ROJNAMEY XEBAT 2013-02-21
Hevpeyvîna Serokê Herêma Kurdistanê ya li gel beşa Kurdî ya Dengê Rusya

 

Dengê Rusya: Birêz cenabê Serok di destpêkê de, em gelek bi xêrhatina we dikin, bi navê xebatkarên Dengê Rusya li vê serdana dîrokî de em serkeftinê ji bo we dixwazîn, Cenabê Serok berî 60 salan Barzaniyê Nemir Melle Mustafa Barzanî dergehê Kremlîna Moskowayê da û got eve dengê neteweya Kurde. Îro hun bi awayeke fermî wekî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Rusyayê dikin. Gelo di stratejiya Kurdistanê de, pêwendiya li gel Rusyayê çi cîhek digre?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Wê roja ku cenabê Barzaniyê Nemir dergehê Kremlînê da ew roja destpêkê bû ji bo vekirina dergehê Kremlînê û Moskowa bi rûyê neteweya Kurd. Îro eve jî dirêjepêdana wê xebat û wê têkoşînêye. Bêgûman hemû deman hebûye pêwendiyên milletê Kurd û milletên Rusya û ev pêwendî gelek kevinin heta dema Qeyserê Rusya ev pêwendî berdewam bûn, û em hêvîdarîn ji bo paşarojê ev pêwendî berev pêştir biçin û berjewendiya her du aliyan de be.   

 

Dengê Rusya: Cenabê Serok bêguman ji bilî têkiliyên du alî, ji bilî rewşa Herêma Kurdistanê ya siyasî û rewşa Iraqê ya siyasî, gelek babetên navnetewî jî hunê li gel berpirsên siyasî yên Rusyayê re guftûgo bikin. Bi taybetî jî ez bawerim krîza(qeyrana) Suriyê ye. Gelo hun dixwazin çi peyamek bi navê Kurdên Suriye bigihînin berpirsiyarên Rusya û hun hêviya çi helwestekî ji wan dikin, ji bo Kurdistana Suriye(Rojava)?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Bê şik emê bîr û boçûnên xwe alugor bikîn li gel serkirdayetiya Rusya re, di derbarê hemû babetan û bêguman yek ji wan babetan jî meseleya Suriye ye. Lê peyameke diyarkirî ji bo Kurdên Suriye tûne, lê bê şik emê alugoriya bîr û baweriyên xwe bikîn, ewê me divêtin ewe ku milletê Suriye biryara çarenivîsa xwe bide û êdî ev xwîn neyê rêhtin û bila milletê Kurd jî mafên xwe şad bibe, neku bimîne mehrum wekî berî niha.

 

Dengê Rusya: Ezbenî pirseke me li ser rewşa Iraqê heye, li 2010 de we destpêşxeriyek kir û Iraqê ji qeyraneke pir dijwar de rizgar kir, îro ew rewş dûbare dibe bi rengeke hê tujtir, di navbera Herêma Kurdistanê û desthilata Iraqê de, di derbarê wan maddeya 140 û deverên derveyê Kurdistanê û yên din, îro dema ku hun dubare destpêşxeriyeke nû dirust bikin, gelo dê mafê Kurdan yên wekî maddeya 140 û Pêşmerge, neft û gaz ku bi lez bête çareserkirin hunê bi çi rengî û çi mekanizmayek ji bo wê dibînin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Niha danustandinên me berdewam dikin, hêzên Kurdistanî û hêzên Iraqî jî, dema ku ez ji vir vegerim jî dîsa dê danustandin û şêwirînên me li gel wan de berdewam bibin. Emê bibînin ka çi mumkîne û dikare çi bête kirin, helbet her tişteke nû bête kirin û her pengavek de divê hem kêşeya Herêmê li gel Bexda û hem jî kêşeya Iraqê bi awayeke giştî bête çareserkirin, her çende li peymana Hewlêrê de ya li sala 2010 ev babet hemû li ser ittîfaq hatibû kirin, lê îltîzama wê bi cîhkirina wê nehate kirin. Lê vê carê eger her biryar û peymanek bête wergirtin divê îltîzameke temam bête kirin. 

 

Dengê Rusya: Gelo hunê ji bo bi cîhkirina wan demeke destnîşan bikin?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Helbet yek ji wan xalan jî ewe ku divê dem bête destnîşankirin.

 

Dengê Rusya: Cenabê Serok careke din emê vegerin li ser rewşa Iraqê, îro Herêma Kurdistanê li Iraqê de bêhtir çi hêzekî nêzîkî xwe dibîne ku li gel wan de hevpeymaniyek çêbike? Bi taybetî ku piştî hevpeymaniya Kurd û Şîî hinekî hejiya.

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Hevpeymaniya me li gel gelek hêzan re heye, hem li gel Sunnî û hem li gel Şîî jî heye, raste dibe ku hinek kêşe û pirsgirêk hebin, lê belê tenê bi aliyeke Şîî re heye, neku hemû Şîî. Ji ber hindê hevpeymaniya me berdewame û mumkîne li pêngavên pêş de ew şaşiyên ku dirustbûne jî nemînin.

 

Dengê Rusya: Cenabê Serok projeya niştimaniya Kurdî ya ji bo dewleteke Kurdî, ji hişê tu Kurdekî de neçûye, îro Herêma Kurdistanê navende ji bo hemû fikir û hizra netewî, li hevdîtinên xwe yên navdewletî de, gelo hun vê pirsê ya di derbarê çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiye, Suriye û Îranê, hun bi çi rengî berpêş dikin, bi rengê projeya neteweyiya demdirêj an her perçeyek li gor hal û mercên xwe?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Her parçeyek ji li gor  rewş û mercên xwe, ji ber ku her parçeyek taybetiyeke xwe heye. Pirsgirêkên xwe yên cûda heye, wate ne şerte pirsên wî li gel parçeyên din bin. 

 

Dengê Rusya: Îro ev pengava ku Hikûmeta Tirkiye davêje danustandinê li gel Abdullah Ocalan dike, ji bo çareserkirina pirsa Kurd, nêrîna we ya li vî derbarî de çiye?

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Em piştevaniyê lê dikîn û em bi pengaveke rast û dirust dibînin, ji bo piştevaniyê her çi ji destê me bê, em amadene bikin. 

 

Dengê Rusya: Cenabê Serok we hesta xwe bi giştî got sebaret bi çalakiya îro, ne tesaduf bû ku yekem çalakî li Rusyayê vekirina vê yadgariya Nemir Melle Mustafa Barzanî bû. Hejmareke mezinê gelê Kurd li vir jî dijî û ev hejmar carnan hinek gilî û gazindan dikin, dibêjin em bê xwedî ne, birastî jî zimanê xwe jî wenda dikin, ji bo çi Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya kulturî nade Kurdên Sovyetê, weke navendeke kulturî ku cejn û dab û nêrîtên wan were vejandin. Projeyek heye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya kultura Kurdên Rusyayê bike? 

 

Serokê Herêma Kurdistanê: Helbet divê bête nirxandin, ka çi pêwîste bête kirin, çi mumkîne û çawa bikin. Ka Kurd bi xwe wê çawa xwe bi rêk bêxin, kî wê temsîla wan bike, emê li gel kî teref bîn, em nikarin yek bi yek diyar bikin, ji ber hindê eger tiştek wiha bibe, me pir pê xweşe piştevaniyê bikîn.

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌