ROJNAMEY XEBAT 2013-09-05
Zor Baş Le Kêşekanî Qutabiyan û Sîstem û Bînayew Menhecî Perwerdew Xwêndinî Bala Têdegem û Amadem Wek Serbazêk Bo Çaksazî Ew Kolege Giringe

Xebat- Hoşmend Refîq
Diktor Ferset Sofî 'Elî kandîdî Jimare 100î Lîstî Jimare 110î Partî Dîmukiratî Kurdistan, le daykbuwî 1978 Gundî Gezney ser be Qezay Çomanî deverî balekayetî, pisporî le yasay nîudewletî heyew mamostay zankoyew deyan post û pley rêkxiraweyî û hizbî û îdarî bînîwe û sernûserî çend govar û rojname biwew çendîn namîlkew ktêbî be zimanekanî Krdî û 'Erebî heye, le dîmaneyeda tîşk dexate ser ew xale giringaney ke boçî deyewêt bi bête endamî perleman.


Diktor Ferset Sofî 'Elî kandîdî Jimare 100î Lîstî Jimare 110î Partî Dîmukiratî Kurdistan sebaret bewe eger hawwilatiyan dengî pêbiden belênî çî be dengder dedat û delêt: Ew çend dêrey le xwarewe tomariyan dekem birîtîn le belên nameyek ke le naxî dilim û hestêkî rastgoyane helqulawn, boye xom be berpirsiyar dezanim beramber yeke yekey ew û şanew belên bêt pêyîanewe pabend debm le wane be şayetî hawpol û mamostayekanim le qonaxî seretayî le rojekanî serdemî Be's le gorepanî qutabixane be dengêkî dilêr û pir be qurgim hawarm dekird kurdistane cêyî şêrane debê serkewê.


Emroş be heman curet û be dengêkî zulal bo dadperwerî û azadî û retkirdinewey sitem û gendelî hawardekem û delêm hîç kes û hizbêk le nîştman gewretir niye û debê şuwênî gendelkaran kuncî zîndan bêt nek mudîr û wezîr.


Herweha belên dedem nasnamey hawnîştmanîbûn û mirov bûn le lay min le seruwî hemû nasnameyekî dîkey neteweyî û aynî û hizbî û nawçegerî dabêt.


Belên bêt be curetewe dakokî le xemî ew gencane bikem ke le zanko û peymangakan derçûnew danemezrawn.


Dakokî lew gencane dekem ke deyanewê jiyanî hawserî drust biken û bjîuî jiyan rêgeyan pê nadat.


Dakokî lew gencane dekem ke deyanewê şuwên penceyan diyarbêt le hukmranî wilat.


Amadem bo le baweş girtinî xemî mamostayan ke ewan amade bûn le rojanêkî sext bo rûnakî Kurdistan wek mom bi sûtên.


Zor başîş le kêşekanî qutabiyan û sîstem û bînayew menhecî perwerdew xuwêndinî bala têdegem û amadem wek serbazêk bo çaksazî ew kolege giringe.


Belên bêt bi bim be sedayek bo dengî ew pêşmerge nîştman perweraney ke mûçekeyan beşî heftey yekemî mang nakat.

Yan ewaney le berzkirdinewey plew pêdanî îmtiyazat hest be nadadperwerî deken.


Diktor Ferset Sofî eweşî gut: Nûserî benawbangî kolombî markîz delê: Take elternatîvî tundutîjî û tirsandin le nêwan hakm û mehkumîn birîtiye le beşdarî xelk le deselat û saman, beşdarî le deselat birîtiye le şer'iyetî siyasî, herweha beşdarî le saman wate dadperwerî komelayetî.


Boye druşmî serekî ême bo karî dahatuwî perlemanî birîtiye le dadperwerî û şer'iyetî siyasî, lawazî dezga çawdêriye darayiyekan û bayexnedan bedawakarî giştî û nebûnî deselatî cêbecêkirdinî yasakan be ser berpirsanda, dergay bo gendelî û be fîrodanî samanî giştî kirdewe.


Boye giringe em damezrawe çawdêriyane karaw serbexo bikirên.


Nebûnî hukmraniyekî damezraweyda, budcey herêm ta radeyek amance komelayetiyekan wek pêwîst napêkêt, boye hendê car ew budceye bo berêkirdinî karî rojane û pirojey nastiratîcî û na pêwîst û taybet xerc dekirêt.


Boye pêwîste perlemanî dahatû le katî teşrî'kirdinî yasay budce debê be cidî reçawî em meseleye bikat.


Yasakanî (xidmey medenî û mîlak û muçey fermanberanî dewlet û encûmenî rajey giştî û ..htd) pêwîstiyan be pêdaçûnewew yekxstine, snurdanan bo ziyadibûnî jimarey wezîr û rawêjkar û postî bala, hemû ew postane debê be pêyî sîstem û pêwîstî bin, nek post bo eşxas drust bikirêt.


Ptewkirdinî sîstemî çawdêrî û be dwadaçûnî sercem yeke îdariyekan be mebestî dûrkewtinewe le siyasetî mehsbuiyet û mensubiyet le hikumranîda, hawkat bercestekirdinî pirnsîpî padaşt û siza le dam û dezga kargêriyekanda.


Kandîdî Jimare 100î Lîstî Jimare 110î Partî Dîmukiratî Kurdistan sebaret be doxî peywendiyekanî gutî: Debêt peywendiyekanî derewe carêkî dîke rêk bixirênewew fermangey peywendiyekanî derewe be pêyî yasa karbikat û zor asayiye bikirête wezaretî peywendiyekanî derewe, çunke le Herêmî (Kîbîk) îş ke Herêmêkî Fîdraliye le Keneda Wezaretêkî heye be nawî Wezaretî Ka û Barî Peywendiye Nêwdewletiyekan.


Herweha nuwênerayetiyekanî hikumet le layen xelkî pispor û xawen twanay diblomasî û şareza le peywendiye nêwdewletiyekan berêwebibrên û pereyan pêbidrêt.


 Herweha ew pirotokol û rêkewtinnaney ke Hikumetî Herêm encamîdawn le gel dewletanda bixirêne biwarî cêbecêkirdin.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌