ROJNAMEY XEBAT 2010-08-03
Kursî Serok Wezîran û Rohî Niştîman Perwerî Prsî

Destinîşankirdinî poste siyadiyekanî Iraq yeklayî nebotewe, emeş griftî serekî nêw hêze siyasiyekanî Iraqe, Lîstî Iraqiye ke Eyad Ellawî serokayetî dekat amade niye dest le postî Serok Wezîran helbigirêt û le miştumirî berdewamdaye bo ewey perleman weku lîstî yekem û zorîne mameley le gelda biken û katî bidenê bo pêkhênanî hikûmet, bew amancey bo carêkî dîke kursî deselat bo xoy misoger bikat, herçî Nûrî Malikiye pêgîre le ser wergirtinewey postî Serok Wezîran û be rast û çep da kar bo kokirdinewey dengî pêwîst dekat bo ew mebeste, lew laşewe rojane Iraq rûberuwî teqînewe debêt û rojane kêrvî teqînewekan ziyatir dekat û xelkî sivîl ziyatir debine qurbanî, eme sereray hereşey wilatanî dirawsê le ser hejmûnî Iraq û topbarankirdinewekanî herdû dewletî dirawsê -Îran û Turkiya- her yekeyan be biyanûyek Kurdistan topbaran deken û nawçe sînoriyekaniyan xistote ber rehmetî top û hêrişe asmaniyekaniyan.

Ewey lêreda cêgay helwesteye eweye, aya xelkî Iraq şiyawî ewenîn be aramî û le çwarçêwey hikûmetêkî Iraqî da dûr le desttêwerdanî derekî jiyanêkî asûde û dûr le bûnî metirsî jiyan be ser berin? aya kursî Serok Wezîran giringtire yan Iraqêkî xawen siyade û aram, Iraqêk ke kar bo cêbecêkirdinî maddey 140 bikat û bend û madekanî destûr cêbecêbikat, ew destûrey ke zaminî yekrêzî xakî Iraqe û zorîney hawilatiyanî Iraq dengiyan bo dawe, Iraqêk ke tiyada hemû hawniştîmaniyek bê ciyawazî neteweyî û ayînî û mezhebî jiyanêkî bê dilerawkê û metirsî bijên û sûd le serwet û samanî wilatekeyan wergirin, ew serwet û samaney ke be dirêjayî hukumranî rijêmî Be'es tenha bo serkutkirdin û berzeftkirdinî azadiyekaniyan be kardehat. Diyare le rabirdû da -Serdemî Rijêmî Be'es- hemû hewlêk bo ewe dexirayekar ke kursî deselat le destî xoyan da bêt û lew pênaweş da hemû rêgayekî serkutkirdin û tirs û toqandiniyan le layen be'esiyekanewe beranber be xelkî Iraq be giştî û Gelî Kurd be taybetî bekar dehênra,
weku ewey ke ewan xelkî em wilate nebin û hawilatiyanî Iraqîş le estêreyekî dîkewe hênrabin, belam bacî ew zulum û naberanberiyanda û ewebû kewtine zibildanî mêjuwewe.

Ezmûnî rabirdû eweman pêdelêt, ke le Iraq hîç hêzêkî siyasî be teniya natwanêt hukumranî bikat û kursî deselatîş bo xizmetkirdinî xelke nek bo şitî dîke, lêrewe giringe hêze siyasiyekanî Iraq be taybetî birayanî Erebî Sunine û Şî'e çak lewe geyştbin ke kursî Serok Wezîran şayenî eweye bo xizmetkirdinî Gelî Iraq û le pênaw cêbecêkirdin û destûr û ferahemkirdinî zemîney yeksanî le nêwan gelanî Iraq da bekarbihênrêt, nek bo milmilanê û destkewtî taybetî û cêbecêkirdinî ecnday yeklayene.

Xemxorî kutle siyasiyekanî Iraq lewe da derdekewêt ke herçî zûtire kar bo pêkhênanî hikûmetêkî giştgîr û binke firawan bikirêt, ke amancî xizmetkirdinî xelkî Iraq bêt û rêge le pêşêlkariyekanî wilatanî dirawsê bigirêt û nehêlt xelkî Iraq lewe ziyatir tûşî dilerawkê û awareyî bibêtewe, xemxorî kutle siyasiyekanî Iraq lewe da derdekewêt ke be rohêkî birayane u hawxemiyewe mamele le gel be desthênanî kursî Serok Wezîran da biken û pabendî xoyan be binemakanî demukirasî pîşanden û rêz le encamekanî helbijardin bigirêt û nirx bo dengderan dabinrêt, belam le hemûy şiyawtir bo hawilatiyanî Iraq, ke nizîkey sedeyeke le azadî bêbeşin, rêzgirtine le destûr û bîrkirdineweye le dirustkirdinî herêmî dîke, ke pêm waye take çareseriye bo geranewey aramî bo Iraq, bew şêweyeş tewawî pêkhatekanî Iraq be Ereb û Kurdewe, be Sunine û Şî'eyewe, dekewne ser rasterêyî berjewendiyekaniyan.

 

 

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌