ROJNAMEY XEBAT 2012-09-20
Preskonfrensa serokwezîrê Kurdistanê

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê îro di preskonfrensekê de çend pirsên giring zalal kirin.
Serokê hikûmeta Kurdistanê di destpêka preskonfrensê de behsa encamên civîna şandeya herêma Kurdistanê digel berpirsên Bexdayê a di warê pirsa neftê de kir û got:

Pêngaveke giring

Herêma Kurdistanê digel hikûmeta Bexdayê gihiştin rêkeftinekê û duhî civata wezîrên hikûmeta Îraqê ew rêkeftin qebûl kir û îmza kir. Civata wezîrê hikûmeta Kurdistanê jî îro ew rekeftin îmza kir. Her çiqas ev pêngava hatiye avêtin hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser nake, lê belê pêngaveke giring û erênî ye.

Me îro civîna civata wezîran hebû, herwek hûn agadar in duhî civata wezîrên hikûmeta Îraqê rêkeftina di ware pirsa neftê û pereyên kompaniyên neftê yên li herêma Kurdistanê kar dikin encam dabû, pesind kir. Me jî îro weke civta wezîrên hikûmeta Kurdistanê civînek saz kir û ew rêkeftin pesind kir. Beriya nuha bi fermana serokatiya civata wezîran komîteyek li Bexdayê pêkhatibû û heftiya borî jî me şandeyek şand Bexdayê. Şandeya herêma Kurdistanê bi serokatiya Dr. Nurî Şawîs cîgirê serokwezîrê Îraqê digel berprisên Bexdayê civiya. Di civînê de Ebdulkerîn Liêbî weîrê neftê yê Îraqê, Dr. Rafi Îsawî wezîrê êkonomiyê, dr. Xeyrula Hesen wezîrê bazirganiyê û dr. Ebdulbasit Tirkî serokê çabdêriya darayî ji teref Îraqê ve amade bûn û ji teref Kurdistanê jî ve dr. Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, birêz Mihemed Ceza ku, nuha cîgirê wezîrê samanên xwezayî ye, dr. Amanc cîgirê serokê dîwana civata wezîran, birêz Sîrwan Baban û dr. Elî Belo rawêjkarê wezîrê samanên xwezayî amade bûn.

Bi a me ev rêkeftinek hatiye kirin pêngaveke û ber bi aqarekî baş ve dice û me karî lihev bikin ku pereyê kompaniyên neftê bê dan, çend xalên din yên giring di rêkeftinê de hene, ez dixwazim li vir wan xalan zelal bikim.
Hikûmeta Îraqê divê ji budceya sala 2012ê 650 milyon dinar bide kompaniyên neftê yên li herêma Kurdistanê kar dikin. Her wesa pêwîstiya me bi 350 milyon dînarên din heye ku di budceya sala 2012ê nehatiye diyar kirin, em hêvîdar in ku, ji budceya sala 2013ê bê eda dan.

Ev pêngaveke yekeme bo çareserkirina wan pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene. Xaleke din a giring ji wê rêkeftinê eve ku, wek hûn dizanin em hertim gazinda dikin ku hikûmeta Îraqê rojane 700 hezar bermîlan ji rafeneriyan re dişîne, li gor wê rêkeftina digel herêma Kurdistanê heye, pêwîste ji %17 ji wê neftê bo herêma Kurdistanê bê şandin, bi vî awayî divê pişka me 147 hezar bermîl be, lê yaku digihe Kurdistanê gelek kêmtir e.
Di vê civînê de li ser wê yekê rêkeftin ku her çiqas neft ji rafeneriyan re bê şandin, pişka herêma Kurdistanê jî bê diyar kirin, ango eger rojê 700 hezar bermîl bên şandin divê pişka herêma Kurdistanê 147 hezar bermîl be, ev jî rêkeftinek beş e.
Li gor rêkeftinê hikûmeta herêma Kurdistanê ku nuha 140 hezar bermîlên neftê bo derve dinêre bo 200 hezar bermîl rojê zêde bike.
Em hêvîdar in ku, ev rêkeftin ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên din yên hilawîstî yên weke pirsa neftê, qanûna neft û gaze, dabeşkirina dahatiye neftê û cibicîkirin madeya 140 a destûra Îraqê be. Hikûmeta herêma Kurdistanê gelek bi cidî ji bo cîbicîkirina medeya 140 dixebite daku, îraqeke xweşjiyan û bê arîşe li navxwe û digel cîranan bê ava kirin. Ev pirs pirseke cidî ye û herêma Kurdistanê tekîdê li ser çareserkirina wê li gor mekanîzma destûrê dike.

Pêwîstiya pirsgirêkan bi çareserkrineke esasî heye

Ew arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, pirsên cidî ne û pêwîstiya wan bi çareseriyeke esasî heye, bi awayekî ku di berjewendiya Îraqê de be. Mdeya 140 pirsgirêkeke serekeye di navbera Hewlêr û Bexdayê û divê bê çareserkirin, pirsa pêşmerge û neft û gaze jî herwesa. Bila em bi geşbînî li vê rêkeftina hatî kirin binêrîn û bêjîn belê ev destpêke û em hêvîdarin arîşe bi timamî çareser bibin.
Ez nizanim ka Malikî ber bi diktatoriyê ve diçe yan na, lê eger Malikî be yan her kesek din be divê wê yekê bizanibe ku diyalog rêya êkane ya çareseriya arîşeyan e. Eger me bivê Îraq digel xwe û cîranan bi xweşî bijî divê me bawerî bi diyalogê hebe.

Dahatiniyê nefta Îraqê

Min beriya nuha jî gotiye û nuha jî tekîd dikim ku, dahatiniyê neftê eşkere ye û dahatiniyê hikûmeta herêma Kurdistanê ye, dahatinî û xercî jî eşkerene û hikûmeta Kurdistanê bi wezîfeya xwe dizane ku xelk û parlamentoya Kurdistanê ji dahatinî û xerciyan agadar bike. Me gelek car ev meseleye zelal kiriye, lê diyar tu fêde nedaye bi taybetî bo KNN (kanala fermî a tevgera Goranê). Me behsa wê yekê kriye eger hemû kontraktên neftê bên cîbicîkirin pereyê wan dê bigihe 4 milyar dolaran. Lê cîbicîkirina wan kontraktan gelek wext jê ra dive, eger hatin cîbicîkirin hinge pere dibe 4 milyar dolar. Tiştê ku heta nuha ji me re hatiye diyar e ka çewa gehiştiye destê hikûmetê, piroses şefaf e û hemû hatiye dekomentkirin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Îraqê de kontraktên neftê digel kompaniyan îmza dike û ew kompaniyên li herêma Kurdistanê kar dikin ji wan mafên destûrî agadar in û baş dizanin ku kontraktên herêma Kurdistanê qanûnî ne.

Herêma Kurdistanê bi diyalogê re ye

Hikûmeta herêma Kurdistanê diyalogê red nake û tu pirsgirêkên şexsî digel Nurî Malikî nîn in. Duhî em çûn Silêmaniyê û me bixêrhatina mam Celal kir. Me behsa wê yekê jî kir ka danûstandin çewa carek din dest pê bikin ve. Lê weke prensûp me tu arîşeyên şexsî digel Malikî nebûn, nîn in û nabin jî, pirsa me pirsa miletekî ye ku, daxwaza mafên xwe yên destûrî dike, heta mafêm miletî bidest tên dê her arîşe jî dirust bin. Tu pirsgirêkên taybetî di navbera Mesûd Barzanî û Malkî û tu kesek din li vê Kurdistanê digel Malikî nine. Em amadene ji bo çareserkirina pirsgirêkan danûstandina bikin.

Serokê Kurdistanê ji lêpirsînê nareve

Ez careke din tekîd dikim ku, tu arîşeyên şexsî di navebra kak Mesûd û Malikî de nîn in, lê îsrarbûna kak Mesûd û xebat û tekoşîna van çend mehan a kak Mesûd ji ber wê yekê bû ku dixwaze arîşeyan çareser bike. Cenabê serok gelek piştgiriyê li çareserkirina arîşeyan dike, vêça çima ev meseleye weke meseleyeke şexsî bê hisab kirin? Malikî milkê me zeft nekiriye heta ku kak Mesûd pirsgirêka li ser dirust bike. Serokê Kurdistanê li gor wezîfeya xwe bi cidî ji bo çareserkirina arîşeyan kar kiriye. Her dema parlamento yan her aliyek din daxwaza zelalkirinê ji serok bike, ew amadeye bi singeke fireh behsa hemû pirsan bike.

Kompaniyên neftê û lîsta reşa Şehristanî

Kompaniyên neftê baş dizanin her dema ew bên Kurdistanê, Şehiristanî dê wan bike di lîsteya reş de. Ew kopnaiyên neftê yên li herêma Kurdistanê ew qas mezin in ku dikarin bergiriyê ji xwe bikin. Ew biryara karkirinê li Kurdistanê didin û deriyên herêma Kurdistanê jî bo wan kompaniyan vekiriye. Ew siyaseta neftê a li Îraqê tê meşandin siyaseteke faşil e.

Opozisyon diyardeyeke saxlem

Opozisyon û hikûmet hev timam dikin, hebûna opozisyonê li Kurdistanê diyardeyeke saxlem e. opozisyon ew hêz e ku li hember te rawestaye û mafê wê ye rexneyê bike, ez vê yekê bi normal dizanim. Ez dizanim opozisyon ji bo wê yekê nine ku ji karên min re bêje başe, her ji nave wê diyare ku ew dibêje eve ez hatim ciyê te bigirim, ez jî jê re dibêjim yaku nuha me heye bi dengên miletê kurd me wergirtiye, êkane rêya nehêlana vê desthilatê jî sindoqên dengdanê ne.
Eger me ev rêkeftin digel Bexdayê îmza nekraya opozisyonê dê bigotaya ewan derfeteke dîrokî ji dest da û hikûmetê rêkeftin encamn neda.

Madeya 140

Madeya 140 û cîbicîkirina wê madeyê ji ewlewîyatên hikûmeta Kurdistanê ye. Ev pirseke di navbera herêma Kurdistnê û Bexdayê de ev arîşe li beşn din yên Îraqê jî heye, texîrkirina cîbicîkirina madeya 140 pirsê aloztir dike. Em dê xebatên xwe bikin, bi taybetê piştî civînên digel serokomar li ser vê meseleyê weke ewlewîyat li ser kar bikîn.

Li ser dema rijêma Bassê eynî pirsgirêk me hebû û heta nuha nehatiye çareserkirin. Sala 1970ê, ji ber ku hînge hikûmeta Îraqê ya lawaz bû, Sedam rêkeftina 11ê adarê digel Xwedajêrazî mela Mistefa Barzanî îmza kir, , sala 1974ê êrîş kir ser Kurdistanê û dema nekarî rû bi rûyê hêza pêşmergeyê şoreşa Kurdistanê bibe sala 1975ê nîva Şetulereb da Îranê û digel şahê Îranê li hev kir û sala 1979ê Sedam ji wê rêkeftinê poşman bû û li pêşiya kamereyan ew rêkeftin dirand û şerê 8 salî digel Îranê kir. Ango eger pirsgirêk li ser esasê xurtbûn û lawazbûnê bên çareserkirin, hinge Îraqê tu carî xweşiyê nabîne. Eger em bixwazin Îraq bi xweşî bijî divê bi hev re diyalog bikîn pirsgirêkan di berjewendiya hemû Îraqê de çareser bikîn.


Ji krg.org ê Hatiye Wergirtin.

S.G

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌