ROJNAMEY XEBAT 2013-09-11
Afretêk: Çi Wek Hîzb û Çi Wek Hikûmet Partî Hemîşe Dakokîkarî Serekî Mafekanî Afretan Buwe

Xebat: Roşna 'Elî
Le ahengî despêkî helmetekanî helbijardin le Yarîgay Şehîd Firenso Herîrî ew yarîgaye aporey cemawerêkî gewrey bexowe bînî û le naw cemawerî Partî Dîmukiratî Kurdistanîşda Afretan nîwey cemawerekey partî bûn û ewan cextiyan lewe dekirdewe ke hemîşe palpiştî Partî Dîmukiratî Kurdistanin.


Amancî Serekî
Desteberî mafekanî afretan amancî serekî Partî Dîmukiratî Kurdistane û Partî bo be desthênanî em mafane çi wek hîzb û le naw çwarçêwey hîzbida û çi wek ewey pişkî gewrey le hikûmetda hebuwe be çendîn şêwaz û rêgay ciyawaz hemîşe palpiştî serekî mafekanî afretan buwe.


Necîbe Mihemed hawlatiyekî beşdarî ew ahenge cemaweriye bû bo xebat amajey beweda ke afretan tenanet ewaney partîş nîn nikulî le we naken ke partî karî zorî bo afretan kirduwe û eweş diyar û berçawe her le kirdinewey çendîn rêkxirawî dakokîkar le mafî afret û her le çendîn helmetî û şiyarkirdinewew çendîn yasa kele berjewendî afretan derçuwe hemuwî belgen bo ewey ke partî hemîşe piştîwanî afretan buwe, boye min wek afretêk birwam û waye tenha partî detwanêt ewey ta êsta mawew ne kirawe bîkat.


Afretêkî dîke be nawî Şewnim gerdî bo xebat amajey beweda ke afretan hemîşe nîwey cemawerekey partî bûn û eweşî partî kirduwiyetî bo afretan şayanî eweye keafretan palpiştî bin, ew afrete amajey beweda ke çendîn rêkxirawî afretan be amancî dakokîkirdin le mafî afretan drûstbuwe be palpiştî partî drustbuwe, cige le wey mangane be hezareha afretî bêwejn û kemderamet le layen partiyewe hawkarî dekirêt eger wek xoy yan wek ewey le rêgay hikumetewe kirdibêtî dawakarm le hemû Afretanî Kurdistan deng be lîstî 110 û kandîdekanî Partî Dîmukiratî Kurdistan biden.


Cemîle 'Ebidulla wek çalakwanêkî biwarî afretan bo xebat amajey beweda ke renge hendê şt nekirabê, belam ewey kirawe zorew be berawrd le gel barudoxî Kurdistan û bîrkirdinewey komelga taradeyekî baş berew pêşçuwe hokarî emeş ew hewlaneye ke drawn bo nimûne wek helmetî û şiyarkirdinewe, ke karîgerî zorî heye le ser barudoxî afretan cige lewey afretan xoyan beşdarî karîgeriyan heye êsta le hikûmet û le perleman û le berêwebirdinî wilatda hemû emaneş le encamî karkirdinî partiye le giringîdanî be afretan.


Fatîme Kerîm afretêkî dîkey naw cemawerekey partî bû bo xebat amajey beweda kedeng be lîstî 110 û Şîlan Xan de dat ke kandîdêkî partiye, Fatîme utî: Min hemîşe le ser Rêbazekey Barzanîm û heta bi twanim palpiştî partî de bim, çunke partî hemîşe palpiştî min û hemû xelkîş bu we be hemû xelkîş delêm dengî xotan xesar meken û deng be lîstî 110î partî biden, tenha ewan îşekaniyan diyarew hemû xelk karî ewan debînêt êsta em hemû cemawerey to eybînît kobotewe bê tirs ta nîwe şew eme le saiyey partiyew be hezareha karî baş û xizmetî xelkî kirduwe û dîsan delêm ewe eger hîzbîk şayanî dengpêdan bêt partiye.


Nesrîn Ebubekir pêyî wabû afretan hemîşe palpiştî partî bûn û partîş hemîşe palpiştî ewan buwe ew utî: Min Partî wa debînim ke hîzbî roje sextekane bo nimûne Awarekanî Sûriya eger partî nebûwaye kî ew hemû hawkariyey ekirdin cigelewe her kêşey metirsiyek dekewête ser Herêmî Kurdistan cige le partî kê hestî pêekat û çareserî ekat dawadekem hemû afretêkî em Kurdistane deng be partî û kandîdekanî partî biden û tenha 110 lîstî xelke.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌