ROJNAMEY XEBAT 2013-06-09
Yorgin Habirmas û Dilerawkêyî Qûlî Demukirasî.

Behramî Muhîbî
Beşî Duwem Kotayî

Nawerokî binemay em nûsrawane, ke kardanewey amancî tîorî habirmase, felsefey mêjuwe lerwangey kirdarewe. mercî pêşwextî em kare, nojenkirdinewey mêjuwî kultûr, abûrî, siyasî û zanste. karêkî weha nîşan dedat, ke rêge çarey aştî xwazane û be bê tundutîjî le kêşmekêşe siyasî û abûriyekan ç deskewtî me'newî gewre bo mirovayetî bedî dênê. le nawendî em nojenkirdine, çemkî klîkî «eqlgirayî» daye. em çemke lay habirmas, çendîn watay lêdekewêtewe, le urdibûnewey dadwerî mirov lebarey bûn, ta lêkdanewey rewayetî kirdar û behayekan, herweha taqîkirdinewey behayekan ta têgeyştinî ezmûne zînduwekan le xo degirêt.

u: Ehmed Hacî Mewlud
le yekêk lerste girîngekanî ktêbî «nasîn û hogirî», ke îorgn habirmasrexney serekî xoy leser karl marks û felsefey komelayetî ewrîzbendî dekat. rexney ew le marks leme daye, ke marks le nêwan şêweyek, ke mirovekan pêwendî nêwan xoyan legel sruşt rêk dexen, legel şêweyek, ke mirovekan pêwendî komelayetî nêwan xoyanrêk dexen ciyawaziyek dananê. be watayekî dîke marks leser em binemaye derwat, ke nasînî mirov le şêwaze sruştiyekan legel nasînî mirov le şêwaze komelayetiyekan ciyawazî uway niye, eme lerwangey habirmas heleyekî gewreye, çunke be bawerî ew, corî kirdarî mirovekan le pêwendî legel sruşt, legel corî kirdarî ewan le beramber yekda, le binemada ciyawaze. habirmas leser em bawereye, ke mirovekan eger pişt be hêzî eql bibestin, detwanin nakokiyekanî nêwan xoyan bexo dûr xstinewe le tundutîjî û leser belge û lojîk çareser biken, çunke le pêwendiyekanî nêwaniyan pêwîstî zor be pasaweênanewey amancekaniyan heye, eme legel pêwendiyekanî nêwan mirovekan û siruşt ciyawaze. be bawerî ew em ketware ke marks ciyawazî nêwan kar (weku şêwazî zalbûn beser sruşt) û pêwendî nêwan mirovekan dananêt, debête hoy ewey, ke marks çareserî kêşekanî ke pêwendîan berênuwênî û dabeşkirdinî sermaiyeye le komelge, be pêyî eqlgirayî be karêkî naşiyau dezanêt.

Marks nakokî leser sûd û qazanc be pêş merc dadenêt, ta têyîda her corerêkupêkkirdinêkî buniyadî dapoşraw le pêwendiye nadadperweriyekan be qazancî sermayedaran kotayî pê bêt. ew bew şêweye «xubarêkî pîroz» be dewrîrkaberî çînayetî û lenêwçûnî şerawî çînî sermayedarî dadenêt. helbet xudî marks pêş mercî karêkî weha be pêgeyştinî bêrawestanî amêrî berhem, wata huner û teknolojiya û geşesendinî bilîmetî û zaniyarî kirêkaran dezanêt. le rastîda her em pêgeyştiney hêze berhemhênerekane, ke nakokî nêwaniyan le pêwendiye berhemekaniyan ptewtir dekat û be berencamî dijayetî degat. habirmasrastî em tîorey marksîstîret dekatewe.

Ew bawerî uwaye, ke pêgeyştinî pirose komelayetiyekanî iême nabê teniya weku berencamî pêgeyştinî zalbûnî teknîkî iême beser sruşt dabindrêt. ziyadibûnî berencamî amêrî iême, le rêgey zanstî kirdinî amêrî berhem, le xoda natwanê kotayî be zulm û stemî mirov leser mirov bênê. be boçûnî habirmas, marks tenanet le endêşey xoşî be şêweyek pê dagir niye, çunke rewtî hoşiyarî, ke bo rûberubûnewey çînayetî pêwîste, le eqlgirayî zal bûn beser sruşt serçawe nagirêt. habirmas be pêrewî le hîgl, rêkxstinî hoşiyarî helsengandinî komelayetî, be pirsêkî pêwendar be nasînî qûlî endêşe dadenêt. nasînêkî weha aşkira dekat, ke pêwendiye miroviyekan natwanin û nabê leser kirdarî tundutîjî bwestin. helbet be boçûnî habirmas nkolî lê nakirê, ke iême berdewam tundutîjî debînîn, belam tundî û tîjî, lexoda nîşaney drobûnî pêwendiye mroiyekane, ne çoniyetî û sruştî rasteqîney ew.

Nasînî qûlî endêşey mirov detwanê em xopîşandane droyne lêk ciya bikatewe, lanî kem zemîne xoşker bêt bo çareserî aştîaney nakokiye komelayetiyekan, ta bem şêweye rêgeçarey şerawî nakokiyekan le nêw bçn. em kare be boçûnî habirmas teniya katêk cêbecê dekirê, ke tîorî darêjî komelayetî weku tîorî nasînî lê bêt û nîşan bidat, ke nasînî sruşt û nasînî pêwendiye mroiyekan le dû corî ciyawazn. teniya le rwangey pêwendiye komelayetiyekane, ke babetî nasîn, hawkat bikerî zanaş degirêtewe, babetî nasraw le bikerî zana lêk ciya nabinewe. mirov le nasînî hawregezî xoy, xo denasêtewe û be pêçewanewe. ta ew katey ew nasîne tewaw nebuwe, detwanîn çawerê bikeyn, ke nasînêkî weha hîç kat tewaw nabêt. boçûn yan tîorî, ştêk beder le rexne û helsengandin niye.

Tiyore kirdariyekanî pêwendî û pêgeyştin
tîorî kirdarî pêwendî habirmas, binemay felsefey komelayetî ewe. herweha ke bas kira, habirmas têdekoşê bselmênê, ke kêşme kêşekanî komelayetî, be şêwey aydiyal debê be bê bekarhênanî tundutîjî çareser bikirêt. eme bem wataiyeye, ke debê sîstemêkî komelayetî bête ara, ke têyîda biriyarekan û cêbecêkirdinî ewan, le rêgey belgehênanewe be encam bigat. aydiyalêkî weha lebarey pêwendî be bê naçarî, lelayen habirmas le nûsrawe corawcorekanî û her car le rwangeyekî nuwê bas kirawe.

Be boçûnî habirmas, pêgeyştinî mêjuwî – siyasî rasteqîne, ke formgîrî siyasî bîruray giştî le xo degirêt, be şêwey berdewam û lelayenî corawcor, aydiyaî pêwendî aştîxwaz û bê tundutîjî nêwan mirovekanî nengdar kirduwe û dekat. boye debê be duway welamêk bo em pirsiyare bikewîn, ke çon cêbecê kirdinî arezuwe derûniyekanî hawbeş berdewam le bîr dekirên, ke parastinî em arezuwe derûniyekanî hawbeş, detwanê le maweyekî drêjxayen buniyatinerî hengawgelêk bêt ta ciyawazî dabeşbûnî madî be bê tundutîjî çareser bikat.

Be boçûnî habirmas, eme berêkewt niye, ke be amêrî kirdinî endêşey siyasî iême, yan be watayekî dîke, emrastiye, ke iême hem pêwendiye mroiyekan le çwarçêwey eqlgerayî, snûrdar le «amêr û amanc» bîriyan lêdekeynewe, hem beşêwey sermeşq le tîorî nasînîş dedrewşêtewe, çunke zanstîş emro weku amêrêkî deselat lêhatuwe û detwanê hêzî lerê ladan û be gemjezanînî zorîşî hebêt. habirmas pirsey bedîhatin û bêlayenî le zanstî komelayetîş lêk dedatewe.

Be boçûnî ew zanstekan be giştî dekirê le sê rwange ciya bikirênewe:
1 - zanste ezmûnî û şîkirawekan, ke le çwarçêwey berhemhênanî sruştî iême pêgeyştuwe.
2- zanste kultûrî û ravekerekan, dab û nerîtî mirovekan desteber deken û geşey pêdeden.
3- zanste rexneiyekan, ke pişkiyan le bedîhatinî azadî, beramberî û dadperwerî hebuwe.

Be boçûnî habirmas, zanstekanî corî yekem, babetî îş û kar le xo degirêtewe, zanstekanî corî duwem û sêyîem babetî nêwan mirovekan le xo degirêt, bem şêweye lem dû core zanste, ke tîorî pêwendî, rolî serekî degêrêt, kirdare mroiyekan teniya legel sruşt nebestirawnetewe, bigire le pêwendî legel yekdîş kirdariyan heye, belam serkewtinî kirdarî komelayetî be mercî dîke bestirawetewe, ta serkewtinî kirdar le pêwendî legel sruşt. le katêkda serkewtinî kirdar, teniya le kar têkerî kirdarêkî weha dekirê dadwerî leser bikirê, le pêwendî legel kirdarî komelayetî (bew mercey ke be bê tundutîjî bêt) çwar merc û bangewaz bayex peyda dekat:

Raderbirînekan şiyawî têgeyştin bin, rastî gutarekan, wergirtinî rastî dû layenî gftugo û berencam rastî gutare guncawekan. helbet bo habirmas rûne, ke em mercane hîçkat be tewawî nayene dî, belam eger qbûl bikeyn, ke em mercane behayekiyan niye, nabê lerewtî pêwendî nêwan mirovekan leberçaw bigîrên, binemay pêwendî deruxê, leberewey, ke her em xale le katî pêwendî zimanî debê bo hoşiyarî bigordrê. barudoxî gftugo, ke helgirî mercgelî guncaw û eqlanîşe, le rehendêk ziyatir le kirdarî amêrî le xo degirêtewe, ke mercî serketinî ew le çwarçêwey berêwebirdinî xoy şiyawî rûnkirdinewe niye. lerastî da her em urdibûnewey qûlî bîrkirdinewe le zimanî mirovî û kirdarî pêwendî ewe, ke habirmas berew em bawere pelkêş dekat, ke pêwendî kirdarî, sermeşqe bo hemû kirdarekanî dîke.

Habirmas le ktêbe dû bergekey «tîorî kirdarî pêwendî» xoy, şîkirdinewe bo qeyrane komelayetiyekanî komelgey emro û karayî tîoriye felsefiyekanî komelayetî dekat. ew be yarmetî tîorî maks vîbir lebarey pêgeyştinî eqlgerayî le komelgey rojawa webîr dênêtewe, ke le biwarî komelayetî, gorankariyekî binemayî le mkanîzmî rênuwênî û rewayetî sîsteme siyasiyekan hatîte gorê. em sîsteme îtir weku rabirdû lerêgey lêkdanewey efsaneyî yan xo rewayetî takî û binemayî cêgîr nabêt, bigire leser têgeyştin le amance siyasiyekan û boçûn û uîstî azadî hawwilatiyan cêgîr buwe. têgeyştinêkî weha teniya birêtî niye le peymanêkî komelayetî, bigire kirdare akariyekan û helsengandine dadweriyekanîş lebarey ewanîş le xo degirêt.

Yekêkî dîke le beşekanî binemay endêşey habirmas, tîorî pêgeyştinî ewe. ew lew tîoriye be duway welamêk degerêt bo em pirsiyare, ke kam hokar bo pêşkewtin û pêgeyştinî huner û kultûrî iême çaresazn? pirsiyar le karêkî weha le rwangey guncaw bûnî pêwendî siyasî û komelayetî debêt.

Habirmas le felsefey mêjuwî xoy lerwangey kirdarî, lem xale dest pêdekat, ke pêgeyştinî iême debê weku kirdinewey şêwaze corawcorekanî hoşiyarî akarî bêt, wate rîzbendî dawakariyekaniman bo rêge çareyekî bê tundutîjî û geyştin be dadperwerî, azadî û yeksanî çawerwan kiraw bêt. helbet em dawakarîane le maweyekî kurt dekirê serkut bikirên, belam le drêjxayen, nakirê bayexî pê nedrê û lenêw bibrdrê. tîorî habirmas lem biwareda dekirê bem şêweye kurt bikirêtewe: çareserî kêşe psporiyekanî iême, wate kêşe kirdariyekanî iême le pêwendî legel sruşt û le çwarçêwey berhemî sruştî iême, lêhatuwî dewê, ke teniya le rêgey rûberûbûnewe legel kêşe teknolojiyekan, wata kirdarî amêrî iême şiyawî berzbûnewe niye, karêkî weha pêwîstî be pleyekî berze le eqlgerayî. habirmas, serçawey eqlgerayiyekî weha le pêgeyştin û berzbûnewey pêwendî dû qûlî behayekan dezanê. teniya lerêgey wata û serheldanî pêwendî dû layenî guncawe, ke dekirê le berencam û pêgeyştinî komelgekan têbigeyn, ne lerêgey eqlgerayî weku amêrî kar. belam her dû rehendî em kirdarane, le astî pêgeyştinî rasteqîney komelayetî, le pêwendî dû layen û zor nêzîkewe daye. le astî berhemî komelayetî, renge pirs û kêşe sîstemiyekan ser helbiden, ke debê be şêwazî pêwendî komelayetî çareser bikirên. çareserî em core kêşane, ke sîstemeke dexene metirsiyewe, bestirawetewe be pêgeyştinî rewtî fêrkirdinî komelayetî. be bawerî habirmas komelgekan le sê rehend detwanin fêr bin:
1- le çwarçêwey zal bûn beser sruşt yan pêgeyştinî hêze hunerî û teknolojiyekan.

2- le çwarçêwey sîstemî siyasî – komelayetî.

3- le çwarçêwey biyavî pêwendî pirwata le nêwan mirovekan. ew hewl dedat, ke pîşan bidat, ke rewte fêrkirdinekan le rehende nawbirawekan, le lojîkî pêgeyştinî taybet pêrewî deken. helbet debê leser em pirse, ewe leberçaw bigîrdrê, ke rewte çalake pêgeyştuwekan detwanin sst yan rawestin, tenanet le kar bixirên. em rewtane tenanet detwanin rû le dabezîn dabin. belam be boçûnî habirmas egerî ewe le gorê daye, ke ştêk weku amancêkî giştî pêgeyştû leberçaw bigîrdrê.


habirmas bo diyarîkirdinî amancêkî weha, dûbare rû dekate tîorî pêwendî kirdarî. şîkirdinewey mercekan ke debê amade kirabêt ta pêwendî mirovî serkewtû bêt, le barudoxî zimanî aydiyal, ne teniya pêwerêk bo dadwerî lebarey pêwendîêkî diyar kiraw bedest dêt, herweha bigire em aydiyale weku amancî pêgeyştin nîşan dedat. azadî, beramberî û dadperwerî teniya katêk detwanin bîriyan lê bikirêtewe û cêbecê bikirên, ke behayekan taybetmendî giştgîriyan hebêt, be watayekî dîke bo her kes le her serdemêk bayexî hebêt. be şêweyek, her kes le her serdemêk biyeuwêt beramber em behaye reftarî legel da bikirêt.

habirmas le urdibûnewey em tîoriye nîşan dedat, ke merce serkewtinekanî pêwendî zimanî, le şîkirdinewey kotayî merce akariyekan daye. le pêwendî zimanî nêwan mirovekan, babet teniya leser zaniyarî û çareserî kêşe diyarekan niye, bigire bo bedesthênanî rêkkewtingelêke leser mtmanekirdin be yasa û rêsa û behayekan lebiwarî gutar û kirdar. habirmas leser em watadar bûnî beha û pêwendî zimaniye, ke be pêwere tewawkerekanî komelge degat.


Yekêk le hokarekanî serncrakêş le tîorî pêgeyştinî habirmas, uwêkçûnêke, ke ew le nêwan pêgeyştinî hoşiyarî akarî tak û pêgeyştinî komelayetiya dadenêt. be boçûnî ew, taybetmendî pêgeyştinî tak eme, ke detwanê xoy le bekarhênanî deqî behayekan rizgar bikat û be şêweyekî berfrewan detwanê kirdarekan ne teniya lerwangey berencamekanî, bigire be leberçawgirtinî mebestî mirovekanî dîke dadwerî leser bikat. mirovî resîu detwanê be pêyî binema akariyekanî giştgîr, be şêwey serbexo dadwerî bikat, ke kam beha rewayekan moletiyan pêdrawe le helumercêkî diyarîkiraw le bayex bikewn. pêgeyştinî komelgeş lay habirmas weku rewtgelî pêgeyştinî lojîkî hoşiyarî akarî dezanrêt. ew hêlêkî hawterîb le nêwan bestiranewey tak be behayekanî dasepênrawî derewe ta serbexoyî tak û pêgeyştinî komelayetî kultûrekanî rabirdû ta serdemî iême dekêşêt.


qsey kotayî
pirsî serekî le endêşey felsefey habirmas, şêwazî kirdarî dîmukirasiye modêrnekan û dlerawkêyîan bo qûl bûnewey ewe. le lêkdanewekanî ew, serencdan be hokarekanî berbest û hereşelêkirdinî dîmukirasî, şuwênî taybet bexo degirêt. habirmas layengirî bedwadaçûnî berfrewanî xelk le biriyarekan, lerêgey beşdarî siyasiye, herweha hoşiyarî bîruray giştî , mtmanetirîn peymanî bergirîkirdine le xirap bekarhênanî deselatî siyasî dadenêt. ew bawerî uwaye, ke debê be yarmetî hemû kereste û amêrekanî berdest, le serheldanî tundutîjî le komelgekanî emroyî bergirî bikirê, çunke tundutîjî berdewam hêze nadîmukiratekan û koneperstekan behêz dekat. le cîhanbînî habirmas, boçûne felsefiyekan bayexî zoriyan pê dedrê, çunke em boçûnane ne teniya detwanin berencame pêgeyştinekanî komelge mroiyekan aşkiratir biken urwangey komelgeş bo geyştin be cîhanêkî baştir, şadu zîndû rabigirê, bigire detwanê rolî handeriyan hebêt bo beşdarî çalaktirî xelk le jiyanî siyasî da. habirmas leser em bawereye,
ke be pêgeyştinî dîmukirasiye modêrnekan, mirovekan be şêwey berfrewan le fêrkirdin û xuwêndinî bala kelk werdegirn û be sernc dan be ziyadibûnî xêray pêwendiyekan û rolî giştgîrî rageyandine giştiyekan, bedesthênanî hewal û zaniyarî asantir kirduwe, em kare le xoda le baştir nasînî ewan le beramber diyardekanî dewruberiyan karîgerî erênî debêt.

ew rûn dekatewe, ke le binemada «le çerxî zaniyariyekan û pêwendiye mange destkirdekan, nakirê mirovekan le biwarî karkirdin be şêwey berfrewan le xuwêndinî bala kelk wergirn hawkatîş bo be gemjekirdinî siyasî ewan hewl bidrêt». ew karêkî wa dij be yek dadenêt.


 
chapkrdn   Share GERANEWE‌