ROJNAMEY XEBAT 2012-10-07
Mufetîş

 Danîştûanî dêyî (t) ew çêştengawe zorbeyan le derewey dê bûn, xerîkî karubarî rojaney xoyan bûn, legel eweşda dêyîeke, tewaw çol nebû, jnan û kçanî dê, hhndêkiyan her lenaw dê mabûn, carubar leserbanêkewe dengî afretêk dehate berguwê, ke legel deste xuşkêkiyan le serbanêkî dîkewe, xerîkî demeteqê û hîlke hîlkbûn.
 qutabixaney dê dekewte lay seruwî dêyîekewe, beser tepolkeyekî berzewe, beser dêda deyrwanî, Mamostay dê le hewşey qutabixanekeda leser tenekeyek danîştbû, sergermî xuwêndinewey ktêbêkî nawdestî bû, Mam hesenî seqaş, lay şanî rastî Mamostawe beçîçkanewe, palî dabû bedîwarekewe, carubar û beklkî camanekey behêwaşî bo ewey Mamosta aloz nekat, mêş û megezî le seruçawî xoy pas dekird.

 Qutabiyekanîş zor leserxo le tirsî Mamosta xerîkî gemey rojaney nêwan pişuwî wanekan bûn, tîşkî zêrînî xoretawî çêştengaw, sertapay hewşekey degirtewe, bekawexo tengî besêberî ser Mamosta heldeçnî, boye Mamosta zû zû tenekekey jêrî berew paşmawey sêberî dîwareke debird.

 Gelay drextî berdem qutabixaneke, carubar beşney bayekî nakaw delerayewe, balndey ser lk û popekanîş le encamî hawîştinî berd û kestekî qutabiyekan, ke derfetiyan le alozî Mamosta dehêna le crîwe crîu dekewtin û leşeqey baliyan deda.

 Mam Hesen sergermî pêçanewey sîxarêk bû, ke hestî besegwerêkî dûr kird, her boye leserxo ruwe û dergey qutabixaneke mlî na, paş satê têrwanîn awrî le Mamosta dayewe û utî: Mamosta le girdekanî xwar dêwe qafleyekî bçkolane bedî dekem.

 Mamosta tewaw nqûmî ktêbekey naw destî bû, hîç guwey le qsekanî Mam Hesen nebû, boye Mam hesenîş zor leser qsekanî neroyşt û gerayewe şuwênekey xoy û leser pêçanewey sîxarekey berdewam bû.

 Hepey sege harekanî naw dê, radey nêzîkbûnewey qafley nenasrawiyan nîşan deda, ta dehatîş hepey segel tundutîjtir debûn, her boye Mam Hesen carêkî dîke le cêyî xoy raperî, ruwe û dergey qutabixaneke mlî na û leberxoyewe utî: diyare em mîwanane her tewaw, nenasrawn, boye segekan wa harbûn!!

 Mamosta her leser tenekeke danîştbû, pê deçû, denge deng, hepe û werînî segel, netwanê Mamosta le ktêbekey naw destî dabpiçrênê, belam wa derneçû, çunke Mamostaş le cêyî xoy raperî, ktêbekey leser tenekeke dana, wek soraxêk ruwewe dergey qutabixaneke mlî na.

 Dîmenî qafley nakawî berderge tewaw dlî Mamostayan daxurpan, lerastîda qafle nebû, bigire Mufetîşî nawçeke û guwêdrêjk û ulaxdarêk û iêstirekey bûn.

 Dîmeneke yekcar seyr hate pêş çawî Mamosta, dû ştî tewaw pêçewaney yekdî, Mufetîş kabirayekî bê endaze qelew bû, ptir le qelewîda çwarpalu ــ wek tenkî awî serban dehate berçaw, beser guwêdrêjêkî ــ ewîş bê endaze ــ lawazewe bû.
 Mamosta lew kateda yekser xoşî neyzanî bo dîmenî ser bergî ktêbî hîkayetî dz û qazî hatewe pêş çaw, her eweş buwe maiyey ewey bzeyek wek biruske xoy le lêwekanî Mamosta bida, ــ her bepeleş ــ bo îhrac nekirdinî Mufetîş nemênê, guwêdrêjeke ــ lejêr Mufetîşda ــ zor kesas dehate pêş çaw, mlî tewaw şorbûbuwewe, behîç corêk twanay helbirînî nebû.

 Mufetîş beser guwêdrêjekewe, tewaw rengî zerd û helbzrkabû, bezehmetîş henasey deda, «lewe deçû bepê hatbê, nek beswarî»!! lêwe barîkekanî uşkbûn, demuçaw û sere safekey xerqî 'ereq bûn, 'areqî serupotelakî behîç corê ــ leber saf û lûsî kelley serî ــ bend nedebû, boye xoş xoş bepena guweyda çorawgey debest, herçend Mufetîş xêra xêra destesrêkî gewrey «lewaney deyankirde mlî gay qurbanî» bedemuçawîda, paşan sere sûre safekeyda dehêna herbê sûd bû.

 Mufetîş tirsî segekanî dewruberiyanî betewawî lê nîştbû, segekanîş leber namoyî ser û potelakî Mufetîş, her dewr û xulî ew û guwêdrêjekey bûn, guwêdrêjeke çend carêk uîstî leser paşuwî helbezêtewe, hewlî leqe hawîştin bidat, diyarbû ew karey leber qursî weznî Mufetîş û şeketî xoy behîç corê bo nederxsa.

 Mufetîş her beser guwêdrêjekewe bû, ke hawarî lê helsaw utî: kure piyawî ça bin em seganeman lê dûr bixenewe, xo xerîkn laqî ulaxeke derdehênin.

 Mam hesenî seqa her zû hestî bewe kird, ke Mufetîş mebestî pelî ulaxekan niye, mebestî rizgarbûnî xoyetî, boye bepele kewte rawnanî segekan û bê deng kirdiniyan.
 Mufetîş beyarmetî ulaxdareke û Mam Hesen her çonî bû dabezî, guwêdrêjeke wek demê bê çawerêyî ew hele bê, yekser pirmeyekî behêzî kird, behemû kurtan û qeyase û tirutfaqêkewe yektexte xoy dabezewîda, çend carêk leberdem dergey qutabixanekeda xoy gewzand.
 Diyarbû guwêdrêjeke lew sefereda dûçarî azar û eşkenceyekî tewaw nahemwar û namirovane bû bû, ewîş lelayek leber qursî namaqulî weznî Mufetîş, lelayekî dîkeşewe leber neşarezayî û naşêtî, le bekarhênanî darekey nêw destî dabû, Mufetîş uway zanî bû, ke ew darey draye dest, îtir ewe yanî lêdanî ew ajele besezimaneye bedrêjayî rêge, herçende ulaxdareke çend carêk le rêge bedengî berz utbuwî: ulax, teniya clewî bo şl kirê, xoy mlî rê degirê..

 Belam Mufetîş behîç corê lewe negeyştbû, boye ulaxdareke çend carêkîş her bo nimûne le ulaxekey dabezî bû, bew hîuwayey Mufetîş hîç nebê leserew lêjgayekanda dabezê.

 Belam eweş her bê sûd bû, boye kabiray ulaxdar le dlî xoyda utbuwî: em tenge estûraney, ke bexoyan delên efendî û xuwêndewar, debuwaye selîqe û eql û marîfetiyan zor le iêmey nexuwêndewar ziyatir û kamltir bibuwaye, keçî waş niye, seyrî em kêwe goşte biken, bedrêjayî rê, beser ew guwêdrêje besezimaneweye, keçî ta iêsteş hestî bewe nekirduwe, her nebê leserew lêjgayekanîşda, eger bo satêkîş bê, tozê dabezê..

 Mamosta tewaw waqî urmabû, neydezanî lew munasebete nakaweda çon helsukewt bikat, her boyeş bo rizgarbûnî lew heluwêste, bexawen ulaxekey ut: başe boçî cenabî Mufetîşiyan swarî iêstireke nekirduwe?
 ulaxdareke kokeyekî bo kird, beçmkî mraxaniyekey 'areqî nawçewanî srî, seyrêkî şermawî Mufetîşî kirdu utî: qurban leser daxwazî xoy bû, herçende zorîşm la 'eyb bû, ke le hzuriya min swarî iêstir bibm û ewîş guwêdrêj, belam ew xoy razî ne debû!
 Mufetîş becûlandinêkî seyr, ta radeyekîş bepele boynbaxekey mlî şl kirdewe, lewe deçû her ew cûlandine nakaweş bû bê, ke bîrî ulaxdareke bixatewe, lxawî demî iêstirekey derbhênê û gurîsî dewrî lmozî guwêdrêjekey şl bikatewe!.

 Mufetîş paş ewey qopiçey serî serewey mlîwanî kirasekey tirazand ruwî demî kirdewe Mamosta û utî: min xom hezm le kere!
 par carêk le iêstir kewtûmete xwarê, îtir lew katewe tobem kirduwe...

 leser pîplîkekan Mufetîş awrêkî le Mamosta dayewe û pêyî ut: berastî segekanî em dêyîe 'ecîb harn, xo xerîk bû laqman derbhênin!.

 Mamosta lewelamda pêyî ut: ewe lebereweye natinasn, zor asayiye, ke seg piyau nenasê, pêyî bwerê u...
 Mufetîş zor be'ezretewe utî: iê?

 Mamosta çawî biriye naw çawî Mufetîş û utî: renge bîşîxon!.
 Mufetîş dlî daxurpa û rengî tewaw helbzrka, boye zor bepele beMamostay ut: tkaye dergey qutabixaneke dabixe, ba qutabiyekan beserbikemewe!.

 Mamosta destbecê qutabiyekanî le hewşekeda rîzkird, qutabiyekan têkira beçawî sersurmanewe, deyanrwaniye Mufetîş, lewe deçû zorbey qutabiyekan bo yekemîn cariyan bû bê, piyawî bew ser û heyetewe bedî biken.

 Mamosta seyrêkî qutabiyekanî kird, nîgay sersurmawî qutabiyekan, serncî rakêşa, her boyeş wek rûnkirdineweyek bequtabiyekanî ut: qutabîan mîwanî emroman berêz cenabî Mufetîşe!.

 Qutabiyekan hemû çawiyan dapiçrîbû betasuqewe seyrî Mufetîşan dekird, ke Mamosta berdewam bû leser qsekanî utî: berêzîşiyan, her hemû salê çend carêk lenakaw! dên û serman lê deden u...
 Mufetîş bebekarhênanî uşey «nakaw» zor qels bû, boye herwek berperçdanewe qsekanî Mamostay birî û utî:mndalekan! bepêyî biriyarekanî hzb û ute benrxekanî serek komar û pêşniyaze becêkanî mektebî mu'ellmîn, iême hemû salê, çend carê ser le qutabiyekan dedeyn bo ewey bzanîn qutabîan wez'iyan leçîdaye û qutabixanekan çon berêwe deron...

 Mufetîş kemêk bê deng bû, destesrekey beser û guwêlakiya hênayewe, paşan çawî biriye naw çawî Mamosta û berdewam bû: herwek bşzanîn Mamostakan, ders çon delênewe, ta ç radeyekîş pêrewî amojgariyekanî hawrê serok deken!

 Mamosta zor bew qsane dlgiran bû, her bo rizgarkirdinî qutabiyekan lew mweazere nawexte beMufetîşî ut: qurban eger detanewê seyrî qutabiyekan biken, ewa deyanêrme jûrê!.
 Mufetîş hîç guwey nedaye qsekanî Mamosta, em ptir meşxulî seyrkirdinî dîwarî qutabixaneke bû, ke le pirêkda wek hewrî behar beser Mamostada girmandî: eme yanî çî? em dîwarane bo wa rût û qûtin? kwa druşmekanî
 hzb? kwa amojgariyekanî qiyadey qutirî û qewmî?.
 Mamosta her tewaw ebileq bû, demî bû beteley teqîu, ta satê neyzanî bilê çî û çonî pîne bikat, paş tozê zor behêmnî û leser xoyewe utî: berêz! dîwarî qutabixanekeman wek debînin gle û hîç core ştêkî pêwe bend nabê!.

 Mufetîş tewaw dhrî bû, çawekanî xuwênî têzabûn, sere safekey leber tîşkî xor birîqey dedayewe, henase birkêyî pê kewtbû, betûrebûnewe beMamostay ut: qsey qor û bê mana! dîwarî gl û qurî çî? ewe fermanî hawrê seroke, ke debê le hemû qutabixaneyekda,
 druşmekanî hzb û qiyadey siyasî helwasrê! iême demanewê newey nuwê bebîrubawerî be's goş bikeyn û ewîş le qutabixanewe dest pê dekeyn! Mufetîş ziyatir le qsekanî serncî radekêşan, rengî helbzrkawî sûr helgerabû, xetî jêr çawe biruşekanî reş dagerabûn.
 guwêçke xirpnekanî wek dû glopî sûrî bçkolane le sûrîda helgîrsabûn! dlopî 'areq tk tk beperey guwêkanîda dehatine xwarê, talî biro reşe estûrekanî perş û bilaw beserçawekanîda tlîsabûnewe..

 Mufetîş destî bo dîwarekan rakêşa û behereşewe leser qsekanî berdewam bû! her le sbeynêwe, dar û dîwar bedruşmekanî hzb û şorş derazênîtewe! halî buwî?!.

 Mamosta benaraziyewe serêkî bo leqand û lejêr lêwewe utî: belê!.
 Mufetîş beherdû destî pantolekey, ke le tûrebûnda şl bûbuwewe, bepele bo, ser urgî helkêşayewe, ta twanî xoy qît kirdewe, herçend eweşî leber zlî urgî bo meyser nedebû, her wek fermanî 'eskerî bidat beser Mamostada helşaxaw utî: yalla qutabiyekan bibere jûrê ba biyanbînim!.

 qutabiyekan hîç çawerêyî Mamostayan nekird, ke demî helbhênêtewe, yekser xoyan kird bepolda, Mamosta zor şlejabû, bepele bequtabiyekanî ut ke ktêbî bîrkarî derbhênin.
 Mufetîş bê hîç pêşekiyek, kewte pirsiyarkirdin le qutabiyekan lebarey girîngî «şorşî» hevdey temûz û layene «însaniyekanî!» «bîrî» be's!.

 Mamosta dlgiran bû, lewe ziyatir xoşî pêranedegîra, boye qsekanî beMufetîş birî û tozê bedengî berz, ke qutabiyekan betewawî guweyan lêyî bê utî: cenabî Mufetîş! qutabiyekan ktêbî bîrkarîan leberdemdaye û dersekeş bîrkariye! to pirsiyarî çîan lê dekey!.

 Radey tûrebûnî Mufetîş zor beasanî leser û potelakiya bedî dekira, şademarî mlî wek xebixebey boq, leser îqa'êkî negor, berz û nzm debuwewe, Mufetîş pêkenînêkî sard girtî û betewsewe utî: belê dezanim. poleke tewaw xamoş û bê deng bû, qutabiyekan beradeyek bê urte û bê cûle danîştbûn, ke ziyatir le momiya deçûn wek le zîndewer!.

 Mufetîş piyaseyekî bepolekeda kird, her seyrî dar û dîwarî jûrekey dekird uwêney serek komar, ke bejûr texte reşekewe helwasrabû serncî rakêşa, tozê lêyî urdibuwewe, paşan wek zrdewaleyek begêperey mliyewe dabê, hawarî helsa û utî: ewe boçî uwêney hawrê serok wa tozawî ye?! boçî şûşekey bepakî ranagirn?!.

 Mamosta danî becergî xoyda dena û herçî sebir û tehemulî hebû koy kirdewe û leserxo utî: cenabî Mufetîş! herwek utm, xanuwî qutabixaneke, gle, boye zor ştêkî asayiye, ke teputoz û xol le hemû ştêk binîşê.

 Mam hesenî seqa le demeteqê kewtbû, legel ulaxdarekeda, hatbuwe û leber dergey polekeda leser tenîşt rawestabû, guwê qulaxî mştumrî Mufetîş û Mamosta bû, Mam Hesen leberxoyewe utî: xuwaye Mamostaman le bela bedûrkeyt.

 Mam Hesen xerîkî pêçanewey camanekey serî bû, ke beasanî guwey le dengî Mufetîş bû deyût: belam uwêney refîq serok nabê gerdî lê binîşê.

 Mam Hesen her guwê qulax bû, deyust xoy bikat bepolda, belam dûdl bû, leber xoyewe utî: eger ştêkîş bê ewe gunahî mine, xo Mamosta karî pakkirdinewe niye, emey ut û paş satê bîrkirdinewe, pêyî na becergî xoyda û yekser xoy xizane jûrewe, beMufetîşî ut: qurban cenabî Mufetîş, eger kemukurtiyek hebê, ewe gunahî mine, belam birwa biken, hemû rojê ew resme pak dekemewe, beperoy terîş şûşekey desrmewe.

 Mam Hesen tozê westa, seyrêkî Mufetîşî kird û leser qsekanî berdewam bû: eger deşfermûn her iêste, carêkî dîke, leberçawî xotan, pakî dekemewe.

 Mufetîş serêkî narezayî bada û beser Mam hesenda girmandî û utî: her iêste pakî dekeytewe!.

 Mam Hesen destbecê tenekeyekî hêna, çuwe serê, uwênekey dagirt û kewte fûlêkirdinî, zor seyrî emlaw ewlay xoy kird, diyarbû ــ bew şlejawî ye ــ 'ewdalî terayiyek bû, çmkî mraxaniyekey têhelkêşê, belam hîçî uway bedî nekird, boye le pelîda yek hoqe tfî kirde ser şûşeke û beçmkî mraxaniyekey kewte srînewey Mufetîş, ke ewey dî tewaw girî girt û wek, ew hoqe tfe le seruçawî xoy kira bê, hawarî lê helsa û utî: ewe seqa feraş gelho! çî dekeyt? çon wa uwêrat tf le uwêney serek komar bikey?!.

 Mam Hesen waqî urma, dlî kewte tepe tep, 'areqêkî sardî kirdewe, demî kewte tetele, zor bekesasane beMufetîşî ut: qurban tfî çî! min resmeke pak dekemewe, diyarbû Mufetîş behîç corê ew heluwêstey bo hezm nedekira, boye le jûreke derperî û hawarî ulaxdarekey kird, le hewşekeda ruwî kirde Mam Hesen û behereşewe pêyî ut: xom dezanim ç szayekt dedem..
 paşan awrî le Mamostaş dayewe utî: toş szay musteheqî xot dexoyt...!
 emey ut û ledergey qutabixaneke derperî, segekanî dê kewtinewe werîn, emcareyan wek hemû biriyariyan dabê pêkewe dewrîn, Mam Hesen tewaw şleja bû, bepele beMamostay ut: destm damênt, Mamosta ştê bike, xot dezanî hîç mebestm nebû, xeyrî pakkirdinewey şûşeke nebê...

 Mamosta lebîrkirdineweda bû, neydezanî çî bikat, ke Mam Hesen carêkî dî pêyî utewe: Mamosta beşku hendê peyn û tepale û hêlke û mrîşkî bedeynê û bibrêtewe! belku wa ziman lê bênê û tûşî gêçelêkman nekat, bo xatirî xwa mindalm urde..

 Mamosta leberdem dergey qutabixanekeda req rawesta bû, lêwekanî dekiroştin, ruwî kirde Mam Hesen û leserxo utî: Mame! piyau lem çlkaw xorane naparêtewe çiyan le dest dê ba bîken..
 Mam Hesen hîç urtey nekird û seyrî qaflekey dekird, ke urde urde le dê ret debû, Mufetîş le xwar dêkewe, bedarekey nêw destî, kewtbuwewe ser û guwêlakî guwêdrêjeke, ke bewlaxdarekey ut: berastî tê nagem em xelkane bo ewende, heziyan le serpêçiye?!.
 ulaxdareke hîç urtey nekird, em ziyatir hestî lay guwêdrêjeke bû, ke qurs pelî dehawîşt, le dlî xoyda utî: to bilêyî emcare guwêdrêjkem besaxî bo bigatewe malê.

 1983

S.Gabarî

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌