ROJNAMEY XEBAT 2012-07-30
Naveroka Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel televizyona Al Jazeera English

Al Jazeera English: Gelek Spas ji bo vê hevpeyvînê. Ev Herêm bi dû ceng, pevçûn û şerê navxweyî derbaskiriye. Îro ji hemû deman zêdetir bi desthilattire. Gelo hê jî hûn hest dikin ku şer ji bo mayîna wan dikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman doza gelê me gelek gelek pêşve çûye. Nikarim ret bikim ku em hê jî rûbirûyê gelek zehmetiyan dibîn. Ez dikarim bi dilniyayiyê ve bibêjim Kurd wê qonaxê derbaskir ku mayina wan li bin êrîşê de bê. Ne mumkîne bo me wekî gelek em qebûl bikin ji hemû destkeftên bi dest hatine paşvekêşiyê lê bikîn.

 

Al Jazeera English: Qeyranekî rasteqîne li Iraqê da heye. Berî çend heyvek we hoşdariya ewe da eger ev qeyran berdewam bibê Herêma Kurdistanê serbixweyiya xwe hildibjêrê. Gelo hûn hê jî li ser heman nêrînê ne?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Eger ronahî bikim ewê ku min gotibû çi bû, Iraq rûbirûyê qeyranekî rasteqîne bûye û me du cûre kêşe heye, yek ji wan kêşeyekî giştiye ji bo Iraq û ewê din jî kêşeya li navbera Herêma Kurdistan û Bexdaye. Em daxwaza çareseriya rasteqîneya kêşeyan dikîn, ji bo ewên seranserê Iraq û ewên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda. Daxwaz ji serkirdeyên Iraqiyan dikim eger ew amadene û bêne guftûgoyê li gel me bikin, em amadene hemû tiştek bikîn ji bo çareserkirina wan kêşeyan. Eger kutleyên siyasiyên din amade nebin wê demê ezê vegerim ser raya giştiya gelê Kurd û wê demê daxwaz ji wan dikim ku çi bikîn. Ez hê jî heman tiştî dibêjim.

 

Al Jazeera English: Ji ber ku heta niha tu guhertineke baş li pêwendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de nebûye, gelo li gor we hunê li meha îlonê de vegerin ser raya gelê Kurd û li referandumek da daxwaz ji wan dikin ku gelo we serbixweyiyê divê yan na?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi rastî bibêjim, ev pêvajoya niha bi vî awayî nehatiye qebûl kirin û em rê nadîn berdewam bibê. Gelê me rê pê nadin. Ez bawerim xelkê Iraqê jî qebûl nakin. Bi dilniyayiyê ve dema vegerim ser raya gelê xwe, lê belê divê pêşî ez li gel partiyên siyasiyan û Parlemenê guftûgo bikim, Ez bi tenê nikarim vê biryarê bidim. Bi tekez eger bê hêvî bîn li çareserkirina kêşeyan û vê qeyranê pêşkêşî gelê xwe dikim. Berî wê divê ez li gel aliyên siyasiyan û Parlemenê guftûgo bikim.

 

Al Jazeera English: Çend heyveke hewldan ji bo wergirtina baweriya ji Nurî Malîkî heye. Wiha derdikevê ku serkeftî nebûbê ew hewldan. Gelo we tu hêviyeke din heye ku ew berî li hilbijartinên giştiyên pêş de bête guhertin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ji xwe pêvajo nehatiye rawestandin. Meseleya lêpirsînê ji Serokê Wezîran li Parlemenê de berdewam dibê.

 

Al Jazeera English: Mesele gelek bi şexsî derdikevê. We yarmetiya Malîkî daye ku hikûmetê pêk bîne, li berçav girtina dîroka dû salên derbasbûyî de li rastiyê de we yarmetî da bibê Serokê Wezîran û niha jî derdikevê ku wî xiyaneta baweriya we kiriye. Heta çi radeyê eve şexsiye li navbera we û Serokê Wezîran Malîkî?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi tu awayekî ez rê nadim bibê meseleyekî şexsî. Bêguman ji ber pêwendiya me ya kevin min baweriyeke mezin bi Serokê Wezîran Malîkî hebû. Ji ber van encamên ku rûda min hêviya xwe ji destda. Min hinek caran li civînan de hizra ewe dikir eger Malîkî li vir bûya li çûna min wê demê ewî wekî min bergiriyê li Kurd dikir. Lê belê mixabin, li şûna wî, yekem derfet ku ji bo wî rexsa li 2008 wî fermana êrîşkirinê kir li dijî gelê Kurd li Xaneqîn. Ji wir û pêde êdî ew baweriya min li Malîkî nema.

 

Al Jazeera English: Wiha derdikevê artêş dihête bi hêz kirin û girjî heye li ser sînorê dinê Herêma Kurdistan û Iraqê. We behsa metirsiya hebûna firokeya F16 kiriye ji aliyê Iraqê ve. Hun ji aliyê xwe ve çi dikin heta ku dilniya bibin ku Herêma Kurdistanê aram dimîne?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ji aliyê me ve, Firokeya F-16 tu cûdahiyeke xwe tûne li gel MIG19 û MIG21. Me van dîtiye li dijî me hatine bikaranîn. Me tank û top û çekên din dîtiye li dijî gelê me hatine bikaranîn. Me dîtiye hêzên serbaziyên mezin li dijî gelê me hatine bikaranîn. Em ji wê natirsîn. Ewê em jê ditirsîn ew eqliyete ku ji bo çareserkirina kêşeyan hê jî bawerî bi bikaranîna firoke û top û tanke. Em bawer nakin eve kêşeyan çareser bike. Eve rêya şaşe. Ew nehametî û kêşeyên îro Iraq pê ve dinalêne derencama wan cûre bîrkirinaye. Ji bo wê yekê em naxwazin eve dûbare bibê. Eger Bexda yan Hikûmeta Federalî bixwazê bîr li bikaranîna wan cûre tiştan bike em jî neçarîn vegerîn ser wan demên ku diviya me li bîra çawayiya bi armanckirina F-16 an heta bikira ku nekarin me. Em hêvîdarin ev rewş nebê lê belê divê xwe ji bo wê amade bikîn.

 

Al Jazeera English: Dikarî rûnkirinên zêdetir li ser wan rêwşuwênan bidî ku nahêlin hun bikin armanc. Gelo hunê li pêvajoya pêşxistina hêzê asmaniya xwe bikin yan rêyekî din li ber digrin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Niha em hemû hewlek didîn ku negihe wê astê. Bê şik em dixwazin hevsengî vegere nav artêşa Iraqê, ku artêşekî Iraqî bê ji bo hemû Iraqiyan, ji bo bergirî kirina li hemû Iraq û gelê Iraqê û neku li dijî gelê Iraq û tu pêkhatek yan cîhek yan Herêmekî Iraqê bête bikaranîn. Eve stratejiya meye û eve siyaseta meye û hêvîdarîn ser bigrê. Eger em serkeftî nebûn ewe guman têda tûne ku mafê me ye her rê û wesîleyek li ber bigrîn ku ji bo parastina Kurdistan û gelê Kurd ji F-16 û ji her êrîşekî din peyda bikin.

 

Al Jazeera English: We gelek hengavên mezin li pêwendiyên xwe yê li gel Tirkiye avêtiye. Niha Tirkiye birbireya aboriya Herêma Kurdistane. Lê belê hê jî nîgeranî ji Tirkiye heye li ser pêşxistina hêz û desthilata Kurdî. Gelo hun bawerin ku Tirkiye rê bide Herêmekî Kurdî ku neku tenê li rûyê aboriyê ve bihêztire, belku li rûyê serbazî ve jî bi hêz be?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ez bawerim Herêm amadehî û îradeya xwe hebûye û heye ku pêwendiya aboriyeke baş li gel hemû cîranan da hebê. Bêguman pêşketinên gelek mezin li pêwendiyên me yên li gel Tirkiye heye. Eger pêwendiya me ya aborî bi hêz bê eve yarmetîder dibê ji bo nehiştina her metirsiyek li her warek da hebê dide. Meseleya bi hêzbûna serbaziya Herêma Kurdistanê, eve tiştekî gelek girînge ji bo gelê Kurdistanê û Herêmê ve jî. Em rê nadîn kesek ku tevlî li wir da bike. Eve pêwendî bi bergirîkirina li gelê Kurdistan û Herêma Kurdistanê ve heye.

 

Al Jazeera English: Niha neft meseleyekî gelek girînge. Bexda êrîş kiriye hinek ji wan dahatên ku dide Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê jî dibêje neftê xav henardeya Tirkiye dike. Yek ji wan şêwirmendên Serokê Wezîran Malîkî hişdariya ewe daye ku tiştên bi vî cûreyî dibê sedema hilgîrsandina şer. Eve li ku de radiwestê?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Mixabin li vê meseleyê da hinek kesên li Bexda niyeteke wan ya baş tûne beramber bi gelê Kurdistanê û ew gelek dijî Herêma Kurdistanê ne. Eve ne meseleyekî qanûnî û destûriye. Tu mesele ne ewe ye. Ew tenê dixwazin pêşketina Herêma Kurdistanê ragirin û eve jî sizadana meye. Li rastiyê da, yek jî ji wan peymanên ku me îmza kirine ne dijî destûrê ne. Li reşnivîsa yasaya neft û xaza 2007, diviya bişandan Parlemen û birgeyek têda bû hebû ku têda hatibû eger heta heyva gulana wê salê yasa li Parlemen neyê pejirandin wê demê her du alî dikarin li îmzakirina peymanan de berdewam bibin. Ew bûne sedem li pişt wê yasayê ku neçê Parlemen. Take pirsiyar eweye: ji bo çi wan nehişt yasa li Parlemen bête pejirandin? Ez nabêjim hemû tiştekî ku me kiriye yan dibêjîn bê kêmasiye, renge xeta li me da jî hebê, lê belê bila pêkve rûnîn û guftûgoyê bikîn. Bila temaşa bikîn. Me tu tiştek nekiriye ku dijî destûr bê, hemû li gor destûr bûn. Her demek ku me tiştek dît dijî destûr bê bi xweşhaliyê ve dan pêda datînîn û rast bikîn. Lê belê ewê ji niha de dibînîn tenê dijayetiya Kurdistane û eve jî wekî biyaniyek dihête bikaranîn. Li şûna wan dijminkariyên beramber bi Kurdistan û gelê Kurdistanê, pêwîste ew bersîva xelkê Iraqê bidin. Wan 27 milyar dolar li kerta kareba de xerc kiriye, gelo dikarin rûn bikin bo xelkê Iraq û ji wan re bibêjin çi li wî pareyî hat? Fermo ji xelk bipirse rewşa karebaya Iraqê çawaye. Bila ew bersîva wan pirsiyaran bidin. Bila ew uzeyên xwe li wir de bikarneynin wekî li dijayetîkirin û karkirina li dijî gelê Kurdistanê. Divê wan hewlên xwe pêş bixin yê ji bo dabînkirina xizmetguzariyên xelkê Iraqê. Ez dibêjim baştirîn rê eweye guftûgo berdewam bin u yasaya neft û xaz jî li Parlemen bête pejirandin. Her demek ew yasa derbas bû ewe baştirîn derfet dibê ji bo çareserkirina kêşeyan. Bi berevajiya wê, eger li benda biryarekî şexsî kesek ji Bexda bikîn ewe yarmetîder nabê. Bêguman birîna budçeya Herêmê ji Bexda ve bi ragihandina şer li qelem didîn. Paşê ew bi xwe tehemûla berpirsiyariyê dikin.

 

Al Jazeera English: Ku budçeyê birîn û we jî ewe bi ragihandina şer li qelem da çi digihîne? hengavên paş wî çine?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew dema budçe dibirin ewe bi ragihandina şer li qelem didîn. Rûne ku ragihandina şer çi digihîne û çi li xwe digrê. Hê jî zuye behsa ewe bê kirin, lê belê her demek wê yekê kirin ewe bi dilniyayiyê ve bi ragihandina şer li qelem didîn. Ez bawerim pêwîst nake biçim nav naverokan.

 

Al Jazeera English: Ji aliyê gelek kesan ve ragihandina şer wate amadekirina serbaz û çekên wan û hilgîrsandina şerê çekdarî. Behsa wî dikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ji xwe hilbijarde geleke. Ewe ne tenê hilbijardeya tekaneye. Eve yek ji wane.

 

Al Jazeera English: Gelo Herêma Kurdistanê dikarê li ruyê aboriyê ve derbas bê eger Bexda budçeyê jê birî, li rêya hinardekirina neft ji bo Tirkiye yan cîhek din?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ev pêvajo bi vî awayî namîne. Bi vî awayî berdewam nabê.

 

Al Jazeera English: Eve wate?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Pirsiyar eweye gelo hemû Iraq dikarê wiha bimîne?

 

Al Jazeera English: Eve pirsiyarekî başe ji ber ku em hewlekî zêde daxwazkirina otonomiyê li navçeyên sunniyan û hinek li navçeyên Başûr de dibînîn. Gelo Iraq bi yekgirtî dimîne?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Eve ne ew Iraqa berê ye. Em beşdarbûn û hevbeşbûn li binyatnana Iraqa nû. Iraqa nû divê bi hevbeşane bête birêvebirin. Her wiha divê hevbeşî hebê, hevbeşiya rasteqîne li vî welatî da hebê, neku yek kes û yek taqim welat birêvebibin. Niha kêşe li ser meye. Kêşeya hukim yek kes û xwe sepandina hukimraniya navendiye. Ez bawer nakim hetta Iraqî jî vê yekê qebûl bikin, ne sunne û ne şî'e vê pêvajoya niha qebûl nakin, cema'etek bikarin hemû welat berev heldêrê bibin. Iraq eve qebûl nake. Bawernakim ew van cûre reftaran qebûl bikin ku yek daxwaza xwe bisepênê. Êdî yan eve hevpariyeke me ya rasteqîne dibê li vî welatî de, yan xelkê Iraq, bi şî'e û sunne ve, vê rewşa niha qebûl nakin.

 

Al Jazeera English: Li vê rojgarê da li Herêma Kurdistanê genc Erebî naaxivin, li xwendingehan de fêr nabin. We aborî û xizmetguzariya xwe heye. Sînûrên we jî li desthilata we daye. Çiye ew tiştê ku hê jî Herêma Kurdistanê bi Iraqê ve dibestê?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Zimanê Erebî zimanê fermiye, tê xwendin. Eve berdewamiya siyaseta 30 salên derbasbûyî ye. Ji bo rastkirina zanyariyên we, Erebî li xwendingehan de li vir tê xwendin. Sebaret bi beşa duyema pirsiyara we jî, eve birastî ew rastiya Herêma Kurdistane ku em dixwazin li ber çav bigrin û dixwazîn xelk bawerî pê bikin: Iraq ji du neteweyên serekî pêk hatiye, Ereb û Kurd. Me biryar daye li gel Iraqê bîn li ser daxwaza xwe. Eve rastiye. Em dixwazin mafên me bêne qebûl kirin û naskirin. Her demek eve bû kêşe nabê. Eger bixwazin bi zorê xwe ferz bikin li ser mîlletê Kurd, eve ne mumkîne.

 

Al Jazeera English: Berî çend hefteyek me dît cenabê we termên yek ji qurbaniyên Kurd ya helmeta Enfala Seddam Husên hilgirt û binaxkir ku tenê yek ji dehan hezar qurbaniyên gorên bi kom bû. Eve çi bandorekî hebûye li ser dîroka vê Herêmê?

 

Serokê Herêma Kurdistan: Eve birînekî kûre. Em qet ji bîr nakîn. Ez gelek gelek şanaziyê dikim ku takekesekim ji gelê Kurd ji ber ku gelê me qurbanî daye û azaran kişandiye û piştî wan hemû karesatan jî qet bîra tolhildanê nakîn. Bi nîsbeta min, sebaret bi wî şehîdî, ez nizanim gelo ew zelam bû yan jin, zarok bû, kur bû yan keç, gelek hestekî seyr bû, renge eve yekem cûre hestê min bû bê li jiyana min da, lê belê min hest kir wî wextî ew birayê mine, ew kurê mine, ew dayika mine, ew xuşka mine. Eve hestekî gelek seyr bû bo min. Yekemcare mumkîne li jiyana xwe de min hestekî wiha hebûbê. Ez gelek li bin bandora wê de mam.

 

Al Jazeera English: We behsa rahênana Kurdên Suriye kirdiye bo ku paşê vegerin. Gelo bandora wan çiye li ser navçeyên Kurdên Suriye? Gelo Suriye bi yekgirtî dimîne? Paşaroja Kurdên Suriye çawa dibê?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Ew birayê mene û heqê wan li ser me heye. Êî belê pêvajoya Kurdê Suriye cûdaye ji navçeyên din. Ew ji mafê serekiyên welatîbûnê hatine bêbeş kirin, wan tu nasnameyekî dewletî tûnebû, ew bi penaber an jî dizeker dihatin qebulkirin. Ew ji mafê serekiyên welatîbûnê hatibûn bêbeş kirin. Her ji bo wê yekê meşqpêkirina wan ne ji bo şerkirine belku bi tenê rêkarekî îhtiyat wergirtine bo ku her demek pêvajoya Suriye rûxa û valahiya emnî dirust bû, ew bikarin rolek bibînin û carekî din zulm li gelê Kurd neyê kirin. Bêguman em dixwazin guhertinek li pêvajoya Kurdên Suriyê de bibînîn lê belê wê biryarê ew didin, ew rola wane û em bawerin ew dikarin rolekî erênî bibînin û wê rolê jî dîtine bo ku Suriye yekî nû dirust bikin ku demokratî û berfirehî bê. Em bawerin girînge ew beşek bin jê, ewe mafê wane ji bo xelkê Suriye ku wan paşarojeke geştir hebê û bo ku Kurd jî li Suriye bigihin mafên xwe.

 

Al Jazeera English: We behsa sazkirina konferansekî neteweyiya Kurd kiriye li Herêma Kurdistanê ku eve hengavekî gelek mezin dibê li komkirina Kurd li navçeyê de. Gelo li serûbendê rûdawên navçeyê û bihara Erebî, hun mijulî dirustkirina neteweyekî Kurd ya bihêztirin li pişt sînûran ve?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Armanca wê konferansê ewe ku Kurd gotarekî xwe ya yekgirtî hebê. Gotarek ku tekez bike li ser aştî û pêkvejiyana aştiyane û hewlbide ji bo çareserkirina kêşeyên me bi rêyekî demokrasî û aştîxwazane. Eve mebeste.

 

Al Jazeera English: Herêma Kurdistanê çend carek xiyanet lê hatiye kirin, wekî mînak wekî ji aliyê Emerîkiyan ve li sala 1991 raste rast bi dengê we ve nehatin, ji aliyê Tirkiye ve, ji aliyê welatên dewruber ve. Baweriya we bi kî heye? hevpeymanên we kîne?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Dinya hatiye guhertin. Lê belê berî hemû tiştekî me bawerî bi xweda û bi gelê xwe heye. Eger mîlletê me nebê, heta eger xelkên din jî yarmetiya me bidin, em nikarîn wan mafan bi dest bînîn. Pêşî divê em bi xwe hebîn.

 

Al Jazeera English: Li Herêma Kurdistanê hinek guman heye ku ew demokrasiya hun hewl didin bi başî xwe negirtiye û hilbijartina Encûmena Parêzgehan hatiye paşxistin. Ew kengê têne saz kirin û çawa bersîva wan rexneyan didin ku dibêjin vir ne herêmekî demokrasiye?

 

Serokê Herêma Kurdistan: Ez dijî paşxistina hilbijartina Encûmena Parêzgehanim û niha jî dijî wê me. Li rastiyê da dema Parlemen û Komîsyona Bilinda Serbixweyiya Hilbijartinan li Bexda gotin ku ji ber sedema teknîkî nikarîn saz bikîn û divê bête paşxistin min wê yekê qebûl kir, ne xwe ez dijî wê biryarê me û piştevaniyê sazkirina hilbijartina Encûmena Parêzgehan dikim.

 

Al Jazeera English: Ev Herêm dîrokekî xwe yê trajedî heye li gelek waran da, yek ji wan, şerê navxweya Kurdistane li salên nohtî de, dema beramberê we hêviya xwe bir ber Îran ji bo yarmetiyê û we jî hêviya xwe bir ber Hikûmeta Navendî bo ku wan hêzan ji Hewlêrê derbixin. Gelo tu tiştek heye jê poşman bûbin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Di destpêkê de wekî Serokê Herêma Kurdistanê ez serbilindim ku ez bi xwe yek ji wan kesan bûme ji armancên mezinê wergirtina Serokayetiyê, eweye dawî bi gengşeya navxweya Kurdistanê de bînim û eve jî rûnede. Em hemû tiştek dikîn ku li şiyana me da hebê ji bo rakirina asewarên wê û ez serbilindim ku bawerim eve carekî din rûnade. Tiştekî gelek cihê daxê bû û me nedixwest eve rûbide. Li rastiyê de em ne tenê ne li nalandina bi dest ve, belku xelkê din jî hene pêve dinalin. Eve qonaxek bû em têda derbasbûn û gelek cihê daxê bû û gelek jî nexweş bû. Hêvîdarim ku me li paş xwe hiştibe û tu carî jî rê nadîn eve dûbare bibê. Nerazîbûna min tûne ku xelkê Kurdistanê bixwazê lêkolînê têda bikin, ku çawa rûda û ji bo çi û çawa serîhilda.

 

Al Jazeera English: Hun bawerin ku valahiyek heye ku nifşên nû dixwaze û daxwaz dike û nifşên kevin ku li van hemû trajediyan jiyane. Hinek wiha bawerin ku dema wê yekê nemaye hinek kes ser bi malbatekî cihên mezin werbigrin, wekî Encûmena Asayîş. Gelo valahiyek heye li navbera nifşên genc û nifşên kevin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bêguman xelk mafê xwe heye eve bibêje ku bawerî pê heye û ew azadin çawa bîr dikin. Lê belê bila derencaman temaşa bikîn, temaşa asayîş û aramiya Kurdistanê bikin. Nifşên nû û nifşên kevin, û her kesek ku welatiyê Kurdistane, gelo xelk xweşguzerane û xweşhaltire ji wan tundutîjiyên ku li Iraqê heye? Kurdistan ji wan tundutîjiyan dûr bû. Ewê me heye li warê asayîş û aramî bi zehmet hatiye bi destxistin, bi bêyî westabûnê bi best ve nehatiye. Eve derencama karkirina wan kesane ku serkeftîbûn li bi cîh gihandina erkên xwe de. Divê teqdîra vî xelkî bikin bo ku wan kiriye. Bêguman hemû tiştek sedema xwe heye rû bide li Herêma Kurdistanê, lê belê em weku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazîn rêxistinên dewletê ava bikîn û wan rêxistinên vê Herêmê birêve bibîn. Lê belê ez daxwaz ji xelkê dikim ku temaşa encamê bikin û temaşa asayîş û aramiya Herêmê bikin û neku tenê biaxivin.

 

Al Jazeera English: Hu beşekî serekiyê dîroka gelê Kurdin li vê navçeyê de, hun çawa dixwazin li vê serdemê da temaşa we bikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bi nîsbeta min, li jiyana min da daxwaza min ewe bûye her çi ji destê min bê û şiyana min de hebê min ji bo xatirê gelê xwe kiriye. Min ji zaroktiyê ve hemû tiştekî ji bo serxistin û azadkirina gel û axa xwe kiriye. Êdî çawa hukim dikin bila bikin.

 

Al Jazeera English: Gelo Herêm ji bo serxwebûnê amadeye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Eve mafekî siruştiya meye lê belê pirsiyara we kengê û çawa amade dibê eve pirsiyarekî dine.

 

Hevpeyvîn: Jane Arraf

 

 

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌