ROJNAMEY XEBAT 2014-03-27
Minîş Bem Core Le Şemal Sayb Deduwêm

Nûsînî: Guşad Heme Se'îd

Le pencakanî sedey rabirdûda hêşta kolegey be hêzî goranî Kurdî Şî'ru awaz û şêwe çrîne konekanî sedekanî pêşû be tewawî zîndû nekirabûnewew corî tomarkirdin û zîndûkirdinewe û rizgarkirdinî şêwaze konekan zorbey here zorî Goranî Kurdî romaldekird û dengekan ziyatir dengî ladêyîî û babetekanî goranî qonaxî nîmçe derebegayetî pêwe dedîtira û tazeş Goranî Kurdî le dîwexan û srûte ayînî û bone taybetiyekan hatbuwe derê, ke bexêrî hendê kompaniyay tomarkirdinî goranî ke nextêkî zor kemiyan le Dengî Kurdî le le nawçûn û bîrçûnewe lê rizgarkirabû û dwatirîş Êzgey Kurdî Bexda dehat kem kem awrêk le Goranî Kurdî bidatewe û komelê goranîbêju meqambêju lawk û heyranbêjî resenî nêw Kurdewarî be xoyan û barêk hunerewe le hewl û teqeladabûn ke morke resenekanî Goranî Kurdî bi parêzn, diyare lewaneş 'Elî Merdan, Muhemed 'Arfê Cizîrî, Kawêsaxa, Tayer Tofîq.. htd seretay em karwaneyan ewende beşko û meznane berêxist ke mêjû natwanê le bîriyan bikaw goraniyekanî ew serdemeş ta rojî emro lê dedrênewew bexoşiyewe guweyan lêradegîrê.


Lem barunawende çeqbestuwe lew bestelekî nerîte koney ke be giştî balî be ser Goranî Kurdîda kêşabû ca çi le layenî şî'r yan layenî awazewe her hewlêkî nuwê hezar û yek hisabî bo kirawe, a lew ser û bendaneda çend hunermendêkî gewre merdane hatine nêw gorepanekewe, le waneş Şemal Sayib û Bakurî bûn be rçeşkênî ew qonaxe.


Ême ke basekeman teniya mamostay gewre Şemal Sayibe delêyîn ew piyawe wek kesêkî ke bawerêkî gewrey be xoy û şêwaze nuweyekey hebê û be başî zewq û mgêzî xelkî ew serdemey helsengandibê û be pêwîstî zanîbê ke debê şîwazî gutinî goranîş nuwê bikirêtewew ke le rastîda serdemekeş bo ewe pêgeyştbû, diyare ew bo em mebeste be tewawî teyaru amadebuwe û le dengî xoyşî radîtuwe, boye besûd wergirtin le Goranî 'Arebî û ziyatirîş (Ferîd Etireş ke goranî heye tercemey tewawî Goranî Ferîd Etireşe) destî be kare huneriyekanî xoy kirduwe û dwatirîş staylêkî taybetî xoy dozîwetewew twanîuiyetî wek goranîbêjêkî mutemeyz xoy binasênê.


Rolî Şemal Sayib zor be zeqî diyare, mameleyekî zor hunermendaney le gel ew karîgerêtiyaneda kirduwe ke ewîş emeye ke twanîuiyetî morkêkî kesêtî xoy wek kurdêk be bînakirdinewey şêwegutin û zewqî goraniyekanî bibexşê ke eme seruserbirdey zore.


Min wa debînim le ber ewey ew Xelkî Slêmanî buwe ke ta rojî emroş le wergirtinî gorankariye nuweyekan û nuwêkirdineweda le rîzî pêşewey nawçekanî Kurdistanda dê, be taybetî Kurdistanî Başûr û be taybetîş le biwarî edeb û huner înca jiyanî giştî nêw komelga destpêşkerî deken.


Şemal Sayib ekadîmiyane mameley le gel hunerî goranîda kirduwe, ew le ber ewey ekadîmiyane şarezay mosîqabuwe û le coru şêwekanî deng agadarbuwe zor reçawî taybetmendiye kurdiyekanî kirduwe, goraniyekanî ziyatir romansiyetêkî têkel xem û rîtmêkî xêra ciyadekirêtewe, belam wek biraderêk le utarêkda basîkirduwe naçête nêw cîhanî tirajîdiyawe û eme qiseyekî pêkenînaweye be goraniyekanî Şemal butirê tirajîdî.

Mîlodiya û babete sukelekanî ke be taybetî kur û kiç û chêlanî Kurd baştir pêşwazîan lêkirduwe le ber ewe buwe ke rêgay dildarîan lêgîrawe ke ta rojî emro ew bare berdewame, ew goraniyaneş perde le ser ew haletane heldedatewe, wate arezûmendî babetî goraniyekanî zor bûn.


Ştêkî dîkey babetî goraniyekanî eweye ke ew zimanêkî sukele tirî bo gêranewey ahweenasekanî derûnî be karhênawe ke zimanêkî zor serdemiyanetire ke be tewawî le Şî'rî Klasîkî û le Şî'rî Fulklor ciyadekirêtewew dekirê bigutirê zimanî şarew ew derbirînaneye ke Xelkî Şarnşîn be karî dehênin yan kur û kçanî şar ziyatir heziyan lêkirduwe, ke le layenî rêziman û lîksîkonewe rêk û pêktirn, eme cige le naskî deng û mosîqaw edakey ke ber lew kesêkî dîke le goranîda be karî nehênabû.


Ewey lam seyre eweye bigutirê ke ew karîgerêtî deng yan mosîqay rojawayî be serewe buwe, hergîz eserêkî rojawayî be hîç tuxmêk le tuxmekanî pêkhatey goranî yekaniyewe diyar niye, ewe nebê wek pêştir utm ke corî awazekanî le çaw ewkatey ew goranî têda utuwe zor nuwên û Goranî Kurdî le nêw awaz û babete tirajîdiya xemnakekanî mêjwêkî dûru dirêj hênaderê bo nêw xeme rojaneiyekan.


Corî gutinekanî ew nek her tirajîdiya niye belku zor asayîn ewe raste tirajîdiya xem û azarî têdaye, belam hemû xem û azarêk nagene astî tirajîdiya, wek diyare be berawrdkirdinî pênasey xem û azar le gel tirajîdiya ciyawazî zor heye.


Eme cge leweş ke gewreyî û twanay goranîş le tirajîdî bûnîda niye. eweta seyd rehîmî qureyşî yek take goranî hênde be zewqî heye (be asmanewe estêrem dîwe) ke lêwanlêwe le sûtan û xoşewîstî û hîç tirajîdiyaşî têda niyew naşkirê gewreyî ew piyawe le mêjuwî hunerî Goranî Kurdîda bas nekirê, nhêniyekan le nuweyetî şêwazî Şemal eweye ke ta rojî îmro guwêgirî zorn û goraniyekanî dewtirênewe û duway geraneweşî le emerîka û klîpkirdinî hendê le goraniyekanî westaw karî lawaz û perawêziyaney tomar nekird.

klîpekanî ke Jak Şîrak karî derhênaniyanî kirdibû beguwêrey ew rojgarey ewsake zor cêgay pesndî xelkî bûn.

Le duway emaneşda ew karêkî berçawî nekird, renge le ber ewe bûbê ke pêyînemabê, emeş ke xewşêk niye, renge zor be başî leweş geyştbê cîhane razawekey be karî astinzim bşêwênê teniya le ber ziyadkirdinî jimarey goraniyekanî le naw hunerî xoy û nawbange cwanekey kem bikatewe.

Wek kesêkî berêz le malekey xoyda mayewe û helpey em law ewlay nekirdu mêjûş gewreyî ew hunermendey tomarkird bebê ewey yek tozqal le twanaw dahênanekanî bqrtênê.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌