ROJNAMEY XEBAT 2013-04-29
Deselat û Deselatxwazî Roşinbîr

Simko Mihemed
Deselat û deselatxwazî, tenha lekaiyey siyasîda nabînrê, emeş ew kate baştir debînrê ke le pêwendiye komelayetiyekanda çaktir derdekewêt, dwatir le kaiyey siyasîda wezîfe werdegirn, bewatayekî dîke corekanî deselat bo ziyatir kontirolkirdin û gemarodanî meyle ciyaciyakanî nêw ew girûpaney ke komelge pêkdênin, her yekeyan le nêwendî xoyda û bemîkanîzmî xoy hejmunî desepênê, zîndûkirdinewey kultûrî nerîtgerî komelayetî ke akar beşêkî zorî lew rûbere dagîrkirduwe, deselatxwaziye, ba bzanîn çon? akar pêwendiyekî tundutolî bekultûrewe heye, ke regurîşey bo ew rayelane degerêtewe ke tak bekomelgewe yekangir dekatewe, îdî lenêw yekeyekî heremîda carêkî dî berhemî dênêtewe, ewîş (iyekey xêzane) em yekeye girîngtirîn û parêzertirîn ruwî akarî komelgeye û yekêke leragiranî paiyey deselat, wek beşêkî girîngî serxanî komelge ke dwatir le nawende ciyaciyakanda rengdedatewe, xêzanêk bo xoy girîngiyekî le radebeder dedat bematiriyalî mroyî, helbet ew matiriyaleş tenha gewrebûnî xêzan niye û bes, bigire arezuwiyek dexulqênê ke takekanî xêzan çawiyan le cumgekanî deselat wergirtin bêt, eme egerçî hzrêkî klasîkiye û dest û diyarî sîstemî derebegiye, belam sermayedarî modêrn tewaw kelkî lê wergirtuwe, bew pêiyey ke zorîney deselatekanî ewrûpa ta iêsteşî legelda bêt desberdarî xawendarî nabin ke sîstemî paşayetiye, her boye ew deselataneş ke le nawçey rojeelatin desberdarî ew sîsteme nabin, belam ciyawaziyeke lerojeelat û rojawa lewêdaye ke tenha le kaiyey siyasîda mawetewe, bepêçewanewe kaiyey roşnbîrî negirtotewe.


ta iêre qseman leser deselatî siyasî kird, belam em stayle bote mercêk bo xanewade roşnbîrekanîş, le kurdistan doxeke ta ew radeye perey girtuwe, ke bote modêl, her roşnbîrêk serîhelda bêt, îdî kur û kç û binemalekey lejêr heman nawnîşan xerîkî deselat girtinedestin lenêw kaiyey roşnbîrî begiştî û dezge roşnbîriyekan betaybetî, emeş beşêke lew akare bawey ke karî pê dekirêt û roşnbîr û binemale roşnbîrekan lasayî heman stayl dekenewe, ta ew radeyey dexwazn hemûan wek ewan bîr bikenewe û hemû rûberekanî jiyan kontirol biken û rêge beray ciyawaz naden, ke pirawey mafekanî xoyan biken, min eme beşêweyek le şêwekanî ciyawazî çînayetî têdegem nîçe 19441900 pêyî uwaye roşnbîr beriwalet kirdewekaniyan hawşêwey ew kirdewe bawanen ke le komelgeda karîgerî leser jiyanî xelk heye, bemeş komelgeyekî dabiraw le pêşkewtine komelayetî û kultûriyekan drust deken. lêreşewe akar û roşnbîrî le dû beşî girîngda diyar dekat.

1. akarî lawaz û paye nzmekan û koylekan.
2. akarî roşnbîriye behêzekan û xawendarekan.

diyarkirdinî ew dû core akare her kamiyan wezîfeyekiyan bînîwe, renge lerûkeşda beşêweyek le şêwekan ciyawazî çînayetî lew dû xaley serewe bepê wezîfekaniyan diyar bikeyn, belam lerastîda ewendey bas lekultûrêkî zal û xosepên dekeyn ke bote roşnbîriyek lenaw komelgeda weku core deselatêkî nadiyar, ewende bas le ciyawazî çînayetî deselat nakeyn, ke le rastîda eslî rehendî kêşeke lewêwe serçawey girtuwe, ke lenêw roşnbîrîşda dû paiyey lawaz û behêzî drust kirduwe, mebestm lew paye nzme niye ke kesêk bebê roşnbîrî û me'rîfe, bergirî lê bikeyn, beqed ewey payekan leser binçîney pîrozî û xawen deselatî yekgirtûdaye, em akare drêjepêderî akarî bawî komelgeye, bepêyî boçûnî marks «iyasakan û akarî mirov begiştî leencamî mlmlanêyîekî mêjuwî çînekanda berhem hatuwe bo serkutkirdinî çîne jêrdestekan lelayen çînî fermanrewa û lemêjûda «1»
boçî em boçûne werdegirîn, çunke tewawî ştekan dwacar deçnewe ser dwalîzmî xêr û şerêk ke zadey eqlî mirov xoyetî, serçawekeşî bo dû xalî serekî degerêtewe. ewîş herdû layenî babetî û xudiye le sîfetî kesekanda heye û roşnbîrîş xirap kelkî lê werdegirêt.
helbet çemkî akar mebestêkî dîkey legel xoyda helgirtuwe ewîş (drkkirdine beştekan) bewatayekî dî eger deselatî eql û lojîk wek karekterêkî ektîv leser ruwî pirsiyarekanewe bê, leheman katîşda take serkutkerî eql û azadiyekanîşe ke hemîşe piştguwê dexirêt, karîgerî eql û lojîkîş helgirî diniyaiyek rexneye le akar, em mebesteş eweye ke lojîkêk lojîkêkî dî çareser nakat le rêgey gftugo yan birwabûn beciyawazî bîrkirdinewewe, diyare wezîfeyek ke roşnbîr leseriyetî, rexneye lew core pêwendîaney ke akar bedeselatî debexşê, helweşandinewe û lêktirazanî ew rayelaneş ke deselat weku yasayek çwarçêwey bo diyar kirdûn çrtirî dekatewe, îdî deselat lêreda karî xoy betakekanî pêwendîdar hakîmet peyda dekat, herwek le çapterî pêşûda basman kird, formêke hemû komelge le yek bazneda kodekatewe, lerêgey dezgekanî nawendî, ke hem deselat arayş deken, hem bangeşey xwast û uîstî azadîş deken, leheman katîşda helgirî akarî deselatin, egerçî lerastîda xwastî mirovekan le binaxewe lejêr çemkî yasada kontirol kirawe, çunke ew doxe rqawiyeî ke heyetî derhawîştey roşnbîriyekî klasîke, wek pêwîstîş sozêk bedewruberî xoy debexşê, le fezayekda çêj le bekoylekirdinî ew bûnewere werdegirê ke pêyî delên roşnbîr û hemîşe gutarî manewey xoy le koylebûn û retkirdinewey beranberekey debînêtewe, ew roşnbîraneş ke kelkiyan le xanewade û rmuzekanî xanewade wergirtuwe?, nek her hîçiyan le binemale siyasiyekan kemtir niye, bigire ziyatiriyan snûrekey bezanduwe, bew pêiyey ke xanewade siyasiyekan rmuz û kultûriyan bepîroz temaşa kirduwe, belam roşnbîr ke xoyan dijî kultûrî bepîrozkirdinin, xerîkn corêkî dî xanewade û rmuz û btî roşnbîrîman bo qût dekenewe, le halêkda bangeşey dije kultûrî bepîrozkirdin deken, boye metirsiyeke lêrewe dest pêdekat ke kontirol û kuştinî ciyawazî lelayen roşnbîrewe bibête modêl, îdî rexne le siyasiyet çon degîrê.


çepe rastekan
rexnegirtinî beşêk lew roşnbîraney ke le astî nzmda temaşay girfte coraw corekaniyan dekird, her ew rexneye bû lew girûpane degîran ke benawî çepewe qseyan dekird, keçî rastêkî deselatxwaz bûn, bo nimûne têkişkandinî snûre konbawekan û beha pîrozekan û heramekan lelayen bzutinewey çepewe ke destpêşxerî roşnbîrî bû le pênaw azadiyekan, beradeyek hêrş kiraye seriyan ke iêste lasayî dekirênewe û le rabirdûşda dijiyan dewestan, le halêkda girftî bzutinewey çep le kurdistan, bekêş kirdinewey roşnbîr bû bo nêw aydolociya ke le rastîda roşnbîr bûnewerêkî yaxiye û nayşarêtewe ke ew qayl niye bew sîsteme kontirolkere û beduway kêşey hzrda degerêt, emeş watay ewe niye heq bexoyan biden û hawariyan lê helbstê û bilên emeş şêweyekî dîkeye le têweglanî aydolociyaî siyasetî hzb, bew wataiyey siyaset karêkî naşîrîne « emeş watay ewe niye ke berdewam roşnbîr rexnegirî siyasiyaney hikumet û deselat bê, bigire beşêweyek temaşayhzr û roşnbîrî bikat û berdewam hoşiyar û agedarî boçûne konbawekan snûrî jiyanî bo nekêşn, lemeşda pêwîstî beketwarêkî cêgir û tokme heye «2, belam em îzdîwaciyetî roşnbîr lew kate derkewt ke le serdemêkda dijî hzrî çep û çepgerayî bûn, le serdemêkî dîkeda bo berzragirtinî kultûrî klasîkî siyasî û drustkirdinî pîrozgerayî û kontirol, hatin hêlêkî rast û çepiyan beser rabirdûda da û beheman stayl ştekanî xoyan pîroz kird.


le her şuwênêk deselat hebê bergirîş heye, ew bergiriyeş le encamda behîç şêweyek le derewey pêwendî deselatda niye. hemû ew benaw roşnbîraney ke iêsta bezimanî çepekan qsedeken le rabirdûşda rexnegirtiniyan le deselat, bemodêlî beserçû le qelem deda, pirsî nadadperwerî û nebûnî mafî jnan û azadî bîrura û nebûnî yasa û hawwilatîbûn u...htd, beşêkî gewrey le pantayî siyasetî çepekanî kurdistan dagîrkirdibû, keçî iêste ew benaw roşnbîraney beheman ziman qse deken û leser binçîneyxanewade xoyan nimayş deken, weku ewey rabirdû erşîf nekira bêt, yan kaxezêkî draw bêt, le bîriyan çotewe ke take kêşey komelge pirsî çînayetiye, nek kêşey hêz yan hzbêk legel hzbêkî dî. boye roşnbîrîş bûn bedû çînî ciyawaz, çînêk bebîrura borjwazî, ewîdî kirêkar, borjwaziyekan ewanen ke roşnbîriyan têkel bebinemale kirduwe, ewanî dî ewanen ke biruwayan bebinemale niye.


akar wek xeslet
diyare yekêk lew tuwêjane ke akariyan wek xesletêk lexo girtuwe «roşnbîre» îdî ew akare watay ciyawazî wergirtuwe û ciyawazî heye legel akarêk ke ayn û kultûrî komelge basî lêwedeken, bigire akar bû beçemkêkî dî guwaye her kesêk heluwêstî nebêt le dijî deselatî kurdî, îdî eger feylesûfîş bêt kesêkî bê akare, em boçûne ç ciyawaziyekî niye legel boçûnî aynî û klasîkî, belam pêdeçê ew roşnbîraney ke xoyan wek pêxember pîşan deda, akarêkiyan dahêna ke eger kesêk bew arasteyeda rêgey negirtaye, îdî dekewte ber nefretî ewaney ke bawerêkî aynîan bo drust bû, ke desteyek roşnbîr heye, debê şuwên pêyîan helbigîrê, eme beşêk bû lewaney ke roşnbîr leciyatî piyawî karîzma mêjuwîekan kirdibuwiyane modêl, boye peresendinî akar û frewan bûnewe lesate wextî minî balada hemû biwarekanî hoşiyarî nagirêtewe, hêrbirt markoz delê« ew kesaney ke le ruwî rûkariyewe pereyan senduwe, teniya komelê cûlanewen, dwatir kem bayex dekirên, bo ewey lejêr çawdêrî berze minda bin, ew kesaney pereyan beakarî xoyan dawe, renge paşmawey minî balayan têda mabêtewe taku erkekanî xoyan tiya encam biden, helbet sîfetî ptew le akar yaxo şêwazî akar awha lêk dedrêtewe»3, lêreda debînîn roşnbîr ke natwanê em xeslete le xoy dûr bixatewe, benaçar uwêl debê lenêw ew fezaiyey ke tewawî xelk dergîrî bûn, belam beşêwazêkî dî, dwacarîş bê agayane debine dlsoztirîn kesî deselat yan siyasiyekan (spênoza) take kes wek pley deselat pênase dekat, emeş pêwendî bearezuwewe heye, arezuwî take kesîş birêtiye le cextkirdine ser deselatî takayetî, çunke arezû birêtiye le twanay nwandin û kirdar, kewate akar ştêk niye legel sruştî hatinî mirov bo xoy hatbê û serî helda bê, beqed ewey ke mirov bo xoy drustî kirdûn û çwarçêwey bo danawn, sruştî deselat dabînkirdinî arezuwe remekiyekanî cesteye nek eql, ew roşnbîraneş ke lejêr fşarî xerîzey xo beroşnbîr û pîrozgerayîn, koyley ew bîrubaweren, ke wa têgeyştûn welamî hemû pirsiyarekaniyan laye, yan wa têgeyştûn ke têkişandinî deselatî siyasî, bedrustkirdinî deselatî binemaleyî roşnbîr debêt ke eme wehme û hîçî dî, boye natwanin ew kotubende bşkênin ke remek sertapay cestey dagîr kirdûn, wezîfekeşiyan eweye debê bergirî lew hele têgeyştine biken ke berencamî akare û hîçî dî.

serçawe:

1. asl al'aile û almlkiye xase û aldule . mxtarat .marks û alancls .dar altqdm
2 . 'lî hrb . nqd alnqd
3. hb û alhzare

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌