ROJNAMEY XEBAT 2013-05-04
Proseya Demokrasiyê li Kurdistanê da berev paşve venagerê

Proseya Demokrasiyê li Kurdistanê da berev paşve venagerê

Mesûd Barzanî

Ev demeke bi nivîsîn û bi daxuyaniyan li ser babeta Serokayetiya Herêmê axaftin têne kirin. Vê babetê bi dû awayên cûda de dixîne rû. Bi erênî yan neyînî bê, gelek kes bi dîtinekî nîştîmanî ve temaşa vê babetê kiriye û hinek kesan jî li nêrîn û armancekî siyasiya taybet ve ji bo mebestekî diyarkirî kar li ser vê babetê dikin, rêza min ji bo nêrîna her du aliyan heye û her kesek azade çawa bîr dike, lê belê li vê pêvajoya hestiyara deverê da, keş û hewayek li kolanên Kurdistanê da hatiye afirandin wekî ku ji vê babetê girîngtir tûne û gelek babetên hestiyarê pêwîst bi çarenûsa gelê me mijule tê paşxistin.

Li vê navendê da ewê pêwendî bi min ve heye eweye ku, babet ne şexsî ye. Ji wê roja ku ez ji bo vê postê hatim hilbijartin, min gotiye ku ez ne Serokim belku Pêşmerge me û her bi Pêşmerge jî dimînim. Tu pile û post û navek jî ji bo min ji vê erk û navê pîroztir û mezintir tûne. Hemû demê berjewendiya gel û xizmet û xebat bi navê kerameta welatiyên me ji aliyê min ve girîngtir bûye ji wê yekê ku li çi post û pêgehek da bim.

Niha ku ev babet gelek tê axaftin, dixwazim ji bo welatiyên me yên xweşdivî rûn bikim ku min ne daxwaza hemwarkirina yasaya Serokayetiyê kiriye û ne jî daxwaz kiriye dema Serokayetiyê bê dirêj kirin û an jî rê ji bo min bê vekirin xwe ji bo vê postê berbijêrim.

Weku şexs armanca min ne poste, ev pêgeh amrazeke ji bo xizmeta gel û nîştimana min. Ev post sengerek bûye ji bo wê yekê ku bergiriyê li mafên gelê xwe bikim, min xwesiye serbestane û dûrî li zext û gengeşeyên partiyan li vê postê da serweriya gelê xwe biparêzim. Ji bo vê yekê jî dema xwe bi merca dengên raste rasta gel razî bûm vê postê wergirim. Pêver li cem min rizamendiya zêdetirê gelê meye û ne amade me nav û deng û pêşeroja xebat û têkoşîna xwe û malbata xwe ji bo post û paye lekedar bikim.

Niha piştî qurbanîdanekî zêdeyê gelê me, kiyanek li vê Herêmê da cîgîr bûye, rasttir ewe hemû aliyek bi dilsoziyê ve vê kiyanê biparêzin û berev pêşve bibîn, neku ewê li gengeşeyan de reş û spî bê têkilhev kirin û bi wê lojîkê kar bikîn ku ji bo şikandina desthilatek, welatek têk bişkînîn.

Sîstema hukimraniyê li Herêmê da ne Serokayetiye, ev sîstem jî baş bê yan xerap ji bo take kesek danemezraye. Girîng eweye li vê sîstemê da rêz li raya xelk bê girtin û çarenûsa xelkê bi destê wan ve bê. Rê nedin sefqatên siyasî bibin bi cîhgirê dengê xelkê.

Xelkê me li astekî bilind hişyariya siyasîdane û ew bi xwe dikarin biryarê li ser paşaroja xwe û pirsên yasayî û destûriyan de bidin. Zeftkirina wê mafê xelkê hengav avêtina berev takrewiya şexsî û hîzbiye.

Ji ber gelek sedeman reşnûsa destûr neket rapirsiyê ve, proseya danîna destûr proseyekî asayî bûye û hemû qonaxên xwe bi awayekî siruştî derbas kiriye, niha mafê xelke ku, divê biryar bidin reşnûsa destûra wan pesende yan ne. Ew daxwaza ku aliyê siyasiyan li şûna xelkê biryarê li ser reşnûsa desturê bidin, tu bingehekî yasayî tûne. Ev daxwaz berevajiya baweriya bi îradeya xelk û dijî bi çemkê demokrasiye.

Min nedixwest li ser vê babetê bipeyvim û naxwazim tu rehendekî şexsî bê wergirtin, ji ber ku ne girînge kî li çi postek da dibê, girîng berjewendiya giştiya xelk û nîştimane, lê belê hinek hewl ji bo belarêdabirina raya giştî heye, li ser vê babetê zêdetir axaftina min heye ku li paşarojê û li demeke guncaw de dixim rû, lê belê ewê dibêjim ku gelê me agahdar bin hewlek heye ji bo westandina tevgera pêşketina doza me, hewlek heye ji bo pêkneanîna wê destkefta mezina ku hêviya me hemûyane, hewl li dijî deng û îradeya xelk heye, li van keşeyên siyasiyê navçeyê jî de hinek kes bi xwestî yan jî nexwestî yarmetîderê wan hewlanin.

Li sala 1991 heta niha min li hemû pirsan da daxwaz kiriye ku vegerîn ser nêrîna ra û îradeya gel û herdem û li her pêgehek jî da bim bergiriyê li rêzgirtina ra û daxwaza gel dikim. Aliyê siyasiyan divê pêgîr bin bi raya xelk neku bi berevajiyê ve. Tirs li raya xelk nîşana bawerî bi xwe nebûne. Her li derbarê hilbijartina Serokayetî jî, ne girînge kî posta Serokayetiyê werdigrê û ev post ji bo kesekî diyarkirî hatiye amadekirin, lê belê girîng eweye mafê diyarkirina raste rastê Serokê Herêmê, ku mafekî sirûştiya xelke, ji wan neyê standin.

Li dawiyê de dixwazim bi cemawerê me yê xweşdivî rabigihînim ku, proseya demokrasiyê li Kurdistanê da berev paşve venagerê û her hewlek ji bo zeftkirina mafê xelk li diyarkirina çarenûsa wan, berevajiya teyarê siruştî pêşveçûna civaka me ye û ser nagirê.

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌