ROJNAMEY XEBAT 2010-08-03
"‬Mange Şew Ser Le Êware Diyare‮"‬ , Boçî Mesrûr Barzanî‮ ‬Dekirête Amanc ?!

Karwan Mihemed Sabir

Ew pelamardane be bernamey rageyandinî benaw (Ehlî) le Kurdistan da dij be serkirde û xebatkaran, dij be sîstem û yasa û dij be beha mirovayetî û komelayetiyekan encamîdedat, dwacar wek lêkdaneweyekî matmatîkî yeksan debêtewe be sifr, çunke wek Kurdewarî gotûyetî: Mangeşew ser le êware diyare. Ewey hendêk ser le diniyay siyasetî derbikat, dezanê ke axo kê û le kuwêwe û boçîş ew rageyandinane araste dekat?.

Mawyekî dirêje ew rageyandinane dûr le hemû behayekî însanî û dûr le îtîkî rojnamenûsî, dû tuwey rageyandinekaniyan be pelamardanî Partî û serkirdayetiyekey pirdekenewe.

Kam rageyandineyan deygirî tjiye le sukayetîkirdin be kerametî însanî Kurd û koşişekanîşiyan lem pênaweda çirkirdotewe bo bekem nîşandanî serwerî û deskewtekanî xelkî Kurdistan, ewan baş lewe geyştûn stiratîjiyetî partî zadey hizr û têrwanînî xebatî binemaley têkoşerî Barzane bo be akam geyandinî xwaste niştîmanê û neteweyekanî Kurdistan, ew binemaleyey hekîmanetirîn siyasetiyan peyrew kirduwe le mêjuwî şoriş û raperînekanî Kurd da, ewan duwênê cilewî serkirdayetî şorişyan wedest girtuwe, êstaş le sayey em siyasete da diniya beruwî Kurd da kiraweye, dûrbînî û diniyabînî Serok û Partiye wa dekat ême be geşbîniyewe hengaw berew aynde binêyîn, çunke Kurdistan buwete nawçeyekî giring û cê bayexî wilatanî zulhêz.

Perlamardan sîfetî mirov niye, welê cêgey daxe hawilatiyekî asayî na, belku xelkanêk ke pêyan waye xoyan roşinbîrî şarin !! pelamardaniyan kirdote pîşey xoyan.

Xuwênerî berêz detwanê çawxişandinêkî xêra bikat bew çend(bilnd goyey ke xoyan beserbexo dezanin, welê ser bewanen ke neyantwanî hawrê çepekaniyan qibûl biken! debînîn çi pelamardanêkî be bername dekirête ser Berêz "Mesrûr Barzanî" Em zate wek serkirdeyekî genc û xudan pêgeyekî be hêzî nêw kayey siyaset le wilat da û, jimareyekî gewreye le ser astî herêmî û nêwdewletî ke hisabî wirdê bo dekirêt, Kak Mesrûr genctirîn serkirdey nêw betementirîn hizbî Kurdistane, ciya lewey Endamî Mektebî Siyasî Partiye, berpirsî be hêztirîn dezgay hewalgirî û asayîşe, eme qisey xudî ew rageyandinaneyşe ke rojane teşhîrî pê deken!

"Mesrûr Barzanî" Endam û Perwerdey ew xanewadeye ke tundutîjî û azardanî ajel û baldariyan qedexe kirduwe, çon ewro qibûl dekat tundutîjî beramber be mirov bikirêt?! Her em xeslet û perwerde ciwaniyey bo kiltûrî mirovdostî, waykirduwe be peroşewe bête berpirsî ajansêk taku yasa berqerar bikat û dûr le tundutîjî hêminî bo hemwan misoger bikat, eme tenê sitayş niye, belku heqîqete eger xoman le rasterê lanedeyn.

Ewan boye Berêz Serokî Ajansî Parastinî Asayşî Herêmî Kurdistan deken be amancî nûsîne lawaz û bilawkirawe pir le dirokaniyan, çunke dezanin serkirdeyekê genc û xawen ezmûne û ew şerefey pê birawe le hestiyartirîn qonaxî siyasî û komelayetî û aborî wilatekey da aramî bo wilatekey dabîn bikat, nek her le Kurdistan belku le nawçekanî dîkey Iraq da buwete qelxanî parastinî giyanî wilatiyanî Mesîhî û Turkman û Ereb, em serkirde rojane rûberuwî hemû tehediyatekan debêtewe, karmendekanî ajanse niştîmaniyekey "Mesrûr Barzanî" rojane deyan tawankar destgîr deken, rêge degrin le hewle sîxuriyekanî dezga hewalgiriyekanî dij be Kurdistan, deyan girûp û şaney tîrorîstî aşkira û destgîr deken, dest be ser madde bêhoşker û madde yasaxekan da degrin û sînorêk bo ewane dadenên ke deyanewê sînorî Kurdistan bibezênênin.

Ewaney "Mesrûr Barzanî" dekewne amancî nûsînekaniyan hîç gumanî têda niye rastewxo iyan narastewxo erkêkî sîxurî cêbecê deken îtir bo her kes û layen û dewletêk bêt.

Hemwan dezanîn "Mesrûr Barzanî" le sadetirîn pênasey da Parêzerî Asayşî Herêmî Kurdistane, le beramber da neyaranîş hemû amanciyan têkdanî Asayîşî Herême, lêreş da boman derdekewê kê mirovdoste û kêyîş mirovkuje! ew serkirde gence hîway duwa rojî mîllete û cê pêyî be wane leq kirduwe, ke deyanewê bazirganî be xuwênî rojnamenûsanewe biken.

Berêz "Mesrûr Barzanî" ne le nêw rûdawe xuwênawîyekanî heştakanî sedey rabirdû buwe, ne helgîrsênerî şerî nawxoş buwe! ne bawerîşî beweye(şer û nîwe şer her şere!) belku Kak Mesrûr le ser rêbazî aştîxwazaney Barzanî Nemir: Decengîn le pênaw nemanî cengda) şewnxunî xoy û ajansekey bo selametî hemwan dirêjepêdedat, emeş be piyadekirdinî ew kiltûre demukirasiyey le Zankokanî Emerîka da pêyî goş kirawe. "Mesrûr Barzanî" yek lew serkirdaneye xebatî bo tokmekirdinî payekanî dewletî Kurdiye û cêgay Omêdî hemû mîllete, ke Kurdistan û ew damezrawe destûrî û yasayiyane le pîlanî dewletan û neyaran biparêzêt, ke be xuwênî rolekanî em niştîmane biniyatinrawe.

Boye Kak "Mesrûr Barzanî" zor lewe gewretire lew zire rageyandinane da nawî bêt, ser berzî hîç yek lew (rojnamenûse be naw serbexoyaneş) nagate damênî kadîre asayiyekanî ajans, ke ew kadîrane erkêkî pîroz cêbecêdeken û pabendibûnêkî însanî û exlaqî be niştîmanewe deyanbestêtewe, nek ewaney rojane niştîman bo pir firoşî bilawkirawekaniyan herac deken.

 

 

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌