ROJNAMEY XEBAT 2010-07-15
Fuad Husên li gel Kurd1: Pêwîste ji niha ve em xwe ji bo pêwendiyekî berfirehê cîhanî amade bikin

Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li hevdîtineke li gel televizyona asîmaniya Kurd1 de ku êvariya roja 01/07/2010 hate pexş kirin, behsa çendîn pirs û mijarên siyasiyê girîng sebaret bi serdana fermiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê ya Tirkiye, Fransa û Elmanya kir ku eve jî naveroka wê hevpeyvînê ye:

Kurd1: Serdan û hevdîtina fermiyên birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê yê Tirkiye û welatên Ewrupa, eger tîşk bixin li ser wê serdana birêz Serok Barzanî û rewşa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û derve û hewlên dîplomasiyên Kurd û encama serdanê û bandora wê ya li ser pêvajoya niha û paşaroja Herêma Kurdistanê, pêşveçûn û berfireh kirina tevgera dîplomasiya Kurd li derve heta çi astekî pêgeha Kurd li Bexda bi hêz dike û rola wan pêwendiyan bi giştî li ser Iraq û Kurdistan çiye? Nêrîna we ya vê serdana Serok Barzanî çiye? ku li piştî sariya demeke dûr û dirêj di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de guhertinek pêkhat, gelo ev serdana Barzanî ya Enqere dibê destpêka qonaxekî nû ya pêwendiyên her du aliyan?

Fuad Husên: Ev serdana birêz Serokê Herêm ku serdanekî fermî bû li ser daxwaza Hikûmeta Tirkiye bû, her wiha cenabê Serok wekî Serokê Kurdistanê hatibû vexwendin, serdan jî bi raya min serdanekî dîrokî bû. Eger em temaşa pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê bikîn dibînîn ku pêwendiyên wan heta sala 2003 hebû lê belê li ser asta hizbî bû. Hikûmeta Tirkiye jî têkiliyekî li gel nûnerê her du hizbê mezinê Kurdistana Iraqê dikir ku Partî (PDK) û Yekîtiye (YNK), lê belê li dawiya 2003 û vir ve pirsgirêkeke mezin li navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de dirust bû. Ji bo wê yekê gelek kes pirsiyar dikir ku çawa dibê pêwendî berî li 2003 baştir bin heta radeyek li pêwendiyên piştî 2003, ji ber ku piştî 2003 Hikûmeta Iraqê rûxa. Kurd rola xwe li Bexda hebû û heye, Herêma Kurdistanê wekî cografiya her wekî xwe ku berî 2003 hebû. Ew dam û dezgehên Herêma Kurdistanê heman ew dam û dezgehin ku berî du hezar û sê ne, Parlemen hebû Hikûmet hebû, ji bilî Serokayetiya Herêmê ku Serokê Herêmê hate hilbijartin, başe çawa ev pêwendî gûherî?!,
Ji bo wê yekê eger mirov lêkolîna wê bike diyare ku ji bo gelek tiştên wê demê li Tirkiye zehmet bû ku qebûlî vê rastiya nû bikin.
Rastiya nû jî eve bû,
Yek: Her li piştî 2003 Kurd rolekî mezin li Bexda li meclîsa hukim da dît, li Wezaret bê, li dam û dezgehan bê, li her tiştek bê, lê belê li 2005 ê Iraqê destûrekî xwe heye, li wê destûrê de Kurdistan bi fermî û bi yasayî li gor destûra Iraqê hatiye naskirin û ew destûr behsa federaliyetê dike. Ew destûr behsa Herêma Kurdistanê dike, eve li gor nêrîna min, vedigere li ser wê yekê ku Tirkiyeya wê demê gelek zehmet bû ku eve qebûl bike. Ji ber ku berî wê Herêma Kurdistanê hebû lê belê destûrî nebû. Herêma Kurdistanê hebû lê belê bi awayekî yasayî hebûna xwe nebû. Kurd hewl dida bibê tiştek, lê belê piştî 2003 û bi taybetî piştî 2005 ev hebûn li destûra Iraqê de hate naskirin. Eve gelek zehmet bû bê qebûl kirin, em dibînîn rewşeke nexweş û nearam li navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê  peyda bû. Berî çend salekî nêzîkî 120 hezar serbazên Tirk li ser sînor bûn û behsa wê yekê dihate kirin ku êrîş li ser Herêma Kurdistanê bikin û şer destpêbike û bombebarana wan navçeyan bêkirin. Gihişte haleta şer, li wê demê xelkekî zêde hebû digotin eve hemû li encama daxûyanî û axaftinên Serokên Kurde. Wate xelkek hebû li nav me van axaftinan dikirin û digotin pêwîste li gel Tirkiye nerm bibîn. Lê belê tu çawa nerm bî û ew hatine êrîş bikin û te qebûl nakin. Li piştî wê rewş guherî, ku rewş hem wê pêwendiya bi Herêma Kurdistanê ve hebû guherî, sebeb çiye eve meseleyekî dine û hem li navxweya Tirkiye jî guherî, êdî li encama wê rewşa ku guherî proseyekî dûr û dirêj nêzîkî dû sal guftugo hate kirin, danustandin hebû û nîqaş dihate kirin, gihişte wê qonaxê ku Tirkiye bi fermî vexwendina Serokê Kurdistanê bike.
Ji bo wê yekê jî dibêjim eger temaşa vê serdanê bikîn weku sembolîk dibînîn ku serdanekî yekcar girînge. Ji ber ku Tirkiye hem welatekî hevsûye û hem welateke girînge li navçeyê de û Tirkiye hem pêwendiyekî aboriya mezin li gel Herêma Kurdistanê heye. Tirkiye endamê Nato ye û dostê Emerîkaye, Emerîka jî li Iraqe, me jî pêwendiyeke dostane li gel Emerîka heye. Li rewşek da ku ji dijminayetî biguhere dostayetiyê eve guhertineke mezine. Ez dibêjim rewşeke ji dostayetiyê ji ber ku dostayetî proseye, dostayetî jî bi wateya du alî û danustandin, neku bi tenê yek alî her çi bubê‌ cih bi cih bike û wê demê jî qebûl bike eve ne dostayetiye, pêwendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye li ser bingeha dostayetiyê û li ser bingeha berjewendiya her da aliyan daye.

Kurd1: Doktor em li wê hestiyariya Tirkiye li hember Kurd û doza Kurdan têdigihîn ku saleke dûr û dirêje li wir jî pirsa Kurd heye, lê belê gelo ew başbûna pêwendiya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye heta çi radeyek girêdayî gûherîna bîr û ramana Enqere ye? Heta çi radeyek girêdayî berjewendî û aboriye, an jî eve li encama wê siyaseta nerm û aqilane û hekîmaneya Herêma Kurdistan hate holê ku li van salan da li beramber Tirkiye û hem li beramber welatên din jî da peyrew kiriye?

Fuad Husên: Siyaseta Herêma Kurdistanê li çarçêweya Iraqe, ji ber ku em beşekin ji Iraqê, ewê pêwîste ewe ye ku tu dost zêde bikî û bi taybetî hevsûyên te nebin dijmin, bi taybetî ew hevsûyên ku Kurd tê da heye, û eger em temaşa tixubên Kurdistana Iraqê bikîn çi Tirkiye û Suriya û Îrane, ev welat hem hevsû ne û hem jî Kurd li wir jî heye, eve rastiyê de aloziyek peyda dike, pêwendiyek peyda dike ku ne hêsane. Ji ber ku tu pêwendiyek dikî li navbera Herêma Kurdistana Iraq û wan welatan, li heman demî de ew pêwendiya ku dirust dibê bandorek heye li ser Kurdên wan welatan, wekî mînak em hemû dizanîn berî çend salek rewş li Tirkiye çawa bû, niha behsa peyva Kurdistanê li Tirkiye tê kirin, ku behsa Herêma Kurdistana Iraqê dikin, ku Serokê Kurdistanê bi fermî tê vexwendin, ku danustandinên fermî li gel Serokê Kurdistanê tê kirin, hetta eger li warê çandî jî bê, li warê derûnî jî bê, eve gûhertineke li beramber wê fikir û teoriya li Tirkiyê de hebû ku berê digotin Kurd tûne. Em niha ji wê rewşê derketîn ku bibêjin Kurd tûne, niha behsa pirsgirêk û doza Kurd li Tirkiye tê kirin. Başe eger behsa doz bêkirin wateya wê eweye xelkek jî heye xwedî wê dozêye, ku behsa wê dozê jî bêkirin divê hizir bikin ku çawa tê çareser kirin.
Biha ew prose li Tirkiye destpêkiriye, û em behsa proseyek dikîn ku li Tirkiye destpêkiriye û neku her behsa pêwendiya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye tê kirin, belku behsa doza Kurd jî tê kirin, wate em dibînîn ku pêwendiya me li gel Tirkiye û pêwendiya Tirkiye li gel me li ser du hêlan diçê:
Yek: Pêwendiya Herêma Kurdistan û Tirkiye li ser asta siyasî bê, diplomasî bê, Konsolxaneya wan li vir heye, heta li ser asta civakî bê, çandî bê, aborî bê.
Hêla duyem jî siyaseta Tirkiye li gel me bandora wê siyasetêye ku li navxweya Tirkiyê de heye, ya siyaseta Enqere beramber Kurdê bakûr ew jî heye, dibînîn eve li her du alî de bandor li hevdû dike, lê belê ku bi başî biçê bandora erênî dibê û ku bi xerapî biçê bandora neyînî heye, ji bo wê yekê em dibînîn ku ew siyaseta vekirina li Tirkiye heye, heman siyaseta vekirinê li Herêma Kurdistanê jî heye û li Herêma Kurdistanê gelek pêşve çûye, lê belê li Tirkiye nû destpêkiriye.

Kurd1: Rola aborî li vir da çiye? li derveya siyasetê em dizanîn ku berpirsên Tirkiye li warên bazirganiyê û îro em dibînîn ku Wezîrê Dewlet yê Karubarê Bazirganî û hejmarek bazirgan û karsaz li virin, bi wateya aborî li derveyî siyasetê heta çi radeyek ew bandora xwe hebû ku li Enqerê cenabê Serok Barzanî li gel Serok Wezîr û Serokê Komarê Tirkiye û berpirsên din hevdîtinan bike?

Fuad Husên: Aborî beşekî girînge, ji ber ku pêwendiya di navbera Tirkiye û Iraqê de nêzîkî (5) pênç milyar dolare, û eger temaşa proseya bazirganiya di navbera her du dewletê bikîn dibînîn ku zêdetir li gel Herêma Kurdistane, eve girînge hem ji bo Tirkiye û hem jî ji bo me jî, her çiqas eve ne zêdeye bo dewletekî wekî Tirkiye, lê belê Tirkiye hizra paşarojê dike, ji ber ku Iraq berev aramî biçê ew dixwazin bîgihînine (20) bîst milyar, û eger bîgihînin bîst milyar helbet ew temaşa tixûbê jî dikin. Tixûba Tirkiye jî li gel Iraq hemû li Herêma Kurdistane. Ji bo wê yekê em temaşa rewşa aboriya xwe dikîn. Em jî temaşa rewşa erdnîgariya xwe dikîn.  Me jî pêwîstî bi wê yekê heye pêwendiya aboriya xwe li gel hemû welatên dinyayê da hebê, bi taybetî ewên ku hevsû ne û nêzîkin, ji ber ku hêsantire, bi taybetî li gel Tirkiye, ji ber ku ji bilî li meseleyên aborî ew jî eweye ku bandorê dixe li ser aliyên siyasî û pêwendiyên derve, û ev aborî û kompanyayên Tirkiye ku li vir kar dikin bêguman bandora xwe heye, ji ber ku berjewendiya wan jî li vir heye, û berjewendiya aboriya me jî li wir heye ji ber ku me jî pêwîstî bi wê kompanyayan heye bêne vir û yarmetiya me bidin bo ku em welatê xwe avadan bikin, eve bandora xwe heye, lê belê ku bibêjî aborî hemû tişteke û bingeha meseleyê eve ne wiha ye, lê belê aborî beşekî mezine li avakirina wan pêwendiyên ku li navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê da heye, ji bo wê yekê aborî ne hemû tişteke, ji ber ku li dema ev kompanya li Kurdistanê bûn pirsgirêk hebû li gel Tirkiye, leşkerê Tirkiye hate li ser tixûb, eger mesele her aboriye bo çi wê demê leşker hat? aborî ne hemû tişteke lê belê beşekî girînge li pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de.

Kurd1: Em dizanîn ku xalekî nakokî an xerapbûna pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê meseleya hebûna gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistan PKK ye li nav beşekî tixûbê Herêm û Tirkiyê, ev pirs heta çi radeyê li serdana Serok Barzanî ya Enqere de hate axaftin? Em dizanîn dibe ku ji aliyê PKK ve, ew mesele, meseleya herî girîng û mezinê vê serdanê bû, wekî ku we jî behs kir ku pêwendiya siyasî û pêwendiya aborî û kultûrî û ferhengî hene, lê belê ev pirs heta çi radeyê li wan hevdîtinên Enqerê de hatin axaftin?

Fuad Husên: Komek prensîp hene ku beşekin ji prensîpên Serok Barzanî û cenabê wî bi xwe jî behs dike, yek: Dibêje em qet nabîn beşek ji çareser kirina leşkerî, dû: Kurd li gel Kurd şer nake, sê: Em amadene bibîne beşek ji her çareser kirinek ku pêwendî bi proseyekî siyasî ve hebê, çar: Kurd mafê xwe heye û em beşekin ji milletekî ku hatiye dabeş kirin, lê belê her beş dikarê bi awayekî bigihe armanc û mafên xwe, lê belê yek tişt heye bi rêya çekdarî nagihîn, ne dûr e hinek kes hebin pirsiyar bikin û bibêjin hun dibêjin bi rêya çekdarî nabê lê belê hun bi xwe hemû çekdar bûn û Pêşmerge bûn û heta niha jî dibêjin Pêşmerge pîroze, ê başe çawa dibê hun bi xwe çekdarbûn û hun Pêşmergebûn, we bi xwe şerê çekdarî kiriye li şest û yekê ve heta niha heta heft û yek, ê başe çawa hun dijî şerê çekdarîne?, Eve pêwîstî bi tehlîl û şîrovekirinê heye, ku şerê çekdarî ji bo çi li wan deman kirine û çawa buye û rewşa Kurd çawa bû, gelo me şerê çekdarî kir meseleke meseleya man û nemanê bû? Ji bo wê yekê bû ji ber ku xelkekî din dixwest tu nemînî? Te şerê wî dikir? Du: Şerê çekdarî ji bo ewe bû xelk te nas bike, dinyaya derve bizanê tu kiyî, kes nedizanî Kurd kiye, Sê: Şerê çekdarî pêve rêyeke din nebû, ne rêya diplomasî hebû ne rêya medya hebû, ne rêya ragihandinê hebû ne rêya pêwendiyên dinyaya derve hebû wê demê, ne rêya nivîsînê hebû ne hilbijartinê hebû, wê demê tiştek nebû, hinek ji me ku dibeku bibêjin gelo ew şerê çekdariya li Kurdistanê hate kirin mumkin bû bi rêyeke din bihata kirin? Îro Kurd li Kurdistana Iraq ku dibêje bi şerê çekdarî nagihe encam, wateya wê ne ewe ye em bi dirêjahiya wê dîroka ret bikîn, lê belê rewş cûdaye niha dinya cûdaye niha, carê PKK Kurdê Iraqê dirust nekiriye, PKK li rewşeke mu'eyen de dirust buye û ku dirust jî buye Herêma Kurdistanê nebuye, ku li sala 1984 destpêkiriye bi şerê çekdarî û berî wê jî li Tirkiye dirust buye li beravajiya rewşa heyî û ku PKK ragihandina şerê çekdarî kiriye wê demê Herêma Kurdistanê nebû, bi wateya pirsgirêka bingehîna PKK ne pirsgirêkeke an meseleyeke me dirust kiribê, ew bi xwe li wir dirust buye, êdî çi siyasetekî girtiye ber xwe û bi çi awayek, eve ew bi xwe berpirsin ji wê yekê û em nikarin bi navê PKK bipeyvin, li ser bingeha van prensîpên ku min behs kir, li hemû hevdîtinek de li hemû guftugoyek da, li hemû hevdîtineke ku bi eşkere hatiye kirin û li her hevdîtinek ku medya li wir nebuye ev prensîp hatine axaftin ku ew meseleya ku jêra dibêjin meseleya Kurd li bakûr divê bi awayekî aştiyane bête çareser kirin, û ew siyaseta ku siyaseta vekirinê li Tirkiyê tê axaftin, em bi baş dizanîn ji ber ku rêyeke û dibêjîn rêyeke ku bi hengavek destpêdike bi du hengav destpêdike bo ku bigihe diyalog û bo ku bigihe çareser kirina pirsgirêkê bi awayeke siyasî, ji ber ku tu dibêjî bi awayê serbazî çareser nabê, ku wate eger bi awayê leşkerî çareser nebê bi awayê siyasî çareser dibê.
Helbet Tirkiye jî rewşa wê ne wekî Iraqe, rewşa Tirkiye cûdaye di derbarê meseleya Kurd, Kurd li wê projeya Iraqê de wekî dewlet dirust buye Kurd hatiye naskirin, li bingeha dirustbûna dewleta Iraqê behsa pirsa Kurd hatiye kirin, behsa wê yekê hatiye kirin ku Kurd beşeke ji Iraq, û tu hikûmet jî li Iraqê negotiye Kurd tûne, bi kirdar hewl dane Kurd nehêlin, lê belê Kurd hatiye nas kirin, li Tirkiye Kurd nedihate nas kirin, niha gihiştiye wê astê ku dibêjin Kurd heye, me proseya siyasî destpêkiriye, em mijulîn û divê em çareser bikîn, ê başe, piştî wê divê tu jî şansekî bidî wê, divê biçê pêşve û pêşwazî lê bikî da ku bizanî berev ku ve diçê?,
Tirkiye jî hemû kesek dizanê, dam û dezgehên Tirkî yên cuda cuda heye bi taybetî di derbarê meseleya Kurd, yek dam û dezgeh tûne, eger dîroka vê meseleyê bixwînî eger dîroka siyasiya Tirkiye bixwînî dizanî çawaye, ji bo wê yekê komek desthilatdar, komek ji dewletin, bi hêzin li nav Parlamenin û li nav Hikûmetin, Serok Wezîre, Serok Komare, ew hikûmeta ku niha heye hatiye pêşve, başe tu çi, red dikî? bi dîlê te çiye?, alternetîvê te çiye? tu dikarî rexne li wî alî bigrî, lê belê pirsiyar eveye alternetîva te çiye?, ez niha hez nakim stratejiyeta PKK behs bikim, lê belê eger em temaşa bikîn, ew stratejiyeta ku behs dikir, ku behsa Kurdistana mezin dikir, wê demê yek behsa federalî an otonomî bikira digotin xayîne, başe, niha ji wê stratejiyê hatine behsa mafê ferhengî û perwerdehî û siyasî bi giştî dikin, hinek car jî heye dibêjin çareser eveye federaliyetek hebê ji ber ku li vir federaliye, wate behsa mesaîlê siyasî dikin, başe digihe wê mafê bi rêya çekdarî? Wate tu bi rêya çekdarî dikarî Hikûmeta Tirkiye birûxênî?
Bi rêya çekdarî dikarî kontrola navçeyan bikî? Eger armanca te eve bê bo çi bi rêyeke din wernegirî eger rêyeke din hebê? li Tirkiye rêyeke din tûne?.
Behsa ewe nakim kêmasî li Tirkiye tûne, behsa ewe nakim niha ev siyaset hemu sedî sed serkeftiye, na dibêjim destpêkiriye bila bizanîn berev ku vê diçê? Tu têkiliyek li gel da bike, eger jî mecal hate dayîn bi xelkekî din ku têkilî li gel wê bike bila mecal bê dayîn, lê belê eger tu bibêjî na ez nûnerê milletê Kurdim nabê kesekî din behs bike, helbet eve tiştekî dine, ev fehma ku berê hebû li ser pirsa Kurdî, an pirsa Filistînî, ku munezzemateke din peyda bûn, Yaser Arafat nerazîbûna xwe derbirî ku nabê kesek bi navê Filistîn bipeyvin ku ew nebin, eve li gel civakeke vekirî naguncê, civaka Kurd jî hêz û ehzabê cûda têdaye li Tirkiye li bakûr, PKK eger dikarê bibê beşek ji wê proseyê başe, eger na eve ew bi xwe dikarê pêwendî li gel bike wê rewşa ku heye, niha xelkekî din jî heye li bakûr bi awayekî din hizir dikin, bi awayekî din pêşwazî li wê proseya vekirinê dikin ji bo demokratîzekirina Tirkiye bi civaka Kurd jî ve.

Kurd1: Agirbesta PKK heman demî bû li gel serdana Serokê Kurdistanê yê Enqere, ev heman demî bûn çi watayekî xwe heye? Gelo eve bi peyman rûda? Hun çawa dibînin?.

Fuad Husên: Ez nizanim siyaseta PKK çawane derbarê vê meseleyê, lê belê tu dibînî ziyareta Serokê Herêm yê Tirkiye (3) sêyê heyve û sêyê mehê civîn li Enqere hate kirin, û (4) çarê heyvê em çûne Stenbol û (5) pêncê mehê Serokê Herêm civînek li Stenbolê li gel Serok Komar hebû. Li çarê mehê ragihandin ku agirbest nema û şer destpêkir, biryareke gelek balkêş bû, wate heta kesekî ji rêzê jî ku rewşa Kurd bişopîne pêwendiya van du tiştên pêkve dike. Balkişandineke ji aliyê PKK ve ku em hene û em xwedî doza Kurdîn, ew hizbekin, asayiye ku raya xwe heye, lê belê bi vî awayî bi rastî tiştekî balkêş bû, ev kiryara wan gelek balkêş bû.

Kurd1: Niha hemû rojek şer heye, operasyon ji aliyê her du aliyan ve tê kirin û kuştin jî heye, bi baweriya we eve heta çi radeyê bandorê li ser pêwendiyên Hewlêr û Enqerê dike?

Fuad Husên: Ewê ku rastî bê meseleya şer cihê daxêye, ji ber ku şer bibê her mirov têne kuştin, mirovên Kurd bê, Tirk bê, li her aliyek bê, bi rastî eve ne baş e, li ruyê mirovî ve zehmete mirov qebûl bike, li rûyê siyasî jî wekî ku min got bi şer nagihe encamê, kesek ji me nagihe encamê, em her wiha behs nakîn ku her bi tenê li çarçêweya PKK hinek xelk hene wiha hizir dikin bi şerê çekdarî digihin encamê, li çarçêweya hinek dam dezgehên Tirk jî hinek xelk hene wiha hizir dikin ku dikarin bi çek çareseriya pirsê bikin, wate şer çareseriya pirsê nake, ku şer çareseriya pirsgirêkê neke, Herêma Kurdistanê û Serokê Kurdistanê û siyaseta Herêma Kurdistanê eveye ku, yek: Em ne beşekin li vê şerê, dû: Ew şer çareseriya pirsgirêkê nake, sê: Dawiya meseleyê eweye ku divê pirsgirêk bi rêya siyasiyan ve bê çareser kirin, û eger li wê meseleyê awayê siyasî her kesek bê, her aliyek bê daxwaz bike ku Serokê Herêm tevlî bibe û piştgîrî li wê proseya siyasî bike ew amadeye, lê belê li ser esasa daxwaz kirina wan aliyan.

Kurd1: Bandora wî şerî zext dixe ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Enqere?

Fuad Husên: Bêguman eve dibê pirsgirêkek, lê belê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye ne li ser bingeha PKK e, wekî ku min got komek fakter heye ku buye sedema wê yekê ev pêwendî li navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de dirust bibê, ev fakter jî roj bi roj zêde dibin, faktera aborî bê, faktera rola Tirkiyê bê li navçeyê, faktera rola Kurd bê li Bexda, faktera rola aramî bê li Herêma Kurdistanê, faktera wî siyasetê li Herêma Kurdistanê heye ku tevlî cihên welateke din nabin, faktera dostayetiya li gel welatên hevsû, faktera wê jî ku em nabîn beşek ji şer, ev fakter hemû girîngin, lê belê ew faktera ku heye pirsgirêka li navbera PKK û Tirkiye bêguman bandorê dike, bandor dike lê belê ew qada ku heye li pêwendiyên qadê gelek berfirehe, ji bilî wê jî meseleya PKK, bi rastî careke din dibêjim, raste li ser sînoran heye li hinek axa Kurdistana Iraqê heye, lê belê PKK rastiyê de pirsgirêkekî navxoyiye neku pirsgirêkekî derekiye, rastiyê de vê tişta min gotî, gelek Tirk jî vê yekê dizanin.

Kurd1: Ew encama we ya ku hun li vê serdanê de li bendê ne ji bo başkirina pêwendiya di navbera her du aliyan, niha şandekî bazirganiya Tirkiye li Herêma Kurdistane, eve encama destpêka wê serdanê ye, bi baweriya we ewên li pişt wê de bên çine? li encama wê serdanê û başbûna pêwendiyan li hemû warên din ku Tirkiye bîde Herêma Kurdistanê çiye?

Fuad Husên: Me dît ku her li piştî serdanê, Wezîrê Dewlet yê Karubarê Bazirganiya Derve ez bawerim li gel 250 karsazan hate Kurdistanê, bêguman li gel karsazên Herêma Kurdistanê da civiyane, eve jî wê yekê nîşan dide ku Tirkiye çiqas girîngiyê bi Herêma Kurdistanê dide. Lê belê eve jî nîşan dide ku Herêma Kurdistanê paşarojê de dibe ciheke girîngê aboriyê û ev pêwendî li gor nêrîna min her berdewam dibê û zêdetir jî dibê, pêwendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye zêdetir dibê.

Kurd1: Diyare serdana Serokê Kurdistanê li Ewrupa bi dawî hat, li Ewrupa jî li Elmanya, Fransa û li Awusturya cenabê Serok Barzanî hevdîtinan pêkanî. Li wan hevdîtin û guftugoyên li wê serdanan de hatin holê hun çawa dinirxînin û encamên wê çi bûn?

Fuad Husên: Her li çarçêweya pêwendiyên Herêm û dinyaya derve de, wekî dewletekî hevsû niha me pêwendiya di navbera Herêm û Tirkiyê nirxand. Lê belê eger zêdetir biçîn pêwendiyên Herêmê li gel dinyaya derve, em dibînîn ku pêwendiyên me berev pêşve diçin û berfirehtir dibin. Lê belê dinyaya derve jî bi awayekî din pêwendî li gel Herêma Kurdistanê dike, wekî mînak Fransa, em çend carek çûne Fransa, cenabê Serok çend carek çûye Fransa û civînan li gel Wezîrê Derveyê Fransa pêkaniye. Lê belê Fransa eve cara yekeme bi awayeke fermî pêwendî li gel Herêma Kurdistanê da dik û wekî Herêma Kurdistanê pêwendî li gel da dike, û ev pêşwazî heta li warê sembolîk jî bê, bi awayekî protokolî li Fransa hate kirin.
Başe pêwendiyek li gel têkirin û wekî kiyanekî yekcar girîng, eger em temaşa dewletên federaliyên dinyayê bikîn, ew dewletên ku gelek pêşve çûne li meseleya fedralî de, wekî mînak Belçîka an Kanada, Serokê tu Herêmekî federalî li dinyayê bi vî awayî nehatiye pêşwazî kirin. Eger kesek bê û lêkolîna vê meseleyê bike û beramberî li gel Herêmên din bike dê gelek baş serkeftina herêmê diyar bibe, başe eve nîşana çiye? Eve wê yekê digihînê ku dinyaya derve girîngiyeke taybetî dide. Yek: Bi Herêma Kurdistan, Du: Dinya derve temaşa Herêma Kurdistanê dike birastî bibêjim hem cografî û hem wekî civak, wekî cografya dizanê ku navçeyekî yekcar girînge. Lê belê wekî gel jî tu behsa gelê Kurd dikî, xelkê Kurd niha li cîhanê hatiye naskirin û pêwendiyê wan roj bi roj pêşve diçin. Pêwendiyên Herêma Kurdistanê pêşve diçin. Ji bilî li girîngiya Herêma Kurdistanê wekî Herêm bi xwe, xelk dibînin Kurd rolekî xwe yê mezin li Iraqê de heye û rola li navçeyê jî da dibê. Eve hemû têne hesap kirin.
Hê min behsa aborî nekiriye ku xelk li derve li Ewrupa çawa rewşa Kurdistanê dinirxînin. Em çûne çend kompanyayek, me hevdîtin hebû li gel hejmarek kompanyayên li Ewrupa, bawer bikin hinek kompanya lêkolîna hemû tiştekî li ser me kirine. Çiqas ava me heye av çiqase, ya rastî heta niha me lêkolîneke bi vî awayî nekiriye lê belê wan kirine, ku hizir bikî ew lêkolîna li ser axa Kurdistanê li ser Herêma Kurdistanê kirine çendî kure hem li ser ax û hem jî li jêr axe. Ev kompanya ji bo çi ewqas mijulî Kurdistanê ne? ku behsa neft tê kirin behsa xaz tê kirin behsa av tê kirin, behsa geştuguzar tê kirin, behsa çandinê tê kirin, ev welate welatekî yekcar dewlemende, bêguman ku tu xwedî welatekî dewlemend bî û li qonaxêk da bî xwe nû avadan bikî, bi tekîd pêdiviya te bi cîhana derve ve dibe. Ji xwe niha aboriya cîhanê hemû têkilheve û ew rewşa teknelojiya û ew hunera ku li derve heye niha me ew nîne, bi taybetî li warê huner, çandin pîşesazî û neft me jî pêdivî bi wan heye. Wateya wê wihaye paşaroja bê nezîr heye, lê belê wê paşarojê de pêwendiya bi cîhana derve ve heye, ji ber ku cîhana derve jî çavê li wê yekê bê beşdar bê wê berjewendiyê bike û tu jî têda sudmend dibî. Li vir da pêwendiya di navbera Herêm û cîhan derve li ser bingeha berjewendiya her du aliyan dibê, berjewendiya Herêm yekemcar wekî Kurd bipeyvî ku berjewendiya Herêmê çiye? li kuye û li gel kî ye? helbet ew jî wekî Ewrupayî hizir dikin ku berjewendiya wan li Herêmê çiye? û eve roj bi roj berev pêşve diçê.

Kurd1: Wekî ku we behs kir ku serdana Fransa girîng buye, em dizanîn ku li Hewlêr konsolxaneya Fransa heye, û hate ragihandin ku Serok Sarkozy serdana Herêma Kurdistanê dike, encama wê serdana Parîs li warên aborî û siyasî û diblomasiyê ve bi giştî ji bo Herêma Kurdistanê çi dibê?

Fuad Husên: Yekem tişt eve temaşe bikîn Fransa rola wî çiye? rola wî ya wekî dewleteke mezinê li Ewrupa çiye? roَla wî li ser xeta cîhanî çiye? rola wî li Iraq û li navçeyê da çiye? û ji me çî dixwazê? Eger sê xal û faktera yekem temaşe bikîn dibînîn ku Fransa dewletekî girînge, dewletekî pîşesaza girînge, dewletekî Ewrupayî ya girînge, roَlekî xwe yê gelek mezin heye û pêwendiya Fransa jî li gel Iraqê da kevine, li gel hemû Hikûmetan, Fransa li şerê (2003) helwestêkî taybetî hebû û gelek dijî Emerîka bû, û li dawiya 2003 ev helwest bandorê li siyaseta Fransa li Iraq kir û her wiha li navbera Fransa û Emerîka. Eve bû teqrîben Fransa nebû, li ser qada siyasiya Iraqê da tune bû. Lê belê li dawiyê da ku Sarkozy hat, Sarkozy birastî wê siyasetê guherand, wê siyasetê guherî hem beramber Emerîka û hem beramber Iraq, û Sarkozy ku Wezîrê Navxo bû, cenabê Serokê Herêm û cenabê Serok Komar Mam Celal wê demê her du jî li Parîs bûn, ez bawerim eger li bîramin bê du hezar û du bû an berî wê bû, Sarkozy civînek li gel wan jî hebû. Wê demê Sarkozy ku Wezîr bû behsa bîranînên xwe yên beramberî Kurd dikir. Niha ku Serok Komare li civînê de sê çar car behsa wê yekê kir ku Iraq ji bo wan girînge lê belê li Iraq rola Kurd ji bo wan girîngtire, em dostê wene û em piştgîriyê li we dikîn û ew bi xwe behs kir û got ez tême Kurdistanê û serdana Kurdistanê dikim. Helbet yekser cenabê Serok jî wî dawet kir. ji bilî wê yadaştnameya ku cenabê Serokê Herêm û Bernard Kouchner Wezîrê Derveyê Fransa wajo kir. Eger em temaşe bikîn Fransa an Bernard Kouchner li sala (1974) li Kurdistanê pizîşkêk bû li gel Pêşmerge. Bernard Kouchner li zû ve Wezîre, Bernard Kouchner li zû ve siyasiyekî girînge, Bernard Kouchner dostê Kurd buye li hemû demek, lê belê heta Bernard Kouchner jî nekarî meseleya Kurd bigihînê wê asta li Fransa ku niha gihişt. Wateya wê wihaye eve gûherîne li siyaseta giştiya dewleta Fransa, bandora Fransa jî li ser dewletên dinên Ewrupa gelek dibê. Helbet berî niha cenabê Serok çûye Britanya, lê belê Britanya û Emerîka li yek eniyê da bûn, eve şikandine, ev girînge, ev ziyareta Fransa yekcar girîng bû û li gor nêrîna min encameke wê yê gelek baş jî dibê. Encama aborî encama çandî, encama wê ya Perwerde û Fransa bi hêz pêşve dihêt. Bi hêz pêşve tê li Iraq, lê belê ku temaşa Iraqê dike dizanê divê li Kurdistanê ve bêne pêş û ku têne pêşve li berjewendiya me jî daye.

Kurd1: Eve tê wê wateyê ku Fransa li sala 2003 li gel Emerîka nebû, şer destpêkir û ew beşdar nebû û bi vê yekê ji Iraqê dûr ket, lê belê niha dixwazê vegerê Iraqê û ji Kurdistanê ve pêgehekî mezin ji bo xwe deste ber bike.

Fuad Husên: Eve wihaye, ji ber ku rikeberiya Fransa û Emerîka li ser şerê du hezar û sêye, eve eşkereye Fransa pêwendiyekî baş hebû li gel Iraqê, li gel Hikûmeta Iraq berjewendiyekî aboriya mezin hebû, li meseleya neft bê, meseleya çek bê firokeyên mîrac bê, helbet dostayetiya Seddam û hevkariya wî diyare, lê belê Iraq mezintirîn lobiya xwe hebû li Ewrupa û Iraq li Fransa jî mezintirîn lobî hebû, bêguman dostê Kurd jî li Fransa hebûn, lê belê cûdaye dewletek li gel Iraq bê û çend hizbek û çend kesek li gel tu bê, ku îro Serokê Dewletê Fransa tê û pêşwaziya Serokê Kurdistanê dike bi awayekî fermî û Serokê Dewletê Fransa dibêje ez piştgîrî li Kurd dikim, ez dostê Kurdim û tême Kurdistanê û ku Serokê Dewlet vê axaftinê bike bi navê dewlet ve dipeyve ne meseleya mucameleye, berî niha wê axaftinê nedikir, lê belê ku wê axaftinê dikin tê wê wateyê ku siyaseta wan eveye û planek danine.

Kurd1: Fransa welatekî mezinê Yekîtiya Ewrupaye û eve jî dibê sedema wê yekê ku siyaset û nêrîna Yekîtiya Ewrupa bi giştî beramber Iraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê berev başbûnê ve bibe?

Fuad Husên: Em niha eger temaşa Ewrupa bikîn dibînîn ku çar welatên girîng hene me pêwendiyeke xurt li gel wan heye, li gel dewletên din jî pêwendiya me heye, lê belê ewên girîngin, li Britanya pêwendiyeke baş û xurt me heye, li gel Îtalya û li gel Serok Wezîr û li gel Hikûmeta Îtalya me pêwendiyeke baş heye û li gel Fransa û li gel Elmanya, tu van çar dewletên girîng li Ewrupa ku pêwendiya te heye, lê belê pêwendî ne eweye tu bibêjî pêwendiya min heye û xatira we.
Pêwendiya di navbera du aliye û pêwîste li ser kar bikî, pêşbixî û îdare bikî, berdewam bî û mezin bikî. Eger ew ji aliyê xwe ve mijul bin eve jî pêwîste, gelek metirsiye ku em bibêjin dostê me heye û em li gel runiştin, niha ku Fransa hate pêş wateya wê ne ewe ku qediya, wateya wê eweye kar li ser bikîn, ew yadaşt hate wajo kirin wateya wê eweye lêkolînê li ser bikî û bişopînî, ew pêwendiyên li gel Elmanya me heye pêwîste berdewam bikîn û zêdetir pêşbixîn, ew pêwendiyên li gel Hikûmetên Ewrupa me heye pêwîste li gel opozîsyonên wan jî me heman pêwendî hebê, ji ber ku li welatên Ewrupa wihaye ne dûre sibê ewê din jî bê ser hukim, wate li gel hemû dezgehan bê, heta weku ew pêwendî biçê xwarê ve, lê belê eve gûhertineke mezine li dîroka siyasiya Kurd ku ev hemû dewlet hatine pêş û têkilî li gel Herêma Kurdistanê dikin. Bi vî awayî ku ez gotinên rojnameya Şerqul Ewsat dibêjim û xelkê din jî dibêjin ku têkilî li gel Herêma Kurdistanê tê kirin wekî dewlet û têkilî li gel Serokê Kurdistanê dikin wekî Serokê dewlet.

Kurd1: We behsa xalekî girîng kir, niha rêyeke diplomasiya berfireh li ber Herêma Kurdistanê da vale buye, Herêma Kurdistanê amadeye wan pêwendiyan pêşbixe û îdare bike û berfireh bike?

Fuad Husên: Li gor dîtina min divê em xwe amade bikîn, ji ber ku ne dûre ku me niha ew dam û dezgeh nebê, em ji nû ve mijulin wan dam û dezgehên xwe damezrînin, lê belê pêwîste em xwe amade bikîn ji bo pêwendiyekî cîhaniya berfireh û ev xwe amadekirin li ser asta civakî divê bibê, ji ber ku pêwendiya cîhanî berfirehe û wekî li ser bingehê dibê tu wekî ku min got berjewendiya her du alî û berjewendiya her du alî de divê te projeyek hebê, tişt hebê bipeyvî, ew jî tişt hebin ku behs bikin, ku ev proje hebê pêwîste li warê demokratîk ve vê yekê kur bikî û yekrêziya xwe biparêzîn, em xwe berev pêşve bibîn, aboriya xwe xurt bikin, ev dikarin bi xelkeke din nîşan bidin û bibêjin ew dikarin li gel hinek kesan pêwendî bikin ku ji bilî wê berjewendiya wan ji wê ve nêzîke.

Kurd1: Pêwendiya diplomasiyên Kurd û serdanên Serokê Kurdistanê ji bo derve heta çi radeyek pêgeha Herêma Kurdistanê li navxo û li Bexda bi hêz dikin?

Fuad Husên: Wekî ku min got bi hêz kirina pêwendiyên li gel dinyaya derve pêwendî heye bi navxoya me ve. Em çiqas bi hêz bîn çiqas yekrêz bîn û çiqas berev demokratiyet biçîn, çend kêmasiyên me nemînê çiqas şerê gendelî bikîn li navxweya xwe, eve hemû girînge û pêwendiyên me li gel dinyaya derve jî baş dike, lê belê divê em bingehê bi hêz bikîn. Ji ber ku hêz te diyar dike ku rola te çiye li Bexda. Dibînîn hêz ji bo me li wê demê eweye hêza aboriya me hebê, hêza yekrêziya me hebê. Komek tişt heye, lê belê yek ji wan pêwendiyên derveye. Çiqas pêwendiya te derve hebê, ku xelk hesabê we bike, Fransa hesabê we bike, Tirkiye hesabekî taybetî ji bo te hebê, Elmanya hesabekî taybetî ji bo te bike, Britanya hesabekî taybetî ji bo te bike, Emrîka hesabekî taybetî ji bo te bike, başe wê demê Bexda dikarê hesabekî taybetî bo te neke? Eve mînakeke ez dibêjim: ku me pirsgirêkek hebû li gel Tirkiye ber du sal, ku leşkerê Tirkiye hatibun ser tixûb, dizanî hêz hebû li Bexda ve diçûn Enqerê dijî me kar dikirin? û wê demê ji xweda dixwestin ku pirsgirêkek dirust bibê, ji ber ku wê demê em lawaztir dibûn li Bexda. Ji bo wê yekê çiqas me pêwendiyeke berfirehtir hebê, çiqas pêwendiya me baştir bibê, ewqas ji bo Iraqê jî başe. Ji ber ku em dijî Iraqê kar nakîn, em dixwazîn Iraq berev baştir biçê. Lê belê hêza me li Bexda zêdetir dibê, ew kesên ku li Bexda ne hesabeke wanê cûda ji bo me heye ku bizanin dinyaya derve piştgiriya me dike, bizanin dinyaya derve dixwazê pêwendî li gel tu hebê, bizanin dinyaya derve hesaba aboriyê bo te dikin, bizanin dinyaya derve rêza me digrin, eve hemû hêze, tu dikarî van hemû kartan bi başî li Bexda bikarbînî.

Kurd1: Bila her li Bexda bimînîn, li destpêka meha adara derbasbûyî hilbijartin hate kirin û heta niha Hikûmet li Bexda nehatiye pêkanîn. Nêrîna Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo vê rewşa li Bexda çiye? Proseya siyasî ji bo pêkanîna Hikûmetê, pêvajoyê berev kijan alî ve dibe? Helwesta Herêma Kurdistanê beramber bi wê pêvajoyê heye an jî çiye?

Fuad Husên: Helwesta Herêma Kurdistanê ronahî û diyare, Yek: Pêwîste nûnerê hemû pêkhatên Iraqê yên ji lîsteya mezin li Hikûmetekî hevbeş da, li Hikûmetekî hevkar de beşdar bibin. Eve eger em nexwazîn li Iraqê da pirsgirêk hebê, ne dûre ew Hikûmet baş kar bike, ji ber ku Hikûmet hemû aliyek têda heye, lê belê li vê qonaxa Iraqê pêdivî ewe heye pirsgirêk dirust nebê, wate Hikûmet eger nextê kêmterxem bê, eve bêguman tiştekî nexweşe, ji ber ku girînge Hikûmetekî kara û çalak hebê. Lê belê Hikûmetek ku hebê û nûnerê pêkhatan têda nebê, eve pirsgirêkekî mezin li Iraqê de dirust dike. Êdî helwesta Herêma Kurdistanê jî diyare û dibêje: Hemû kesên, wan lîsteyên mezin an jî nûnerên wan pêwîste, nûnerê pêkhatên bingehînin ku evin sunne û şî'e û Herêma Kurdistanê pêwîste ev li hukim de beşdar bibin.
Lê belê pirsgirêka Bexda çiye? Bexda li piştî hilbijartinê meseleya Hikûmetê gelek biçûk kir, meseleya dewletê gelek biçûk kir, pirsên Iraqiyan hemû xiste qalibê yek tiştî, ew jî kursiya Serok Wezîr !, hemû pirsgirêk, hemû behsên niha eveye kî dibê Serok Wezîr û çawa, li demek da eger temaşa Iraqê bikîn pêwîste yekemcar li ser bernameyek tu bigihî encamê. Pirsa ewlehiyê heye li Iraq bi taybetî li Bexda û Mûsil û Diyale, eve pêwîste bête lêkolîn kirin. Çend hizbek lêkolîna vê bikin ku çawa bigihin encamê, çi bikîn beramber van pirsan?, Mezintirîn pirs niha li Iraqê kehrebeye, ew Wezîrê kehrebeyê ku niha dest ji kar kişand, berî salekî, salekî û nîv li vir bû, min nêzîkî sê demjimêr li gel wî civînek pêkanî, ew Wezîr bi xwe ji min re got roj bi roj hun pêşve diçin, negot roj bi roj ew radiwestin, belku got bi berevajiya we, em roj bi roj paşve vedigerîn!, Min jî got cenabê Wezîrî kehrebe zanyarî û pîsporiya warê teye, min got cenabê te Wezîrê kehrebêye ka bibêje tu çareseriyek ji bo rewşa kehrebê tûne?! gotî na tu çareseriya min tûne. Ez nikarim ji ber ku ew siyaseta ku heye li Bexda ne mijulî wê çareseriyê ye, mijulî tiştekî dine!!!, got çareser nabê û deh salê din jî çareser nabê!!, Eve axaftina Wezîrê kehrebêye ez eve yekem care li ragihandinê de behs dikim ji ber ku niha ew wekî Wezîr nemaye. Lê belê berî salekî, sal û nîvek hate vir, ê başe niha demjimêrek kehrebe tûne li Bexda!, Bexda ku şeş milyon têdaye, Bexda ku pileya germahiyê digihê pencih nizanim pencih û pênc, li başur av tûne, li Basra av tûne, kehrebe tûne, başe divê tu rûnî û bibêjî werin bila hizb behsa vê yekê bikin. Em çawa vê yekê çareser bikîn, meseleya kehrebeye meseleya ave, meseleya xwendingehe meseleya tendirustiye, qet nayê axaftin. Meseleya aboriye, siyaseta aboriya me çiye li Iraq?, tûne!!,
Siyaseta me ya neft çiye? tûne!, û nayê axaftin! hemû pirsan biçûk dikin û dixin qalibekî biçûk (kî bibê Serok Wezîr û kî nebê !!), birastî eve te'eddaye li eqlê mirovê Iraqî, ev xelk deng dide bo ku bernameyek bibînê, ku çi eve şeş heyve behsa vê pirsê dikin, helbet yek kursî heye û li ser wê take kursiyê şeş heft nefer şer dike. Lê belê her yek kes dikarê li ser rûne, wateya wê eveye te'qîde, rewşa Iraqê eger li ser bingeha eve bimînê û şer li ser kursiyê bê her te'qîd dibê. Lê belê eger bigihîn bername bizanîn kî dikarê li ser bernameyek hevpeymanî bike, kî hevpeymanî kir êdî dikarê bigihê encamê ku Hikûmet kî dibê, lê belê eve nayê kirin.

Kurd1: Hun çawa dibînin? Gelo bi nêrîna we ev pirs gelek dom dike?

Fuad Husên: Li gor dîtina min (eve nêrîna min a şexsiye û nikarim bi navê Serokayetiya Herêm bipeyvim), li gor nêrîna min eve berdewam dibê, dûr û dirêje.

Kurd1: Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek spas ji bo beşdariya we ya li vê bernameyê da.

Fuad Husên: Spas ji bo we jî.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌