ROJNAMEY XEBAT 2012-09-30
Mafî Xaniman, Le Malî Bûke Şûşeda

Ehmed Salar
 
 Malî bûke şûşe, şakare şanoiyekî, şanonûs (hênrîk epsin)e, le mangî gulanî salî 1828 le gundêkî wilatî Neruîc le dayk biwe, sereta be karîgerî romansîzimî neteweyî, şanoiyekanî ptir piştiyan be dastan û mêjuwî Neruîcî bestuwe, yan bilêyîn bûbûne çawgî lê helêncan û îlham bexş. Le şanoyekanî em qonaxey: încer xanim û cejn le sulhuc û katalîfî û berde baranî cengawer û xopîşanderan..... htd

 Paş em qonaxe, be şanoyî komeley lawan, dustî pê kird, wate le salî 1876, em berhemey dadenrêt, beyekem hewlî bo mamelekirdin le tek babetêkî hawçerx be şêwazêkî riyalîzmî, paşan şanoyî kolekekanî komelgey nûsî, îdî le salî 1877ewe serdemî şanoyî gîrugirft destî pêkird û bûne binçîne û binemay şanoyî komelayetî, basî leçareserkirdinî gîrugirft û tenguçeleme gewre û kêşe alozekan dekird, şanoy malî bûke şûşe, giringî bezîndûêtî mirovayetî dedat, kenabê hergîz bikewête jêr zebirî rakanî komelgey lasayî kerewe, wate nekirête qurbanî dab û nerîtî beserçwewe.

 (Epsin) dadenrê be damezrênerî rêbazî riyalîzmî le hunerî şanoyî nûsînda û barî jiyan betaybetî nawmal û xêzanî kirde gorepanî rûdawe şanoiyekanî wek leherdû şanoyîda (malî bûke şûşe) û (tarmayiyekan – heluwêstî berengabûnewew buwêrî xsteberdem palewanekanî, lem bareyewe (birnardşo) gutuwiyetî:
 (( şkspîr xstîniye sertextî şano, belam bebê heluwêst. epsn ew kelêney pirkirdewe,hat xoman be heluwêst manewey xste ser şano, boye şanoiyekanî bo iême giringtire...)).

 Şanoy (epsn) degutirê şanoy komelayetî be pley yekem giringî bekêşe komelayetiyekan dawe, ber lehemuwî giringî be peywendiye komelayetiyekan dawe....
 Lem derfeteda, tenha basî lebabet û kerese û mebestî(epsn) le şanoyî (malî bûke şûşe)da dekeyn, le kareyda rexne le çewte boçûnî xelkî degirê, sebaret bepeywendî nêwan jn û mêrd, palewanî şanoiyeke xanimêke nawî (nura)iye, em xanime, herçî xem û kar û hewlî buwe, tenha bo bextiyarî (korvald)î hawserî buwe, xanimêkî pakj û bê xewş û niyaz pak...
 Belam rûdawêk dête pêşewe, em xanime benaçarî û dlpakiyewe karêk le pênawî mêrdekeyda dekat, ew çake kariyey lê debête belaw bexirape beseriya deşkêtewe, debête maiyey helçûn û şêtgîrî mêrdekey, herçend dekat mêrdekey be heqîqetî karekey qayl bikat, belam mêrde guwê nagirê uleser demargîriyekey berdewam debê û sat leduway sat xiraptiru germtir debê.

 Naçar (nura) degate ew biruwayey, mêrdekey wek mirovêkî xawen hest û nest hebûnî xumoyî seyr nekirduwe, belku hebûnî ew lemalda, tenha û tenha bûke şûşeyek buwe, nek wek mirovêkî xawen mal. nek wek mirovêkî azad û serbest le hest û corî bîrkirdinewe û helsukewt û reftarda....

 Lêrewe teqînewe rûdedat lêrewe goran û şorş dest pê dekat.
 (nura) beruwî binema û dab û nerîtî perpûtî komelayetîda heldeşaxê û pişt dekate hemûan.

 Û perî tûreiyewe dergay maleke bedawî xoyda dadexat û becêyî dêlê, zrmey ew derga beyekdadaney (nura) leseranserî ewrûpada dengî dayewe û gelêk heraw horiya û çend û çûn û gftugoy germ û çeşneha narezayî beduway xoyda hêna ... (epsn) paş çendîn sal beşanoy(tarmayiyekan) û dramî gişt denge narezayiyekanî dayewe û (nura) buwe sumbûlî xanimêkî şorşgêrî komelayetî.
 (epsn) girft û natewawiyekanî komelgey dewrujand, bo hejandin û sernc rakêşan û lê urdibûnewey.


S.Gabarî

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌