ROJNAMEY XEBAT 2010-07-04
Serokê Kurdistanê Jibal Şahê Ordenêve Hate Pêşwazîkirin

Îro 3/7/2010 di gereke hin welatên Erebîde Rêzdar Mes'ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gihşte Emana Paytexta Ordenê û bi germî jibal Şah Ebdullayê Duyem Şahê Ordenêve hate pêşwazîkirin.

Li gor nûçeyeke Ajansa Nûçeyan ya Ordenê îro birêz Şah Ebdullayê Duyem Şahê Ordenê pêşwazî li Rêzdar Mes'ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir ku îro bi seredanekê gihştiye Ordenê.

Di hevdîtinêde, li ser têkliyên biratî yên navbera Iraq û Ordenê û çewaniya xurtkirna wan di warên cuda de rawestiyan.

Di hevdîtinêde herweha Şah Ebdullayê Duyem piştgiriya xwe ya tam di seqamgîrkirin û bicihkirina tenahîy û aramî ya Iraqê de ku bingeha tenahî û bicihbuwî ya deverê ye tekez kir , herweha biryar hate girtin ku kunsulxaneya Ordenê li Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê bê vekirin ji bal xweve Serok Barzanî piştgirî ya berdewam ya Ordenê jibo Iraqê di hin biyav û aliyên cuda de ku cihê girîngiya herdû aliyane bi tayebtî mekanîzma aktîvkirina hevkariya du qolî di warên aborî, bazirganî û rewşenbîrî da bi bilind nirxand pştire şah Ebdullayê Duyem Şahê Ordenê bi amadebûna Serok Wezîrê Ordenê Semîr Rifa'î, Serokê Dîwana Serokatiya Paşatiya Hişamî Nasir Lozî, şêwrdarê Şahê Ordenê Eymen Sefdî, Wezîrê Derve Nasir Cewde, Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî Amir Hedîdî, Wezîrê Rewşenbîrî Nebiye Şeqm û Rêveberê Giştiyên Agahiyan Ferîq Mihemed Riqad, mêhvandariyeke nan xwarinê jibo Rêzdar Mes'ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pêre amade kir bi gehiştina xweya jibo Emanê Serok Barzanî li firokxaneyê
jibal Nasir Cewde Wezîrê derve yê Ordenê hatibû pêşwazîkirin.

Tê zanîn beriya despêkirina gera Serok Barzanî jibo Ordenê, di raghandinekêde Fuwad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand: Îro roja şemiyê sêyî heftî du hezar û dehê Serok Barzanî tevî şandekê dest bi gereke Erebî dike û despêkê li serwêbanga fermî ya birêz Şah Ebdulla yê Duyem Şahê Ordenê pêşkêşî Serok Barzanî kiriye, Serok Barzanî ber bi Emana Paytexta Ordena Haşimîve diçe.

Fuwad Husên herweha got: Serokê Herêmê û şanda pêre li Emanê çendîn tewerên girîng û girêdayî rewşa niha ya qada siyasî ya Iraqê digel birêz Şah Ebdullayê Duyem Şahê Ordenê û berpirsiyarên bilindên vî welatî berçav dikin û têkliyên aborî û kultûrî yên nêvbera Herêma Kurdistanê û Ordenê jî guftûgo dike.

Di berdewama ragihandina xwe de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê got: Pştî seredana fermî ya Ordenê, Serok Barzanî li ser banga fermî ya Serok Komarê Misrê Birêz Mihemed Husnî Mubarek pêşkêşî rêzdarî kiribû, dê serî li komara Erebî ya Misrê bide û li Qahîreya Paytext digel Birêz Mihemed Husnî Mubarek û berpirsiyarên wî welatî pirs û mijarên cor bicor yên girêdayî rewşa Iraqê û deverê bi giştî guftûgobike.

Di dawiya ragihandinêde Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê herweha xweya kir di çarçoveya seredana xweya Qahîreyêde, Rêzdar Mes'ûd Barzanî tevî Birêz Emir Mûsa Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî dicive û çav bi hejimareke nûnerên welatên Erebî yên endam di Komkara Erebî de dikeve.

Tê zanîn di rêwresma birêxistina Serok Barzanîde li firokxaneya Hewlêrê, Dr. Berhem Ehmed Salih Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê amade bûbûn.

Hêjayî Gotinêye şanda ku di van herdû seredanên fermî de bi Serokê Herêma Kurdistanê re ye, pêkhatiye ji Fuwad Husên Serokê Dîwana Serokatî ya Herêma Kurdistanê, Kawe Mehmûd Wezîrê Rewşenbîrî û Felah Mistefa Berpirsiyarê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêmê û Hêriş Miherem Serokê Desteya Berhemanînê ya Hikûmeta Herêmê û hejimareke şêwrdaran.


 
chapkrdn   Share GERANEWE‌