ROJNAMEY XEBAT 2010-08-01
Bila Newşîrwan Mistefa guh bide

Rûdawî tîrorkirdinî Serdeşt Osman, hêrişêk bû bo ser barî asayîşî Herêmî Kurdistan be giştî û Hewlêrî paytext be taybetî û lew rêgeyeşewe têkiray deselatî Herêm kirawete amanc, boye xawenî yekemî xwênî em ciwanemerge deselatî herême, nek Newşîrwan û dar û destekey ke herayekiyan bo bazirganî pêkirdin be xwênî Serdeşt nawetewe. Partî û deselatî Herêm nêzîktirîn kesin ji bo sarêjkirdinî birînî xanewadey ciwanemerg û her bo zanînî hemû layekîş birayekî Serdeşt efserî asayîşe û binemalekey layengirî Partîn. Newşîrwan û bikujanî Serdeşt dû destî yek cesten bo têkdanî barî herêm. Ew pişêwiyey ke Newşîrwan be serpereştî Qadirî Hacî Elî le duway rûdaweke nayanewe, tewawkerî amancî bikujanî Serdeşte. Ewca Newşêrwan xoy le pişt komelê dam û destgaw bilawkirawe heşardawe, bew xeyaley ke guwaye bew core ruwî naşîrînî xoy û rolî na ciwamêraney lem nêwendeda deşarêtewe, belam ême pêyî delêyîn dest û pêwendeket bo ême aşkiraye û boyeşe ruwî axawtinekanman le toye.

Amancî to şardinewey tawanekeye

Kem rûdawî tem û mijawî wek rûdawî terorkirdinî Serdeşt Osman ruwîdawe. Ser le berî rûdaweke guman urûjênere. De utrê ciwanemerg le Hewlêr derfêndrêt û termî le Mûsil dedozrêtewe, başe êwe bazgekanî Herêm tawanbar deken, ey çon emane le komelê bazgey hawbeşî ceyşî Iraqî û Emerîkî derbaz bûn? Xo eger le derçûn le Hewlêr sistî hebêt, xo le daxîl bûn le Mûsil ke şarêkî pir tundutîjiye, bazgekan ew perî tundiyan heye. Başe ew hemû beyan û postere le nakaw çon amadebûn û ew aporey rageyandinkarekanî ser be êwe key û çon amadebûn? Çon yekser le duway dozînewey termekey komelê utar ke be nawî dîkewe bilawkirawnetewe, drane pal ciwanemerg? Xo bêcîge le cinêw poste muxtarzadeketan kes nazanê nûserî em cinêwane kên. Yekser uttan ciwanemerg hereşey lêkirawe û pêştir ragirî kolêj û berêweberî giştî polîsî agadar kirdotewe, ke buwe cêgey sersurmanî ragirî kolêj û berêweberî polîs, çunke çîrokêkî bêbinema bû. Diwatir le bilawkirawe rûreşkirawekantanîş komelê zanyarî çewaşekaranetan bebê belge xiste rû, bo ewey arastey rûdaweke bew layewe berin ke pêşwexte amadekarîtan bo kirdibû. Êwe ke lafî be yasayî bûnî dam û desgakan lê deden, hîç rêztan le yasa û rewtî lêkolînewe negirt û pêş rûdawekan kewtin. Mebestîştan şardinewey tawanbaran û naşîrînkirdinî deselat û dam û dezga emniyekan bû. Ger na le her sûçêkî dinya ke tawanêkî lem core rû dedat hem xelk û hem rageyandin, zanyarî û belge dedene layenî peywendîdar bo pêşxistinî rewtî lêkolînewe, belam êwe amanctan lê kirdinî ziyatirî aweke bû, taku amance pêşwexte diyarîkirawekantanî pê bipêkin. Amanctan ewe bû barî Hewlêr bişêwênin, amanctan hêrişkirdin bû bo ser pêgey cemawerî Serokî Herêmî Kurdistan, her wek çon pêştir em amance le naw makîney rageyandintan da zeq bibiwewe. Amanctan lawazkirdinî pêgey partî bû ke wêray plangêrî xotan û palnerantan behêztir le caran le meydanî siyasî Kurdistan û nawçekeda teratên dekat, belam em hewletan her weku caran maye pûç debêt û be destêkî betal û ruwiyekî kal ser le naw ejno denênewe. Le beramber em hemû buxtan û tometaney ke sazîştan kirduwe debê rûberuwî yasa bibinewe yan deyanselmênin yan debê be pêyî yasa bacî çewaşekariyekantan bidenewe.

Mêjuwî to mêjuwî tîror û kuştin û xiyanete

To lew keşe azadey ke partî û hêze resenekanî dîkey Kurdistan be têkoşanî xoyan xulqanduwiyane arezuwe negirîsekant taw dedey û dexwazî le ser hesabî naşîrînkirdinî xelkî dîke, ruwî dêwezimaney xot boşariyewe. To xelk be tîror û tundutîjî tometbar dekey û xot kirduwe be kotirî aştî û firîştey biwarî mafî mirov û azadî raderbirîn. Le kese nêzîkekanî xot ta hemû xelkî Kurdistan dezanin ke be firîşte bûnî to, nukteyekî pêkenînawî gewreye, çunke to endazyarî tîror û dirustkirdinî şaney î'tiyalatî nawxoyî buwît, to keltûrî kuştinî dîlit hênaye naw Kurd, to serçawey hemû kêşe û giriftekanî naw yekêtî buwît, to herdem tawderî agirî şerî nawxo buwît û xelkit be kuştin deda û xot berew London boy derdeçuwît. To kesêk nît bibîte pêşrewî pêşkewtinxwazî, em nawe zor be bejn û balatewe namoye. To hemîşe pêşrewî têkdan û wêrankarî buwît û her waş demêniyewe, çunke to naxit pire le kîn û reşayetî û wayş dexwazî hemû takêkî Kurd wek xot reş bibînin. Eweta ew qise pir le qîney xot webîrit dênênewe ke utibût: »Ger em Hikûmete hemû daristanekanî wilat be çiraw glop birazêntewe, ême be xelk delêyîn lêyî nêzîk nebinewe tûşî şêrpencetan dekat«. To emeyît, biryarit dawe pêşwexte hemû kes û hemû şitek ret bikeytewe.

To serkêşî gendelît

Diruşmî dijayetî gendelît be destewe girtuwe, le katêk da ke xot ta ser êsqan awêtey gendelît. Salanêk, urd û diriştî îdarey Silêmanît bedestewe bû, le hizbewe destêwerdanî hemû sûçêkî karî Hikûmetit dekird. Be taybetî le duway azadî Iraq, serqalî berêz Mam Celalit be karubarî Bexdawe qostewe, taku beşe dahatî îdarey Silêmanî le budcey Herêm, ke ewsa nîwe be nîwe bû, be wîstî xot bekarbênî. Kuwa ew proje û bernamaney ewsa ke debuwaye bew budceye cêbecê bikirêt? Bo Silêmanî ew salaney to take muxtarî buwît, le ruwî awedaniyewe paşkewt? Bo ewsa basî gendelît nedekird?. Êstaş destit têkelawî bond û kontratekanî newte, boçî bo xelkî Kurdistaniyan aşkira nakey? Ew sataney ke destîşiyan le zor berjewendî û deselat kurit kirdî, hemû kest labuwe gendel û xot buwî be eşref û emînî qewm. Pêwerî to hemîşe deselat û berjewendî xot buwe, to hizb û Hikûmetit belawe tenya kompanyayeke le xizmet berjewendiyekanit, boye katê berjewendiyeket le hizb da kewte metirsiyewe, bîrit le damezrandinî kompanyayek bo xot kirdewe, kompanya binemay bîr û hizrî toye, nek hizb û netewe û karî siyasî, to lew songeyewe derwanîte karî hizbî, boyeşe binaxey karî girdeket heman kompanya Uşeye. Kompanya bo taqim û dar û desteket uşeyekî pir be pêstiyetî.

To urujênerî hizrî nawçegerî û dabeşkirdinî Kurdistanît

Lem rojgareda, Kurd le her kat û satê ziyatir pêwîstî be yekrêzî û yekgirtuwî heye, belam to hemîşe be pêçewaney em arasteye hengawt nawe. Bîr û hizrî to le astî yek gerek û yek gird qetîs mawe. To le derewey gerekî xot kes be Kurd nazanî. Utekanit le barey Hewlêr û Dihok û Kerkûk, guwêçkey hemûmanî azar dawe. To hêşta helgirî hizrî dabeşkirdinî Kurdistan, bo Îmaratî Baban û Soran û Badînanî, belam em xewnet hergîz nayetedî û Kurdistan bo sedekanî nawerast nagerêtewe. To le rewangey hizrî nawçegeriyewe, dexwazî pere be pêgey xot bidey, boye ke hewlî pelhawêştin bo şuwênekanî dîkey Kurdistan dedey, wa hest dekey sînûrî emaretekey xot firawan dekey, boyeşe hemû nawçekanî dîket tenya bo xizmetî gerek û girdekey xot dewêt. To dexwazî pişêwît le Silêmaniyewe bigeyeniye Hewlêr û diwatir Dihok û Kerkûk, belam Hewlêr kotayî be xewneket dênêt û Silêmanîş ta ser fêlbaziyekanit qebûl nakat û her le girdekey xot roj be roj biçûktir debiyewe.

To kultûrî cinêw û bêrewşitît bilawkirdotewe

Lay to hîç şitêk pîroz niye

To kesekî buwêr nebuwît û hergîz rûberû û be zimanêkî aşkira nettwanîwe guftugo le gel kesanî beramberit bikeyt. Tanew teşer û teşhîr hemû hunereket buwe. To cinêw û qisey naşîrîn û dûr le rewşitit kirde amrazêk bo damirkandinewey kîn û tûreyît le kesanî beramberit. To lawazî xot beramber be kesanî tir be cinêw pir dekeyewe. Cinêw postî muxtarzadeket, puxtey hemû dahênanî jiyanite. To fabrîkeyekî dirustkirdinî cinêw û qisey naşîrînit dirustkirduwe bo awakirdinî kultûrêk ke hîç şitêk pîroz nebêt. Ne wilat û ne xwênî şehîdan û ne exlaq û ne mirovayetî û ne azadî, lay to pîroz nebûn, boye hewlit dawe em çemkane lay gişt takêkî Kurdîş pîroz nebin, belam serkewtû nabît, çunke xelkêk ke zorînen, zor çemkî pîroziyan lamawe. Ew xelkey ke xwên û firmêskiyan bo em wilate awête buwe, xak û netewe û xwênî şehîdan û rewşit û bîr û baweriyan la pîroze. Lay xelkî dilsozî ême her sûçêkî Kurdistan pîroz û cêgey rêze. To be rêbazî napîrozkirdinî hemû şitê, zor giriftî gewret nawetewe, her to buwît ke be diruşmî »Hewlêr kuwey pîroze ta şerî tiya nekirêt«, Paytextî Herêmit xiste naw bazney pîlanî ehrîmenît. Lay to kultûrî cinêwdan pîroz û muqedese, to dexwazî dem û lûtit bo cinêwdan kirawe bêt û ewey dexwazî le teşhîr û buxtan be xelk, dirêxî nekey, ewca ew mafeş be kes rewa nabînî ke be zimanêkî serdemiyaneş bergirî le xoyan biken. To be nawî azadiyewe her naw û natoreyekî bê binema bo xelk heldebestî, belam ke xelk bergiriyan le xoyan kird, be dijî azadî raderbirîniyan le qelem dedeyt. To pênasey rojnamenûsît şêwand, em nawet bê nawerok kird. Wat nimayîş kird ke rojnamenûsî û cinêwdan yek şitin. Ewca basî hesane bo rojnamenûsan dekey, wek ewey tenya cinêw firoşekanit debê hesaneyan hebêt û kes mafî bergirî lexokirdinî le beramber buxtan û diro û teşhîriyan nebêt. Watan xistote rû ke her kesê le beramber emaneda, daway mafe pêşêlkirawekey bikat dijî azadî rojnamegeriye. To le makîne cinêwsaziyeket da, wefat bo nêzîktirîn kesanî xot nebuwe û her katê bot lewabêt xencert le piştewe lê weşandûn. To le beramber gileyiyekanî partî be zimane şireket utibût: »Ta min xelk rabênim qiseyek be Barzanî bilên, debê sed qise be Mam Celal bilên«, Emeyan raste, to ke wefat bo Mam Celal nebû û nimek be heramît le beramberî kird, esteme pabendî hîç binemayekî rewşitî bît.

To bergey encamî helbijardin û ray xelk nagirît

Wat bas dekird ke partî û yekêtî kotayiyan pêhatuwe. Be xeyalî xot, watdezanî zorîney xelk biruwayan be diruşme çewaşekaraneyiyekanit hênawe. Hemû derfetêk be êwe dira ke azadane xotan taqîbikenewe, belam encamekanî helbijardin na umêdî kirdin. Zorîney xelk mitmaneyan be partî û yekêtî da, cenabî Serok Barzanîş mitmaney % 70î xelkî Kurdistanî wergirit, belam êwe ta êstaş rêztan le ray zorîney xelk negirtuwe, boye le katêk da ke be hemû layenekanî dîke % 30 î dengekantan bedesthêna, ewca xotan kirduwe be demrastî xelk û ray xotan be ray zorîney xelk pênase deken. Hokarî em reftareştan eweye ke êwe le gel prosey helbijardin û azadî raderbirîn da namon. Êwe le naxî xotan da dîktatorin û dexwazin ray êwe ray têkiray xelk bêt. Êwe xotan be beyreqdarî demokrasî û azadî raderbirîn le Herêmî Kurdistan denasênin û le kem û kuriyekanda pencey tomet bo cenabî Serokî Herêmî Kurdistan dirêj deken, wek ewey le bîrxotan birdotewe ke le yekem satekanî raperîn her le mangî adarî 1991. Ewe, ewsa ke hêşta hîç kesêk bîrî bo corî hukimranî le Kurdistan nedeçû, Serok Barzanî le şarî Koye daway sazdanî herçî zûtirî helbijardin û pêkhênanî binemay dam û dezgay yasayî kird. Yan le bîrxotan birdewe ke her cenabî Serok Barzanî bû ke yasay rojnamegerî, ta ew katey cêgey rezamendî hemû rojnamenûsan nebû, pesend nekird. Aya emane bertesk kirdinî azadî û demokrasiye? yan rêznegirtintane bo raw îradey zorîney xelk?. Êwe be helbijardin negeyîştine amancekantan, boye pena bo pîlangêrî û pişêwî nanewe deben, belam katî ewe hatuwe ke gel çîtir lêtan qebul nekat û sînûrêk bo sereroyiyekantan dabinêt.

Ême çîtir bêdeng nabîn

Êwe delên bêdeng nabîn başe êwe key bêdeng bûn? Her êwe dengtan kirduwe û buxtan û diro û delese nemawe bo xelkî helnebestin, her ême le pênawî berjewendî giştîda bêdengîman niwanduwe. Hîç şitêk nemawe ke êwe neylên û lem nêwende da hemû sînûrêkî rewşitî û mirovayetîtan bezand û her ême bêdeng buwîn. Demanzanî cinêw postî muxtarzade cêgey rişanewey êweye û bilawkirawe nawxoyiyekanîştan be nawî azadî rojnamegerî her yeke û be zimanêk bo diro û buxtan teyar kirduwe, belam dengman nekird. Belam le mewla pêtan delêyîn çîtir bêdeng nabîn, çunke hemû sînûrêktan bezand û kar geyîşte ewey gencanêkî wek (Soran û Serdeşt) biken be qurbanî, ewca firmêskî tîmsahaneyan bo birêjîn û be tometbar kirdinî bê belge, deselatî Herêmî Kurdistanî pê naşîrîn biken. Hemû diruşmekantan le biwarî goranxwazî û çaksazî, le kultûr û ferhengî (buxtan û cinêw)da çir botewe. Xelkêk le dijman han deden û ramandekêşin bo welamdaneweyan, belam le mewla ême karman be dest û pêwendekantan niye, belku rastewxo welamî xotan, toy Newşîrwan û taqmeket dedeynewe. Êwe ger detwanin çend kesêk bênine ser şeqamekan, ême detwanîn be deryayek le cemawerî xiroşaw, şeqamî gişt şar û şaroçkekan bihejênîn. Ême pişt estûrîn be mitmaney em cemawerew hawdeng û hawra le geliyan em pîlan û tawane mehkûm dekeyn û rêge nadeyn bazirganî be xwênî gencaniman bikirêt û buxtankaran û çewaşekaranîş debê rûberuwî yasa bibnewe. Le kotayîş da be pêwîstî dezanîn pîrozbayîtan lê bikeyn, be hawdengbûnî (Har û alzarî) û heyetekey le gel tan da.

Xebat

 

 

 

 

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌