî 1939 fêstîvalî hewtem sazkira ferensiyekan rolêkî balayan tîda bînî, zortirîn xelatîan birdewe, dwatir xulekanî tir berdewam bûn ke taweku emrokeş drêjeyan heyew ta îstakeşî legel dabêt fêstîvalî vênîsa berdewame û yekêke le fêstîvale here gewre nêwdewletiyekan duway fêstîvalî oskar û fêstîvalî (kan).

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌