ROJNAMEY XEBAT 2012-09-30
Gotara Serokê Kurdistanê ya 4. Kongreya Partiya Dad û Geşepêdan (Akparti)

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Birêz Recep Tayip Erdogan Serokê Wezîran û Rêberê Akparti!

 

Endamên çaremîn kongreya Akpartî û mîhvanên birêz!

 

Spasiya we dikim ji bo dawetkirina me ya başdarîkirina vê kongreyê û em hêviya serkeftinê li kongreya we dikîn û em hemû çaverêya biryarên girîngin ku li vê kongreyê derbiçin. 

 

Dema Akparti li Tirkiyê bi hilbijartinê desthilat girtiye dest, em dibînin Tirkiye roj bi roj davêje qonaxên bilindtir û nûtir. Û îro Tirkiye sengeke din heye li ser asta navdewletî û her wiha li navçeyî jî. Wekî ku em hemû jî dizanin li navçeya me arîşe û pirsgirêk hene. Lê belê tu arîşeyek tûneye ku nikaribe bête çareserkirin, bi mercekî ku îradeya çareserkirina arîşeyê hebê. Ji bo me cihê daxeke gelek gelek zore çi xwîna xortekî Tirk yan xwîna xortekî Kurd yan xwîna her xortekî din yan her milletekî din bête rêhtin. Em milletên ku li vê deverê dijîn, lazime em destê birayetiyê ji bo hevdû dirêj bikîn û heyfa xwîna hevdû birijîn.     

 

Siyaseta Partiya we û rêberê we, em dibînîn siyaseteke vekirî, siyaseteke rast û çareseriya hemû arîşeyane. Ez dixwazim li vir spasiya birêz Erdogan bikin ji bo wê curet û wêrekiya ku nîşandayî, ji roja ku çûyî Diyarbekir û gotî belê lazime arîşeya birayên me yên Kurd bête çareserkirin, yan sala par ku serdana me kir li Hewlêrê û em dilxweşkirin û got ew roj êdî li ser çû ku hebûna milletê Kurd dihate înkarkirin. Beranberî vê helwestê ez ferz dibînim li ser hemû Kurdan piştevaniya vê siyasetê bikin û lazime hemû hêzên Kurdî xwe ji tundutijiyê dûr bêxin, ji ber ku tu encameke tundutijiyê tûneye.          

 

Hêza her dewletekî, yan her partiyekî ne li wê hindê daye, ka çend leşker heye, yan çend çek heye, hêza wê ewe ka çiqas xizmetê ji bo gelê xwe kiriye û çi bernameyek li dest daye. Hêza Akpartî û hêza birêz Erdogan ya li vê bernameyê de û li vê siyaseta vekirî da çi beranber arîşeyên navxweyî çi beranber arîşeyên derve li meydanêdaye û îspatkiriye. Ji bo dawî anîna xwîn rêhtin û tundutijiyê em hazirîn ji bo hemû piştevaniyeke li siyaseta birêz Erdogan û em hêvîdarîn di demeke nêz de ev arîşe jî bi dawî bibe. Rêka aştiyê û rêka birayetiyê rêka hevdû têgihiştinê tenha rêke ji bo çareseriya hemû arîşeyan.      

 

Tirkiye dewleteke girînge li ser asta navneteweyî û li ser asta navçeyî jî, me pê xweşe pêwendiyên Tirkiyê û Iraqê pêwendiyên birayane û dostane bin, li vê çarçeweyê de em pir keyfxweşîn pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gihîştîne astekî herî bilind. Danustandina bazirganî li navbera Iraq û Tirkiyê de nêzîkî 12 milyar dolare % 80 (sedî heştihê) wê li gel Herêma Kurdistanê ye.

 

Wekî ku em dibînîn li navçeya rojhilata navîn guhertinên mezin li pêşin û rûdane, em bi germî piştevaniyê li wan milletan dikîn ku ji bo azadî û serbestiya xwe xebatê dikin. Û em bi germî piştevaniyê li xebata milletê Suriye dikîn ya ji bo azadî û rizgarbûnê. Cihê daxeke girane rojane em şahidê kuştina xelkekî yekcar zorîn li Suriye. Em hêvîdarîn demeke zûtir ev xwîn rêhtin bête rawestan û milletê Suriye biryarê li çarenivîsa xwe bide. Û em zor teqdîra dewrê Tirkiye dikîn dergehê xwe vekir ji bo xelkê lêqiwîmî û koçberên ku hatine Tirkiye û eve li bîra me tîne dîsa li sala 1991 li sala 1988 dîsa milletê Tirkiye dergehê xwe vekir beranber xelkê me wextê ku tuşî enfal û kîmyabarana bûyîn. Min divê ez spasiya milletê Tirkiye bikim ji bo wê dostayetî û birayetiya ku nîşa me dayî.

 

Îro nêzîkî 29 hezar koçberên Suriye mîhvanên me ne û dergehên me jî ji bo wan vekiriye bila bi xêrbên û hindî ku werin bi xêrbên û em di xizmeta wan da ne. Li dawiyê de careke din spasiya we dikim ji bo dawetkirina me û hêviya serkeftinê ji bo kongreya we dixwazim û her serfiraz û serkeftî bin.   

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌