ROJNAMEY XEBAT 2012-09-27
Hevpeyvîna Serokê Kurdistanê ya li gel kovara L`essentiel

Kovara L`essentiel, ku kovarekî navdarê Fransiye û girîngiyê bi meseleyên navdewletî û cîhaniyan dide û nivîsîngeha xwe ya serekî li Parîs e û bi her sê zimanê Fransî, Ingilîzî û Rusî derdikeve û bi sedan hezar dane li seranserê cîhanê da tê belavkirin, li hejmara xwe ya dawî ku li meha 9 û 10/2012 derket, beşekî berfireh û taybetî ji bo wan pêşketinên siyasî û aborî û aramiya asayîşa li sayeya Serokayetiya Serok Mesûd Barzanî da pêkhatine terxan kiriye. Li ser bergê kovarê, li nasandina Serok Barzanî da, nivîsiye Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê demokrateke ku jiyana xwe ji bo pêşketina neteweya xwe terxan kiriye. Ji aliyê her du rojnamevanê navdarê Fransî Dîmîtirî Fredman û Piyer Lî Bîler ve hevpeyvînek li gel cenabê Serok Barzanî saz kiriye. Li destpêka hevpeyvînê de balkişandiye li ser wê yekê ku Serok Barzanî wekî Pêşmerge û fermandeyek û siyasî û dîplomatek herdem xwedî helwesta rûn û eşkereye. Her wiha balkişandiye li ser wê yekê ku li dîroka Kurd da, tu demek wekî niha bingeheke baş ji bo damezrandina dewleta serbixwe nebûye û li vî warî de Serok Barzanî dibêje: Li gel wê yekê ku xelkê Kurdistanê wê wekî mafê xwe yê siruştî divê, lê belê mafê çarenivîsê li rêya diyalog û bi aştiyê pêktê.

 

* Asta zordarî û sîtemkariya beramber xelkê Kurdistana Iraqê çawa bûye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Sîtemkarî û zordariya li ser Kurd û zeftkirina mafên wan ji bo demekî dûrtir ve vedigere, lê belê piştî cengê yekemê cîhanî rewş xeraptir bû, bi awayekî sîstematîkî wergirtibû. Asta sîtemkariya wan qonax bi qonax berfirehtir bûn heta li serdema rejîma Sedam Husên, dema operasyona enfalê encamda gihîşt rêjeya dawiya teqandinê. Derencama wê jî çarenûsa 182000 kesan ne diyare û bûne qurbanî û bi tenê li kîmyabarana Helebçeyê da 5000 kesên me şehîd bûn û li kîmyabarana navçeyên din da jî 4000 kes bûne qurbanî. Nêzîkî 50000 Pêşmergeyên me şehîd bûn û nêzîkî 200000 kesên me birîndar bûne.

 

* Weku Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê li sala 2004 we cûre peymaneke stratejîk li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê mohr kiriye ku Serokê Iraqê Celal Talebanî Sekreterê wê ye. Ji bo wê peymanê nirxandina we ya siyasî çiye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Me baweriyeke kûr bi pêkve jiyan û hemahengî û karê pêkveyiya hemû aliyên Kurdiyan heye. Mixabin li navbera her du hizban şerê navxweyî hebûye, lê belê ewe derbas bûye û niha berev pêşve diçîn. Ji bo parastin û bergirîkirina li Herêma Kurdistanê, hevpeymaniya Partî û Yekîtî, meseleyekî bingehîne. Yek ji xesletê serekiyên wê peymana li navbera me ji bo wê hemahengî û hevpeymanetiyê ye, ji bilî parastina nasnameya her yek ji van du partiyan, lê belê her du alî karîne bi yek deng û bi yek helwest, ku helwesta xelkê Kurdistane, muamele bikin. Derencam jî bi rûnî ji hemû aliyek ve diyarin, me pêşketineke mezina aborî heye, avadaniyekî berfireh heye û me asayîş û aramiyeke baş jî heye.

 

* Piştî ku hûn ji aliyê Parlemena Kurdistanê li sala 2005 weku Serokê Herêmê hatin hilbijartin, li ruyê demokrasî û damezrandina dam û dezgehan de we çi pêşketinek pêkaniye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Em hê jî li qonaxên destpêkê da ne, gelek tişt maye bi encam bigihînîn û dan bi wê yekê jî didîn ku li ruyê hukimraniyê ve, Herêma Kurdistanê ezmûnekî kêmtir hebûye. Em li pêvajoya dirust kirina dam û dezgehên xwe yên desturîne û pejirandina ji hevdû cûda kirina desthilatên teşrî'î Parleman û bi cîhkirina Hikûmet û desthilata dadwerîne. Armancekî me yê dinê mezin ferahem kirin û mîsogerkirina azadiyên take kesiyên Kurdistanê ye. Gelek şanaziyê bi wê yekê dikîn ku me tu zîndaniyeke siyasî li Kurdistanê de tûne. Gelek handerî eweyîn ku komela medenî û rêkxistinan bi hêz bibin û niha me nêzîkî 1300 rêxistin û dam û dezgehên ne hikumî heye. Ev hejmar jî ji bo welatekî bi qebareya biçuka wekî welatê me, hejmarekî zêdeye.

 

* Ji aliyê ve çi cûdahiyek li navbera her du hilbijartinên we yên li sala 2005 ji aliyê Parlemen û hilbijartina raste rast li sala 2009 an de hebû?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Li navbera her du hilbijartinan da, ewê pêwendî bi desthilatên Serokê Herêmê ve hebê ku li gor yasa hatine diyarkirin, tu guhertinek nîne. Dema daxwaz ji min hate kirin xwe ji bo Serokê Herêmê hilbijêrim bi Parlemen, min got, amademe xwe hilbijêrim eger bi dengdana raste rast bê, lê belê eger hilbijartina Serok ji aliyê Parlemenê ve bê, min pê başe kesekî din hilbijêrin. Mebesta min bû bizanim li nav mîlletê min çendî piştgîriyê li min dikin, neku tenê ji aliyê endamên Parlemen ve. Min xwest bizanim sedê çendê mîlletê min li gel hilbijartina minin û çend ji sedê ne li gelin. Dengdana Endamên Parlemen, renge bi sedema hinek îtîbarat bê, lê belê dengdana raste rast ji mîllet ve ne wihaye. Min wê şer'iyetê dixwest ku ji xelk ve bê.

 

* We çi hengav û mekanîzmek li ber girt heta gencên Herêma Kurdistanê û nifşa nû ku pêkhata bingehîna civakê ne, bikarin rewşeke baştirê jiyanê li gor standardên kulturiyên welatên pêşketî da hebê?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: komelgey iême, komelgeyekî gence, 59% î danîştwaniman le xwar temenî 25 saliyewen. erkî iêmeye ke xoyndiniyan bo ferahem bikeyn çansî jiyanêkî baştiriyan le salanî dadêda bo birexsênîn. gencekaniman ayndey kurdistanin. iêsta 17 zankoman heye ke tiyaîda xoêndin le zanko hkumiyekan bê berambere. bernamey twanasazîman heye ke nzîkey (5000) qutabî lêyî sûdmend debin u derfetiyan debêt bo xuwêndinî bala rû le derewe biken. hendêk lewaneş iêsta le ferensa dexuwênin. pirojeyekman heye u qerzî bçûk dedeyne ew gencaney ke deyanewêt pirojeyekî taybet be xoyan drust biken. ew gencaney zanko tewaw deken, hawkariyan dekeyn ta karêk dedoznewe yan dademezrên. iême ziyatir gencekaniman handedeyn le kertî taybet kar biken u be pêyî yasa gerentî eweş kirawe ke pirsî mûçe u xanenşîniyan kêşey nebêt.

 

* Li van rojên dawî de li ser pirsa berhemanîna neftê gengeşeyek li navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta navendî de dirust bû. Husên Şehristanî li beramber îmzakirina girêbesta nefta li gel kompanyaya Total helwesteke tund nîşan da. Heta çi radeyê eve bandorê li ser pêwendiyên we yên her du aliyan de dike?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Me tu hengavek ji derveyê mafê desturiyan neavêtiye. Yek ji bingehên destûra Iraqê eweye ku neft û gaz mulkê hemû Iraqiyane. Em piştgîriyeke tevahî li vê prensîpê de dikîn. Li meha şubata 2007 li ser proje yasayek rêkkeftîn. Ew proje yasaye, hevpêçekî xwe hebû ku eger heta meha adara 2007 ev proje yasa li Parlemen neyê pejirandin, wê demê her du alî dikarin girêbestan îmza bikin.

 

Me argumenteke din li ser ewe heye qaşo ewê me kiriye ne destûrî yan ne yasayî bê, yan li derveyê desthilata me bê, tu lojîk tûne ku kompanyaya mezina weku Ekson Mobil û Gazpirom û Shevron û Total bêne Kurdistanê û kar bikin û bizanin kar ne destûrî yan ne yasayî dibin. Serkeftina siyaseta nefta Herêma Kurdistanê, serkeftinekî diyar û ber biçave. Li heman demî de berpirsên neftê li Bexdayê li bi cîhkirina erkên xwe de şikest anîn. Tenê tiştek dikîn ew jî dijminayetiyê beramber Kurd dikin, lê ji bo wan baştir hizir li ser zêdekirina berhemanîna karebaya li Iraqê bikin.

 

* Cudahiyên li gel Hikûmeta navendî de berfirehtir bûn, çendîn car we daxwaz kiriye Hikûmeta Iraqê rêz li maddeya 140 bigrê, niha rewş çawane?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Yek ji tiştê herî girîngên ku pêwîste li Iraqê da bête bi cîhkirin û yek alî kirin, ev maddeya desturiye. Dema em bi vê maddeyê razî bûyîn, me tu gumanek ji Kurdistaniyeta Kerkuk û wan navçeyan nebûye û nîne. Niha jî em bawerin ku dikarin maddeya 140 bi piştevaniya navdewletî jî bête bi cîhkirin. Baweriya me wiha ye ku divê xelkê Kerkûk û navçeyên veqetandiyên din li referandumek da azadane biryarê li çarenûsa xwe bidin. Ji xwe maddeya 140 behsa asayî kirin û serjimêrî û referandumê dike. Me tu demekî îdîaya ewe nekiriye ku mafê me heye, çareseriya xwe bisepênîn. Lê beelê mixabin Hikûmeta Iraqê hengavên gelek kêm ji bo bi cîhkirina maddeya 140 avêt. Mixabin dem dikujin û pêvajoyê paş dixin. Em bawerin bi cîhkirina vê maddeyê li berjewendiya Iraqê da ye.

 

* Niha dibînîn Kurdê Suriye li qonaxê dirust kirina pênasek û pêgehekin û beşek ji wan koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Gelo hun bawerin ku mînaka çareseriya Iraqê bikarê li Suriyê jî bête bi cîhkirin? Gelo hun li gel ewe dane ku li paşarojê de her du Herêmên Kurdî yek bigrin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Pêvajoya Kurdê Suriye cudaye, ji ber ku ew her ji mafê welatîbûnê jî hatin bêbeşkirin weku welatiyek li welatê xwe de muamele li gel wan nehatibû kirin. Her li wê jî pêvajoya te'rîbê ji salên şestan destpêkir. Her yek ji beşên Kurdistanê, taybetmendî û pêvajoyek xwe yê cuda heye. Ji ber eve ye jî ku cure û awayê çareseriyê ji bo her yekî pêvajoyên cuda de dibin. Her beş divê rastiya wan welatên xwe baş bizanin ku Kurd têdaye. Em nikarin modela xwe ya li Iraqê, ne ji bo Suriye, ne ji bo tu cîheke din bişînîn. Lê belê divê li Suriye çarçêweyek hebê ku Kurd mafên xwe bi dest bîne, wekî çawa Kurd li Iraqê mafên xwe bi destaniye. Em hevkariya Kurdê Suriye dikîn heta ku gotarekî siyasiya yekgirtiya xwe hebê. Bi bêyî wê yekê tu cure çareseriyek li ser wan bisepênîn. Di derbarê yekgirtina Herêma Kurdistana Iraq û Kurdistana Suriye, li ajandaya me de tûne. Lê belê li paşarojê de kî dizanê çi dibê? Eve mafekî me yê siruştiye hemû neteweyek bixwaze yek bigrê, eve jî tenê bi diyalog bi rêya aştiyane dibê.

 

* Gelo hun meşq û perwerdeyê bi Kurdê Suriye dikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Penaberên Kurdê Suriye li Herêma Kurdistanê li navbera 10 heta 15 hezar dibin. Zêdetirê wan gencin. Raste hinek ji wan perwerdeyê dîtine, lê belê perwerdeya êrîş birinê nehatiye kirin, belku perwerdeya xwe parastinê wergirtine, ji ber ku ew navçeyên ku Kurdê Suriye têdaye, li dema dirustbûna valahiya emnî, pêwîstiya wan bi parastina aramiyê heye heta ji fewza û têkdanê bêne parastin.

 

* Li 02/08/2012 Ehmed Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye serdana Kurdistana Iraqê kir. We çawa karî hevsengiya xwe ya zêdetir berev pêşveçûna pêwendiyê xwe û hevsozî û piştgiriyê ji bo mafê Kurdê Tirkiye yên li gel Enqerê rabigrin? Helwesta we li ser PKK çiye ku şerekî partîzanî li beramber cîranê we dike?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Me tu demekî nexwestiye pêwendiyên me yên li gel Tirkiye baş nebê. Mixabin berê, berî çend salek siyaseta Tirkiye beramberî me siyasetekî îstîfrazî û nêzîkî redkirinê bû. Em zimanê êrîş û îstîfzariyê ji her cîhek ve bê qebul nakîn. Ew rewş jî siyaseta wan bû, neku siyaseta me. Lê belê guhertineke mezin li siyaseta Tirkiyê da rûdaye. Dema Receb Teyyib Erdogan Serok Wezîrê Tirkiye çûye Diyarbekir û ragihand, raste li Tirkiye kêşeya Kurd heye û divê bi awayekî aştiyane çareseriya kêşeya Kurd bê kirin. Ji aliyê min ve eve hengavekî baş bû bi berev rêyeke baş da. Li adara 2011 Serok Wezîrê Tirkiye serdana Hewlêrê kir û ragihand, rojên înkar kirina Kurd li ser çû. Li ruyê aboriyê ve, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye gelek berev pêşveçuye û dikarê zêdetir jî hevkarî û hemahengiya li navbera her du aliyan de pêş biçe. Di derbarê pêvajoya Tirkiye, em piştgîriyê li mafên Kurdê Tirkiye dikîn. Lê belê em bawerin, ew guhertina li Tirkiye hatiye holê dikarê baştir bête bikaranîn, ji bo zêdetir pêşxistina nasandina wan mafan. Em bawerin stratejiya çekdariya PKK ne pêwîste. Em ne pê razîne û ne jî piştevaniyê lê dikîn. Niha derfet heye heta ku endamên Kurdê Parlemena Tirkiye, bandor û pêgeha wan diyartir bê û hestpêkirî bê. Dikarin bi aştiyane karê rikeberiyê li nav Parlemen û li ser kolana bajaran û cîhên din jî bikin. Tu pêwîstî bi bekaranîna tundutîjiyê nake. Me bi serkirdeyên Kurd re gotiye ku divê hewl bidin bi awayê û rêkarên aştiyane çareseriya rewşê bikin. 

 

* Helwesta we li ser berdewamiya programa atomiya Îranê çiye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Îran aliyekî girîngê navçeyê ye. Me sînorekî berfireh li navbera wan de heye. Pêwendiyên me li gel Îranê asayîne, lê belê eve jî nayê wê wateyê em li gel hemû tiştekî bi hevre û hev kok bîn ku Îran encam dide. Di derbarê programa atomiya Îranê, me pê başe neku li Îran, li cîhên din jî bername û programên wiha nebê. Em nizanîn bernameya wan çiye û çawaye û nizanîn şiyanên kontrolkirina bernameya wan çawane. Li piştî rûdawa Çernobilê ve, hemû kes dizanê ku biçuktirîn şaşî, çi karesatekî herêmî encam dide. Her wiha dizanîn wekî hemû aliyek, ku renge bername û programên bi vî awayî bibê sedema qewîmîna şer.

 

* Li meha nîsana 2012 we serdana Koşka Spî kir, hun û Serok Obama we behsa çi kir?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Li gel Serok Obama û Biden Cîgirê Serok kombuyîn. Babeta serekiya kombûna me li ser pêvajoya Iraq û Kurdistan û pêwendiyên di navbera Emerîka û Kurdistanê bû. Ji bo me girîng bû bizanîn ew çawa temaşa pêvajoyê dikin bi wê yekê ku gelo girîng bû bizanîn ew çawa temaşa pêvajoyê dikin bi wê yekê ku gelo piştgîriya me yan aliyekî diyarkirî yan siyasiyekî diyarkirî dikin an na? Wan dûpat kir ku li Iraqê da piştgîriyê li pêvajoya siyasî û bi cîhkirina desturê dikin. Wan pabendbûna xwe li piştgîrîkirina pêşketina Herêma Kurdistanê dûpatkir. Me pêvajoya xwe û pirsa Kerkûk û nakokiyên li gel Malîkî xisterû. Obama tekez kir ku girînge li çarçêweya maddeya 140 a destur çareseriyê peyda bikîn û girjî li navbera aliyan de nemîne, Obama dixwest ew girjî nemînin. Me dûpat kir ku me tu tiştek ji derveyê mafê desturiyan nekiriye. Wek agahdarin jî Serok Obama, ji bo çareserkirdina rewşê nûnerê xwe Tony Bilinkin şande Iraqê. Lê belê em bawerin divê çareserî çareseriyeke Iraqiyane bê.

Di derbarê pirsa Kerkûk, tu kes nikarê tu cure çareseriyek bisepênê, ne em bi xwe dikarin, ne tu aliyekî din jî dikarê. Maddeya 140 gelek rûn û eşkereye, binpêkirina van bingehan dergehê li ber sedemên din vedike, wê demê jî hemû sedem vekirî dibin.

 

* Pêwendiya we li gel Franso Holandê Serokê Fransa çawane?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Wekî dizanin Serok Fransuwa Mitterand û xanim Daniyel Mitteranda xêzana wî, gelek piştgîriya me kirin, bi taybetî li pirsa biryara 688 ya li sala 1991. Bi dirêjahiya dîrokê herdem pêwendiyên di navbera Fransa û Kurdistanê erênî bûn. Me pêwendiyeke raste rast li gel Serok Jack Shirak nebû, lê belê pêwendiya me li gel hinek ji Wezîrên wî hebû. Yek ji wan jî Nîkolay Sarkozî ku wê demê Wezîrê Navxo bû. Li gel Serok Fransuwa Holand, 4 - 5 car me hevdû dîtiye dema ku Serokê Partiya Sosyalîstê Fransa bû. Pêwendiyekî şexsî ya baş li navbera me de heye. Min pê xweşe divê serdana Fransa bikim, ji ber ku Fransa yek ji wan welatane ku em gelek gelek bi girîngiyê ve temaşa wî dikîn. Em dixwazin pêwendiyên xwe kûrtir û bi hêztir bikîn. Li sala 2010 li gel dostê me yê kevin û dilsoz Bernard Koshner li gel Serok Sarkozy li Parîs kombuyîn. Pêwendiya min û Bernard Koshner pêwendiyekî bi tîn û germ û gûr bûye.

 

* Çawa temaşa siyaseta derveya Rûsya ya li navçeyê dikin bi taybetî taktîka biloka Rusya-Çîn li encumena asayîş beramber dosyeya Suriye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Li ruyê dîrokî ve, herdem cûre têgihiştinekî hevbeş li navbera Rusya û Çîn li ser çend pirsek beramber welatên dinê rojava hebuye. Eve jî xwendingeheke cudayê dîblomasî û gengeşeya hevdû dikin ji bo berfireh kirina ezmûna xwe ya li asta navdewletî da. Ez nikarim bibêjim kijan ji wan raste û kijan ne raste. Lê belê wekî ku dibînin xelkê vê navçeyê renge bibin qurbana wê gengeşeyê.

 

* Gelo ew yasaya ku ji bo veberhênanê li vir derketiye ji bo handana sermayeguzariyên biyanî û damezrandina kompanyayan, heman ew yasaye ku li Bexda heye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Yasaya me ji bo sermayeguzariyên biyanî gelek girînge û veberhênerên biyanî dikarin gelek sûd jê werbigrin. Gelek ji kompanyayên mezinê li asta cîhanî bi erênî vê yasayê dinirxînin. Yasaya me cudatire ji wan yasayên ku li Bexdayê heye. Gelek sermayeguzariyên biyanî hatin û çendîn kompanyayên din jî tên, ji ber ku pêşketinekî aboriya mezin li Kurdistanê de heye. 

 

* Heta çi radeyê hun amadene biçin eger Hikûmeta Iraq rêza destur û peymanên li navbera we da negrê?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Eger bizanîn destur tê binpêkirin û ji wate û bihayên xwe tê veqetin û nayê bi cîhkirin, em nikarîn li gel vê cure sîstemê bijîn. Em nikarin li sayeya sîstemekî dîktatoriya li Iraqê de bijîn.

 

* Ev du sale, sala bihara Erebî bûn li navçeyê, lê belê piştî rûdawan, me dît ku grupên îslamî û Selefî bala destbûn û welatê xwe berev na aramiyê ve birine. Dizanîn ku Emerîka hêza xwe li Iraqê nabê, hun bawerin ku divê Kurdistanê çi cure artêşek hebê heta amade bê Kurdistanê ji terorîstan û êrîşên ji derve biparêzê?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Felsefeya me û eqîdeya stratejiya me li ser bingeha bergirîkirine, em tu demek êrîşî kesek nakîn û êrîşa wan nakîn. Li gor desturê Iraqê, me ew maf heye ku hêza me ya ji bo bergirîkirinê hebê. Me hêza Pêşmergeyê xwe perwerde kiriye heta bibê bingeh û bingeha vê hêza bergiriyê. Pêşmergeyên me amadene ji bo hemû rûdawek.

 

* Eger hêviyeke we hebê ji bo paşaroja Kurdistanê, çi hêviyek dibê, federaliya zêdetir, serbixweyî, geşbûn û pêşketinê zêdetir? 

 

Serokê Herêma Kurdistanê: (Bi  kenînê ve) her sê jî.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌