ROJNAMEY XEBAT 2013-06-11
Dr. Kemal Kerkûkî: Mehale destûr careka dî vegere bo perleman

Rojnameya Evro/ Dr. Kemal Kerkûkî, berpirsê peywendiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û serokê berê yê perlemanê Kurdistanê di hevdîtinekê da li gel rojnama (evro) behsê babetên giringên taybet bi pirojê distûrê herêma Kurdistanê û helwîstê partî li dor pirojî destûrî diyarkir, Kerkûkî got: Mehale pirojê destûrî vegere bo perlemanî û partî dê berevaniyê ji mafê milletî ket bo yeklaykirina pirsa pirojê destûrî.


Evro: Partî ya rijde li ser encamdana rîfirandomapirojê distûrî, heke yekîtî dengî bonedet aya hûn piştirastin dê distûr serkeve?


Dikitor Kemal Kerkûkî: Rapirsî li ser pirojê destûrî mafê gelê Kurdistanê ye, mafê hîç kes û layenekî û dezgehekî nîne wî mafî ji milletî werbigire, ji bo ku ew mafe li milletî nehête standin û millet bişêt bigehe wî mafê xwe, erkê layenên peywendîdare bivî erkê xwe rabin, ewjî destnîşankirina rojeyekê ye bo encamdana rîfiramdomê heta millet bigehite wî mafê xwe, bovê meremê partî piştevanyê livê çendê dike, ku millet wî mafê xwe bidestive bîne, lewra partî dîmukiratî Kurdistan dixwaze rîfiramdom liser proje destûrî bihêtekirin, partî digel vê çendê ye millet biriyara xwe bidet, çunkî millet li hemû layenên dî mezintire û zortire û biriyarjî ya diruste heke millet bidet, her biriyareka millet bidet em wekî partî dê rêzê lêgirîn ".


Evro: Zor behsê biriyara hijmare du ya perlemanî dihêtekirin, ku têda behsê vegeriyana pirojî distûrî dike bo perlemanî, belê wekî dihête behskirin cenabê te ew biriyar veşartî ye?


Dikitor Kemal Kerkûkî: Ya yekê nexêr bi çuşêweyekî biriyara hijmare 2 nehatî ye veşartin, biriyara hijmare 2 li destpêka roniştina perlemanî li roja 2/3/2013 ê hatî ye derkirin, naveroka biriyarê eve, wî demî kak feriset Ehmed sikirtêrî perleman bû bi egerê nexoşyê molet wergirtibû, kak şêrwan heyderî jî lichê wî bû biriyara hijmare 2 bibû sikirtêrê perlemanî heta kak feriset vegiriyay, herwesa li hijmare 123 ya rojnama weqayia Kurdistanê laperê dwyê hatî ye belavkirin, ji layekê dîve ew babetê ku ew behs dikin, li roniştina hijmar heft ya roja 17/3 ê ku taybet bû, bi daxwazyên xonîşaderu boyerên bajêrê Silêmanyê çê bibûn, di xala pêncê ya raporta lîjnê da hatibû, ku nexşe rêyek bihête danan jilayê perlemanî ve bo bicih înanê û daxwazyên bineretyên xonîşaderan digel qanûn û dîmukiratyê û karên damezrawên herêmê bihêne guncan, bo zaniyaryên hewe vegeriyana pirojê destûrî bo perlemanî digel hersê binemayên qanûnî û dîmukiratî û damezrawan nahête guncan û dijî vê çendê ye, sereray vê yekê li gor qanûn û madeyên pepirewê nafixoyê perlemanê Kurdistanê, dengdan li ser raporta lîjnê bi çu şêweyekî nabe biriyar, opozisyon vê çendê baş dizanin, belê wan xwe bi çend tiştekan ve girêdaye heta navê wan hebe û diyarbin, ku ewjî pêkhatî ye ji behskirina berêz mesuwid Barzanî serokê herêma Kurdistanê, behsê pirojê destûrî dikin, behsê piroseya nefit û gazê dikin li herêma Kurdistanê, yan behsê biriyara hijmar 2 dikin, hetaku diyarbin û xelkê behsê wan bike û xelkî bişaşyên xwe serda biben daku li helbijartinan dengî bidinê ".

Evro: Partî berî niha ragehandibû hêla sor li ser çu tiştekî nîne, belê boçî dirijdin li ser pirojê distûrî?


Dikitor Kemal Kerkûkî: Partî hemû carekê gotî ye bo danustanan li çiwarçuvê sinurê qanûnî û karê damezrawên nava herêma Kurdistanê û rêzigirtin li binemayên dîmukiratî hêla sor nîne bo behskirin û danustanan liser herbabetekî, li dor pirojê destûrî jî partî nukejî dibêje, ev proje mafê milletî ye dengî liser bidet, her demê millet gehişte wî mafê xwe bi rêya rîfirandomê hate yeklayî kirin, vêca bihête pesendkirin yan nehête pesendkirin, wî demî gurey aliyetê nav destûrî hatî û li gurey pêdivyên xelkê Kurdistanê bihête rastivekirin, çêdibe nukejî li der vey perlemanî danustanan liser bikin, hetaku piştî rîfirandomê bişêyin bi çu şêweyekî baştir bikin, çunkî vegeriyana destûrî karekê mehale û eger eve hatekirin wî demî teeda li milletî û perlemanî û binemayên danana qanûnê û pirosa dîmukiratî dihêtekirin, eva partî dibêje, nabe ew proje destûre vegere perlemanî, boçûneka qanûnî ye û urfa perlemanî û rêzigirtine li îradeya xelkê Kurdistanê, çunku eger bi neqanûnî û dijî urfên perlemanî bihête vegeriyan eve
binpêkirina binemayên dîmukiratî û dijî mafên milletî ye û bo berjewendiya kesî û hizbî reftar bihêtekirin eve tawane, li perlemanê Kurdistanê û hemû perlemanên duniyayê urfê karkirinê ew e, her projeyekî li perlemanî deng îna, heta nekeve di biyavê bicih înanê da, qanûnê rêk nedaye kesê û nehatiyekirin vegere bo perlemanî, tinê serokê herêmê bi tinê bodemê 10 rojan ew maf heye vegerîne bo perlemanî û biriyara dumahyê jî bo perlemanî ye û dikare derbike, eger li nik serokê herêmê jî gîro bibe eve rastewxo dibe qanûn, serok Barzanî jilayê xove ew proje pesendkirî ye û razîbûye biçe rîfirandomê, lewra niha demê milletî ye dengê xwe liser bidet, partî ya rijde projey destûr venegere perlemanî û mafê milletê nehête binpêkirin ".

Evro: Zor rapirsî li herêma Kurdistanê hatinekirin û gurey encamên hindek jiwan rapirsiyan derkeftî ye cemawerê partî kêm bûye, eve raste?


Dikitor Kemal Kerkûkî: Partî bo milletê kurd kar dike û niha jî diyare buçûna partî bo dahatî jî rohine dê çiket bo milletê kurd, ew babetên vêrê û êrahe me guh lêdibe, hindek jiwan rapirsiyan bi heza xwe nîşadaye, hindekên dîjî yên bawerî pê heye bişêweyekê dî têne behskirin, piştame ya bi milletî qayme û li helbijartinanjî ew rastî dê diyarbin ".

Evro: Layenên opozisyonê dibêjin, cemawerê partî li behdînan zêdekirî ye û di hemberda cemawerê partî kêm kirî ye, wekî partî hûn agehdarî vê çendê ne?


Dikitor Kemal Kerkûkî: Helbijartin lipêş mene û gelê Kurdistanê dizane kî xizmeta milletî dike û kî bo berjewendiya kesayetî û hizbî kar dike, heke nûtirîn nimûnejî bînîn berçavên xwe, ferimûn partî dibêje, mafê milletî ye dengî li ser projey distûrî bidet û mafê milletî ye rastewxo serokê xwe helbjêre, belê ya seyre layenên dî dibêjin, nexêr em hizbî dê serokê herêmê helbjêrîn nek millet, herwesa dibêjin bila mafî ji milletî werbigirin wem dibêjîn mafê milletî ye biriyarê li ser projey destûrî bidet, ew bizavan dikin wî mafî zewit biken û bibine perlemanî heta gurey berjewendiyên xwe darêjin ".


Evro: Heke pirojê distûr li rîfirandomê serinekefit, wî demî dê bersiva partî çi be?


Dikitor Kemal Kerkûkî: Başe boçî dê pêşibînî kin pirojê distûrî li rîfirandomê derneçe, projeyek zor bi rêk û pêkî hatibe berihevirikirin û li berjewendiya herêma Kurdistanê û hemû takên wê herêmê dabe, pêgehê herêma Kurdistanê bihêzbket bo dahatî, bo cara yekê ye di dîrokê da herêma Kurdistanê bibe xodan destûrê xwe, divêt ew kî bin nehêlin Kurdistanê destûrê xwe hebe, ez diwê bawerê dame gelê Kurdistanê gelekê dilsoze û Kurdistan xweş dive û bi emanet ve karî bo biken û dê dengê xwe denê, em jî wekî partî herdu haletanda eger milletî pesendkir û pesend nekir, dê rêzê li îradeya xelkê Kurdistanê girîn çunku me baweriya pê hey ".


Evro: yekîtî piştî nexweşketina Mam Celal, siyaseteka dulayenî hember partî bikardîne, bo çi heta niha wek partî xwe digel yekîtyê yeklayî nekirî ye?


Dikitor Kemal Kerkûkî: Partî hevpeymanî digel her layenekî hebe yan kiribe, dê dilsozî bo wê peymanê hebe, heta wî demî layenê beramber xwe jî cuda dike, exlaqê partî eve hevpeymanê partî di haletekê asayî dabe, yan tûşî rewşeka ne asayî bibe, li herdu haletanda bi yek çav berê xwe didet hevpeymana xwe, nukejî demê berêz Mam Celal tuşî rewşeka saxlemiya çaverê nekirî bûye, hîvîdarîn saxlemiya wî başbe û bi heman çav berê xwe dideyn yekîtyê wekî wî demê berêz Mam Celal saxlemiyeka başdabûye, ji bilî vê çendê eger biraderên yekîtyê şêwazekî dîke pê başbû eve meseleyeka dîkeye ".

Evro: Layenên siyasî bersiva serok Barzanî daye û niha tepe li yarîgeha partî ye, partî û serok Barzanî kengî û çu bersivek dê hebe bo layenên siyasî?


Dikitor Kemal Kerkûkî: Derbarey berêz serok Barzanî li bîreweriya 26 î golanê gotara xwe pêşkêşikir û hêl zor bi aşikira kêşan û diyarkirin, ewjî li dor pirojê destûrî û piştevanîkirina mafê gelê kurd, serok Barzanî daxwaz li layenên siyasî kir demekê zû boçuna xwe binêrin, bêguman partî û serok Barzanî li gel vê çendê ne Kurdistan bi be xwedan distûrê xwe li gel vê çendê ne binemayên dana qanûnan li herêmê nehêne têkidan, herwesa pirosa dîmukiratyê li Kurdistanê nehête eyib darikirin, boçûna me ewe millet rastewxo serokî helbjêre û sîstemê desthelatê li herêmê baştirbe, me rêz bo hemû layenan û boçûna wan heye, belê partî û karkirina partî bivê rêkê ye mafê milletî nehêt binpêkirin bo berjewendiyên bertengên hizbî

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌