ROJNAMEY XEBAT 2010-08-03
Ba Kes Muzayede Le Ser Helwêstekanî Serok Barzanî Nekat

Çawdêrêk.

Paş serdane fermiyekey Serokî Herêmî Kurdistan bo Turkiya, xawen diktoranameyekî profşnal..! ke hemû kes dezanê ew diktoranameyey çon wergirtuwe û çonîş qonaxekanî xuwêndinî balay birîwe, şîroveyekî pir le seqetî derbarî em serdane û kiranewe demukiratiyekey Turkiya û helnekirdinî Alay Kurdistan lew serdaneda û herweha duwa helmetekanî PKK dij be Turkiya bilawkirdotewe ke miro eger bîxuwênêtewe yekser boy be diyardekewêt, ke ew core şîroveye her le xawen diktoranameyekî profşnalî wa deweşêtewe, şîroveke nek her kirç û kale, belku firî be ser zanistî siyaseteweş niye, ewey tozê şarezayî le siyaset hebêt baş dezanê ke hîç katêk Turkiya neywîstuwe Herêmî Kurdistan bixate ser xakî Turkiyawe nek le serdemî Ozal, belku le serdemî Erdoganîş, boye ewey cêyî galte û pêkenîne katê ew şîkerewe dêt û be xuwêneran radegeyenê ke helnedanî Alay Kurdistan be şêweyek le şêwekan hejimarkirdinî Herêmî Kurdistane wek beşêk le Turkiya..!!
yanîş guwaye Turkiya lem ruwewe derûnî serkirdekanî Başûrî xuwêndotewe û xale bê hêzekaniyanî le bin destdaye ke naçariyan dekat le jêr alakey ewda wederkewn..!!

Ber le hemû şitêk êstaş dawetiname fermiyekey Hikûmetî Turkiya le erşîfî Serokayetî Herêm parêzrawe ke wek Serokî Herêmî Kurdistan dawetkira bû, Erdoganîş her bew sîfete pêşwazî lêkird û eger Kameran Mentik be wirdî hewalekanî nek ewey ême bilawman kirdibowe, belku ewey ke kenale fermiyekey Turkiya bilawîkirdibowe bîxuwêndibaye ewa êsta neydetwanî bilê Erdogan amadenebuwe wek Serokî Herêm pêşwazî le Barzanî bikat.

Mirov ke hezî le mirovêk yan serkirdeyek nebê heqî xoyetî be bone û bê bone bîşkênê, belam heqî ewey niye mîlletekey xoy sûk û rîswa bikat wek ewey Kameran Mentik le nûsînekeyda kirduwiyetî.

Zor asayiye Serok Barzanî, Erdogan be Ozalî Rehmetî bişubhênê, ewey le serdemî Erdogan kirawe le hîç serdemêk da nekirawe, ême nalêyîn şitêkî zor gewre kirawe, belam be berawrd le gel mêjûyî sed saley Komarî Turkiya, ewey Erdogan kirduwiyetî gewreye û dekirê piştgîrî lew siyasetey bikirê, nek wek hendê girûp ke Kameran Mentik be şan û baliyan heldeda ke le dijî siyasete kiranewekey Erdogan radewestin û destîş le gel hêz û layene tundrewekanî Turkiya têkel deken.

Prsiyarî ême eweye aya ew dest têkelkirdine le berjewendî Kurd daye? Le welamda delêyîn nexêr, ke wate to eger siyaset dekeyt pêwîste pştgîrî lew kes û layene bikeyt ke tiruske rûnakiyekî lê be dî dekeyt, nek ewey ke deyewê to bisrêtewe.

Ême nazanîn key ala buwete gîrugirft, le zorbey serdanekanî Serok Barzanî Alay Kurdistan helnedrawe û ew katîş kes neydegot bo ew alaye helnedrawe, belam ewey cêyî serince tenha le serdanekey Turkiya ew meseleye wurûjêndira û mebestîş lew wurûjandine diyare.

Hemû kes dezanê ke peywendiyekanî Turkiya û Herêmî Kurdistan le çi girjiyekdabû, xerîk bû Turkiya leşkirkêşî bikate ser Herêm, belam be hoy hîkmetî Serok Barzaniyewe bareke gordra.

Ba kes muzayede le ser helwêstekanî Serok Barzanî nekat, ey her ew nebû le katî leşkirkêşiyekey Turkiya amadeyî xoy nîşanda bo berengarbûnewey ew leşkirkêşiye? Eger Kameran Mentik be bîrî bêt ew katîş rexne lew heluwêstey Serok Barzanî gîra û gotira ke ême herêmêkîn û twanay berengarbûnewey Turkiyaman niye, boye pêwîste le ast meseleyekî wada dîplomasîtir bîn û gelekeman dûbare tûşî nehametî nekeyn.

Ême tenha yek wêne webîr Kameran Mentik û kesanî hawşêwey ew dênînewe ke çon Serok Barzanî le şubatî salî 1992 da ke yekemcar bû serdanî Turkiyaî dekird ke ew kat le berkirdinî cilî Kurdî le Turkiya qedexe bû, ew be Cilî Kurdiyewe çuwe ewê û teheday hemû diniyay pêkird.

Aya Kameran Mentik le xoy napirsê ke paş raperîn kê Alay Kurdistanî le Herêm helkird, aya her Serok Barzanî nebû, aya her ew nebû ke gotî: (( Min le jêr ew alayeda le dayk bûm û her le jêr ew alayeş demrim )) . Aya her Serok Barzanî nebû ke deygot (( Nabê takî Kurd xoy le takî mîlletanî dîke be kemtir bizanê )), ke wate bo Kameran Mentik dêt û ew qiseyey Serok Barzanî be xelkî xoman defiroşêtewe? Aya debê ew le Serok Barzanî dilsoztir û neteweyîtir bêt ta Turkiya bêt û îradey mîlletekey lê bisenêtewe?

Belê mafî xomane le Herêm Alay Kurdistan helbideyn, belam natwanrê ew alaye be ser wilatêkî dîkeda feriz bikirêt, ême ta êsta dewletêkî serbexonîn, ême herêmêkî federalîn le dewletî Iraqî Federal da, le ruwî protokolewe dekirê Alay Kurdistan nebêt, belam eger hebû ewa baştir.

Le rastîda kêşey Kameran Mentik û hawşêwey ew lewedaye ke ewane nayanewê rastiyekan be çawêkî waqî'iyanewe bibînin, nazanin çon siyaset biken le katêk da xoyan be siyasetkar û xawen birwaname le siyaset dezanin.

 

 

 

 

 

 

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌