ROJNAMEY XEBAT 2013-03-14
Gotara Serokê Herêma Kurdistanê ya Konferansa Salvegera 25 Saliya Jenosayda Gelê Kurd û Kîmyabarana Helepçe

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Mîhvanên birêz!

 

Amadevanên birêz!

 

Bi navê gelê Kurdistanê û bi navê xwe bixêrhatinekî germ li we dikim û spasiya we dikim ku we zehmetê kêşa û we teşrîf kir ku beşdariya gelê Kurdistanê ya li salvegera 25 sal derbasbûna li ser karesata diltezîna Enfalê da bikin. Beşdarbûna we yên birêz hêviyê bi gelê Kurdistanê dide ku belê gelê Kurdistanê ne bê doste. Bîranîna îsal ne weku salên pêşe, îsal hejmarekî zêdeyê kesayetiyên navdarên cîhanê amadene, gelek ji dostan amadene û hewla ewe didin jenosayda Kurd li ser asta cîhanê binasênin. Ji bo wê yekê eve ji bo me xelkê Kurdistanê dilxweşker û hêvîbexşe, ez li vir da bi pêwîstî dizanim spasiyên bêpayan bişînim bo wan kesan ku li dema xwe de şiyana wan hebû yarmetiya me dan. Her wiha ew dewletên ku yarmetiya me jî dan û dergehên xwe ji bo xelkê Kurdistanê vekirin ku ew ji qîrkirinê rizgar kirin.

 

Rêzdaran!

 

Karesata enfal karesatekî gelek mezine û birînên wê gelek kûrin. Enfal neku bibêjî li sala 1988 destpêkir, lê belê li wê salê da mezintirîn pêvajoya enfalê destpêkir ne xwe li sala 1975 ve enfal dijî gelê Kurdistanê destpêkir. Her li veguhestin û bi Erebkirina hemû navçeyan û wêrankirina 4500 gund û bê ser û şûnkirina 12 hezar Feylî û 8 hezar Barzanî heta gihîşte bê ser û şûnkirina 182 hezar kesan, bi mixabinî heta niha me nekarî ji bilî li nêzîkî termê 3 hezar kesan peyda bikîn û ewên din me hê jî peyda nekiriye û 3 hezar kesan jî me anî axa bav û bapîran li Kurdistanê û em heta mane jî emê li pey wan kesên din de bigerîn. Eve jî erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû mirovdosteke ku yarmetiya me bidin bo ku wan termên mane jî li deverên xwarê Iraqê peyda bikîn û bînîn.

 

Eve nîşan dide ew tawan tawanên rêkxistî û bi bername bûn ji bo qîrkirina neteweyek. Eve rengdan nebûye ji bo pêvajoyeke serbazî, belku bernameyek bûye ji bo nehiştina Kurd û Kurdistanê. Lê belê dema xelkê Kurdistanê li raperîna bihara sala 1991 da serket berev tolhildanê ve neçû. Heman ew serbazên li Kurdistanê bûn û enfalê kirin û dêhata me wêrankirin û xelkê Kurdistanê mîhvandariya wan kirin û bi rêzve ji bo wan cîhên xwe û daxwazên xwe hatin birê kirin. Li vir da min gotiye û herdem bi pêwîstî dizanim bibêjim: Ez şanaziyê bi wê yekê dikim ku takekim ji gelê Kurdistanê, lê belê dîsa jî çend beranber bo min cihê şanaziyê bûye ku takekim ji wî gelî ku xwediyê wê edeba bilinda.

 

Rêzdaran...

 

Belê em eve dizanîn Hikûmeta niha ya Iraqê ji wan tawanê beramber gelê Kurdistanê hatiye kirin ne berpirsiyare, ji ber ku rejîma dîktatoriya rûxayî tawanbare. Lê belê berpirsiyariya yasayiya Hikûmeta Iraqe û eve berpirsiyarêtiyekî heta hetayiye ku biryara Parlemena Iraqê jî ku bi jenosayd nasandina tawanan dijî bi gelê Kurde divê bi cîh bike û berpirsiyariya xwe bi cîh bîne. Ji ber ku ev karesat ewqas kûre bandora xwe ya derûnî jî li ser nifşên paşarojê de jî dibe. Eve jî kar û qerebûkirina gelê Kurdistanê divê, her wiha berpirsiyariya navneteweyî jî li wan dewletane ku têda gelek ji kompanyayan yarmetiya rejîma dîktatoriyê dan ji bo dirustkirina çekên kîmyayî. Ew çekê ku bi çend çirkeyek 5 hezar jin û zarokên Helebçeyê şehîdkir, eve jî berpirsiyariyekî mezine, karesat bi xwe mezin bû, lê belê mezintirînê wan li Helebçe hate kirin. Li bajarekî wekî Helebçe 5000 kes bi xaza Xerdel û xazên din hemû hatin şehîdkirin. Raste tawanekî mezin û ziyanekî mezin jî bû, lê belê wiha diyare kîmyabarana Helebçe û Enfalê bûne sedema wê yekê ku girêya bexta Kurd bê vekirin û çavê dinyayê veke û êdî nebêjin eve kêşeyekî navxweyiye û pêwendiya me pêve tûne. Dergeh ji bo ewe hate vekirin sînorêk ji bo dîktatoriya Iraqê û gelek dîktatorên din li cihên dinê cîhanê hate danîn. Hêvîdarîn ev siyaset berdewam bibê û li tu cîheke dinyayê dîktator nekarin mîlletê xwe qîr bikin û welatên dinê cîhanê zeq bi zeq temaşa bikin û bibêjin eve kêşeyekî navxweyiye û em destên xwe naxin navde. Daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim û destxweşiyê li wan dikim li hemû dam û dezgeh û wan hemû birayan zehmetiyan kêşa ji bo sazdana vê konferansê li gel hemû dostên me yên li derve ku bi hemû awayek mijul bibin ji bo her hengavekî pêwîst ji bo bi jenosaydnasandina wê tawana li dijî Kurd hatiye kirin li ser asta cîhanê, diyare eve jî hengavên yasayiyên mezin dixwaze û divê sûd ji wan şiyan û piştgîriya dostên me yên li derve werbigrîn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi hemû şiyanek ve mijul bê, destxweşiyê li wan hemû hewlan jî dikîn û spasiya wan dikim. Ew dostên me ku hewl dane wê karesatê bi jenosayd binasênin heta astekî mezin jî pêşketinê bi dest ve xistine. Lê belê diyare gelek maye ku ew karesat bi jenosayd bê naskirin.

 

Nabê em pêşeroja xwe ji bîr bikîn

 

Peyama min ji bo gelê Kurdistanê eweye ku em divê pêşeroja xwe ji bîr nekîn, lê belê wiha nebê ji bo rik û kîn û tolhildanê be, em divê li ser wê çanda xwe ya xweşik çanda lêborîn û pêkvejiyanê û hevdû qebûlkirinê berdewam bibîn.

 

Qurbaniyên me bi navê kêşeya gel bûye ji bo kêşeyekî taybetî nebûye, lê belê bi dilniyayiyê ve dibêjim ew roj çû ku carekî din gelê Kurdistanê tûşî enfal bibê ew roj çû ku carekî din kesek curet bike wan reftaran li gel gelê Kurd bike û xedir lêbike.

 

Piştî wan hemû qurbaniyan gelo kesek heye pêşbîniya ewe bike em carekî din qebûlbikîn biryara me bi destê me nebê û li vî welatî da bi azadî nejîn? Ez hez dikim gelek bi eşkere bibêjim me wan hemû qurbaniyan da bo ku li welatê xwe de bi azadî bijîn û divê bi azadî jî bijîn.

 

Paşarojeke geş li pêşiya me ye ez asoyê bi rûnî dibînim û paşarojeke geş li pêşiya meye û em yek hengav jî berev paşve navêjîn û berev pêşve diçîn û bi hêviya xwedê ji bo hemû Iraq û navçeyê jî Kurdistan dibê cihê serkeftin û xêr û xweşiyê.

 

Qeyranê li hemû Iraqê li xwe girtiye

 

Di derbarê pêvajoya Iraqê ve jî bi mixabinî îro Iraq ji qeyranekî cîddî û seranserî de derbas dibe. Her eve nîne li navbera Herêm û Bexdayê de bê, nexêr, qeyranê hemû Iraqê li xwe girtiye û ez naxwazim gelek dema we yên birêz bigrim û ev helkeft jî ne ya eweye ez biçim nava wan hemû naverokan, lê belê pêwîste eve bibêjim ku Iraqa nû dirustbû Kurd rolekî cîddî li dirustkirinê de hebû û Kurd bi wê navê de xwîn da û li ser wê bingehê bûye ku em xelkê Iraqê bi bê cûdahî hemû şerîkîn li vî welatî û pêkve Iraqekî nû dirust dikîn, eve bingeha serekî bû, me destûrek danî ku beşa herî zêdeyê xelkê Iraqê deng ji bo wê da û bi hemû kêmasiyan ve destûrekî mînakî bû ku erk û mafê hemû aliyekî jî destnîşan kiriye.

 

Ev qeyrana niha Iraq têda derbas dibe sedema serekî pabendnebûne bi vê destûrê û ji bo derbasbûna ji wê qeyranê tenê yek rê heye ew jî bi cîhkirina peymana Hewlêr ya sala 2010 û peymanên dine ku eve nexşerêya derbasbûna Iraqê ya ji wê qeyranê ye.

 

Gelo em hevbeş û hevpeymanîn?

 

Di derbarê gelê Kurd ve jî ez hez dikim gelek bi eşkere bibêjim ev pirsiyar ji bo birayên me yên li Iraqe: Gelo em hevbeş û hevpeymanê hevdû ne yan na? Eger hevbeşîn ewê heta niha bûye ne hevbeşiye, eger pêvekî û wesayet bê em tu pêvekî û wesayetek ji kesek ve qebûl nakîn.

 

Êdî birastî ez û gelê Kurdistanê bersîva vê pirsiyarê dixwazîn, gelo em hevpeyman û hevbeşîn? eger bersîv belê bê eve em sozên bê kiryar naxwazîn û bi kiryar dixwazîn, ji ber ku sozên bê kiryar me westandin eger na paşê her kes dizanê rêya xwe çawa bibe. Me pê xweşe hemû bi pêkve ji bo destûr û pêkvejiyan û qebûlkirina hevdû ve vegerîn û ew Iraqa ku me xwîn ji bo wê da ku Iraqekî Federalî demokrate û pêkve mijul bibîn wê Iraqe dabimezrênîn û gelê Iraqê ji van hemû êşan rizgar bibê. Ez naxwazim ji vê zêdetir biçim nava wan naverokan tenê carekî din bi xêrhatinekî germ li we hemû aliyek dikim gelek bi xêrhatin û hêvîdarim bi hêviya xwedê demeke xweş li Kurdistanê da derbas bikin û hatina we ji bo gelek hêvî bexşe.

 

Gelek spasiya we dikim û bi xêrhatin.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌