ROJNAMEY XEBAT 2013-08-18
Nêçîrvan Barzanî: Xembar Debîn Le Katê Debînîn Şarêkî Wekû Bexda Ke Paytextî Wilatêkî Dewlemende Niqûmî Tarîkî Buwe

Nêçîrvan Barzanî Serokî Hikumetî Herêmî Kurdistan le dîdarêkda bo Rojnamey Meda" ke emro beşî yekemî belawîkirdutewe" tîşk dexate ser çendîn pirsî henûkey ser gorepanî siyasî 'Iraq û peywendinî nêwan Hewlêr û Bexda û hewl û teqelay layene siyasiyekan bo baştirkirdinî em peywendiyane û çend pirsêkî tirî giring û hestiyar weku pirsî pêşmergew newt û xaz.



Le beşêkî em dîdareda Nêçîrvan Barzanî Serokî Hikumetî Herêmî Kurdistan sebaret be serdanî Nûrî Malîkî Serok Wezîranî 'Iraqî Fîdral bo Hewlêr, duway dabiranêkî dûr û drêj û duway sedeyek le xuwênriştin û aya geyştîne radeyek ke bawerîman be aştî hebêt yan taweku êstaş nefesî kurtî siyasetmedarî 'Iraqî 'eqlî şer zal dekat, delêt: beşêk le girftekanî 'Iraq le encamî barudoxî katî sîstemî siyasiye le 'Iraq, çunke taweku êse ême le qonaxî gwastinewedayn le wetey Seddam Husên ruxêndrawe.


Gwastinewey sîstemî siyasî bo fîdralîzim le xoyda karêkî sext û tazeye bo hemwan, eme cige lew girftaney ke reg û rîşey mêjuwiyan heye û esteme wa be asanî le bareyanewe bigeyne çareseriyek le mawey çend hefteyekda.


Belam pêwîste hemîşe eweman leyad bêt eger bo rêkewtin sextîman hate pêş, ewa nabêt pena bo şer bi beyn, boye diyalog le gel Bexda hemîşe le pêşengî giringîdanî Hikûmetî Herêmî Kurdistan buwe.



Lew çwarçêweyeşda le mawey rabirdûda serdanî bexdam kird û dîdarêkî dûr û drêj min û Berêz Malîkî Serok Wezîranî Fîdralî kokirdewe û be dû qolî û be teniya basî zor ştman kird, be taybetî girftekanî 'Iraq û Herêm û herdûlaman ew hesteman tiyada hebû diyalogêkî nîştîmanî bête arawe, bo şkandinî be stelekekan.



Hestman be weş kird, meseleke teniya diyalogî nêwan lîjney taybetmend niye, belku destpêkêkî pêwîste bo şkandinî ew tabuwe derûnîaney le nêw serkirdekanî 'Iraqda hebûn û pêşniyarî eweşm kird Berêz Malîkî serdanî Hewlêr bikat û pêmgut : Êwe le neynewa û be sra kobûnewey Encûmenî Wezîranî 'Iraqtan girêda le berçî heman şt le Herêmî Kurdistanî 'Iraq naken.



Herweha derbarey hatinî Malîkî bo Hewlêr Serokî Hikûmetî Herêmî Kurdistan radegeynêt ke be pêşniyarî ewan buwe " belê, pêmgut eger wa debînin hatintan bo Hewlêr zehmetî tiyadaye, belam eger kobûnewey Encûmenî Wezîrantan hênaye Hewlêr ewkat detwanîn be karêkî hawbeş basî hemû ew pirsane bikeyn ke şayanî basn, detwanîn dîdarêk le nêwan êwe û Berêz Mes'ûd Barzanî Serokî Herêmî Kurdistan rêkbixeyn û ew dîdare bi bête hokarêk bo şkandinî zor le tabuwe derûniyekan lanî kem de bête hokarêk bo ewey hawbeşiyek nîşan bideyn be wey şer helbijardey be dîlî derçûn le girê kuwêrey siyasî niye.



Sebaret be wey aya hesttan be we kird ewey basî lêwe deken le dîdarî serkirdekan hatbêtedî û encamî başîşî lê çawerwan bikirêt Nêçîrvan Barzanî : Estem niye sextî û zulmî rabirduwî hemû 'Iraq bihênîne yadî xoman ke be hoy xirapî îdarekirdinî nakokiyekaniman hatine encam, gelî 'Iraq sextî û zehmetî zorî bexowe bînî û zehmete ewe le yad bikeyn ke heriyeke û be mebestî hengawnan bo şer le katî hebûnî girftî siyasî buwe hokarêk bo meynetî em gele .



Ezmûnî mêjuwîman le gel 'eqliyetî şer ştêkî naxoşe û pêwîste pendî lê werbigirîn, mêjû selmanduwiyetî hêz behîç şêweyek çareserî girftekanî ne kirduwe boye hestî ew kesey ke dête ser kursî hukm be wey le hemwan be hêztire çareserî girftekan nakat.


Katêk hukmranî pêşuwî wilat ew hestey le la peydabû, ew 'Iraqî be rew şerêkî gewre û girftî gewre rakêşa û şkistêkî gewrey xward .



Le salî 1970 katêk Seddam Husên hestî be lawazî kird, çuwe lay xwalîxoşbû Mela Mustefa Barzanî û rêkkewtinî aştewayî le gelda kird .


Katêkîş hestî be hêz kird şerî le dijî Kurd rageyand katêkîş hestî be qûlî ew girfte kird ke xoy tiyada xistuwe le salî 1975 beşêkî şetul'Erebî daye Êran û bo Şahî Êran tenazulî lêyî kird, ta Berey Kurdî gemaro bidat û lawazî bikat, duway maweyekî kemîş hestî bew hele kuşndeyey Rêkkewtinnamey Cezayr û danî xakî 'Êraq be Êran kird û şerî 8 saley le dijî Êran rageyand û şerekeş bebê hîç encamêk tewaw bû.



Be heman 'eqliyetî şer uîstî girftî dîke çareser bikat, boye pelamarî kuwêtî da û buwe hokarêk bo ew meynetiyey ta êste 'Iraq be destiyewe denalênêt.



Ew hele kuşndaney Seddam sedehaye ke nekirawin û mehale wa be asanî le yadî ême der biçin, belam pêwîste pendiyan lê werbigirîn be wey ke pirensîpî be hêz û lawaz mehale girftî yek xanewade çareser bikat, belku pêwîste be we dilxoş bîn ke xawenî desturêkîn 80%î gelî 'Iraq dengiyan boy dawe û pêwîste palpiştî diyalogêkî nîştîmanî bikeyn bo çareserkirdinî hemû girftekan .



Le beşêkî tirî em dîdareda Serokî Hikûmetî Herêmî Kurdistan bas le we dekat ke çî be Serok Wezîranî 'Iraq sebaret be xebatî hawbeş û delêt : Pêmgut to le gel ême buwît le Kurdistan û çendîn car leyek xendeq le dijî şêwazî Hukmî Seddam Husên xebatman kird û rast niye ew dabirane le nêwanimanda hebêt, boye ême rêkkewtinêkman îmzakird bo destkirdin be diyalog le rêgey lîjney taybetmendewe katêkîş hate Hewlêr ême ew lîjnaneman karakird hîwadarîşîn karî îcabî û encamî îcabyan hebêt nek teniya bo çareserkirdinî girftekanî Kurdistan belku bo çareserkirdinî girftekanî wilat be giştî.



Ew şer û nehametîaney basim lêwe kirdin waman lê dekat bîr le we bikeynewe 100 saley şer û nakokî û way lêkirdîn hîç behreyekî giftugoman nebêt tenanet eger wîstîşman be rastî danustandin le gel yektir bikeyn katêkîş behoy lawazî twanakanî danustandiniman şikist dênîn yekser pena bo şer debeyn, çunke eweyan take şte behrey tewawman le be karhênanî hebêt.



Derbarey twanay siyasetmedaranî 'Iraq bo drustkirdinî diyalog û çareserî Nêçîrvan Barzanî amaje bewe dekat: Hîwadarm siyasetmedaranî 'Iraq le her satêkda le watay be karhênanî tank û çekî qurs le 'Iraq têbigen, lewe têbigen çon em şêwaze şikistî gewrey leweda hêna gelêkî yekgirtû drustbikat ke bîr le berjewendî hawbeşî bikat, be daxewe girftî gewrey ew kesaney le ser mêze gewrekanî Bexda danîştûn eweye ke taweku êsta fêrî ew hawkêşe tazeye nebûne ke mêjuwî xuwênawî be pêwerî taze degorêtewe.



Girftî ew kesaney le bîro hikumiyekanî Bexda danîştûn çiye? girftekeyan lewedaye ewan wa dezanin debê Hikûmetî Merkezî le weda behêze ke hemû ştêkî em wilate bigirête dest yekemîn hengawî pêşkewtinîşiyan eweye ew pirensîpe le yad biken û bigene ew qena'etey ke hîç sûdêkî niye û wilate berew girft radekêşêt .




Ême le Kurdistan duway raperînî salî 1991 be tewawî le Bexda ciyabuwînewe ciyabûnewekeşman weku narezayiyek bû beramber bew siyasete narewaiyey Rjêmî Seddam Husên beramber be Kurd girtbuwiye ber duway 2003ê ême beşêweyekî îxtiyarî geraneweman bo 'Iraq helbijard û hîç kesêk le ser em şite mecbûrî nekirdîn .



Duway 1991 ême buwîne xawenî perlemanêkî helbjêrdraw belam be wîstî xoman bo 'Iraq geraynewe le jêr hawkêşeyekî taze ke nawî 'Iraqî taze û desturî 'Iraqî taze bû kewate ême siwalker nebuwîn û ta êsteş ême şerîkî rasteqîney buniyad nanewey sîstemêkî frelayenî tazeyn .





raste lesalî 2003barî abûrîman weku iêste nebû belam barudox wa xirap nebû û demantwanî pişt be xoman bibestîn û leser ciyabûnewey xoman berdewam bîn û ewey bo ew geraneweye ziyatir hanî dayn, hebûnî hawbeşî rasteqîneye ke xebatêkî hawbeşî siyasî koy kirdibuwînewe û ledijî dîktatoriyet beyekewe şerman kird û lew kateşewe le hîç xebat û qurbanîdanêk drêxîman nekird, ewkatey bexda lebarudoxêkî nalebarî emnî bû pêşmerge gencekanî xoman bo yarmetîdanî hêzî fîdral nard le bexda û detwanim bilêm pêşmerge le bexda beşdariyan le hemû ew operasîone taybetane kird ke ledijî tîrorîstan encamdran, iême hîç katêk le yarmetîdanî hawbeşaniman drêxîman nekirduwe, betaybetî le rojanî sextda û emeş be şêke le bepirsiyarêtî xoman ke şanazî pêwe dekeyn .

sebaret be beşdarî berpirsanî hkûmetî 'êraqî fîdral û agadarbûniyan le rê û resmî îmzakirdinî girêbestekanî newt serokî hkûmetî herêmî kurdistan radegeynêt: eger ewan heziyan lêyîe beşdarbin beser û serçaw ba bên û iême rêz le cêgirî serok wezîran d. husên şehrstanî bo karubarî weze degirîn weku hemû wezîrêkî dîkey hikumetî fîdral, belam eme manay ewe niye iême destberdarî deselatî desturî xoman debîn û leseretada iême dawaman le bexda dekird beşdarbin, belam ewan retiyan dekirdewe le rêkkewtinekan amadebin. 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌