ROJNAMEY XEBAT 2014-05-29
Helgîrsandinî Meşxelî Şoreşî Gulanî Pêşkewtinxwaz Werçerxanêkî Gewre Bû le Mêjuwî Bizûtinewey Rizgarîxwazî Kurdda


Zaniyar Serdar Qirgeyî Slêmanî
Şoreşî Gulan,le helumercêkî hêcgar sext û dijwarda û be zor hewraz û nşêwîda û be rênimayî Serok Mustefa Barzanî Nemir û be bernamerêjiyekî tokmew be hêzî serkirdayetî partîman le rojgarêkî bê hîwayda umêdî bexşiyewe be takekanî Komelgey Kurdewarî serîhelda û drêjey kêşa ta geyştin be tiropkî serkewtin.

Le gorepanî siyasî û neteweyîmanda,rolêkî giring û karîgerî nwand û qursayiyekî zorî hebuwe le meydanekeda û,le heman katda zor deskewtî mêjuwîşî bo netewekeman desteber kird.

Le yadî helgîrsanî em şorşeda û bo qisekirdin le ser em şorşe,serdanî Berêz Fazîl Reûf Berpirsî Liqî 21 î dewruberî Şarî Slêmanî Partî Dîmukiratî Kurdistaniman kird,ke beşdarbuwiyekî em şorşe buwew xebatî şar û şaxî pêkewe girêdawe.

*Wek beşdarbuwiyekî Şoreşî Eylûl û paşan Şoreşî Gulan,çi le şax çi le şarda,eger basêkî çoniyetî serheldanî Şoreşî Gulaniman bo bikeyt?

-Bêguman Şoreşî Meznî Eylûl zorêk destkewtî mêjuwî û neteweyî bo Kurd be desthêna,ta derencam Rijêmî Be'sî Faşî be naçarî pelkêşî ser mêzî giftugo û diyalog kird ta geyşte rêkkewtinname mêjuwîekey adarî salî 1970 dwabeduway paşgez bûnewey Rijêmî Be's le cê be cêkirdinî bendekan û nawerokî rêkkewtinnamey 11 î Adarî salî 1970 ke biriyar bû paş çwar sal kotayî bêt û be tewawî rêkkewtinnameke biçête biwarî cê be cêkirdin ke le nêwan serkirdayetî partîman û Rijêmî Be's mor kira.

Bedaxewe paş rêkkewtinêkî sê qolî û gêranî pîlanêkî nêwdewletî le nêwan 'Iraq û Êran û be nawbjîwanî cezayr û be palpiştî deselatdaranî ewkatey Emerîka zor bê bezeyiyane be gelêkî mezlûm û şorşêkî bê pişt û pena kotayî bew şorşe adîxwazane hênra ke beyanî rêkewtinî 6 î Adarî salî 1975 î'lan kira ke be rojêkî reş û şûm nawzed dekirêt le mêjuwî şorşgêrî Kurdda û le Bizavî Azadîxwazîda.

Le pênaw berjewendî giştîda û be fermanî serkirdayetî û Serokayetî Barzanî Nemir bilawkirayewe be hêzêkî pêşmerge,her kesew be arezuwî xoy ke kuwê helebjêrê serpişk kira,ke egerêtewe bo 'Iraq ya çûn bo Êran û roştinî bo Ewrûpa û henderan û.htd.

Ya manewe le şax,herçend em kareyan zor zehmet û qurstir bû.

Lew kateda û bew şêweye zorêk le hêzekanî dabeşbûn û zor le serkirde siyasî û serbaziyekan le xizmet Barzanî Nemirda bûn û awdîwî Êran bûn.

Lew demeda barudoxeke zor aloz û tirsnak bû herçende deselat nebû.

Be beşbûnî ew hêz û cemawere bîrkirdinewe le bernamerêjiyek le layen Barzanî Nemir û siyasetî hekîmane û betwanayî û hewlî herdû serkirde Kak Îdrîsî cwane merg û Serok Mes'ûd Barzanî û gelêkî dîke lew berpirse siyasî û serbaziyekan û serkirdekan û paş sefer bo çareserî tendrustî Barzanî Nemir bo Taran be malewew paşan le gel birayanî berêz serkirde bo derewey wilat be bernamerêjiyekî nuwê û le xobirduwî û paş şeş mang duway ne kiseke biriyarî Şoreşî 26 î Gulanî 1976 draw serkirdayetî katî damezra,be taybetî ew pêşmerge û serkirdaney ke nefî kirabûn bo nawerst û xwar û le derencamî zulm û zor û mameley xirap.

Be awatewe bûn bo tirûskayiyek yeke yeke û be komel peywendîan dekird be berpirsanî taze be hoy hevalanî betwana le ser snûrekan,le layekî tir mameley Rijêmî Şay Êran le gel xêzan û ew kesaney le Wilatî Êran nîştecê bibûn xirap û na 'adîlane û dûr le mirovayetî bûn,boye lewlaşewe heman şêwe le peywendîan be hevalanî serkirdew xwartir diyar bû destekanî naw Êran asan û baştir bû,çunke ziyatir destiyan degeyşte serkirdayetî,bew şêweye Şoreşî Gulanî pêşkewtinxwaz drust bû çexmaxey şorş û berew rûnakî deroyşt,bo tewaw kirdinî Şoreşî Meznî Eylûl.

*Êwe çon û le rêgey kêwe peywendîtan kird be Şoreşî Gulanewe?

-Le rastîda iême le paş neksey Şoreşî Eylûl û geraneweman le pêşmergayetî,hatînewe nêw Şarî Slêmanî le ber ewey ewkate temeniman zor kem bû pley berpirsaretîman kem bû,her le ber ew hoyeş bû rapêç nekirayn bo nawçekanî xwaruwî 'Iraq û qena'etman be derewey wilatîş û derewey Kurdistanîş nebû.

Boye maynewew serqalî jiyanî xêzanî xoman buwîn,le gel eweyş çaw lerê û guwêbîst buwîn bo cimûcûlî Kurdayetî û serkirdayetî be taybetî Bawke Barzanî Nemir,ke le hewalî bi zanîn,ke dem bedem dehat be 'efwî û le xowe hestî Kurdayetî û partayetiyekeman be hêz bûn taku bîstinî drustbûnewey Şoreşî 26 î Gulanî 1976 rageyendraw buwe drêjepêderî Şoreşî Meznî Eylûl.

Ême maynewe min çûme fermangeyek le gel Şehîd Îsma'îl Qasim û çend hevalêkî tir paşan le beşêk danram be mebestî karkirdin ewaney îşman dekird le rêkxistin yekman nasîwe,ke birîtî bûn le:Umer Reşîd,Letîf Şaswar,Newroz 'Ebas,Saman Kerîm û.htd.

Ke be yektirman zanî îtir hewlmanda bo dozînewey hêlekanî rêkxistin û berpirs û teter û.htd.

Ême komelêk heval le xuşk û biraw kese nzîkekan be taybet heval Şêx Namîq,Îsma'îl Qasim û hevalanî fermangeke û xêzanî xoman be dewrmanda hêlêkman drust kird.

Sereta min le gel Şehîdan Ehmed çeqjî û Tahîr 'Elî Walî Beg peywendîman hebû,paşan derçûnî ewan bo şax û pêşmergayetî înca pewendîman be Şehîd Ebidulla Axa"we kird,îtir be munezem tir şane û hêlekaniman dest be karbû.

*Le nêw gorepanî siyasîda û lew serdemeda dengdanewey Şoreşî Gulan çon bû?
Ya çi karîgeriyekî le ser bizavî rizgarîxwazî hebû?

-Gumanî têdaniye ke Barzanî Nemir serkirdeyekî bê hawta û kolneder bû hîç kat le tengane bê umêd nebû,le heman katda bîrubawerî zor be hêz bû,cemawer lew rwanganewe bîriyan dekirdewe ke take giyanfîda û le xobirdû azaw betwana her Mela Mustefaye ke bîrî şorş helgîrsanewe bikat,her boye yekser berênimayî Barzanî Nemir Şoreşî Gulanî pêşkewtinxwazî tewawkerî Şoreşî Eylûlî rageyand,Şoreşî taze bo ziyatir û rey polaynî cemawer û pêşmergey berz kirdewe.

Raste çend layenêk kewtinexo her yeke be nawê î'lanî şorş û têkoşanî kird,belam sereta hêzu layenî Serekî Qiyadey Mu-eqete wate serkirdayetî katî bû dengî dayewe le gorepanî têkoşan û bizavî rizgarîxwazîda ke rolî serekî û siyasî hebû.

Le Kurdistan hemû layenekan î'laniyan nekird û î'az û le ser daway Barzanî Nemir Şoreşî nuwê destpê dekeynewe,min beşbehalî xom nimûnem heye Şehîd Ehmed Çeqjî xom namem bo denûsî û bom dexuwêndewe ke boy dehat le Şehîdan 'Elî 'Eskerî û Tahîr Walî 'Elî Beg.

Le namekanda amajeyan pê deda ke be nawî Barzaniyewe kariyan dekird û dawayan le hevalanî kon û pêşmerge û berpirsan dekird bo derçûn û peywendî kirdin û herweha le Xelkî Kurdperweru têkoşere dewlemendekan bo yarmetî û hawkarî,belam be daxewe min paşan ke serdanî hevalaniman dekird le derewe xudî Şehîd Ehmed çeqjî pêyî gutim:Ezanî ew xelke hîçî rastî nekird her hizb û kese bo xoyetî û zoriyan dijî Rêbazî Barzanî kardeken,belam çalakî û rolî derewe karîgerî tewawî le ser Şoreşî Gulan hebû.

*Seng û Qursayî Şoreşî Gulan çî bû?

-Le rastîda Şoreşî Gulan seng û qursayî xoy hebû le gorepanî siyasîda her wek pêştir amajem pêkird,Şoreşî Gulan qursayî û gewreyî leweda bû le paş bê hîwayî gewrey Mîlletî Kurd ke zor kes be mehalî dezanî şorş drust bi bêtewe.

Gulan twanî bibête tewawkerî Şoreşî Eylûl û bîselmênê ke şorş berdewame û kotayî pê nehatuwe,heta be encamîş degat her berdewam debêt û xebatîş berdewam debêt.

helaysanî Şoreşî Gulan werçerxanêk bû le dîrokî bizavî rizgarîxwazîda,ya giringiyekî tir awatêkî Barzanî Nemir‮ ‬bû ke şorş drust bikirêtewe duway Şoreşî Eylûl ke mezniyekey bo gewretirîn Şoreşî Kurd egerêtewe,çunke le serdemêkî taze û qutabixaneyekî nuwê û serdemiyane damezra,boye be pêşkewtûxwaz enasrê le ser bernamerêjiyek û bo çûnêkî nuwê drust bû ewîş le mangî gulan wate 26 î Gulan ew şoreşe kemuwêneye berpakira û drêjey kêşa ta derencam geyşte tiropkî serkewtin û berhemekey raperînî lê hatearawe.

*Be berawrd le nêwan Şoreşî Eylûl û Şoreş Gulanda,çi ciyawaziyekiyan hebû,yaxud çî bedîdekira?

-Nkolî lewe nakirêt ke Şoreşî Eylûl Şorşêkî Meznî gewrey cemawerî bû hemû çîn û tuwêjekanî sertaserî Kurdistanî le xo girtbû her le Xaneqîn ta Zaxo hemû kun û qujbinêkî girtbwewe take Şoreşî sertaserî bû,yek şoreş û yek hîzb bû yek Serok hebû ke ewîş Serokî Neteweyî Kurd Barzanî Nemir bû.

Paş berdewam bûnî ew şoreşe derencam rijêm penay birde ber danûstan û giftugo,şorşêkî wa be hêz û gewre bû damûdezgay hikûmetî bo danrawe îmkaniyetî baş û hêzî pêşmergey rêkupêk û munezem bû jimareyekî berçaw,zor nawçey Kurdistan kewtbuwe jêr kontirolî pêşmerge zorbey baregakanî aşkira bûn.raste Şoreşî Gulan bebê îmkaniyet bebê hêzêkî pêşmerge le jêr fşar û tirsî Turkiya û Êran Sûriya û le seriwî ewanîşewe Rijêmî Faşî Bexda bûn.

Ew kate bê mitmaneyî cemawer kem bû le gel tirs û toqandinî rjêmî be's,belam ewe bû be peletir le Şoreşî Eylûl îş û karekan berêwe deroyî le derewey Kurdistan,xelkeke û şiyartir û uriya û zîrek û le xobirdûtir bû,belam zor zehmet bû pêşmergayetî û şoreş le gulanda be rastî sext û dijwar bû cge le wey milmilanêyîekî tundî hizbî peyda bibû çend hizb û layen hebû heriyeke hukmêkî dekird le nêwaniyanda le xobirduwî kem bû.

Xedr û zulm le gund û cemawerekanî zor bû le layen hikûmetewe ke ta dehat dirindetir debû,bo hevalanî rêkxistinekanî û pêwîste serekiyekan rêgir bû.

*Le helaysanî Şoreşî Gulanda kê rolî serekî hebû,ya berênimayî û serperştî kê bû begiştî,ey le deverî Slêmanî û dewruberîda ewaney roliyan hebû kê bûn?

-Şoreşî Gulan damezrênerekey her Serokî Rohî Netewey Kurd Barzanî Nemir bû be rênimayî û serperştî berêzî bû,belam berêwebirdinî û erkî qursî le ser şanî Kak Îdrîs Barzanî cwanemerg û Serok Mes'ûd Barzanî bû.

Berastî hîkmetêkî gewrew pîroz bû bebê çek û pare û îmkaniyet twanî xoy biguncênê.

Rawboçûn zor bû,jiyanî pêşmergayetî sext bû,çend le dujminî serekî detirsay zefert pê bihênêt dû hênde le nawxo detirsayt.

Çunke hemû yek berg û yek çek û be nawî pêşmergayetî le gundekan da desuranewe hemû bê îmkaniyet bû le ser jiyanî gundinşînekan dejiyan.

Snûrî Slêmanî sereta Kak Nadir Hewramî bû,Diktor Kemal Kerkûkî le deverî dolî cafayetî û şarbajêr û germiyan û,sereta Liqî 4 Liqî 3 ke Mamosta Mihemed Mela Qadir Berpirs bû emane û hevalanî tir be pley kargêrî liq û endam liq û berpirsî qiwet bûn roliyan hebuwew le gorepanekeda bûn,le ser snûr le derewe xelkêkî dîke le hevalanî berpirs zor bûn ke roliyan hebû.

Û way lêhat bew şêweye û be zehmet şoreş berêweçû taku kongirey noyem le salî 1979 bestira duway koçî duwayî Barzanî Nemir,serkirdayetî katî nemaw Cenabî Kak Mes'ûd helbjêrdra be Serokî Partî Dîmukiratî Kurdistan.

Liqekanî 1,2,3,4 ser le nuwê kiranewe le gel Liqî 8 î Êran û Liqî 6 î Ewrûpa û Liqî 7 î Emerîka hemuwî destbekar bûn dwa be duway kongire êmeyş bo carî duwem buwînewe be Pêşmergey Şoreşî Gulan û xebatî şar û şaxman pêkewe girêda le Liqî 4 sereta L.N.çwarta Şehîdî Nemir 'Ebidulla Axa Berpirsî Bû Kak Nadir Hewramîş Berpirsî Liqî 4 bû.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌