ROJNAMEY XEBAT 2012-08-27
Siyasetî Aw Le Kurdistan Pêwîstî Be Awir Lêdanewe Heye.


Le zorêk le wlatanî diniyada asayîşî aw ewlewiyet û regezêkî giringî asayîşî neteweiye, asayîşî aw be manay bûnî stiratîjiyetêkî hemelayen û dirêjxayenî jîngeye ke pêwîstî be tuwêjînewe û şîkirdinewey zanistî wird heye bo destinîşankirdinî baştirîn şêwaz û mîkanîzmekanî berêwebirdin û sûdwergirtin le dahat û serçawe awiyekan be baştirîn şêwe.‬


Giringtirîn regezî çemkî asayşî awî kurt dekirêtewe le dabînkirdinî awî pêwîst bo hawilatiyan û herweha bo berhemhênan be şêweyekî giştî û berubûmî kiştukalî be şêweyekî taybetî, asayşî aw le êstada bote pirsêkî nêwdewletî bayexdar be hoy ziyadibûnî dawakarî le ser aw le ser astî cîhan û kemî serçawekanî aw le beşêk lew wilataneda, be taybetî le kîşwerî asiya ke weku Iraq û Herêmî Kurdistan bedûr nîn lew hereşeye.


Be guwêrey amarekan danîştwanî kîşwerî asiya rêjey le ‮(‬%60‮)‬î danîştwanî cîhan pêkdehênin û xawenî tenha le‮(‬%36‮)‬ awn, danîştwanî kîşwerî efrîqiya rêjey le ‮(‬%13‮)‬î danîştwanî cîhan pêkdehênin û xawenî le‮(‬%11‮)‬ awn, danîştwanî kîşwerî iustiraliya rêjey le ‮(‬%21‮)‬î danîştwanî cîhan pêkdehênin û xawenî le‮(‬%51‮)‬ awn, danîştwanî emerîkay bakur rêjey le ‮(‬%8‮)‬î danîştwanî cîhanin û xawenî le‮(‬%15‮)‬ awn, emrîkay bakur rêjey le ‮(‬%6‮)‬î danîştwanî cîhan pêkdehênin û xawenî le‮(‬%26‮)‬ awn. lew amaraneşda bederdekewêt kekîşwerî asiya le ayndeda rûberuwî hereşey kem awî debêtewe.


Le Herêmî Kurdistan amaje berayiyekanî ew hereşeye bederkewtûn û pêwîst dekat hikûmetî herêm siyasetêkî rûn û bernamebo daoêjrawî hebêt lebareyewe,uşkkirdinî rûbarekanî herêm, astî baranbarîn dabezîwe kebete hoy dabezînî berçawî awî jêrzewî.


Be guwêrey amarekan, astî baranbarîn le salanî pêş 1982 le nêwan ‮ ‬450ta 650 mîlîmetir sêcada bû, belam le mawey‮ ‬ 30‮ ‬salî rabirdûda ew rêjeye hergîz negeyîştuwete kemtirîn astî salanî pêş 82 . astî baranbarîn le mawey‮ ‬ 30‮ ‬salî rabirdûda teniya150 ta425‮ ‬ mîlîmetir buwe.


Ew metirsiyey ke le dahatûda rûberuwî awî herêmîkurdistan debêtewe,drustkirdinî bendawe leser serçawey rûbarekan lelayen wilatanî drawsêwe ke karîgerîan leser awî herêmu iêraq debêt. pêş hatinekaiyey qeyraniyau, belê leiêstada hkûmetî herêm serqalî cêbecêkirdinî 13 bendawe ke twanay gldanewey 87 mlîon û 47 hezar metir sêca awiyan heye, ke dekate yek leser 113 ‮ ‬wanay bendawî dûkan. eme le katêkdaye ke twanay sercem bendawe cêbecêkirawekanî herêm, twanay gldanewey nzîkey ‮ ‬10‮ ‬ mliyar metir sêca awiyan heye û 27 bendawî dîkeyş le jêr lêkolînewe û dîzayndan.


Welê drustkirdinî bendaw betenha guzarşt nakat lew stiratîje hemelayeney ke pêwîste lew çwarçêweda leberçaw bigîrên, belku pêwîste yasaw rêwşuwênî îdarî gelale bikirêt bo mamelekirdin û rêkxstinî bekarhênanî aw û çoniyetî sudwergirtin û rîgirtin lew ziyaderoyî û destdrêjiyaney dekirêteser ew serçawe giringe, nabê rolî mîdiyau nawende perwerdeyî û fêrkariyekan feramoş bikirîn lepeyrewkirdinî ew stiratîjiyete bemebestî bilawkirdinewey hoşiyarî pêwîst bo çoniyetî mamelekirdin û bekarhênanî ew samane neteweiye, lepal bûnî rêwşuwênî îdariyekan, ke em layenane leherêmî kurdistan be guwêrey pêwîst awrî lênedirawetewe.

S.G

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌