ROJNAMEY XEBAT 2012-09-10
Gotara Serokê Kurdistanê ya li salvegera Şoreşa Eylula Mezin

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Mîhvanên rêzdar

 

Amadevanên birêz

 

Hun hemû bi xêrhatin, serçavan

 

Îro salvegera 51 saliya Şoreşa Eylûla Mezin dikîn, şoreşa neteweyî û şoreşa seranserî, şoreşa Eylûl, şoreşa hemû gelê Kurdistan bû, şoreşa yek partî û yek alî nebû, lê belê şerefa serkirdayetî û rêberiya wê şoreşê li ber Partî(PDK) ket, bi Serokayetiya Barzaniyê Nemir, ku eve şerefekî mezine û heta hetayê şanaziyê pêve dikîn.

 

Bi vê helkeftê ve berî hemû tiştekî silavên germ ji bo wan hemû têkoşeran dişînim ku beşdarbûn li Şoreşa Eylûl û bejna xwe li hember giyanê pakê şehîdên Şoreşa Eylul û hemû şehîdên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ditewînîn.

 

Şoreşa Eylûl tenê şoreşek nebû dijî dîktatoriyet, şoreşek bû, belê dijî dîktatoriyet, lê belê li heman demî de dijî bêhêvî, dijî hemû dab û nerîtêkî neguncaw, mezintirîn destkeft ji aliyê min ve li Şoreşa Eylûl de ewe bû, ku takê Kurd dirustkir. Dîrokekî nû dirustkir, gencanekî dirustkir ku baweriya wan wan bi xwe bê, heta Şoreşa Eylûl de kêm takekî Kurd hebû ku hest bi kêmayetî neke beramber bi xelkekî din, lê belê piştî Şoreşa Eylûl hemû takekî Kurd li hemû Kurdistanê baweriyeke wiha bi xwe ve peyda kir, ku bûye cihê hêviyeke gelek gelek mezin û destkeftên mezin jî li piştre hat. Ji aliyê min ve şoreşa gelek mezin eve bû.

 

Piştî wê şoreşekî mezin bû li rûyê çaksaziya civakî ve, gelek dabûnerîtên ne rêk û ne guncaw hebûn, ku li nav civaka Kurdewarî da Şoreşa Eylûl eve nehişt, eve jî destkeftekî gelek mezin bû.

 

Bi heq Şoreşa Eylûl dayike ji bo hemû şoreşan ku piştî wê destpêkir, Şoreşa Eylûl hêvî da bi hemû xelkê Kurdistanê, şoreşek bû pir li pak û paqijî, şoreşek bû pir li merdayetî, bi dirêjahiya Şoreşa Eylûl karekî dijî bi yasa nehat encamdan, yek dîl nehat kuştin, karekî terorîstî yan terorî li tu cîheke li nav Iraq û ne li derveyê Iraqê nehat kirin, her çende gelek asan bû ji bo me bikarîn gelek tişt bikîn, lê belê me şerekî merdane kir me li yasaya navdewletî binpênekir, ji hemuyan jî girîngtir bi hîkmeta Barzanî û rêhevalên wî rê nedan bibîn bi şerê dû netewe, bibîn bi şerê Kurd û Ereb, ku eve jî serkeftinekî gelek mezin bû.

 

Hîkmeta serkirdayetiya şoreşê li diruşma xwe de, diruşma navenda Şoreşa Eylûlê da derdikevê, ku wê serdemê dibêje: Demokratî bo Iraq û otonomî bo Kurdistan. Gelek raste, li Iraq yan li her welatek eger rejîmekî demokratî nebê, tu giriftekî wî welatî nayê çareser kirin.

 

Îro jî Iraq pêwîstî bi wê demokratiyê heye, ji ber ku ew demokratiya ku pêwîste mixabin hê jî nehatiye pejirandin, wê serdemê diruşma navendiya Şoreşa Eylûl eve bû her wekî ku min behs kir, Demokratî bo Iraq û otonomî bo Kurdistan, lê belê piştî qurbanîdanekî zêde, çend qurbaniyên me mezintir bû, hewqas daxwazên Kurd zêdetir bû, ku mafekî sirûştiya meye, lê belê çawa dibe piştî enfal û kîmyabaran û wêrankirina her çi dêhata Kurdistane, hê jî îro jî hinek kes hebin wiha hizir bikin ku divê Kurd azad nebê, divê Kurd xwedî biryara xwe nebê, eve ji aliyê min ve gelek seyre!

 

Rêzdaran...

 

Iraq ji du neteweyên serekî pêkhatiye, li gel rêzên min ji bo hemû neteweyên din ku pêkve dijîn û birayên hevdûne, lê belê her li piştî cengê cîhaniya yekem, ku dewleta nû ya Iraqê hate damezrandin, li ser wê bingehê damezra, ku Kurd û Ereb şirîkin li vî welatî de, lê belê dewleta Iraqê tu îltîzamekî nekir, ji bo wê yekê ne Iraq bû dewlet û ne Kurd jî îstirehet kir.

 

Piştî rûxana rejîm me hêviyeke gelek mezin peyda kir, ku hemû dizanin Kurd çi rolekî serekî li rûxandina rejîma dîktatorî de dît, piştî wê yekê ku destûrekî rêkupêk, ez nabêjîm bê kêmasiye, lê belê heta radeyekî desturekî gelek rêkupêk ji bo Iraqê hate pejirandin. Ev destûr bû sedema wê yekê ku em pêkve bijîn û pêkve li Iraqa nû de, Iraqa nû dirust bikîn.

 

Dîroka hemû welatên din, neteweyên din, nîşa me dide, ne dabeşkirina bi zorê serî digrê, ne pêkve jiyana bi zorê serî digrê. Gelê Kurdistanê bi xwe biryara daye, ku em pêkve li gel birayên xwe yên din li Iraqa nû de pêkve dibîn, lê belê bi mercek ku Iraq xwedî vê destûrê bê, ku niha heye û mixabin îltîzam pê nayê kirin.

 

Ev destûr wiha kiriye em vê biryarê bidîn, eger ev destûr nebê, biryara me jî, ew biryar nabê. ku ez dibêjim: biryara me, mebesta min biryara gelê Kurdistane, ez wê mafê bi xwe didim bi navê gelê Kurdistanê bipeyvim, ji ber ku gelê Kurdistanê wê baweriyê bi min daye.

 

Em li gel Iraqekî demokratî, fireh alîne, Iraqek bîhna dîktatoriyetê lê neyê, piştî niha em li gel hemû aliyê Iraqiyan têdikoşîn divê destûra Iraqê biçespê, divê Iraqa nû ya me hemûyan bê, divê şîrîkatiya hemû aliyan bi kiryarî xwe li vê Hikûmeta nû de bibînê, bi tu awayek bawer nakim hîç aliyekî Iraqê razî bê take kesek yan take aliyek maf bi xwe bide tenê biryaran bide.

 

Em amadene hemû giriftan li gor destûrê çareser bikîn, lê belê eger kesek wiha hizir bike, dikarê bi gelek tişt li ser Kurdistanê ferz bike, kesek wiha hizir bike bi xurtî dikarê destkeftan ji Kurdistanê bistînê, eve mehale, ez dizanim xeraptirîn tişt şere, ewê em hizir lê nakîn şere, lê belê ji şer xeraptir eweye mirov bikevê bin hûkma dîktatoriyetê.

 

Em hengav berev birayetiyê davêjîn, hengav berev aştiyê davêjîn, em hengav davêjîn berev Iraqekî demokratî li gel hemû aliyan pêkve bîn tu tiştekî şexsî me li gel tu aliyek da tûne, lê belê mehale em qebul bikîn kesek destê xwe ji bo van destkeftên Herêma Kurdistanê dirêj bike ya wiha bizane bi dirustkirina baregehekî nû ya serbazî û ya tevgera hêza serbazî dikarê bandorê li ser vê rewşê bike. Eve xeyale...

 

Em bawerin divê zêdetir bi aqilane reftar bê kirin û aqilane hizir bikin, ji ber ku bi şer tu kêşeyek nehatiye çareser kirin û çareser nabê.

 

Em weku Kurd, weku Kurd li hemû perçeyek, zemanî ewe çûye em êrîşber bîn, yan hizra şer bikîn, lê belê em divê amade bîn bo wê yekê bergiriyê li xwe bikîn, zemanê şer nemaye û zemanê diyaloge, zemanê mentîqe, zemanê hevdû têgihiştine, zemanê rêz li hevdû girtine. Em hêvîdarîn hem li Kurdistana Iraq û li hemû perçeyên din jî hemû giriftên gelê Kurd li gel wan birayên ku pêkve dijîn li neteweyên din çi Ereb çi Tirk çi Faris rêz li hevdû girtin bi diyalogê em bigihîn çareseriya wan hemû giriftan.

 

Îro jî babetekî germ, babeta rewşa Suriye ye. Em li gel ewene ewê mîlletê Suriye biryarê lê dide, wan bi xwe mafê ewe heye biryarê bidin ku paşaroja wan çawa dibê, lê belê ji bo me jî gelek girînge, em jî bizanîn paşaroja gelê Kurd li Suriye çawa dibê. Heta niha mehrum bûn li mafê welatîbûnê, mehale ne Kurdê Suriye eve qebul bike ne tu xwedî wîjdanek eve qebul bike, eger her guhertinek li ser rewşa Suriye de bê Kurd li heman rewş da bimînê, ew bi xwe biryara xwe didin, ne me ew maf heye, ne kesekî din wî ew maf heye tevlî rewşa wan bibe, tenê ewe em yarmetiya wan didîn bo ku bigihin mafên xwe, bi diyalog bi hevdû têgihiştin, em serbilindîn li wê yekê ku me karî heta radeyekî mezin yarmetiya wan bidîn ku rewşa navweya xwe çareser bikin û şîreta me ji bo wan eweye ku ji bo paşaroja xwe ya li gel mîlletê Suriye û li gel xelkê Suriye û li gel hêzên Suriye bigihin hevdû têgihiştinek.

 

Em li wê baweriyêda ne li navçeya rojhilata navîn hemû rewş berev guhertinekî mezin diçin, roj, roja gelane bo ku biryara xwe bidin, her çi gelên vê navçeyê biryarê lê bidin, em jî beşekîn ji wan û piştevaniya wan dikîn.

 

Li dawiyê de carekî din spasî hemû aliyek dikim û hêvîdarim Şoreşa Eylûl herdem li bîra hemû takekî Kurd bê û ji bîra hemû gencên me da bê û xelkê me ewên Şoreşa Eylûlê nedîtine û nifşeke nû ne û pêgihiştin bizanin xelkek ked dane û xwîn dane, hemû tiştêkî bi navê wê yekê dane ku îro bo me dirust bikin, ji bo wê yekê divê qedrê xebata wan bizanîn.

 

Ez li vir da dixwazim bi eşkere bibêjim: Êdî gelek bi tundî beramber her kesek li hundir yan li derve radiwestîn ku bixwazin vê dîrokê bêşuwênin ya Şoreşa Eylûl û xebata Pêşmerge biçûk bixin.

 

Êdî gelek spasiya we dikim gelek bi xêrhatin...

 

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌