ROJNAMEY XEBAT 2014-05-27
Riyal Medrîd Bo Carî Deyem Buwe Palewanyampyons Lîg


Le yarî kotayî xulî Yane Palewanekanî Ewrupa bo Werzî 2013-2014 le Wilatî Portugal û le yarîgay {Nûr} le Lîşbûney Paytextî ew wilate û be amadebûnî ziyatir le { 65000 } Hezar hander û çend kesayetiyekî benawbang yarî kotayî nêwan Riyal Medrîd û Etletîkomedrîd encamdra , le gêmî yekemdaw le xulekî 36 Yarîzanî Oroguway Dîgo godîn be hoy heleyekî kasiyasî golçî Riyal Medrîd Etletîkomedrîd be golêk pêş kewtû , gêmî yekem bem encame be kota hat.

Le gêmî duwemda Riyal Medrîd le bîst xulekî kotayda baştir debînraw ta le xulekî 93 î gêmî duwem Sêrcîo Ramos be lêdanî ser golî beramberbûnî bo Riyal Medrîd tomarkirdewew gêmî duwem be golêk bo herdû yane be kota hat.

Bo diyarî kirdinî palewanî em werze dawerî yariyeke penay birde ber dû gêmî ziyad kirawî pazde xulekî le gêmî yekemda hîç kam le herdû yane neyantwanî hîç golêk tomar biken û katî ziyadkirawî yekem bew encame be kota hat.

Le katî ziyadkirawî duwemda û le xulekî 110 duway ewey dîmariya topêkî arastey golçî Etletîkomedrîd kird duway geranewey Garîs Beyl be lêdanî ser twanî golî duwem tomar bikat .

Duway heşt xulek lew gole Marsêlo golî sêyemî û dilniyayî bo Riyal Medrîd tomar kird dwatir Ronaldo le xulekî 120 da golî çwaremî yane melekêkey be lêdanî siza tomar kirdû bo carî deyem le mêjuwîda Riyal Medrîd buwe Palewanî Çampyons Lîg.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌