ROJNAMEY XEBAT 2012-10-12
Gotara Serokê Kurdistanê ya 2. Kongreya Zanistiya Cîhaniya Kurd

Xuşk û birayên birêz...

 

Mîhvanên birêz...

 

Xwe bi bextewer dizanim ku li duyemîn Kongreya Cîhanî Zanista Kurdî da beşdarî dikim. Hengavekî girîng û pîroz û hêvîbexşe, daxwaza serkeftinê li kongreya we dikim. Hêvîdarim demeke xweş li mala xwe û welatê xwe li bajarê dîrokî, Hewlêra paytext bi ser bibin.

 

Ji bo cihê şanaziyê ye, cihê hêviyê ye ku dibînîn hejmarekî zêdeyê ji zarok û gedeyên Kurdistanê û dostên gelê me li vê holê da amadene, ji bo wê yekê ku zanista xwe bixin xizmeta pêşketina ezmûna Kurdistanê. 

 

Ji dil spasiya we dikîn, spasî wan xuşk û birayan dikim ku hewl ji bo pêkanîna vê konferansa zanistiyê dane. Bêguman we kedeke mezin daye û şev û roj hûn xebitîne ku we xwe gihandiye vê astê û pîrozbahiyê li we dikim û dibêjim şanaziyê bi we dikîn. Şoreş û xebat her ne şoreş û xebata çekdarî ye. We jî Pêşmergayetî kiriye lê belê, bi awayê xwe û li cihê xwe. Kurdistan emaneteke li ser şana me hemûyan û her qonaxek pêwîstî bi kesên guncaw û şareza û şiyana zanistiyê li vê qonaxa niha de heye. Îro pêwîstiya me bi wê yekê heye ku bingeheke bi hêz li Kurdistanê dirust bikîn, bo ku bawerî xwe bi xwe ve bikîn, neku biçûktirîn xwardemenî û xworekan ji derve bînîn.

 

Lê belê hûn bi xwe jî dizanin gelê Kurdistanê tu demekî derfeta avakirina welatê xwe nebûye, herdem jêrdest û li jêr zextan de maye. Demeke wiha li ser xelkê Kurdistanê de derbasbû ku nanê rojane jî diviya rejîmê bidayê. Ji ber ku nan nebû bixwe. Ew ji warê bav û kalên xwe hatibûn dûrxistin û li ordûgehan de hatibûn komkirin ku nekaribin pêdiviyên xwe yên rojane jî dabîn bikin.

 

Lê belê spas ji bo xweda û spas ji bo dostên gelê me û spas ji bo gelê Kurdistanê ku piştî xwîneke zêde, kedeke mezin û qurbanîdaneke mezin îro destkeftekî mezin pêkhatiye. Îro Kurdistan xwedî Parlemen û dam û dezgehên xwe yê fermiye, lê belê nayê wê wateyê ku ew dam û dezgeh bê kêmasîne, belê kêmasî gelekin lê hêvîdarîn hûn bi zanista xwe û bi ezmûna xwe li gel aliyên pêwendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe bixin holê ku ew kêmasî nemînin. Ez bi eşkere pêşkêşî we dikim, me pêwîstî bi zanist û pîsporiya we heye û em amadene guh bidîn şîretên we û têbîniyên we werbigrîn û kar jî pêbikîn. 

 

Xuşk û birayên delal...

 

Dema ku em bikarîn bibêjîn ku şanaziyê bi Herêma xwe ve dikîn, ku pêwîstiya me bi derve nebê, bo ku jêrxana xwe ava bikîn, me pêwîstî bi we dibe, ew jî nayê wê wateyê ku pêwîstiya me bi derve tûne, ji ber ku hemû dewletên mezin jî ku çendîn sale dewletin pêwîstiya wan bi hevdû heye. Lê belê em biçûktirîn pêwîstiya xwe ji derve tînîn, divê em hizra wê yekê bikîn bila ji tiştên biçûk destpê bikîn, lê divê em pişta xwe bi xwe ve girêbidîn. 

 

Me welatekî dewlemend heye spas ji bo xwedayê mezin gelek daye me, lê ew maye ku em çawa mala xwe rêk bixîn. Xalekî din, em neteweyekîn, bi dirêjahiya dîrokê xedir û neheqî li me hatiye kirin, dema ku pêwîst bû şer bikîn xwîn bidîn yan qurbanî bidîn, me kir. Spas ji bo xweda em ji wê qonaxê jî derbasbûn ku pêwîstiya me bi ewe hebû xelk me nasbike. Berê eger li welatekî Ewrupa yan Emerîka yan li her welatekî dinyayê, karmendekî biçûk jî ji Wezareta Derveya welatek amadebûya bi tenê guh bide çîroka me û neheqiyên ku li me dihate kirin çend ji me hatine kûştin çend kesên me hatine bê ser û şûn kirin, çend gundên me hatine şewitandin, bi tesaduf jî be li restorantek yan li her cîheke din em pê xweşhal dibûn. Lê belê niha zêdetirê 20 konsolxane li Hewlêrê heye û 4 ji wan welatan ku endamê herdemiya asayîşa navdewletîne, konsolxaneya wan li Hewlêrê heye, li gel gelek welatên cîran û welatên Erebî û Ewrupayî. Eve destkeftekî mezin û pêşveçûneke gelek mezine.

 

ji bo wê yekê em weku neteweyek divê gelek bi rastbînî ve hizra paşaroja xwe bikîn.  Bêguman me jî weku her neteweyeke din mafê biryardana çarenivîsa xwe heye, lê belê dema ewe nemaye ji bo gihîştina armancan xebata çekdarî bikîn gihîştina armanca xwe. Divê em hêviya xwe bibîn ber xebata demokratî û aştiyane û diyalogê bi taybetî ew cihên ku mumkîne li Parlemen. Eve bandora xwe ji wê yekê zêdetire bi şer li vê serdemê de dirêjî bidîn xebata xwe. Em li gel mafê gelê xwe ne, li hemû cîhek da, lê belê divê ji bo gihîştina wan mafan dev ji şer berdîn. Ji ber ku em li wê baweriyêdane ku em nikarîn piştevaniya dostên xwe jî bi dest bînîn û dinya jî piştgiriya me nake eger em bi şer xebata xwe bikîn, eger bi demokratî û aştiyane daxwaza mafê xwe nekîn.

 

Di derbarê Herêma Kurdistanê, ev rewş bi hêsanî bi dest nehatiye, piştî qurbaniyekî yekcar mezin pêkhatiye, niha jî zêdetirê 180 hezar zarokên vî welatî li biyaniyên xwarê Iraqê bêser û şûnin û niha jî em li pey cenazeyên xelkê xwe yên li xwarê Iraqê da digerîn. Car caran hejmarek cenaze têne peydakirin û tînîn Kurdistanê. Bi awayekî ku li pênc xulek da bajarekî wekû Helebçe hate xerakirin û her çi jin û zarok têda bûn bi 5 xulekan de hatin şehîd kirin û paşê seranserî Kurdistanê kete bin destê enfal û kîmyabaranê. Paşê ev destkeft hatin holê. Her ji bo wê yekê jî ev destkeft yê me hemûyane û emaneteke li ser şana we hemûyan û îro em hene sibê tûnene, lê belê ev millet dimîne, genc dimînin û divê ev ezmûn bibê ronahiyek û çirayek ji bo hemû xelkê Kurdistanê. 

 

Ez careke din daxwaz ji we dikim her çi kêmasiyek hebê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ezmûn û zanista xwe bixîn holê, da ku ew kêmasî nemînin, her çende ez dizanim ne karekî hêsane, lê belê bi ezmûna xwe jî gihîştîme wê baweriyê tu tiştek li hember îradeya mirov ne mehale, eger bi xwe biryar bide û bike û tu tiştek tûne ku nekare bike. Ji bo wê yekê ez dibêjim ji bo paşaroja xwe weku neteweyek tu tiştek ne mehale, lê belê divê em bizanîn çawa hengavan bavêjîn.

 

Li dawiyê de carekî din bi xêrhatina we hemûyan dikim, gelek spasiya we dikim ji bo hatina we û daxwaza serkeftina we dikim û gelek spas...

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌