ROJNAMEY XEBAT 2014-01-21
Reşad û Kurde û Hunerî Qisekirdin Le Skewe

Sazdanî: Aras 'Ebidulla
Hunerî (Qisekirdin le Skewe) yekêke le hunere zor serinc rakêşekanî duniya û hunerêkî tazeyşe leçaw hunerekanî dîkewe, bem duwayiye hunermendêkî Kurd serqalî bercestekirdin û nasandinî em hunereye le nêw Kurdistanda be Zimanî Kurdî, hunermend Reşad le Wilatî Siwîd bo em hunere xwêndwiyetî û lem duwayiyeşda em hunerî hênawetewe bo Kurdistan û serqalî nasandiniyetî, pêkhatey hunereke Birîtiye le be karhênanî bukeleyek le layen kesêkewe, be corêk debêt ew kese twanayekî başî hebêt ta bi twanêt hunereke be cwanî û bexşînî çêjewe bigênêt.


Lem duwayiyeda Hunermend (Reşad) ke le daykbuwî Şarî Hewlêre û salanêke le derewey wilat dejî, em hunerey beşêweyekî cwan le Herêmî Kurdistan berceste kird û le maweyekî kemda serncî zorêk le çîn û twêje ciyawazekanî bolay xoy rakêşa, Reşad be hunerî (qisekirdin le skewe) le gel hawrêkey (Kurde [Kurde ew bukeleyeye ke bekarî dehênêt]) hunerêkî berzî ew biware pêşkeş deken, Reşad sereta be karî Şanoyî le Herêmî Kurdistan destî pê kirduwe û dwatir le derewey Kurdistanîş her berdewamî be karî şanoyî dawe.


Lem giftugoyeda Reşad û Kurde herdûkiyan pêkewe le barey hunereke û çend babetêkî girîngî em biware deduwên.


* Kak Reşad sereta ba xot biduwênîn û bi zanîn le keyewe serqalî karî hunerît û pley xwêndint çiye?

- Detwanim bilêm ême her le nêw xanewadekemanewe huner hebuwe, belam serbazî UN buwîne.


Huner her le mindaliyewe lelay ême destî pêkird, xwêndinî seretayî û nawendîm tewaw kird û hemû xewnêkî min ewebû le hunere cwanekan bixwênim, duway pirkirdinewey form bedaxewe wernegîrram çunke min îmzay be be'sî bûnim nekird, tenha le ber ewe (le gel rêzim bo hemû şehade darekanî ekadîmiya) dwatir min pîşesazî karebam tewawkird û pley duwemm hêna, paşan le koye le gel çend hunermendêk destman kird be karî şanoyî, belam bedaxewe dîwarêkî zor estur le nêwan ême û ewanî wek qutabixaney şano xoyan denasand lew serdemeda, hebû.


* Kewate ewkate êwe wek komele kesêkî hawrê kartan dekird le hunerda?

- Tenanet be êmeyan nedegut hawî-îş, ewe ray xome, çunke hawî-îş tozêk heybetêkî hebû le çaw ême le lay ewan, ême germ û guriyekî zorman hebû, her emeş bomin buwîte dersêk ke min lem ewdwa debêt be şêweyekî zor baş kar le ser genc bikem.


Nek wek ewaney tir ke xoyan zor pê mamostaye û belam katêk ke nwandin deken, nwandinekaniyan hemwî fawle! min destxoşî le Mamosta Behmenî Qubadî dekem, çunke ew xelkî sercadey kird be karekterî nêw fîlmekanî û serkewtinî gelêk gewrey bedest hêna.


Beherhal min her xerîkî karî şanoyî bûm heta raperên, min lew serdemeda mêjwiyekm bo xom tomar kirdwe, ke take kes bûm le Kurdistan ke karî monolojm kirdwe weku ekterêt.


Karekan zorbey karî tenz amêz bûn, duway eweş qonaxî birakujî hat bedaxewe, min le naw germey şerî birakujîda şanogerî «Dorawekan»m pêşkeş kird ke le nûsînî «Berzan Ferec» bû, lew serdemeda le naw qa'eyekî kawlda twanîman pêşkeşî bikeyn û korîşî le ser gîra.


Le serdemî birakujîda min bîrm kirdewe ke kebêt rabikem, îtir ewebû ramkird le dest bira kujî.



* Salî çend çuwîte derewe, berkewtin û karî to le derewey wilat çon bû?

- Le salanî 1996-1997 çûme derewe wilat, ew awataney ke hembû qeder hemwî legor nayewe, ta geyştime Elmaniya, le gel çendîn tîpî Elman karmkird.



* Le Elmaniyaş her karî şanoyît dekird?

- Belê bêgûman, belam hemû awatî min ewebû le ekadîmiyaiyekî berzî Elmaniya bixwênim belam be hoy ewey îqamem nebû hewt- heşt sal le temenim royşt lewê, belam her berdewambûm.


Le Elmaniya jiyanî hawserîm pêkhêna û lew kateda îqamem bo derçû, lekatî mehkemekemda hemû endamanî ew tîpe Elmaniyey ke karm têda dekird le gelim hatine mehkeme.


Le Elmaniya hestim be birîndarî dekird û ewêm cê hêşt û çûme Swîd, katî wîst heta xom fêrî Swîdîş kird.


Le Swîd destim kird be karî pantomayim û karî îrtîcalî.



* Başe, kewate êsta ba basî destpîkî to lem hunereda bikeyn ke êsta bercestey dekeyt.



- Rojêk le yûtyûb seyrî vîdyom dekird û bukeleyekim bînî, temaşamkird û zor serncî rakêşam, demgut hunerî wa heye û ême neman zanîwe, gutm aya detwanim emin bigeme ew aste! îtir lew katewe min beduway ew hunereda degeram.


* Nawe cîhaniyekey ew hunere çiye?

- (Qisekirdin le skewe) bew hunere degutirêt, em hunere diniyaiyekî zor ciyawazî heye, rojêk nawnîşanî şwênêkm dîtewe le Înternêt ke têyîda nûsrabû qutabixaney qisekirdin le skewe, duway geran nawnîşanekem doziyewe, emewê amaje bewe bikem heta êsta hîç ekadîmiyaiyekî taybet niye bem hunere.


* Kewate detwanîn bilêyîn hunereke, hunerêkî hawîaneye?

- Belê detwanîn wa bilêyîn, belam ebêt eweş le bîrnekeyn ke mamostayanî em hunere daniyan pêdanrawn çunke zor be ezmunin.


Min lew qutabixaneyeda xuwêndm û le jêr destî ewanda perwerde bûm, dwatir şehadeşm bedest hêna lew hunereda.

*Şehadeke çî bû?

Reşad: Şehadey fêrbûnî hunerî qisekirdin le skewe, eme nawekey bû.

* Lew qutabixaneyeda çî fêrbuwît, lewê rahênant le ser hîç bûkeleyek dekird?

- Belê, lewê bûkeleyekî xomm hebû ke zor pirofîşnal nebû belam dilim pêyî xoşbû.


* Pêkhatey ew bûkelaney lem hunereda bekardên çone?

- Pêkhatey bûkelekan ciyawazn û coriyan zore, êsta em corey min Kurde le hemwiyan qurstire, [Kurde: giyan?

Belê Kurdeye] leberçî emeyan qurstire çunke emcore culey zortire û statîkay zorî têdaye.


Ke lêkimdawetewe, le gel Kurde debêt 13 xaney leşm cule bikat, emeş asan niye!

* Kurde key le daykbû?

- Eger mebestt şexsî kurdeye ewa Kurde debêt welamit bidatewe, eger mebestt hunerekeye lay min 6 sale le daykbuwe.


Ke zor be gir û tînewe xerîkî em hunerem û 'îşqî bûme.



* Lew katewe karekterî Kurde wek kesayetiyekî Kurd heye lay to?

- Bêguman bo Swîdiyekanîş be Kurdî em hunerem berceste kirdwe, tenanet bo mamostakanîşmm dekird û zoriyan pê baş bû, deyangut ême tê nageyn belam debînîn dû kesayetî berceste dekeyt, ewe bo min zor giring bû.


Ew girupey ke min le geliyan demxwênd dû kes le nawiyan derçûn yekiyan kçêkî Swîdiye û ewîtirîş minim.


* Êsta hendê pirsiyar ba le Kurde bikeyn

- Bes pirsiyarî temenim nekeyt, bexwa naylêm!

*Kurde demêke hawrêyî reşade?

- Belê le ezelewe hawrêyî ewm

* To çend ziman dezanît Kurde?

-Min pêşmergey dêrînim, be pîrîş çûme derewe, belam hendê Swîdî û tozê Elmanî dezanim 'Erebîş tozêk, Kurdîş dezanim û kirmancîş dezanim, waniye Reşad?
[Reşad: Bexway wabizanim Turkîş tozêk dezanêt]

* Ew kare huneriyaney ke kirdute le gel Reşad ta êsta çîn?

- Le Swîd karman kirdwe le gel qutabixanekan, herweha lêre ke hatwînetewe çalakiyekî zorman kirdwe le şare ciyawazekanî Herêmî Kurdistan.


* Kak Reşad amancî le drustkirdinî kesayetî Kurde çiye û detewêt le rîgey ewewe çî bigeyenît?

- Berastî ta êstaş ew rîçkeyey ke Reşad û Kurde deyanewêt, nemdozîwetewe û ta êstaş her pirsiyar dekem û hezdekem boçûnî hemû kesêk bi zanim, belam ewey le bîrî êmedaye eweye ke ziyatir karî tenz amêzî bikeyn, ewanîş le pênawî xizmetkirdin û çakkirdinî ştekane, ême pêman û waye zor zor pêwîstman bem layene heye, çunke kêşeyekî zorî komelayetîman heye.


Boye ême pêman başe ke bem hunere lem rwewe xizmet bikeyn.


Ebêt eweyşman bîr bêt ke em hunere be teniya bo mindal niye û bo gewrekanîşe.


* Lemiyaney çalakiyekantana le katî geranewetan bo Kurdistan, serdanî nexoşanî talasîmatan kird û xwêntan bexşî, em bîrokeye çon drust bû?

- Em bîrokeye bîrokey xoman bû le gel hawkarî çend kesêk, sereta ke çwîne Silêmanî, lewê serdanî çend kes û şwênêkman kird, le wêşewe bîrman kirdewe serdanî ew nexoşane bikeyn û xuwên bibexşîn.


Duway ewey ew kareman encam da û vîdyokeyman bilawkirdewe, bînîman karîgeriyekî zorî hebwe û hestman kird debû zûtir ew kare bikeyn.


* Emewê ewe bexwêneran bilêt ke aya amadeyî ewet têdaye ke Kurde bispêrît be kesêkî dîke le dwarojda?

- Ewe aynde biriyarî le ser dedat, eger hawrêyîekî baş hebêt renge bitwanim ewe bikem, wate eger kesêk hebêt û bitwanêt im huner be başî fêrbêt amadeyî ewem têdaye û dilniyaşim ke em hunere leduway xoy şorşêk bo xelkanî dî cêdehêlêt.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌