ROJNAMEY XEBAT 2012-12-03
Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel rojnameya El Meda

 

Li hevpeyvîneke taybet bi rojnameya El Meda rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dûpat kir hêzên Pêşmerge tu destpêşxeriyek ji bo teqîn kirina li hêzên artêşa Iraqê nake li navçeyên veqetandî de bi tenê yek gulle jî ji aliyê Pêşmerge ve pêşkêşî hêzên Dîcle nayê kirin lê belê eşkere jî kir hêzên Pêşmerge ji bo her berengarbûneke çekdarî li amadebaşiyeke tevahî dane.

 

Her wiha Serok Barzanî dûpat kir ew qeyrana ku niha heye tenê ne bi girêdayî Kurdistanê ye û tu tiştekî şexsî li navbera wan û Malîkî da tûne belku girift beşeke ji qeyrana hukim li Iraqê û Kurd jî dixwazin wê qeyranê bi awayeke çareser bibê ku hemû Iraqî bi cûdahiya întîmayan ve jê sûdmend bibe.

 

Malîkî pabendî peymanan nebû

 

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Malîkî pabendî peymana Hewlêrê nebû belku bi berevajiya peymanê kar kir. Ji bo wê yekê pêwendiya wî ya li gel hevbeşan da nerazîbûn derketin holê û got: Malîkî hewla piştguhxistina hemû peymanan da bi watayekî rasttir ew hemû wan peymanan ji bîr kir ku ew bi wan peymanan bû Serok Wezîr, Malîkî bi hilbijartina raste rast yan bi kudetayê serbazî nehatiye ser hukim belku bi hevpeymaniya Parlemenî vê postê wergirt. Li gel ewe jî bi daxwaza xwe li gel kutleyên Parlemeniyan da reftaran dike û bi awayeke siyasî li gel wan da tevdigere. Em dipirsin: Ji ber çi fraksiyonên li Parlemen li hember wan hemû binpêkirinan bêdengbûn? Min herdem têbîniyên xwe nîşan dida lê belê min nedixwest giriftan binîm ji bo wê yekê bêdeng dibûm. Niha jî pêvajo gihîşt radeyek ku tehemmula bêdengiyê têda nayê kirin.

 

Girift bi tenê li Kurdistanê nagrê

 

Serokê Herêma Kurdistan li hevpeyvînê de dûpat li wê yekê kir ku eger girift tenê bi Kurdistanê ve girêdayîbûya wê demê bi yek telefon dihate çareser kirin û got: Her çende ez ne li gel çareseriya bi vî awayî me, ji ber ku çareseriyeke tevahî nabê û giriftê zêdetir û mezintir li pişt xwe da tîne ji ber ku Malîkî bi awayekî gelek şaş welat birêve dibe. Min tu giriftekî şexsî li gel Malîkî da tûne û xwedayê mezin şahidî axaftina mine ku tu giriftekî min li gel wî da tûne. Me wiha dizanî ku Malîkî ewqas hevpeymana me bû ku bi amade nebûna min jî bergiriyê li gelê Kurd dike ji ber ku ew li gel me bû û li sala 1982 ve nas dikîn û ew li gel Pêşmerge jiyaye û ji mêj ve agahdarî pêvajoya Kurd e, dema Seddam Husên jî rûxiya nedikarî li başûr yan li nava Iraqê ve bê welat belku hate Kurdistanê û me rê ji bo wî xweşkir bo ku bigihe Bexda û herdem jî me piştgiriya wî kiriye û her me jî baweriyê da ku heta bû Serok Wezîr.

 

Min destên xwe ji Malîkî şuşt

 

Serok Barzanî wê yekê bi bîr anî dema ku Malîkî artêşê li sala 2008 an da berev Kerkûkê livand û dûpat kir ji wê demê ve wî dest ji Malîkî şuştiye ji ber ku bawerî bi wê yekê hebû ku heman reftarê dûbare dike û li encamê da ev qeyran dirustbû. Her wiha got: Pirsa artêşa Iraqê yek ji metirsîtirînê wan pirsane ku pêwîste Hikûmet zû çareser bike. Bizanin niha Bexda çawa artêşê birêve dibe? Em ne li dijî artêş û pirçekkirinê ne, lê belê li dijî ewe me artêş bibê mulkê take kesek eve ne ew artêşe ku me xebat ji bo pêkanîna wê kir û li dewleta nû ya medenî de, gelek ji yasayên pêwîst bi artêşê hatin binpêkirin bi taybetî li rûyê damezrandina serkirdeyên artêşê ku diviya li rêya Parlemenê ve bûya, lê belê heta niha yek ji efser û piledarên artêşê bi vî awayî nehatine damezrandin û her wiha Parlemen her agahî jê tûneye, ku wate ew artêş niha li rûyê destûrî ve ne yasayiye û Serokê Hikûmet jî awayeke gelek tirsnak ji bo muamelekirina li gel vê artêşê de peyrew dike, bi awayekî ku rê ji bo artêşê xweş dike dest li karubarê siyasiya welat têkbide. Ev reftar wiha li me dike pêşbîniya kudetaya serbazî wekî kudetayên berê bikîn. Her wiha Serok Barzanî eşkere dike ew efserên Kurd yên li nav artêşê herdem bi awayekî neyînî muamele li gel wan de hatiye kirin û daxwaz ji serkirdayetiya hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê kir ku li vî warî de bêdeng nebin. Serok Barzanî civîna serkirdayetiya hêza çekdarî bi bîr anî ku yek ji efserên artêşê ji Malîkî re gotibû: Ezbenî ferman bide niha em xwe digihînîn Kurd û wan ji Selaheddînê derdixîn wî jî li bersîva xwe de gotibû: Li bendê bin bila firokeyên F16 ê Emerîkî ji bo me bê bizanin çi dikim. Li vî derbarî de Serok Barzanî dibêje: Ji bo min tu cûdahiyek li navbera F16 û MG 17 tûne ku Seddam ji bo lêdana me bikaranî. Lê belê li vir de niyet û eqliyet gelek tirsnakin. Malîkî li şûna wê yekê ku artêşê ji bo parastina Iraqê terxan bike û çek ji bo wan bikire li benda çek dibe bo ku li beşê dinê Iraqê bide û artêşê bixe nav gengeşeya siyasi eve jî rastiyê de binpêkirineke mezinê destûre.

 

Tirs li eqliyeta Malîkî daye

 

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku awayê hizirkirina Malîkî û eqliyeta wî metirsiyekî mezin dirustkiriye û bi dûrî şer'iyet niha dixwaze bibê hakimê welat. Ez dipirsim çi grubekî şêwirmend li dewrûberê Malîkî dane û van şêwirînan ji bo wî dûpat dikin? Gelo ma'qûle piştî wan hemû salên xebat û qurbanîdana ji bo rûxandina rejîma Seddam Husên bi enfal û kîmyabaran û jenosayd carekî din Kurd hevdijî Serok Wezîr bin ku dixwazê bibê hakimekî reha û tevlî li karubarê Herêma Kurdistanê bibe û em ber bi çavê taybetmendî nekin û wekî mînak Birêveberê Asayîşa Hewlêr ji aliyê wî ve bê damezrandin? Em amadene bi tenê vê pêvajoyê çareser bikîn eger hêzên dinê Iraqî bêdeng bûn. Lê belê em çareseriyekî nîştîmanî Iraqî dixwazin ku li gor wan hemû hêzên Iraqiyan û fraksiyonên Parlemen sînorek ji bo wê awaya birêvebirina dewlet û reftarên Malîkî deynîn. Min tu biryarekî nedaye û nadim bi bêyî vegerana partî û aliyê siyasiyên Kurdistanê bi desthilat û hevrikan ve û li civîna dawiya wan hizban de li ser ewe rêkkeftîn peyamek ji bo hevpeymaniya nîştîmanî bişînîn û dûpat dikim bi bêyî partiyên Kurdistanî ez tu biryarek nadim. Ez nizanim ew xelkê Iraqê ji ber çi li hember reftarên Malîkî bêdengin? Gelo Kurdistan li şikesta Hikûmeta Iraqê li pêşkêşkirina xizmetguzarî berpirse? Ez pêşniyara eve dikim hemû alî vegerin ser destûr û xalên destûrê bixwînin û dûpat dikim Kurd qebûl nake berev paşve vegerê bi taybetî piştî wan hemû xebat û qurbaniyên li nav Iraqa nû de daye.

 

Çareseriya pirsa Kerkûk

 

Serok Barzanî dûpat dike çareserkirina pirsa Kerkûk ji dema xwe gelek zêdetir paş ket û Hikûmet li bi cîhkirina maddeya 140 cîddî nebû û got: Em gelek car neçar dibûn bêdeng bibîn û hemû carek jî me digot eger li vê salê da nehat bi cîhkirin sala bê jî Malîkî dikare soza xwe bi cîh neke. Emerîka û Neteweyên Yekgirtî hatin nav meseleyê me qebûl kir. Girift jî ji vekişana Emerîka ji Iraqê û nemana wan li navçeyên veqetandî de destpêkir wê demê Malîkî hest bi wê yekê kir ew hakimê rehayê Iraqe û bi dilê xwe ferman dide û kesek nikare rexne lê bigre û bi tank û firqeyên serbazî bersîva me da.

 

Serdana Nuceyfî ya Herêma Kurdistanê

 

Di derbarê serdana Nuceyfî ya Herêma Kurdistanê ku têda pêşniyarekî ji bo çareseriya kêşeyê li gel xwe da anîbû li ser bingeha rêkkeftina sala 2009 anîbû bi pêkanîna hêzekî hevbeş ji hêzên emniyên Iraqê û Pêşmerge ji bo birêvebirina dosyeya emnî li navçeyên veqetandî de Serok Barzanî got: Min bi Nuceyfî re got Bexda xwe ji bi cîhkirina wan peymanan paşgez bûye. Me tu astengiyek li ser bicîhkirinê tûne lê belê bi wê mercê hêzên Dîcle ji wan navçeyan vekêşin û bi biryarê hukmê hilbiweşênin ji ber ku ew hêz bi tu awayekî nayê qebûl kirin. Me şandek ji bo guftûgokirinê şandiye Bexda ku di derbarê naveroka bi cîhkirina wê peymanê û piştî vegerana wan hemû hizbên Kurdistaniyan komdikim û bi komdengî biryarê li vî derbarî de didîn. Gelek bi eşkere ve eger Malîkî li ser çareseriya serbazî mikurbû em ji bo wî amadene û hêzên xwe beramber hêzên wî bi cîh dihêlîn û rê nadîn berev Kerkûk û navçeyên dewrûber bête pêş û eger teqînê jî kirin dibe ku carek yan du car xweragir bibîn lê belê cara dawî bersîva me jî dibê û bersîva me ya çekdarî dibê. Ji bo zanyariyê jî heta sala 2006 tu hebûneke artêşa Iraqê nebû û li jêr damezrandinê bû ew jî wiha kir Pêşmerge roleke xwe ya berbiçav li parastina asayîşa navçeyên dinê Iraqê bibîne ne ku tenê navçeyên veqetandî û bi sedema terorê ve wê demê Erebê Sunne û Şî'e hişdarî li beşdarîkirina li wê artêşê de nîşan dide ji bo wê yekê me 3 lîwayê hêzê Pêşmerge şand wan navçeyan û bûne bingeha damezrandina artêşê.

 

Peymana sala 2009

 

Serok Barzanî ragihand peymana sala 2009 lîjneyek hate damezrandin ku ji Wezîrê Navxweyî, Bergiriya Iraq û Wezîrên Navxweyî û Pêşmergeyê Herêma Kurdistanê û çend berpirsekî bilinda serbazî her du Hikûmet pêkbê eve ji bilî li çendîn lîjneyên lawekî li Kerkûk û Diyala û Nînowa. Li gor peymanê lîjne pêkhat û berpirsiyariya wan lîjneyan li wir da bû her demek tiştek rûbide ew bi mekanîzmekî hevbeş tevbigerin û her biryarek jî bê dayîn divê bi hevbeşî bê. Her li gor wê peymanê jî ew lîjne hevbeşe li jêr fermana nivîsîngeha Malîkî da nedibû belku li jêr serpereştiya berpirsên emnî ya Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê bû. Em mehale wê yekê qebûl bikîn Pêşmerge li jêr fermana Malîkî da bê ji ber ku Malîkî wê yekê retkiriye Pêşmerge bibê beşek ji artêşa Iraqê. Gelo dikare Serok Wezîrek bi xwe serkirdeyê giştî yê hêzê çekdar bê ew xwe ji hemû pabendiyên Pêşmerge veşêre û budçe ji bo wî danenê û paşê daxwaza ewe bike bibê serkirdeyê wan hêzan? Li demek de destûr wan pirsan destnîşan kiriye û maf daye Herêma Kurdistanê da ku hêzên çekdariya xwe hebê ji bo bergirîkirinê ji xwe ew hêza Pêşmergeye ku bi xwîna şehîdên gelê Kurd hate holê û mehale dest jê berde. Pêşmerge hêza Iraqê ne û eger tûşî her teheddayek bê ez amademe li gel Pêşmerge biçim Besra yan her bajarekî dinê Iraqê bo ku bergiriyê lê bikîn. Eger Malîkî ji bo vê mebestê daxwaz ji Pêşmerge bike me tu astengiyek tûne lê belê eger bixwaze ew bi xwe hikum li Pêşmerge bike eve tiştekî dine.

 

Pêwendiya baş ya li navbera Kurd û Ereb û Turkmenên Kerkûk

 

Serok Barzanî dûpat kir berpirsên Kurd li navçeyên veqetandî herdem li gel pêkhatên wan bajar û bajarokane li guftûgodane û hemû aliyek li ser eve rêkketine her nakokiyek hebê ewe bi awayekî diyalog tê çareser kirin û got: Dibe ku Malîkî karîbe hejmarekî kêmê Erebê wan navçeyan bîne baweriyê ku bibin beşek ji plana wan dengê wan li ragihandinê da bilind bû ji bo wê yekê xwe bi zorîne nîşandaye nexwe gedeyên eşîrên Ereban li wan navçeyan da li nav rêza Pêşmerge de cihê xwe heye.

 

Helwesta dewletên li herêmê

 

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku dewletên li herêmê ji edaya Malîkî nerazîne û gelek ji wan jî vê yekê gihandiye Serok Barzanî ku li livandina hêzan berev Duzxurmatû nerazîne û li ruyê navdewletî jî tu baweriyek ji tevgera wî tûneye û got: Îran bi me ragihandiye ew ne li gel bikaranîna artêşêne ji bo çareserkirina kêşeyên siyasî û axaftina ku dikin jî qaşo Îran ji Herêma Kurdistanê acize bi sedema helwesta di derbarê Sûriye, ji rastiyê dûre ji ber ku Îran ji hemû aliyek zêdetir dizanê Kurd tu demek ji tankên Malîkî yan tu kesekî din natirse. Helwesta Hewlêr di derbarê qeyrana Sûriye gelek rûn û eşkereye û em li gel ewene gelê Sûriye bi xwe biryar li çarenûsa xwe bide û bi awayekî demokrasî hukma xwe bike her wiha ji bo me paşaroja gelê Kurdê Sûriye girînge lê belê em miyanrewiyê diparêzîn û li gel tu aliyek nabîn li dijî alî û mîhwerên din. Me yarmetiya rejîma Sûriyê nekiriye û yarmetiya hevrikan jî nedaye û ji bilî parastina gelê Kurd li Sûriyê me xwe tevlî karûbarê wan nekiriye.

 

Kurdistan... Mînakekî serkeftiya Federalîzm

 

Serokê Herêma Kurdistanê ezmûna federaliya Kurdistanê bi ezmûnekî serkeftî wesif kir û balkişand li ser wê yekê ku Iraq dikarê heman ezmûnê peyrew bike û federalîzm take çareseriye ji bo paşaroja Iraqekî yekgirtî û got: Gelo me'qûle Besra yan Diyala ji bo qîrkirina kolanekî 20 kîlometrî destur û ruxsetê ji Bexda werbigrê? Eger em Iraqekî serkeftî bê girift bixwazîn ku têda rolên li birêvebirina karên xwe li gor destûrê serkeftîbin wê demê pêwîste sîstema federalî peyrew bikîn. Lê belê em vê pirsiyarê dikîn: Bi hebûna dîktatoriyet çawa em dikarîn Herêmên dinê federalî ava bikîn? Ez ji we venaşêrim ku li tevahiya edaya kutleyên Kurdistaniyan ne razîme û kêmasî li edaya wan da heye lê belê eve nayê wê wateyê ku ji pirsê Iraqiyan dûrketibîn û bi tenê hizir li ser Herêma Kurdistanê bikîn. Lê belê gelek caran bi sedema lawaziya hemahengiyê dibe sedema çareseriyên şaşê ji çareserkirina hinek pirsan da.

 

Kurd û Hevrik

 

Serok Barzanî wê yekê retkir ku ew li gel tenkkirina azadiyan bê bi taybetî azadiya raderbirînê û got: Her du rojnameyên Hawlatî û Awêne du rojnameyên herî bi navûdengê rexnegirin li Herêma Kurdistanê da, rojnameya Hawlatî li Silêmanî derdikeve û li Dihok û Hewlêr nivîsîngeha xwe heye û bi bêyî tu sansorek tê dabeş kirin û bi azadiyê ve dipeyve û her wiha Awêne jî hevrike kanaleke taybetiya xwe heye û hun dikarin serdana wan bikin û bernameyên wan bibînin.

 

 

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌