ROJNAMEY XEBAT 2012-11-14
Gorankariye Kultûriyekan

Xebat Resûlî
Mirov berhemî jîngekeyetî, mirov beazadî le dayk debê, belam komelge le kutobendî xoyda yexsîrî dekat, begeranewey mirov bo srûşt bextewerî baweş be mirovda dekat, ew utane yekser rosoman webîrdehênêtewe.rosoy bîrmend ke ktêbekey (peymanî komelayetî) wek ktêbî rêpêşanderî şorşgêranî şorşî ferensa nawbangî derkirduwe. bêguman kes natwanê haşa le rolî dîdro û roso û voltêr le goranî sedey xoyan û paş xoyanda bikat.

Ferensay ber le salî (1789z) ferensayekî dîktator lêdraw dwakewtû bû. le paş şorşîş kutupir nebuwe wilatêkî pêşkewtû û şerekanî serdemî naplîon bo maweyekî baş ferensay serqalî xoy kird.

Le ferensay ewkateda komhlge awsî gorankariyekan bû, belam gorankariye abûrî û pîşesaziyekan, paş ew serdeme ferensay girtewe û nuqmî xoy kird, diyare teniya ferensa niye keway lê beserhatuwe, le zorbey wilate pêşkewtuwekanda hzr ber le metiriyal gorankarî beser dahat.

Bîrokey azadî û tîoriyekanî dîmukirasî û komelgey medenî gelêk zûtir ledewletî modêrn ledaykbûn, komelêk le komelnasan ew boçûne deselmênin.

Karl marks boçûnêkî dîkey heye le felsefey marksîzmda komhlge be serxan û jêrxanda dabeş debê û abûrî jêrxane û kultûr û hzr û huner serxanî komhlghiye, marks leser ew biruwayeye ke gorankarî le jêrxanda serxanîş degorê, wate herçî komhlge le barî abûriyewe pêşkewtûtir bêt lebarî kultûrîşewe gorankarî beserda dêt.

Wek nimûneş berîtaniya nimûneyekî başe ke be drust bûnî çînî nawerast ke xawen karxane û me'melekan bûn lenêwan çînî baladest û çînî jêrdestda, begiştî komhlge gorankarî beser dahat û hengawekanî berew bepîşesazî bûnî berîtaniya xêratir bûn û urde urde le deselatî paşayetî rehawe berew deselatî perlemanî hengawî helênawe.

Eger bmanewê xuwêndineweyek bo komhlghî kurdî bikeyn, bekame pêwer û pêwdang debê helsengênîn, aya jêrxanî abûrî iême karîgerî leser kultûrman hebuwe, yan kultûrman, karîgerî leser abûrîman hebuwe.

Qonaxî pêş raperîn le başûrî wilat qonaxî selmandinî şunas û bûn bû, kurd le metirsî enfal û kîmiyabaran û le nawçûnda bû, belam iêsta kurd ew qonaxey têperanduwe. le qonaxî henûkeda kurd bîr le dewlet – netewe dekatewe û hokar û amraze abûriyekan wek gemeyekî siyasî – abûrî seyr dekat. îtir le qonaxî selmandinî bûn têperîwe û ptir le qonaxî darştinî nasnameyekî cîhanî bo netewe derwanêt, belam bo biniyadinanî şunas debê ç bikeyn?
Şunasêkî cîhanî bo kurd herwa be sûk û asanî desteber nabêt, çunke komhlghî kurdî debê bepêyî sîsthmî roj ebideyt bikirêـtewe wate to natwanî swarî tirombêlî duwayîn modîl bibî û hemû şewêk bçiye naw sayte cîhaniyekanewe, belam bîrkirdinewet le qonaxî pêş modîrnîteda çeqî bestbêt.be dlniyayiyewe doxî abûrî iêsta gorankarî komelayetî beduway xoyda dênêt ,belam ç bikeyn gorankariyekan pozêtîv bin ?
Gorankarî lekultûrda herwa asan niye û uîstêkî giştî û hêzêkî hzrî berînî bo piştgîrî kirdinî dewêt.

Le komelgey nerîtxwazda beha abûriyekan leberanber norme kultûriyekan radewestin û tak lenêwan berjewendî nuwê û parastinî norme be komelayetî buwekanda debê betaqîkirdineweyekî pirzehmetda têperêt.lew gorankariyeda roşnbîran pişkî şêriyan berdekewêt.

Ke waye hêzî hzrî wate roşnbîranî komhlge debê destiyan awale bê bo alugorî hzrî û rexne girtin û helsengandinî berjewendî giştî wilat, eger bmanewê komhlghî kurdî le hemû barekanda geşe bikat wate ne teniya abûrî wilat baştir bêt, belku hawkat legel abûrî lelayenî kultûrîşewe geşe bikeyn, debê lesê qonaxî dahênanî hzrî û bilawkirdinewey hzr û bekarberbûnî hzrda gorankarî drust bikeyn. le qonaxî dahênanî hzrda debê beser bestelekî riwaletda têperîn û bîr le hengawî qûl û rîşeyî bikeynewe. lew qonaxeda ke nûseran û hunermendin û mamostayanî zankou ... tad degirêـtewe, debê helumercêk birexsêt ke nesansor û nexo sansorkirdin le arada nebêt û hêze pêşkewtinxwaz û dlsozekan btwanin bedlî xoyan qelem baden û rastiyekan bidrkênin.

Qonaxî bilawkirdinewey hzrîş rageyandin uperwerde û beşî çap û bilawkirdinewey ktêb degirêtewe ke gorankarî lewêşda xawen girîngiyekî taybete.

Qonaxî bekarberbûnî hzr xelk degirêtewe. bedlniyayiyewe hzrî resen xuwênerî debêt û werdegîrêt.

Geşey kultûrî komhlge her lexowe nabêt û plan û pirogiram û bernamey xoy dewêt û debê kesanêkî dlsoz piştgîrî ew bîrokeye biken.

Le êstada raste le barî abûriyewe helumercman beru baştir gorawe, belam bo goranî bineretî debê yasakaniman hemwar bikeyn û rêge behelkewtekanî komhlge bideyn ke le biniyadinanewey komhlghî medenîda beşdarbin.


S.Gabarî

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌